Kurdish herb pharmacy - 2

67
8/10/2019 Kurdish herb pharmacy - 2 http://slidepdf.com/reader/full/kurdish-herb-pharmacy-2 1/67 Dermanxana xweristê - lotikxane.com R û pel 71 KARTOL / PETAT SOLANOM TUBEROSUM POTATO K artol pincarek bejna wê 60-80 cm bilind dibe. Kulîlkên wê sîpî û belgên wê kesk in. Pirçik, belg û kûlîlkên wê bi jahrî ne. Di binê wan pirçik, kulîlk û belgan de rehên wê dibin axê de dibin guntilk (girêk) û ji wan guntilkan re kartol gotin. Herçend gîyayên wê yên ser ax bi jehrî bin jî, lê guntilkên wê anko kartol bê jehr in. Bi tenê dema çîl(reh) didin kartol jî jehrî dibin. Kartol hem jibo mirovan hem jî jibo heywanan xureyek (qût) pir bikêr e. Derman jî jê tên çêkirin. Kartol ji alîyê qaşilê ve r engsor an jî zer e. Ji alîyê patinê de jî hinek zû dikelin û ji hev belav dibin (arvanî ne) û hinek jî belav nabin. Hinek jî di navbera herdûyan de nin. Yên ji hev belav nabin bi qîmettir in. Ji alîyê goştê nava xwe de jî spî û zer in. Yên zer bi qîmettir in. Welat û dîrok: Botanîstên dema me hemfikirin ku welatê kartolê Amerîka bakur e. Ji alîyê dîrokê de tiştê tê zanîn, berî niho bi 7000 salan li Perûyê dest bi çandinîya hatiye kirin. Paşê Spanyolê bi navê Petro Cîeza De Leone bi xwe re anîye spanya û li Spanya dest bi çandinîya wê kirine. Di salên 1540 an de Fransizan jî dest bi çandina kartolan kirine. Sala 1590î, botanîkê navdar Gaspard Bauhîn yê Swîsrî kartol xistîye lîteratora xwe. Kartol ji alîyê Îngilîz, Spanyol û Firansizan derbasî welatên din bûye. Niho jî li hemi deverên dinê çandinîya wê tê kirin. Lê welatên herî zêde çandinî lê tê kirin Amerîka, Rûsya û Awropa ye. Têdahî: Av, nişasta, çînko, sifir (paxir), magnêzyûm, protein, rûn, tîamîn, karbondîhîdrat, rîboflavîn, nîasîn, lîf, asîda pototenîk, kalsîyûm, hesin, asîda folîk, fosfor, potasyûm, sodyûm, vîtamîn A ,B6, B1 B2 , C, E ,H , K û hwd.

Transcript of Kurdish herb pharmacy - 2

Page 1: Kurdish herb pharmacy - 2

8/10/2019 Kurdish herb pharmacy - 2

http://slidepdf.com/reader/full/kurdish-herb-pharmacy-2 1/67

Dermanxana xweristê - lotikxane.com R û pel 71

KARTOL / PETATSOLANOM TUBEROSUM POTATO

K artol pincarek bejna wê 60-80cm bilind dibe. Kulîlkên wê sîpî û belgên wê kesk in. Pirçik, belg ûkûlîlkên wê bi jahrî ne. Di binê wan pirçik, kulîlk û belgan derehên wê dibin axê de dibinguntilk (girêk) û ji wan guntilkanre kartol tê gotin. Herçendgîyayên wê yên ser ax bi jehrî bin jî, lê guntilkên wê anko kartol bê

jehr in. Bi tenê dema çîl(reh) didin kartol jî jehrî dibin.

Kartol hem jibo mirovan hem jî jibo heywanan xureyek (qût) pir bikêr e. Derman jî jê tên çêkirin. Kartol ji alîyê qaşilê ve rengsoran jî zer e. Ji alîyê patinê de jî hinek zû dikelin û ji hev belav dibin(arvanî ne) û hinek jî belav nabin. Hinek jî di navbera herdûyande nin. Yên ji hev belav nabin bi qîmettir in. Ji alîyê goştê navaxwe de jî spî û zer in. Yên zer bi qîmettir in.

Welat û dîrok: Botanîstên dema mehemfikirin ku welatê kartolê Amerîka bakur e.Ji alîyê dîrokê de tiştê tê zanîn, berîniho bi 7000 salan li Perûyê dest biçandinîya wê hatiye kirin. PaşêSpanyolê bi navê Petro Cîeza De Leone bi xwe re anîye spanya û li Spanya dest

bi

çandinîya wê kirine. Di salên 1540 an deFransizan jî dest bi çandina kartolankirine. Sala 1590î, botanîkê navdarGaspard Bauhîn yê Swîsrî kartol xistîyelîteratora xwe. Kartol ji alîyê Îngilîz,Spanyol û Firansizan derbasî welatên din bûye. Niho jî li hemi deverên dinêçandinîya wê tê kirin. Lê welatên herî zêde

çandinî lê tê kirin Amerîka, Rûsya û Awropa ye.

Têdahî: Av, nişasta, çînko, sifir (paxir), magnêzyûm, protein,rûn, tîamîn, karbondîhîdrat, rîboflavîn, nîasîn, lîf, asîda pototenîk,kalsîyûm, hesin, asîda folîk, fosfor, potasyûm, sodyûm, vîtamîn A,B6, B1 B2 , C, E ,H , K û hwd.

Page 2: Kurdish herb pharmacy - 2

8/10/2019 Kurdish herb pharmacy - 2

http://slidepdf.com/reader/full/kurdish-herb-pharmacy-2 2/67

Dermanxana xweristê - lotikxane.com R û pel 72

Prof .Dr. Ahmet Marankî dibê:“Kartol madarek (miktar)zêde proteîn, vîtamîn B, C û potansiyûmê di hundirêxwe de dihewîne. Ji ber ku di nava wê de madeyênarvanî û mîneral pir hene, xurekî gelek hêja û bi fêde ye”.

Kartol jibo nexweşên şekir dibe alîkar.Têhnîbûna wan dişkêne (dibe), li hembernexweşîyê xweragirînê zêde dike. Lihember kulan û birînan hatiye cerbandin ûispat bûye ku wan dikewîne.

Givirandinê (hezmê) hêsan dike û pêşîyaqebizbûnê digire. Kesên navhinav lê diçin (virikî, ishal bibin) bila kartolê bikelînin û

bihrişînin, bê rûn bi mast re bixwin wêşifayê bibînin û virika wan raweste. Kesên bê hemdî cismek hişk dadiqurtînin, pelûka kartolan(kartolên herişandî) bixwin wê wî cismî bavêje der.

Ji bo ku vîtamîn û madeyên têde winda nebin, heke bê heşandinan jî di nava xweliyê de bê patin çêtire.

Kesên arêşeyên nexweşîya reflûnûn, xaz, birîn û kulan hebin, hekehefteyekê rojê du caran qedehek çayê ava kartolan ya nûgivaştî vexwin, wê şifayê bibînin.

Dema kartol di avê de tên kalandin, potasyûm û madeyên din yênkêrhatî dikevin nav avê. Lewre divê (hewceye) ew ava kartol têdehatî kelandin neyê avêtin û bê xebitandin. Heke di rûn de neyêsorkirin kîlo pê nayê girtin. Xwarina kartolan hewceye roja bêçêkirin di heman rojê de bê qedandin û jibo roja din nêmîne.

Prof. Dr. Îbrahîm Saracoglû dibê:“Kesên şekirê wan yê xwînêdadikeve bila kartolek kelandî bixwin, li hember Hîpoglismîyêçareserîyek bêqisûr e. Heke dinaverojê de pir caran xwîna şekirê we bikeve, spêdê bi xwarinakartolek kelandî dest bi roja xwe bikin”.

Li gor lêkolînên Leatherheat Food Înternatîonal a Ingilîztanê, DrRaechel Bruch dibê:”Xursend (zerzewad) ên bi nîşaste(nişadir), dema zêde bên sorkirin madeya kîmyevî yaxisardar Akrîlamît jê çêdibe. Ew madeya xisardar dixwerista (tebîeta) kartolê de heye. Ji boy ku ew madeya Akrîlamît dernekeve, divê kartol di 120 derecan berjortirde neyê sor kirin”.

Page 3: Kurdish herb pharmacy - 2

8/10/2019 Kurdish herb pharmacy - 2

http://slidepdf.com/reader/full/kurdish-herb-pharmacy-2 3/67

Dermanxana xweristê - lotikxane.com R û pel 73

Di lêkolînan de derketîye holê piştî kartol bên spîkirin (qeşartin),ku di navbera 20- 60 deqîqan di avêde bimîne ji % 23-38-48 Akrîlamîtê dadixe. Madeyên herî faydedar di qaşilê kartolê de

nin, lewre divê qaşilên kartolan gelek tenik bên qeşartin.

Di şerê cîhanê yê duwemîn de, gelek leşkerên Almanan bi nexweşîyên aşîkê yên cûrbecûrketibûn. Piştî sê roj xwarina kartolên bi xavî,nexweşî û birînên wan hatibûn kewandin. Ev bûyer ji alîyê doktorê leşkerî Dr. Med. J. FMagrel ve hatibû tesbîtkirin.

Kêrhatî: 1-Jibo nexweşîyên şêkir bikêr e.2- Brîn, kul, pirzik ûêşên aşik û rûvikên diwanzde pêçî (tilî) dikewîne.3- Peçivînên(werimîn) mêlakê dadixîne.4- Ji ketina kurmikên nava rûvikan redibe alikar û ji hişkbûna rehan re bi fayde ye.5- Herikîna sefrayêhêsan dike, jibo tekîyan û kerbûnên çerm başe.6-Êşên memikên bawesîrê, şewitînan (sotinan) û qûnêrên xwînê radike .7- Xwînêpaqij dike. 8- Pêşîya nexwşîya Skorbûtê digire.8- Şekirê xwînêdadixe û li hember penceşêrê diparêze.

Karanîn: 1- Ava kartolan 2- Pelûkakartolan 3-Tentêra kartolan.

Ava kartolê: Kartolan baş bişon,rende kin an jî di mîkserê de bihêrin ûava wê bigivêşin. Heke makînagivaştinê hebe hêj çêtire. Ji wê avê li gorgiranîya nexweşîyê 7-9 rojan berîxwarinê bi nîv seetê qedehek çayê jê vexwin. Lê divê ji wê qirarê zêdetir neyê

vexwarin ji ber ku di kartolê de madeyên jehrîhene. An jî her danî kartolekê bi xavexav bixwin. Hûnê ji nexwşîyên aşikê bifilitin.

Pelûka kartolê: Kartolan biperçiqînin an jîrende bikin û deynin ser brîn, peçivîn, êş ûsotinîyên kabokan, ser milan, stuh, pişt, û hwd.û girêdin.

Tentûra kartolê: 50gr kartolên negeheştî yên kesk hûrkin navaşûşek 500 ml, alkola 70 derece berdin ser, devê wê bigrin û deynincihekî ku ronahîya tavê (roj) nebîne. Bila 4-6 hefteyan wisan bimîne. Lê 2 rojan carekê bişilqînin. Paşê biparzinin û bikin şûşênreng tarî û hilînin. Li gor hewcedarîyê rojê 3 caran 15- 20 dilopan jê vexwin.

Page 4: Kurdish herb pharmacy - 2

8/10/2019 Kurdish herb pharmacy - 2

http://slidepdf.com/reader/full/kurdish-herb-pharmacy-2 4/67

Dermanxana xweristê - lotikxane.com R û pel 74

Ev tentûr jibo penceşêrên, zik, rehîm, aşik, kîsikên zik û rehîmê baş e û pê tên xweşkirin. Jibo kranpên nêhkan ( kulîmek, kelef,qalçe), pêçîyan, bawîbûnan, serêşan û serzîvirînê tê bikaranîn.

15/01/09

GÊZER / GÎZER / GIZÊR

DERMANÊ ALZHEÎMER

DAUCUS CARROTA

Gêzer pincarek wek tiviran reha xwe weksingan (qazux) xwe di erdê de berdide.Herçend di eslê xwe de pincare jî lê wekdikakan (zerzewat) çandinîya wê tê kirin,pir bi vîtamîn û mîneral e. Di dinê de 60cûreyên wê hene. Bi rengan ve pirteqalî,zer, reş û mor in. Dikakek du salanî ye. Salapêşîn belgan dide. Belgên wê kesk in û weksibitê têltêl in. Sala diduwan di nav wan belgan de kulilkên wê yên spî û peyazî yên wek sîvankan xwe didin hev, di havînan de vedibin. Di nav wan kullîlkan de bizrek zer

û gewrane û bi stirî çêdibe. Ew bizir hem wek bizir jibo derman,hem jî bi awayekî tê eciqandin û rûnek jê tê derxistin.

Welat û dîrok: Li ser welatê wê gelek fikrêcuda hene. Piraîya otorîteran li ser Ewropa, Asya û Afrîqa bakur hemfikir in. Hinek dibên“Amerîqa” ye, Hinek dibên “Afxanîstan, îranû Kurdistan” e. Berî mîladê li mezopotamya û welatên Derya Spî û Egeyê dest bi çandinîya wê kirine. Berî wê jî li bejayê xwe bixwe hêşîn

dihat û jibodermanan

dihat bikaranîn. Disedsala 13 an de li Ewropa û Çînê jî dest biçandinîya wê tê kirin. Di 1609 an de biawayê hinekî islahkirî li Amerîka,eyaletênVîrjînîa û Îndîana dest biçandinîya wê tê kirin. Di sedsala 20 an deku qîmeta madeya “beta karotên “provîtamîn A“ û giringîya wê tê famkirin,

îro li hemi deverên dinê gêzer ji ber madeyên di hundirê xwe dedihewîne, di hemi demsalan de tê peydakirin, xebitandin ûxwarin.

Page 5: Kurdish herb pharmacy - 2

8/10/2019 Kurdish herb pharmacy - 2

http://slidepdf.com/reader/full/kurdish-herb-pharmacy-2 5/67

Dermanxana xweristê - lotikxane.com R û pel 75

Têdahî: Kalorî, proteîn, karbdîhîdrat, kolesterol, rûn, lîf, fosfor,kalsîûm, hesin, sodyûm, potasyûm, magnezyûm, madeya Acethylcolîn, asîdên folik,şekir, provîtamîn A, Vîtamîn B1, B2,B3, B6, A C , Eû 17 madeyên jibo nexweşîya Alzheîmer.

Prof. Dr. Îbrahîm Saracoglû di derbarê gêzerê de dibêje:“Digêzerê de dervayî madeya Acethylcolîn 17 madeyên dinku jibo nexweşîya Alzheimer bikêr in hene. Gêzer ketina (kesên cigarekêş jî têde) rîzîkoyê npenceşêra pişikê tîne asta herî jêr.”

Lêkolînan tesbît kirîye ku kesên gêzeran pirdixwin, nexweşîyên penceşêra qirik, mesane(kîskê mîzê- kunmîz), malzarok, rûvikên stûr,prostat, borîya xwarinê, % 50 bi wan re kêm bûye (daketiye). Li gor lêkolînên Unîversîta Harvardê, dihefteyê de 5 rojan xwarina gêzerê % 68rizîkoya ketina kirîza dil û destistan ( felcbûnê) ji holê radike.

Prof.Dr. Ahmet Marankî dibê: “Gêzer herwekî dostê dil e, jibo daxistina kolestirolê jî rêya herî hêsa ye. Gêzer ji berhewandina lîfên hundirê xwe, jibo arêşeyên qebizê pir bikêr e”.

Teybetîya wê ya xwînçêkirinê heye. Gêzer dibe alîkarê xebitînarehên gurçik, mejî û dil. Herwaha pirzik, brîn û kulên aşikê(mexde) dikewîne. Bandorek gelekbaş jibo zindebûn û pirbûnamalzaran (hucreyan) heye.

Çavan bihêz dike. Bi engînarê re xwarina wê dermanê kezebê yê herî başe. Jiboşêlav, (girêz), kezeb, sefra (zirav) û sîqal(denge) kirina kolestrolê dibe alîkar. Jibopirzikên balixbûnê û ketina deng pir başe.

Xwarina gêzerê jibo jinên pêgiran (bizaro) tê pêşniyarkirin. Rûvîkandixebitîne, dibe sedemê bilezûbezkewandina kul û brînên nava rûvîkan.

Heke pelûka (lapa) gêzerê li ser brîn ûsotinîyan xin, wê wan bikewîne. Rojê duqedehên çayê ava gêzeran ya nûgivaştî an jî xwarina 4-5 gêzeran dermanê vannexweşîyên me li jor got û ji geleknexweşîyên din re şifadar e.

Ya herî baş ewe ku mirov gêzerê baş bişo

Page 6: Kurdish herb pharmacy - 2

8/10/2019 Kurdish herb pharmacy - 2

http://slidepdf.com/reader/full/kurdish-herb-pharmacy-2 6/67

Dermanxana xweristê - lotikxane.com R û pel 76

û bi xavexav bide ber gezan, neqeşêre ji ber ku piranîya vîtamîn ûmîneralan di qaşilê wê dene. Dema gêzer bê rendekirin vîtamînên wê yên B û C winda dibin. Û hwd.

Kêrhatî :1- Qebizê hiltîne 2- Edavên aşik (mexde) û rûvîkan

radike û xwîna wan rediwestîne.3- Ji alzheimê û ji jibîrkirinê redibe alîkar 4- Navçûyînê (virik- ishal) dibire5- Bêxwewîyê hiltîne6- Şîrê dayikê zêde dike 7- Hêza zayendî (seksî) zêde dike.9- Pêşîya nexweşîyên çerm û çavan digire û çavan bihêz dike.10- Zindetî û tazetîyê dide çerm û kurîşkên çerm rast dike.11- Êşêngurçikan disekinîne, zindetîyê dide beden, iştahê vedike, jibokewîna brînan dibe alîkar. 12- Goştê diranan bihêz dike. 13- Pêşîya qirîza dil û destistanî (felc) yê digire, têgeheştinê (fahmê)zêde dike. 14- Pêşîya bêhntengî, bêdesthilatî (jênehatin, bêkêrî,nekarîn) digire û tedawî dike. Jibo kêmbûna serêş û êşên mîgrenêdibe alîkar . û hwd.

Karanîn: 1- Dohn (rûn) ê gêzerê. 2-Bizirê gêzerê. 3-Xwarin, rêçal, tirşî,selete, paste, kek û hwd.

Dohnê gêzerê: Bizir ê gêzerê bisaresar bi awayekîtê givaştin û rûnek jê tê derxistin. Ew rûn jibo masajan,qirmiçûkên çerm û jibo tahrenebirinê (sotina bedenê ji tîrêjên tavê (rojê),xweşikbûna çerm û bronzbûnê tê bikaranîn.

Bizirê gêzerê: Di bizirê gêzerê de beta karotên, vitamîn B,C,D,E,taybet A pir heye. Ew jî quwetê dide, hestîyan bihêz dike, iştah vedike, bêxewîyê radike, çerm xweşik dike.

Bizirê gêzerê biqutin, hinek hingiv tev bikin û bixwin. Gêzer bi 100 an cûreyî tê bikaranîn. Ew jî bi huner û marîfetakebanîyê ve girêdayî ye.

08/01/09

Page 7: Kurdish herb pharmacy - 2

8/10/2019 Kurdish herb pharmacy - 2

http://slidepdf.com/reader/full/kurdish-herb-pharmacy-2 7/67

Dermanxana xweristê - lotikxane.com R û pel 77

LEYMÛN DEPOYA VÎTAMÎN C CITROS LIMONOM

Dara Leymûnê heta 6 m bejnê tavêje. Belgên wêkeskên biriqok û wek devêrimanin. Ji meha adar hetameha çirîya pêşîn her kulîlkan vedike. Kulîlkên wê spî,peyazî (penbe) ne. Kulîlkekpênc parçe ye, bêhnek xweş ûferahker jê tê. Ji wê kulîlkê

fêqîyek zer û hêkane, rûbiriqok, bêhnxweş û pir tirş çêdibe. Ji wêfêqîyê re leymûn tê gotin.

Leymûn fêqîyek di xwe de sê tebîetan bi hevre dihewîne. Lewre pir bikêr e. Qaşil, spîka nava qaşil, goştê fêkî û kulîlk her yek jibotiştên hevcihê tên bikaranîn.Ji qaşilê wê rûnek tê çêkirin ew rûn jiboderman, esans, jibo tamxweşkirina pircûreyên xwarin, alkol, paste, qeşaşîr ûhwd tê bikaranîn. Ji spîka nava wêmadeya pektîn tê derxistin, ji wê jîdermanê îshalbirînê (virikbirînê) û hwdçêdibin. Ji kulîlka wê esans, lewento ûhwd, ca jixwe ava wê jibo her tiştî tê bikaranîn.

Welat û dîrûk: Welatê wê Çîn û Hindistana bakur e. Hinekdibêjin “ Di sedsala 11 an de hinek jî dibên di ya 8 an de Ereban bixwe re anîne Spanya û Sîcilya” û ji wir derbasî Firansa bûye.Firansiyan jî li deverên din belavkirine. Fêqîyek ji welatên germ ûhêwî hez dike. Deverên ev qilîma û hewa lê hebe leymûn lêçêdibin. Lewra, li welatên Derya Spî pir tên çandin. Li Kurdistana başûr jî hêşîn tên. Pir kes di baxçe û hewşa mala xwe de li cempirteqal, mandalînan leymûnan jî diçînin.

Peydabûna kolanyaleymûnê: Di sala1690î de li bajarê Koln a Almanya leymûnfiroşek geroke bi navê Jahn PaulFeminist formûla lewentoyaleymûnê çêdike. Wê formûlêdide Giovannî Marîa, ew jî dikelewento û li bajarê Kolnê îmalata wê çêdike. Ji ber ku navê bajarêkoln “kolonya“ ye, wek ava Kolntê naskirin. Paşê Firansiz dest biçêkirina wê dikin. Di bin

Page 8: Kurdish herb pharmacy - 2

8/10/2019 Kurdish herb pharmacy - 2

http://slidepdf.com/reader/full/kurdish-herb-pharmacy-2 8/67

Dermanxana xweristê - lotikxane.com R û pel 78

navê Eau de Cologna ( ava kolonya) belavî dinê dikin û ew nav liser dimîne. Bi kurtî, navê “kolonya“ navê bajarê Kolna Almanya bixwe ye.

Têdahî: Kalorî, proteîn, karbondîhîdrat, kolestrol, rûn, lîf, fosfor,

kalsîyûm, sodyûm, şekir, hesin, esans, xwê, musîlaj, sitirîk vîtamîn , A, B1, B2, B3, B6, C, potasyûm, magnêzyûm, asîta folik,pektîn.

Pispor çi dibêjin: Prof Dr. Ahmet Marankî dibêje:Leymûndepoya vîtamîn C ya xweristê ye. Herweha ji alîyê vîtamîn A,B1 û B2 de jî pir dewlemend e. Bandorek gelek baş û erênî jibo nexweşîyên zekem, kuxik û enfeksîyonêngrîban heye. Xwînê zelal dike û pêşîya bêxwînîyê digire.Ji bilindbûna zixtê (tansîyon) re nîv lîmonê bigivêşin nav qedehek a va şîrgerm û vexwin wêtansîyona we daxe asta normal. Mîkrobkujek bihêz e, mîkrobên xisardar di nav aşik (mexde),rûvik û rêyên avrêjê de dikûje.Xelihîna aşikê dibire, pêşîya vereşandinê digire. Kevir, xîzên nava gurçik û mesanê dirêjîne.Jibo arêşeyên alûgûhîşkan (alok) leymûnek tê givaştin û têxerxere kirin. Nexweşîya Îskorît ku sedema wê kêmbûna vîtamîn C ye, jibo wêdermanê herî bikêrhatî Leymûn e. Jibo mêlakê (kezeb-cergê reş) fêqîyek herî bikêr e.

Heke mêş, kelmêş, moz , zirkêtk an jî haşeretên din bi we vedin(gez bikin) ava leymûn û sîrkê tev bikin, li cihê vedayî xin û vemalin hûnê pê rehet bibin.

Heke hûn ava leymûnê li cihê derketinadiranên zarowan xin û vemalin wêdiran zû derkeve.

Heke hûn dixwazin jar (zeîf) binin,spêdan û êvaran leymonekê bigivêşinnav qedehek ava şîrgerm û vexwin.Hem hûnê pê jar bibin, hem jî wêdohnên ser mêlaka we bihele.Piranîya şifaya leymûnê di qaşilê wê deye. Ji 1500- 3000 kglîmonê 1 kg rûn jê derdikeve. Ew rûn jibo gelek derdan şifayê belav dike.

Kêrhatî: 1- Iştah vedike.2- Givirandinê (hezmê ) hêsan dike.3- Agir û zixta (tansîyon) bilind dadixe.4- Xwînê paqij dike.5- Têhnî (tîbûn) bûnê dişkêne.6- Li henber hişkbûna rehan (damar)û bawîbûnê bikêr e. 7- Çerm xweşik dike.8-Diranan spî dike,goştê diranan bihêz dike, edavên qirik û alûgûhîşkan ji holêradike. 9- Êşbir e û arêşeyên ji sermagirtinê tên baş dike.10- Mîkrobên rêyên xwevalakirinê dikuje.11- Pirzikan dikewîne, dibe

Page 9: Kurdish herb pharmacy - 2

8/10/2019 Kurdish herb pharmacy - 2

http://slidepdf.com/reader/full/kurdish-herb-pharmacy-2 9/67

Dermanxana xweristê - lotikxane.com R û pel 79

aîkarê xistina kevir û xîzên nava gurçik û masanê.12- Tûk (gilîne-nasir) û qûnêran qenc (xweş) dike.

Karanîn: 1-Sîrka (tirşîn-sihik) 2- Leyûmûnete 3- Şerbetaleymûnê û hwd.

Tirşîna leymûnê: 1 kg leymûn, 3 lître av, 200 gr xwê, kevçîyekçayê tovê xerdal. Leymûnan spî bikin û bi spîka wê ve bikin navqetremîzekî, xwê û xerdalê berdin nav û tevlihev bikin. Derê wê bigirin û li cihek tarî bila mehekê bimîne. Paşê biparzinin, bikinşûşan û devê wê bigirin, li gor hewcedarîyê bi kar bînin.

Leymûnete: 7 lib leymûn,5 qedeh ava kelandî, 1qedeh şekir. Qaşilêleymûnên xwe rende binkin. Paşê leymûnên xwe bigivêşin û bikin navsûrehîyek an jî firaxek cam,ava kelî û şekir berdin serheta şekir bihele. Tîy vedin(tevlihev bikin) (yêndixwazin dikarin çend pelên

pûngê û kevçîyek çayê zencefîl jî tev bikin) û têxin sarincokê bila 2seetan bimîne û paş biparzinin.

Şerbeta leymûnê: Nîv leymûnê bigivêşin nav qedehek avê, 2kevçîyên xwarinê hingiv berdin nav û tîy vedin heta hingiv û avaleymûnê tevlihev dibe. Paşê ava şîrgerm berdin ser, cardin tev bidin û spêdê bi zikê birsî vexwin. Hem hûnê pê xort bimînin,hem jî bibin xwedî tendirustîyek baş û ji pir nexweşîyan bifilitin.

Çaya leymûnê: Leymûnan bikindîlim, bikin çaydankê û bikelînin (anjîava kelandî berdin ser). Paşê bi şekir an jî hingiv tamxweş bikin. Hefteyekê liser hev rojê du qedehangermegerm vexwin. Jibo bêhezmî ûxelihîna aşikê pir bikêr e.Qaşilê leymûnan nehavêjin, jibonermbûn û bêhnjêbirina destan, li destê xwe xin. Wê hem destên we pê nerm bibin, hem jî bêhna masî, sîr û pîvazan ji destê we biçin. Herwaha hûn dikarin wan qaşilan bêxin nav makîna firaxşûştinê, wê firaqên we pê bi biriqin. ûn dikarin dohn, rûn û gemarên ji serkuçkan jî bi wan qaşilan paqij bikin. Wê hem kuçkê we pê paqij be, hem jî bêhnek ferahker bikeve midbexa we. Herweha hûndikarin bi sîrka leymûnê jî karên paqijîyê pêk bînin. Bê gomanmirov dikare marîfetên leymûnê pir dirêj bike. Lê evqas bes in.

30/12/08

Page 10: Kurdish herb pharmacy - 2

8/10/2019 Kurdish herb pharmacy - 2

http://slidepdf.com/reader/full/kurdish-herb-pharmacy-2 10/67

Dermanxana xweristê - lotikxane.com R û pel 80

BEXDENOZ / BEXDÛNIS

PETEROSELÎNUM CRISPUM

Bexdenoz jibo mirov ji çiq û belgên wê faydê jê bigire tê çandin. Belgên wê yên kesk jibo tamxweşkirin ûxweşikahî, wek garnîtûr dike ser brûş( şorban), giraran û seletê. Çiqên wê jîdike nav şovayê ( xarinên rohn yên wek tirşîkê). Du cûreyên wê tênçandin, ya belg mezin û ya belg hûr ûxingilok (kej). Pancar an jî dikakek kudi her malê û midbexê de wek baharat

tê bikaranîn û gelek faydên wê jibo bedena mirov heye. Dîrok: Ji 4000 salan virde li welatên wek Yewnan, Roma û yên din yên li berDerya Spî, wek baharat û keskatîya navxwarinê û berxwarinê tê xebitandin.Gîyayek Derya Spî ye. Ji wir belavî welatên din bûye. Li welatên wekMaroko, Tunis, Yewnanistan û Îtalya xwe bi xwe li çolan hêşîn tê. Lê li Kurdistanêdi nav baxçan de tê çandin.

Berhevkirin: Di salê de mirov dikare 6 -7 caran berê wê hilîne.Jibo hişkkirinê divê pirçkên wê bên jêkirin û di cihek sîber de bêhişkkirin. Di nav tûrek cil an jî firaxek cam de, li cihek zuha bêparastin.

Têdahî: Vîtamîn A, C, K, Hesin, Fosfor, Elementên mangen,Kalsîum, Potasyum, kûkûrt, Dohnên firek, flavonoîd, Protei,Klorofîl Mûsîlaj û Hwd.

Kêrhatî: 1- Damaran vedike. 2- Tansîyonê dadixe. 3- Givirandinê(hezmê) hêsan dike. 4- Iştah vedike. 5- Xwînê paqij dike. 6- Destavê (mîz) zêde dike û rêyên wêpaqij dike.7- Ketina kincan tekûzdike. 8- Cokên (qanal) hêkên jinannerm dike û hamletîyê hêsan dike.9- Berxwedana bedenê zêde dike.10- Ciwan dihêle. 11- Pêşîya

penceşêrê digire. 12- Jibo xweşkirina bûhranên bedenî û rûhî redibe alîkar.13- Ji nexweşîyên kezeb û pişikê re fayda wê heye.14 -Xîzê (kevir) nav gurçikan dixe.15- Şîrê dê zêde dike, xwînbûnadiranan kêm dike, hêza dîtina çavan zêde dike.16 -Xwîna

Page 11: Kurdish herb pharmacy - 2

8/10/2019 Kurdish herb pharmacy - 2

http://slidepdf.com/reader/full/kurdish-herb-pharmacy-2 11/67

Dermanxana xweristê - lotikxane.com R û pel 81

nexweşîya şekir di asta normal de dihêle.17 -Madeyên jehrî ji bedenê tavêje.18- Daxwazên zayendî (cinsî–seksî) zêde dike.

Karanîn: 1- Çayê 2- Şirûb 3- Tentûr 4- Banyo 5- Xwarin û selete.

Çayê: 1- Qasê 10-13 şiqin bexdenozê bi destan hûrkin nav litrek avê û bikelînin, bila 30 deqîqan di demaxwe de bimîne, paşê biparzinin û rojêdu qedehên çayê jê vexwin. 2-Kevçîyek şêranî bexdenoza hişk bikinnav qedehek avê, ava kelandê berdin ser, bila 10 deqîqan di demaxwe de bimîne, paşê biparzinin û vexwin.

Şîrub: Jibo nexwşîya şekir. Sêdestik (qevd) bexdenoza ter (taze) bidestan hûrkin nav sîrquta darîn ûtêde biqutin heta dibe mexcûn. 6qedehên avê berdin ser bila 2 seetandi dema xwe de bimîne. Paşê biparzinin, 1,5 qedeh ava limonênnûgivaştî berdin ser. Her roj spêdê berî xurîniyê qedehek avê jê vexwin.

Tentûr: Du kulmên (qasî 100-150gram) bexdenoza bi kulîlk, belg û bi

reh berhevkin, bi destan hûrkin û bikin nav şûşêkî cam heta0,7lt alkola % 70 derece berdin ser û derê wê bigirin. 5- 6hefteyan li cihek sîber û ji tîrêjên tavê dûr bisekinînin. Car û baran bişilqînin, paşê biparzinin û bikin nav şûşek tarî û hilînin. Rojê 3-4 caran 10-15 dilopan jê vexwin.

Xwarin û selete: Mirov dikare bexdenozê jî wek catir bêxe navhemi cureyên girar ( savar, birinc, meqerne), hemî birûşan ( şorban), hemi şovayan (xwarinên bi avî, bigoşt an bê goşt wek dolmik, tirşik, guweç),navhemi cureyên kebaban û kiftikan, hemi cûreyên seletan, û li cemhemiyan wek keskatî di ber ra bixwin. Lê divê bexdenoz tim û tim bi destan bê hûrkirin û piştî xwarin pijya têkeve nav xwarinê.

18/12/08-

Page 12: Kurdish herb pharmacy - 2

8/10/2019 Kurdish herb pharmacy - 2

http://slidepdf.com/reader/full/kurdish-herb-pharmacy-2 12/67

Dermanxana xweristê - lotikxane.com R û pel 82

SÊVSerûma ava xwînê MALÛS,APPEL, POMME

Dara sêvê heta 8 metroyan bilinddibe. Darek pirçiq, çiqên xwe di rexan ve berdide. Di mehên biharê dekulîlkên mezin yên wek gul şîlankan yên reng spî û peyazî (Penbe) vedike. Pelên wê kesk in, ligor cinsê xwe alîyê bervajîyê pelê bipûrt in. Ber bi havînê ve ew kulîlk

dibin bûtik (çavik), paşê jî ew çavik û bûtik dibin fêkîyek tam û

bêhnxweş. Ji wê fêkîyê re sêv tê gotin. Sêv pirreng û pirtam in.Rengên sor, spî, zer, peyazî, kesk, tamên wan jî şêrîn, miz, tirş û yên tahl jî hene. Fêkîyek biriqok, hişk û bênxweş e. Libên wê bigelemperî wek kulmekê mezin in. Lê yên biçûk û qasî hûlûk ûguhîşkan jî peyda dibin. Di nava sêvê de 5- 10 lib dindik (bizir-sîsik) hene.

Sêv kana (xizîna-gencîne) enerjî û depoya vîtamîna ye. Xasma jibo kesên sporker fêkîyek herî bikêr e. Di dinê de 6000 cûreyên wê hene. Fêkîyek ku di dinê de herî zêde çandinîya wê tê kirin û têxwarin e.

Dîrok û welat: Dîroka wê biesehî nayê zanîn. Lê di demênkevnar de heta niha wek senbolalawînî, delalî û xweşîkahîyê têpejirandin. Li ser sêvan gelekstran, çîrok û çîvanok tên gotin.Di medenîyetên berê de demamîrekan dixwestin keçên xwe bidin mêr, keçikê sêvek tavêt, kê

ew sêv girtiba keçik bi wî re dizewicî. Di navKurdan de navê gelek keçikan wek senbolaxweşikîyê “ sêvê “ datînin. Di demên berê hetaniha sêv wek fêkîyek jibo xwarin, reçal, xweşav,derman û alkolê tê bikaranîn. Welatê sêvê Asya ye. Ji wir jî belavî deverên din yên dinê bûye. Jiber ku sêv ji hewa hênik hez dike, lihemi deverên Kurdistanê yên çandinî û bejî(çolî- kûvî-bîyan) çêdibin.

Têdahî: Tanen, asîdên organîk, cûreyênşekiran, silisyûm, asin, fosfor, filor vitamîn A-B1- B2- B6- B5, PP, B9 C- E, manganez, gûd

Page 13: Kurdish herb pharmacy - 2

8/10/2019 Kurdish herb pharmacy - 2

http://slidepdf.com/reader/full/kurdish-herb-pharmacy-2 13/67

Dermanxana xweristê - lotikxane.com R û pel 83

(kukurt ) lîf.

Li gor pisporan Sêv kana enerjî û depoya vîtamîna ye. Xasma jibokesên ku karên giran û sporê dikin û gelek enerjîyê serf dikin,xureyek bêhempa ye. Kesê rojê sêvekê bixwe rastî kêm nexweşîyan

tê, yê du sêvan bixwe muhtacîya wan jibo doxtorannamîne. Mirovên tenduristîya wan li cih e, dikare rojê heta sêsêvan bixwe.

Prof. Dr. Dîter Treuetter dibê:“Madeya d i nava sêvê de ya binavê flafoniod, pêşîya radîkalên serbest yên dibinsedema penceşêrê digire. Sêvek geheştî jibo sihetamirovan wek seroma xwînê xwedî mîneral ûelektirolitran e. Bi gotinek din ava sêvê wek ava xwînêbi nirx û qîmet e. Kesên 8 hefteyan li ser hev rojê 6 sêvanbixwin, wê ji rûnên nava xwînê û kolestirolan bifilitin ûbibin xwedîyê beden û xwînek îdeal.. Lê di xwarinasêvan de sêvên kesk û zer tercîh bikin ji berku mîneralên di nava sêvên zer û kesk de ducar bi qasî

sêvên sor in. Anku, her sêvek keskbedela du sêvên sor in. Sêv zêhnê zaroyên ku diçin mekteban vedike, jinên ku dikevin meneposmayê ûacizahîyên ruhî bi wan re çêdibin,heke rojê 4 sêvan bixwin wê % 40 jiwê rewşê bifilitin”.

Kêrhatî: Sêv: 1- Hiş (zêhnê) vedike. 2- Xwînê paqij dike.3- Berxwedana bedenê bi hêz dike.4- Têhnîbûnê dişkêne (dibire-dibe). 5- Qelewan jar (lewaz- zeîf) dike.6- Xelihîna (dilborîn) jinên dûgîyan (pêgiran-hemil) dibire.7- Şekirê xwînê digire binqontirolê. 8- Ji xweşbûna nexweşîyên gût û bawîbûnê re dibealîkar. 9- Ketina parazîtên nava rûvîkan pêk tîne.10- Li hemberpenceşêra mêlak, (kezeb-cerg) rûvikên stûr, kefesa sing, xwedî bandorek hêja ye.11- xwînê çêdike.12-Sîstema (rista) xweragirîyê bi hêz dike. 13- Jibo dilkut, bêhntengî, brînên aşik û fatereşkê bandorek erînî nîşan dide. 14 -Ciwan dihêle û çerm xweşik dike.15- Agir dadixe.16- Heke piştî xwarinan bê xwarin, diranan paqijdike û hwd.

Karanîn: 1- Sîrka sêvan2- Kûra sîrka sêvan 3- Kêrhatîyên sîrkasêvan 4- Jokteyla sîrka sêvan.5- Çaya tûvilê sêvan û hwd.

1- Sîrka sêvan: Sêvên sor û şîrîn baş bişon û ava wê bigivêşin.Bikin qawanozên (qetremîzên) cam yên derfireh (lê jibookjîjenstandinê hinekî vala bihêlin) paşê derê wê bi kitan yandestmalekê girêdin. Li gor cûreyê sêvê 3- 6 hefteyan ji tavê dûr, digermahîya 15- 20 derecan de bihêlin lê rojê carekê derê wê vekin ûtevlihevkin da ku oksîjenê bistîne. Ew av wê berê bibe alkol, paşê jî bibe sîrke. Dema bêhna sîrkê jê hat, 3- 4 caran di parzûnê mast

Page 14: Kurdish herb pharmacy - 2

8/10/2019 Kurdish herb pharmacy - 2

http://slidepdf.com/reader/full/kurdish-herb-pharmacy-2 14/67

Dermanxana xweristê - lotikxane.com R û pel 84

anjî kitanekê ve biparzinin. Paşê jî bikin nav şûşên zirav û derê wê bigrin û di derek hênik de biparêzin, li gor hewcedarîyê bixebitînin.

2- Kêrhatîyên sîrkê: Taybet jibo porek

biriqok, çermek bê leke, bedenek zirav,tendurustîyek baş, paqijkirina xwîn û bedenê gelek bikêr e.

3- Jibo paqijkirina firax, WC, serşok, ûhwd. 2 kewçîyên xwarinê sîrkê bikin navavê û paqîjîyê pê bikin.

4- Jibo dûrxistina bakterî û demanên kimyevî yên dikak û fêkîyan kevçîyek şêranî sîrkê bikin nav çend lîtrên ava sar, zerzewat ûfêkîyên xwe bikin nav bila 15-20 deqantêde bimîne û paşê bi avek sar bişon.

5- Jibo qirikêşê: Kevçîyek qehwê sîrka sêvan berdin nav qedehekav û rojê 3-4 caran xerxere bikin (di devê xwe de biçelqînin). 6- Jibo Migrenê: Bi qasî hev sîrka sêvan û avê bi hevre bikelînin û

hilma wê bi qasî 3 deqan bi kepê (poz- bêvîl) xwe ve bikêşin, wê êşê bibire.

7- Jibo kerîbûn û teqîyanên cerm, pêvedanên mêş, kelmêşû haşaretên din, xurûnandinan, pirzik û lekeyên rû: Hinek av û sîrka sêvan tevlihev bikin û rûyê xwe pê pansûman bikin.

8- Kokteyla sîrka sêvan: Jibo her qedehek av kevçîyek şêranîsîrke, kevçîyek qahwê hingiv tev bikin. Serê sibê bi zikê birçî û berîrazanê du kevçîyên xwarinê jê vexwin. Jibo westîyan, bêxewî,kilohavêtinê û paqijkirina nav hinavan pir bikêr e.

9- Banyo: Hûn dikarin hinek sîrka sêvan bikin nav banyo, laşê xwe ûserê xwe pê bişon. Jibo porek biriqok û laşek zinde û tendûristîyê başe.

10-Kûra sîrka sêvan: Jibo bêhezmî, bêiştahî, kişil (kils-kirêç)girtinên movikan, parazîtên rûvîkan, xetimînên rehan (damaran),hişkbûnên rehan û jîyan (kezî-qas-baz) bi qasî hev sîrka sêvan ûhingiv ( ji kevçîyek xwarinê ne zêdetir û fincanek qehwê nekêmtir) tevlihev bikin. 4 hefteyan li ser hev spêdê berî xurinîyê, bi şev seetek berî razanê vexwin. Yên dixwazin dikarin bi qasî sîrkêavê jî lê zêde bikin.

Çaya tûvilê sêvan: Tûvilê (qaşil) sêvanhişk bikin, 1-2 kevçîyên şêranî tûvilên hişk bikin nav qedehek avê û ava kelandî berdinser bila 5 deqan di dema xwe de bimîne.Piştre biparzinin û vexwin. Jibo bihêzkirina jîyan, westîyana hiş û bedenê, qulipandinadestavê, xistina kevir û xîzên nav gurçikan,hêsankirina givirandinê, (hezm), daxistina

kolestrolê, paqijkirina xwînê, daxistina agir û hwd pir bikêr e.

13/12/08

Page 15: Kurdish herb pharmacy - 2

8/10/2019 Kurdish herb pharmacy - 2

http://slidepdf.com/reader/full/kurdish-herb-pharmacy-2 15/67

Dermanxana xweristê - lotikxane.com R û pel 85

TIVIR (TIRP ) DERMANÊ SEFRAYÊ RAPHANUS SATÎVUS

Tivir pincarek çandinîyê ye. Dikaka wê wek gêzer ûşêliman xwe di erdêde berdide. Nêzîk deh cûreyên wêhene. Bi rengan ve sor, spî, reş û morin. Yên sor bi qasî gûzekê, yên din jî biqasî kulmekê ne. Cûreyek ji yên spîhene jêre yên kûvî (bejî- çolî) tê gotin.Ew jî wek gêzeran dirêj in. Dirêjîya wan 20 -50 cm e. Di demsalîyan ve biharkî, havînkî û zivistankî ne. Lê

têdahîyên wan hema hema wek hevin. Lê ya herî maqûl ku di Tib ê de tê bikaranîn ya reş e. Belgên wê wek du beskan li hemberê hev in û di her baskê de bi qasî 5- 11pelan hene. Pelên wê wek serê riman û rexên wan wek birekanxetxet in. Kulîlkên wê spî, mor, zer, çarpel û nixûn in. Rengê bizrê wê qahweyîyê şahbelûtî ye (kestane). Di tovê wan de % 35-50 rûnheye, lewre hinek jibo rûn, hinek jî jibo dikak (pincar) çandinîya wê dikin.

Welat û dîrok: Welatê wê esehî ne kifşe. Lê li gor pisporan, tê texmînkirin kurojhilatê Derya Spî ye. Lê li hemi deverêncîhanê çandinîya wê tê kirin û hêşîn tê. Dimedenîyeta Misrîyan ya kevnar deFirewûnê Misrê Ramîsê duyemîn, jibotaqet, kiştbûn ( zinde û hêz) û paraztina li

hember nexweşîyan tivir, pîvaz û sîr didan paleyên avakirinapîremîdan. Di dema me de jî di klînîkan de jibo kiştî û hêzbûnêdidin nexweşan.

Têdahî: Îyot, gûd (kûkirt) esansa xerdalî, beta karotin, robhonol, rabhanîn, mentîl,gluconasturîn, pentosane,methylmercaptan û hwd.

Li gor lêkolînên klinîk yên 1935an, ku jialîyê K. Eimer û H. Heinrich ve li ser 35kesan li gor rewşa nexweş rojê 100 ml avativran pê dane vexwarin, di encamê dederketiye holê ku rêyên sefrayên (zirav) wan vebûne û herikîna wan zêde bûye. Li gor lêkolînên 1938an, W. Golder û ekîba xwe liser 40 kesan bi dayîna rojê 100 ml ava tivirê ( ligor rewşa nexweş)2-16 hefteyan kifş bûye ku herikîna sefrayên wan tekûz bûne ûhişkbûnên (krampf) wan normal bûne. Her weha ligor lêkolînênherî dawî yên Almanya, derketîye holê ku li gor bakurîyên

Page 16: Kurdish herb pharmacy - 2

8/10/2019 Kurdish herb pharmacy - 2

http://slidepdf.com/reader/full/kurdish-herb-pharmacy-2 16/67

Dermanxana xweristê - lotikxane.com R û pel 86

Almanya başûrî kêmtir nexweş dibin. Li gor pisporan sedema wê jî başûrî ji bakurîyan zêdetir tivran dixwin.

Kêrhatî: 1- Pêşîya zayînamikrobên xirab digire. 2-

Hişyarker e. 3- Îştahê vedike. 4- Jibo astim û bronşîtê bi fayde ye.5- Mikrobên nav gurçikan dikuje.6- Jibo avêtina kevir û xîzên navagurçikan dibe alîkar.7- Mêlakê bihêz dike, pêçiftin (werimîn) a wêdadixe. 8- Sefrayê paqij dike, jibo

xistina kevirên wê dibe alîkar. 9- Jibo bawîbûn, sîyatîk ûlonbagoda bikêr e. 10- Kuxukê dibire, qebizê ji holê radike.11- Goştê diranan bi hêz dike.12- Destavê diqulipîne (vediresîne).13- Gazê tavêje.14- Wewê xweş dike.

Karanîn: Heke piştî xwarinê bê xwarin givirandinê (hezmê)hêsan dike. Heke bê kelandin û ava wê bi hingiv bê tamxweşkirin û bi domî bê vexwarin, kuxukê dibire, belxema sersing derdixe, xirênîyê dibire.Heke pelên tivirê bê xwarin jibo kezebê başe û xetimînên wê vedike. Heke tivir û bizirê wê bê qutan û bi arvanê genim re bêtevlihevkirin û liser cihên por û rih (rî) lê weşyayî bê xistin, wêmûyên nû li wir derkevin.

Tivira rendekirî: Jibo kuxuk , belxem , astim, bronşît û xirênênqirik û sing. Tivrekê rende bikinû du kevçîyên xwarinê hingiv tevlê bikin. 5-6 seetan di sarincokêde bihêlin paşê bigivêşin û rojê1-2 kevçîyên şîranî jê vexwin.

Ava tivirê: Jibo xetimîn,hişkbûn, kevir û paqijkirina sefrayê . Tivran di mîkserê de bihêrinû bigivêşin (anjî bi awayek din ava wê derxin), 2-4 hefteyan rojê100 ml(qedehek çayê) jê vexwin

Şerbeta tivirê: Jibo piranîya nexweşîyênme li jor got. Nava tivrê biqewirînin, 2kevçîyên xwarinê hingiv berdin nav bila 8seetan di sarincokê de bimîne, paşê berêhingivê di nav de û di pey wê re jî tivrê bixwin. An jî qedehek ava tivrê 2 kevçîyênxwarinê hingiv tev lê bikin, bila 3-4 seetandi sarincokê de bimîne û paşê vexwin.

Page 17: Kurdish herb pharmacy - 2

8/10/2019 Kurdish herb pharmacy - 2

http://slidepdf.com/reader/full/kurdish-herb-pharmacy-2 17/67

Dermanxana xweristê - lotikxane.com R û pel 87

Macûna bizirên tivirê : Jibo kewandina qûnêr, pirzik û birînan.Bizir (tov) ê tiviran biqutin û di ava sîrkê de bikelînin. Paşê hingiv berdin nav û tevlihev bikin. Wê macunê li cihên birîn û pirzikê xin.

Seleta tivirê: Hûn dikarin tivrê bêxin nav hemi cûreyên seletan

anjî bi xwarinê re wek pêxwarin bixwin. Lê nabit ku hûn xwê pêdakin, jiber ku xwê faydên wê dikuje û bi xwê ve xwarina tivrê bêkêr e.

05/12/08

Têbînî: Maxdê hinek kesan zîz e (hesas e), lewre tivir dikare li ba wankesan acizahîyên maxdê çêbike.

TIRÎ FÊQÎYEK WEK DERMANXANÊ GRAPES INEB

Em Kurd pirî caran dema dikak(zeryewat) anjî fêqîyan dixwin, tiştêherî kêrhatî û derman naxwin ûtavêjin. Yek ji van jî TIRÎ ye. Dema emtirî dixwin tûvil (qaşil) û dindikên(sîsik , tov, bizir) wî tavêjin û naxwin.Di rastîya xwe de dermanê hemiderdan qaşil û bizrê wî ye. Xasma(taybet) tirîyê reş, (an jî mêwrîj, mûrîj-mewîj).

Tirîyê reş bi serê xwe wekdermanxanekê ye û ew jî xelata

xweristê ye. Hewceye tirî bi qaşil û sîsik ve bê xwarin. Kesêndiranên wan dest nadin, bila sîsika wê nehavêjin, di sîrkutê, an jî bi awayek din biherişînin, jibo kevçîyek sîsik du kevçik mast an jîhingiv tev bikin û bixwin.

Ji dara tirî re mêv tê gotin. Tirî fêqîya wê mêwê ye. Ji mêwekê pirqurm (navteng) û çik derdikevin. Ji wan jî rîşî derdikevin, ew rîşîaloke ne, xwe di daran dialînin û heta bi 30 mitroyan jî bilnd dibin.Mêw pela xwe diweşîne.Pelên wê bi gelenperî pênc parçe ne, ûkesk in. Kulîlka wê di navbera çar û şeş girêkan li hember pelan vedibin. Jibo kulîlkên wê bibin fêqî, hewceye germahî ji16 derecankêmtir nebe. Di navbera 18-21 derecan de kulîlk dibin toz û %50 ji wê tozê dibin libên tirî. Tê gotin ku bi hizaran cûreyên tirî hene. Lêqasî 100 cûreyan çandinîya wan tên kirin. Tirî bi rengên xweve sor,reşmor, zer û spî ne. Hinek bi sîsik û hinek jî bê sîsik in. Li gor

Page 18: Kurdish herb pharmacy - 2

8/10/2019 Kurdish herb pharmacy - 2

http://slidepdf.com/reader/full/kurdish-herb-pharmacy-2 18/67

Dermanxana xweristê - lotikxane.com R û pel 88

hewcedarîyê jibo xwarin, doşav, pestiq, mewîj û benîyan tênçandin.

Welat û dîrok: Welatê tirî Mezopotamya ye.Lê hinek dibên “Anatolî, Asya biçûk û Kafqasya

ye”. Lê li her deverê çîhanê tê çandin û lê hêşîntêt. Dîroka wê ji 7000 salan berjortire. Ji 5000salan wir de çandinîya wê û rezvanîya wê têkirin.

Di medenîyet ûmîtolojîyên kevnarde wek senbola bereketê dihat pejirandin.Sermîyandar û mîrên berê li ser xwestekahekîmên xwe jibo tenduristî û başxebitandinamejî bi kar tanîn. Di pîrtûkên gerokên wek“Xenophon, Pîlîne, Strabon” de qala rezvanîya liMezopotamya hatîye kirin . 2400 sal berê ji van deveran û ji

Trabzonê jibo Wenedîkê şarab dihat şandin. Her weha şeraba Îranîû Misrê jî piranîya wan ji Mezopotamya diçûn. Di dema me de tirî bi pir cûreyan tê xebitandin. Fêqî, pel, dindik ava mêwa wê,xwelîya mêwa wê, di endûstirîyên derman, kosmetîk, boyax û hwdtê xebitandin.

Li gor pispor û lêkolînvanan “Tirî bi serê xwe dermanxane“ ye. Li Kurdistanê bi qasî heftê cûreyên çandinîyê hene. Tirîyênherî navdar ê deverên Herzincan, Harpût, Malatya, Bêsnî, Entab,Mêrdîn, Amed, Herdîş û Gelîyê Tîyarê ne. Bê goman ev tenê yênKurdistana Bakur in. Rojhilat, rojava û başûr jî ne jê kêmtirin.

Têdahî: Şekir, Kalsiyûm, potasyûm, sodyom, hesin, protein,karbondîhîdrat, fosfor,asîta lîkotonîk vitamîn,A- B1- B2- C- Omega3 ommega 6 û hwd.

Li ser lêkolînên Zanîngeha Qeyserî ya biokîmya, Aysun Çetîn dibêje:“Mişk ji alîyê biyolojî de, ruhberê herînêzîkî mirova ne. Me li ser 80mişkan sîsika tirîyê reşceriband. Di encamê de derketholê ku tirîyê reş jiboxweşkirina (tedawî ) penceşêrêpir bi fayde ye. Kesênkemoterapî û radîoterapî dibin,divê rojê fincanek mewrûjênreş ên bi dindik (hewceye

dindik baş bên cûtin) an jî gûşîyek tirî bixwin”.

Di dindika tirî de madeyên bioflavonotît û proantîokîyanîdîn heye.Ew ji vîtamîn C 20 caran û ji vîtamîn E 50 caran bihêztir antî

Page 19: Kurdish herb pharmacy - 2

8/10/2019 Kurdish herb pharmacy - 2

http://slidepdf.com/reader/full/kurdish-herb-pharmacy-2 19/67

Dermanxana xweristê - lotikxane.com R û pel 89

oksîdan e. Di bedena mirov de ji mûyê serî, heta nenûkên pîyan bireh û mûrehan ( rehên mûyane ) dagirtîye. Dema ew bixetimin, xwîn tê nagere û ew dever pûç dibe, dimire.Dindka tirî wan mûrehan (damarên wek mûyên zirav) vedike ûpêşîya hemi nexwşîyan digire. Deverên nexweş jî dikewîne.

Cara yekem ev tişt di 1947an de li Fransa di Zanîngeha Bordeauxde ji alîyê Profesorê Tibê, kîmyager Jack Masquelier ve hatiyetesbîtkirin. Li gor lêkolîn ûceribandinên li Fransa (1985) yên liser 92 nexweşên di bin qontirolê de,28 rojan serê kes 300 mîlîgramsîsikên tirî hatîye dayîn. Vandindikan % 50 êşa beden,kirampfên (ji nişka ve hişkbûna rehû jîyan) dema razanê û mûhrîbûnêndikevin ber çavan kêmtir kiriye. Dîsa li Firansa ceribandinên li ser kesên di bin qontirolê de rojê200 mîlîgiram dayîna sîsikên tirî (5 hefteyan), di encamê dederketî ye holê ku nexweşîyên çavan mîyop (nêznedîtin) yên tişt li ber çavên wan diçilvilin, yên ji ber ronahîyê çavên wan diqirmiçin, yên di dûrbînîyê de arêşeyên wan hene, di nexweşîyên din yênçavan de, nexweşîyên wan kewîyane û hatine ser qewlê xwe yê berê.

Li gor lêkolînên 1995 yên li Îtalya hatîye kirin, di encamê dederketîye holê ku sîsika tirî jibo pêçivîn (werimîn) ên rehageş (rageş- reha sor- şeryan, reha xwînê tavêje) hisên mûhûrîbûne,sotin (şewat) û vekirina rehên mûyan, ji dermanê herî navdartir bi bandortir û demdirêjtire.

Li gor lêkolînên van salên dawîn hatinekirin, pispor û lêkolînerên Amerîkî, Ewropî û Japonî dibên:”Kesên tengasîyên jibîrçûyînêdikêşin, kesên arêşeyên wan yên rehan û mûrehan hene, yên kukurîşkên stuh û rûyên wan zêde dibin, kesên çermên (rû) wandibehin û ne zinde ne, yên xwe di alîyê zayendî (şehwet seksî) detêrneker dibînin, kesên arêşeyên dil heyî û qirîza dil derbas kirî,kesên rîzîkoya qirîza dil heyî, kesên ji ber sedemên kalbûnêarêşeyên dîtinê heyî, kesên di bedena wan de peçivîn (werimîn) û

alerjî heyî,kesên zixtê (tansîyon) wan bilind, yên bi hêsanî xwîn ji bedena wan tên û laşê wan şîndibin, kesên ji sedemên xwînêdestistan (felc) bûyî, nexweşênşêkir, kesên warîz ( peçivîn ûşînbûna rehên lingan) ûhemorît heyî, divê dindikên tirî bixwin. Ji ber ku sîsika tirîhemi pirsgirêkên rehan û

Page 20: Kurdish herb pharmacy - 2

8/10/2019 Kurdish herb pharmacy - 2

http://slidepdf.com/reader/full/kurdish-herb-pharmacy-2 20/67

Dermanxana xweristê - lotikxane.com R û pel 90

mûrehan dikewîne ( xweşdike ,tedawî dike) û rê li ber hêminexweşîyan digire.

Kêrhatî: Sîsika tirîyê reş . Sîsika tirî antîoksîdanek herî bihêz e.Di bedenê de xisarên ji alkol û cigarê tên kêm dike. Xwînê çêdike,

pêşîya bêxwînîyê digire. Xwînê paqij dike. Çerm xweşik dihêle ûpîrbûnê (kalbûnê) bi direngî dixe. Çerm bi hêz dike.

Tirîyê bi sîsik: 1- Pêşîya helîyana hestîyan digire.2- Xwedîker e.3- Beden û zêhnê bi hêz dike.4- Di bedenê de avêtina madeyênxisardar pêk tîne. 4- Zixta bilind dadixe.5- Jibo kewîna brînênaşik (mexde) , gastirît ( tirşbûna aşikê), mêlak (kezeb-cerg), xalik(fatereşk) ê dibe alîkar. 6- Qebizê hiltîne, ji kewîna bawîbûnê redibe alîkar. 7- Dil bi hêz dike, xwînê paqij dike.8- Vereşîn(xelihîn) û tirşbûna aşikê li cem jinên pêgiran (dugîyan- hemil)disekinîne. 9- Dibe alîkarê avêtina kevir û xîzên nava gûlçîsk(gurçik) an. 10- Rehan (Damar) vedike, brînên wê dikewîne.11- Jibo nexweşîyên çavan û şevekorê çavêşê, gazindeyên çavan yên jikompîtûr û televîzyonan tên. 12- Jibo warîsan û peçivînên li beden. 13- Jibo kewandina nexweşîyên ji dev, qiriq û sersing tên,dibe alîkar û hwd..

Karanîn: 1- Çaya belga mêwê-2- Avamêwê.3- Xwelîya mêwê.4- Ava tirî.5- Macûna sîsika tirî. 6- Sîrka tirî. 7- Xweşava mewrîjan. 8- Dims, pestîq, benî, mewrîj, şerab û hwd.

1- Jibo îshalê bisekinîne: Jibo herqedehek çayê pelek belgên mêwê(ter anjî hişk ) bêxin nav firaxekê bila sê kel bênê. 5-10 deqîqan di dema xwe de bimîne û biparzinin. Rojê 3 caran qedehek çayê jê vexwin 2- Belga mêwê hişk bikin û di nava destê xwe de biperixînin, ku bûtoz, wê tozê

deynin ser brînê. 3- Belge mêwê ya ter deynin ser brîn û qûnêran, ewê edava nava wan

bikêşîne û bikewîne. 4- Ava mêwê: Dema hûn mêwê rûdin (bikesixînin) wê avek jê bê.

Wê avê berhev kin, wek pansûmanê jibo sotina çavan û kapekên bihrûyên (burh-ebrû) xwe xin. Û jibo helandina kevir û xîzên nava

gurçik û sefrayê, bi zikê birçî qedehekçayê jê vexwin.

5- 5- Xwelîya mêwê: Wan çiqên werûdayî nehavêjin, bisojin û hilînin. Ligor hewcedarîyê 3-4 kulm ji wê xwelîyê bikin nav tenekek avê û niv seetê bikelînin. Bila hinekî bimîne, paşê biparzinin û jibo xura serî û kapekê serêxwe pê bişon. Hûn dikarin wê avê jibokuxuk, alûgûhîşk (alok), qirikêşê jîxerxere bikin.

Page 21: Kurdish herb pharmacy - 2

8/10/2019 Kurdish herb pharmacy - 2

http://slidepdf.com/reader/full/kurdish-herb-pharmacy-2 21/67

Dermanxana xweristê - lotikxane.com R û pel 91

6- 6- Ava tirîyê reş wek şîrê dayikan e . Di lîtrek ava tirî de 800-900kalorî heye, ew jî bedêla xwarin û vexwarina nîv rojê ye.

7- 7- Heke rojê 3 qedehên ava tirîyê negihiştî (xam) du hefteyan liserhev bê vexwarin, wê kevirên nav gurçikan bihelîne. Heke zikêşû serêşê çêbike, jibo telafîya wê qedehek ava hinaran anjî lîmonê

vexwin. 8- 8- Maska tirî: Tirî biherişînin û li rûyê xwe xin, bila seetekê li serrûyê we bimîne û paşê bişon.

9- 9- Macûna sîskên tirîyê reş: Dindikên tirî di sîrqut an jî biawayek din bi herişînin. Jibo her kevçîyek bizir 2 kevşîyên mast an jî hingiv tevlê bikin û vexwin. Ji bo nexweşîyên me li jor got bikêrhatî ye. Heke jin, bûk an jî keçên xame, yên pistan (memik) biçûk mehekê li ser hev bixwin, wê pistanên wan pê mezin bibin.

10-10- Sîrka tirî: Ava tirî bigivêşin bikin firaxekê, tûlbendekê (kitan yan tiştekî din) pavêjin ser bila 15 rojan bimîne, paşê biparzinin. Ligor dilê xwe bixebitînin.

11- Macûna mewrîjan: Mewrîj, kakilê gûzan (behîv, bindeq. fisteq jî dibin) bi hevre biherişînin (di sîrqutê de biqutin) û hinek nîvişk jî tevlê bikin û berî xwarinan kevçîyek şêranî jê bixwin.

12- Ma hewceye em qalaxweşav, pestîk, mewrîj, benî, dims û hwd bikin?

30/11/08

ŞÊLIM DERMANÊ SARS ê BARASSÎCA NAPUS /Rutabaga

Şêlim pincarek wek tivir, silg(pincarê şekir) û sêvên ax ê di bin erdê de dikaka(zerzewat) xwe dide. Rengê wê şîne spî, anjî sorê spî ye.Pincarek gurover û pahn e. Yên wek tivran dirêj jî hene. Lê yênpahn maqûltirin. Pincarekpirpel û kulîlkzerê biriqok e. Du awayên wê hene, yeksalaneû dusalane. Yên yeksalane jiboxwarinê ye. Pelên wê û dikaka wê ango şêlima wê tê hilçinîn(hilkirin). Ya dusalane jî dihêlin

sala diduwan. Kulîlkên zerên biriqok dide. Ew kulîlk 50 -120 cm bilind dibin. Di nava wê kulîlkê de bizrek wek yê keleman(lehanan) heye. Di nava wî bizrî de % 33 rûn heye û ji bona rûnê wêderxin tê çandin. Lewre jêre tê gotin şêlima rûn.

Welat û Dîrok: Welatê şêlimê bi esehî ne kifş e. Hineklêkolînvan dibên “Ewropa bakur e.” Hinek jî dibên “ Kafqasya û

Page 22: Kurdish herb pharmacy - 2

8/10/2019 Kurdish herb pharmacy - 2

http://slidepdf.com/reader/full/kurdish-herb-pharmacy-2 22/67

Dermanxana xweristê - lotikxane.com R û pel 92

Sîbirya ye “. Lê ji welatên sar hez dike û heta di binê 0 de 10derecan di nav axê de tiştek lê nayê û dikare xwe biparêze. LiKurdistanê di bajarên Serhedê wek Herzerom, Qers, Sêwas û Mûşê jibo ticaretê çandinîya wê tê kirin. Tenê li du gundên Herzeromê disalê de 200 hezar ton tên çandin. Li bajarên

wek Bîngol, Wan û Hekarya tenê jiboxwemalî û hinek jî jibo firotina xwecihî têçandin. Li bajarên Tirkan jî tên çandin lê ne yên wek Kurdistanê maqbûl in. Piranîya wan cûreyek jibo alifê (êm) heywanan e.

Piştî peydabûna nexweşîya SARS ê ku kesnizane sedamê wê çîye, ji kur tê û nêzîkî 700kes pê mirin, li gor lêkolînan dermanênexweşîya SARS ê ye. Li welatên wekTayland û Çînê gelek daxwaz jibo şêliman ûava şêliman peyda bûye. Dewleta Tirkan di salê de bi 100 hizaranton difiroşe wan welatan.

Têdahî: Kalsîum, potasym, şekir, asîtên ş îr, xwêyên madenî,fosfor, sifir (paxir) hesin, vîtamîn A, B, C û hwd.

Pispor dibêjin: “ Şêlim kevir û xîzên nav gurçikan tavêje.Destavê diqulipîne. Heke pelên wê bê hûrkirin û wek seletê bêxwarin pir bi fayde ye. Kesên nexweşîya şekir pêre hebe jî dikarinşêlimê bixwin. Şêlim çiqas xav (nepijyayî) bê xwarin ewqas bifayde ye. “

Kêrhatî: 1- Sîngê nerm dike.2- Pişikêpaqij dike. 3- Edavên qirikê ji holêradike4- Qebizbûnê dibire. 5- Têhnîtîyanexweşîya şekir dibire. 6- Pirzikênhûkmejinî û hûkmemêrîyê ( balixbûn-kamilbûn) û bîyovan (egzema) dikewîne.7- Ji ketina kevir û xîzên (qûm) gurçikanre dibe alîkar. 8- Destavê diqulipîne(vedireşîne). 9- Jibo paqijkirina qûnêr

(kwînêr), pirzik û edavên nav rûvikan dibe alîkar.10- Peçivîn(werimîn) ên movikan (mavsalan) dadixe û bedenê rehet dike. 11-Bronşan paqij dike jibo alerjîyê dibe alîk ar. 12 - Berxwedana bedenê li hember nexweşîyan zêde dike.13- Damarên dil nermdike. 14- Ji siheta çavan re baş e, diran û goştêdiranan bihêz dike. 15- Zixtê (tasîyonê)dadixe. 16 - Toksîtan tavêje, ji kolestirolê re başe. 17- Bêxwînîyê diborîne û stresê tavêje.

Karanîn: Banyoya pîyan, por şûştin, selete,xwarin, tirşî,

Page 23: Kurdish herb pharmacy - 2

8/10/2019 Kurdish herb pharmacy - 2

http://slidepdf.com/reader/full/kurdish-herb-pharmacy-2 23/67

Dermanxana xweristê - lotikxane.com R û pel 93

Banyoya pîyan: Jibo kesên pîyên (lingên wan) wan diqerisin ûdicemidin (taybet jibo pîr û kalan) 2 şêliman spî bikin, tûvilê(qaşil) wan û qedehek çayê gezingê(gezgezok) bikin nav lîtrek avê û bikelînin. Bila 30 deqan di demaxwe de bimîne, pîyê xwe bikinê heta av sar dibe. Di heftê de du

caran mehekê bidomînin hûnê ji wê nexwşîyê bifilitin. Wê avênerêjin, hûn dikarin jibo cara duduwan jî germ bikin û bi kar bînin. Porşûştin: Heke hûn şêlimê bikelînin û bi ava wê ve serê xwe bişon, porê we spî nabe. Heke bizrê wê bê kelandin û por pê bêşûştin por naweşe.

Maska şêliman: Jibo xweşikbûn, pirzik û zîndebûna rû,şêlimekê rende bikin û li rûyê xwe xin. Bila 15 deqan li ser bimînepaşê bi ava sar bişon.

Şêlima sotî: Jibo porşikestin, dirêjbûna por û nexweşîyên por,şêlimê bisojin, bi dohnê zeytê ve tevlihev bikin û di binê porê xwe ve biperixînin (tê bidin).

Xwarin û selete: Bixwe şêlim wektivir û gêzerê xav tê xwarin. Lê dinav xwelîyê, an jî firnê de bê patin jîpir nermtir û xweştir dibe. Herwehaşêlim dikeve nav tirşik, birûş(şorbe), seletan (pelên wê jî) ûkutilkan.

Ava şêliman: Hûn dikarin şêliman bikelînin û ava wê vexwin. An jî bigivêşin û ava wê vexwin.

Tirşîya şêliman: Arvanê savarê ûhevîrtirşî tevlihev bikin, hinek avê

berdin ser û bikin bîdon, qetremîz anjî firaxek din. Bila hefteyekêtê de baş tirş bibe. Paşê xwê, şêlimên çarparçekirî berdin ser. Jiboreng û tamxweşkirinê jî çend gêzerên sor anjî mor hûrkin nav, ligor dilê xwe hûn dikarin çend îsotên sor jî bêxinê.

23 /11/08

Page 24: Kurdish herb pharmacy - 2

8/10/2019 Kurdish herb pharmacy - 2

http://slidepdf.com/reader/full/kurdish-herb-pharmacy-2 24/67

Dermanxana xweristê - lotikxane.com R û pel 94

PÎVAZ - PÎZAV ALLIÛM CEPA

Gelo ma di nav Kurdan de, kesê pîvazênasneke û neçandîye heye ? Ez di wê bawerîyê de me ku her Kurdek bi qasîmin pîvazê nas dike. Gelek miletên kuKurdan nas dikin ji pîvazê re dibên“Sêva Kurdan”. Li cem me Kurdan pîvazdermanê hemi derdan û tamxweşkera hemi xwarinan e. Lewre ezê danasînê biserpêhatîyek ser pîvazê, bi we re par vekim.

Tê gotin ku rojekê Kurdek di rêyekê de diçe, dibîne ku kesek li serrê mirîye. Li tûrikê wî dinê re, dîbîne ku di tûrê wî de nan û pîvazheye. Yê Kurd diponije û xwe bixwe dibê:“Nan pir e û pîvaz pire, ev mirov çima miriye?”

Dîrok û welat: Pîvaz, ji alîyê medenîyetênkevnar yên wek Sûmer, Med, Asûr, Babîl, ÛrartûMisrî, Hindî û Çînî yan de, hem jibo xwarinê,hemjî jibo derman (xasma jibo antîbîotik) dihat xebitandin. Lewredi demên fîrewûnan de, dema pîramîd didan çêkirin, jibo kunexweşîya kesên dixebitin derbazî hevûdû nebe; pîvaz bi wandidan xwarin. Heta Misrîyan, pîvaza hişk wek sîmga gerdunêdipejirandin. Welatê pîvazê ji Îran, Kurdistan, rojavayê Asyayê, Hindistan û heta bi Filistînê berfireh e. Lê kengî hatîye Tirkîyê ne kifş e.

Têdahî: Berî her tiştî antîbîyotîkekxweristî ye. Allin, propanthialoksid,rûnên firek(yên dibin gaz û difirin) alîîcin, paktîn, însulin, pfosfort, îyot, kûkûrt, sansene,niacin, flafonol, şekir, esansênantîbiyotîk, asin vîtamîn A- B1- B2- C-P.

Li gor lêkolîn û gotinên pisporan, jibo ji madeyên di nav pîvazê de fayde bêgirtin; hewceye pîvaz bi xavî bêxwarin. Herweha li gor lêkolînanhatîye aşkerakirin, di kesên ku rojê 3gr pîvaza taze (hêşin) dixwin de % 70penceşêra prostatê, ji yên nexwinkêmtire. Di eynî mixtara sîr xwarinêde jî % 53 kêm dibe.

Page 25: Kurdish herb pharmacy - 2

8/10/2019 Kurdish herb pharmacy - 2

http://slidepdf.com/reader/full/kurdish-herb-pharmacy-2 25/67

Dermanxana xweristê - lotikxane.com R û pel 95

Kêrhatî: 1- Destavê xweş dike2- Av û madeyên bêwec ji bedenêtavêje der 3- Faydekî mezin dide bawîbûnê, vekirina edavênmavsalan, xetimîn û hişkbûnên jîyan (tamaran) û rêyên destavê.4- Jibo xistina xîz (qûm), kevirên (ber) nava gurçîskan

(gurçikan) dibe alîkar. 5- Êşên gulçîskan kêm dike.6- Westîyana(betilîn) hiş (zêhn) kêm dike 7- Bêhişbûnê dibûrîne. 8- Pêşîyanexweş îya prostatê digire. 9- Hêza zayendî (Cinsî- seksî ) zêdedike. 10- Jibo nexweşîya agzema û nexweşîyên din yên çermkêrhatî ye. 11- Jibo astim, bronşît, zekem û hemi nexweşîyên jisermayê tên bandorek gelek baş nîşan dide.12- Şekirê xwînêdadixe. 13 Jibo kolera û êşa zirav (werem) ê bi kêrhatî ye. 14- Kalbûnê direngî dixe15- Iştahê

vedike.16- Dil bi hêz dike.17- Jibo avêtina edavan ( kurmîbûnan- iltihab) dibe alîkar.

Xebitandin: 1- Macûn 2- Şirûp3- Patin 4- Xwarin 5- Selete 6- Derxistina ava wê.

Macûn: Li dijî serma girtinêpîvazê hûrkin û biherişînin, hinekhingiv tev bikin û bixwin.

Şirûb: Jibo xeniqok û kuxukêpîvazekê hûrkin, 2-3 kevşîyên

şekir pê werkin, qedehek çayê avasar berdin ser, 5 deqan di demêde bihêlin, paşê bigivêşin û rojê 5-6 kevçîyên çayê jê vexwin

Patin: Jibo derxistina stirî, cam, hesin anjî tiştekî din, pîvazêtêxin nav xwelîya germ bilan bipije, hinek sabûna spî bikin nav û liser cihê tişt çûyê girêdin. Hûn dikarin wê pîvazê jibo derkirina birînan, qûnêran jî bi kar bînin. Herweha ku hûn bixwin jî jibo vekirina qirikê û kuxukê jî wê bibe alîkar.

Ava pîvazê: Jibo zekemê û persîvê, pîvazê hûrkin, biqutin an jî dinava mîkserê de bihêrin, bigivêşin bikin şûşê dilopan yêndermanxanan û wek dilopên dermanxanan berdin kepê xwe (difin- bêvil- poz). An jî hûn dikarin pîvazê bikin du ker û bidin ber bêvilaxwe.

Xwarin û selete: Hûn dikarin pîvazê bikin nav hemi xwarin ûseletan.

17/11/08

Page 26: Kurdish herb pharmacy - 2

8/10/2019 Kurdish herb pharmacy - 2

http://slidepdf.com/reader/full/kurdish-herb-pharmacy-2 26/67

Dermanxana xweristê - lotikxane.com R û pel 96

BÎHOK CYDONIA VULGARIS

DERMANÊ NEXWEŞÎYÊN RÛVÎKAN

Dara bîyokê 3-6 metroyan bilind dibe, pirîcaran di qurmekê de çend navteng bi hevre bilind dibin. Lewre carnan wek daran,carnan jî wek teraşan xuya dike. Darekkulîlk mezin û kulîlkên wê pêncpel e.Rengên kulîlkan, spî û peyazî ne (penbe).Belga wê kesk e û hinekî bi pûrt e.Fêqîyek wek sêvan û hirmîyan e, lê ji wanmeztir e. Rengê wê zer û hinek bi pûrt e.

Tama wê mizekî di navbera sêv û xoxê de ye. Fêqîyek hişk, bêhnxweş û şidîyayî ye. Dipayîza direng de digehe û qasidê hatina

zivistanê ye. Di nav xelkê de tê gotin:“ Sala pir fêqîyan bide wêsalê zivistan pir dijwar dibe”. Di nava bihokê de dindikênqahweyî û nerm hene. Di her bihokekê de 20- 40 lib dindik (bizir)peyda dibin. Ew dindik tên hişkkirin û hilanîn, paşê jibo derman tênxebitandin. Fêqî, belg û dindikên wê jibo nexweşîyên cihê tên bikaranîn.

Welat û Dîrok: Welatê wê bi esehî ne kifş e. Lê li gor ku ji hewahênik û sar hez dike, îhtîmalek mezin e Îran, Kurdistan û Kavkasya be. Ji ber ku li van welatan bîhokên ku xwebixwe bejî çêdibin jî hene.Ji wir jî derbasî welatên derya spî, Ewropa û Çînê bûye.

Di medenîyetên van welatan yên kevnar de, 4000 sal berî niha jiboderman, bêhnxweşkirin û xwarinê dihat çandin.

Romayîyan bîh ji parfûm heta hingiv jibo her tiştîdixebitandin.Herweha li ba hinek medenîyetan senbola evîndarî û bendewarîyê bû.Pêxenberê Îslamê jî gotîye: “Heke hinek ji we pê bihesin li ser

dilê we giranîyek heye, bihokê bixwin”. Bi jinên dugîyan (hamîle) bîhokê bidin xwarin, zîra bîhok hêzê didedil, acizahîyan radike û zarokên wan wê xweşik bin. Di dema me de jî, fêqîya wê di sanaîya konposto,rêçal, parfûm, sabûn û şanpûanan,dindika wê jî di sanaîya tentûr, çayêû dermanên natûrel de, belga wê jî jibo çayê tê bikaranîn.

Têdahî : Pektîn, tanen, şekir, asîtên

Page 27: Kurdish herb pharmacy - 2

8/10/2019 Kurdish herb pharmacy - 2

http://slidepdf.com/reader/full/kurdish-herb-pharmacy-2 27/67

Dermanxana xweristê - lotikxane.com R û pel 97

organîk, xwêyên mîneral, hesin, sifir (paxir) potasyum, vîtamîn A-B2- C. Dindik Bizir : % 14-18 madeyên zeliqok ( şîrêz) % 16-20 rûn (dohn)tanen, madeyên rengdar, emygadalîn, emulsîn û pir protein.!

Kêrhatî: Prof. Dr. Turan Karadenîz û prof. Dr. Faruk Yorulmaz dibêjin: Ji ber madeyên di hundirê bîyokê de, bandorekhêja li hember nexweşîyên dil, kezeb, pişik, mexde, gurçik, qirik, çav,arêşeyên ji dev, qirik, alûgûhîşk (alok), ketina kincan, ava spî ya ji jinan tê, nîşan dide.Rêçala wê, sistema givirandinê tekûz dike û şehwetê bilind dike.Şirûba wê jibo virika zarowan pir bi kêr e.. Xweşava wê, bêbizavîyên ji kalbûnê tên kişt (zinde) dike. Kexîtî û westîyanê ji holê radike. Jibo warîzan baş e, di xew de şêlavên ji devtên dibire. Brînên dev, qirik, mêlak (kezeb), pişik û ji pir nexweşîyêndin re bikêrhatî ye.

Nexweşî: 1- Jibo piştêş û sistbûna biştê 2- Tirşbûna mexde (aşik) 3- Goştê diranan bi hêz dike 4- Kuxuk,astim 5- Bawesûr 6- Dil 7- Kezeb8-Pişik 9-Qirik 10- Çav 11- Rûvik 12- Arêşeyên dev13- Di ketina kincan deherîkîna xwîna zêde dibire 14- Herikîna ava spî ya jinan 15 - Zikçûyînê dibire. ( ku zêde bêt xwarinqebizê çêdike) 16- Îştahê vedike 17-

Xwîna ji rûvîkan tê dibire18- Xwînê paqij dike19- Bedenê bi hêzdike, pêşdeçûna wê sîqal (eyar) dike20- Teqanên dest, ling, rû ûtevahîya bedenê ji holê radike21-Qirmîçonkên rû, stuh û destan rastdike 22- Ji egzama û bawesîrê re başe û hwd.

Heke hûn bîyokê bikin nav kîskên naylon (an jî bê naylon) dikarin disarincokê de heta sê mehan biparêzin. Dema hûn bîhokan dixwin,dindikên wan navêjin, hişk bikin û hilînin. Karanîn: 1-Patin 2-Xavexav xwarin 3- çayê 4 -Ava wê vexwarin 5-Konposto 6- Rêçal 7- Melhem.Patin: Ji nexweşîyên sistbûna pişt, piştêş, tirşbûna mexde, êşên qirikû gelek nexweşîyên din re bandorek baş dide. Bihokê di xwelîya êgirde an jî di firnê de bipêjin û bixwin. Wê hem tama wê xweştir be, hem jî nermtir û bêhnxweştir be.

Xavexav xwarin: Jibo piranîya nexweşîyên me li jor got, xasma jibo bihêzkirina goştê diranan pir başe. Lê mirov neşêt zêde bixwet. Ji berku hem hişk e, hem jî gewrîgir e û herweha qebizê jî çêdike. Lê hûndikarin ava wê bigivêşin, an jî di mîkserê de bihêrin û wusan jî bixwin. An jî ava wê vexwin. Jibo kewîna nexweşîyên me li jor got wê bibe alîkar.

Xweşav ( konposto): Bîhokan baş bişon û tûzî bikin, bi qaşil ûdindik wê bikin xweşav. Jibo hemi nexweşîyên me li jor got û gelek

Page 28: Kurdish herb pharmacy - 2

8/10/2019 Kurdish herb pharmacy - 2

http://slidepdf.com/reader/full/kurdish-herb-pharmacy-2 28/67

Dermanxana xweristê - lotikxane.com R û pel 98

nexweşîyên din re pir başe. Divê di mehên zivistanê de xweşava bîhokan qet ji malê kêm nebe.

Çaya dindikan: Jibo her qedehekavê kevçîyek bizirê bîhokan bikin

nav firaxekê, bila 10 deqan bikele,paşê bi devgirtî 4-5 seetan bila didema xwe de bimîne. Rojê 3-4iskanên çayê bi hingiv tamxweş bikin û vexwin. Heke hûn dindikan biherişînin, bila sê kel bênê û 10deqan di demê de bimîne. Hûndikarin tovê sêvan û bîyokan bi hevre jî çêkin.

Çaya pelên bîhokê: Jibo nexweşîyên bêxewî, nerazan, pir esebî bûnê; her qedehek avê du kevçikên şîranî belgên (ter an jî hişk) bîhokê bikin nav çaydankê yan jî beroşekê û ava kelandî berdin ser.Sê kel din jî bidinê û ji ser êgir rakin. Bila devgirtî 10 deqan di demaxwe de bimîne. Paşê biparzinin û rojê 3-4 qedehên çayê jê vexwin.

Çaya kulîlkên bîhokê: Jibo kelecan û lêdana dil, zêdekirina şîrêdayîkê; her qedehek avê du kevçîyên şîranî, kulîlkên (ter an jî hişk) bîhokê bikin firaxekê. Ava kelandî berdin ser, bila kelek bêtê û paşê jiser êgir rakin bila 5-8 deqan devgirtî di dema xwe de bimîne. Paşê biparzinin û rojê 3-4 qedehên çayê jê vexwin.

Macûn: Hûn dikarin dindik, pel û kulîlkên bîhokê biherişînin, tevlihingiv bikin û li xurînî kevçîyek xwarinê jê bixwin.

11/11/08

SIBIT / Tûzmask/ Tûzik NASTURTIUM OFFICÎNALE

Sibit biharat û giyayek xwarinê ya bêhnxweş e. Bejna wê 30- 70 cm bilinddibe. Naftenga wê kesk an jî keskeşîn e, wekmovikan li ser hev bilind dibe. Navanavtenga wê vala ye. Ji navtengê çiq jê belavdibin. Bi çiqan ve pelên kesk yên zirav wektayê birçik e. Di nîvê havînê de kulîlkên wê yên bêhnxweş, zerîn wek ûşî û sîvankan xwedigehînin hev. Bizrê wê pahn û hêkanî(peyzî), di nava wan kulîlkan de ne. Rengê wan esmerê qahweyî ne. Di TIB ê de tovê wê jibo derman û parfûman tê bikaranîn.

Page 29: Kurdish herb pharmacy - 2

8/10/2019 Kurdish herb pharmacy - 2

http://slidepdf.com/reader/full/kurdish-herb-pharmacy-2 29/67

Dermanxana xweristê - lotikxane.com R û pel 99

Dîrok û welat: Di dema Fîrewûnan de, li Misrê, Romayê ûGrêkistanê, tovê wê wek baharat û derman dihat xebitandin. Ji wan belavî dinyayê bûye. Niha li hemi deverên dinê tê xebitandin. LiKurdistanê di baxçe an jî di eywanan de jibo bênxweşî û baharatê têçandin. Welatê wê Derya Spî ye.

Berhevkirin: Belgên wê dema kesk in biciqan ve tê jêkirin, di sîberê de tên hişkkirinû di nava qawanozan (qetremîzan) anjîtûrên caw de tên parastin. Bizirê wê havinêhêjta tovên wê baş negiheştî bi çiqan ve tê birîn, bi qevdikên neşidîyayî tê daliqandin,dema rengê bizrê wê bû gewrêqehweyî, liser cawek paqij an jî li ser kaxizê têdaqûtan. Ew bizir dikevin ser wî tiştê raxistî, paşê tê komkirin û dinav firaxek cam de li cihek zuha bi devgirtî têparaztin. Têdayî: Protaîn, Karbonhîdrat,Selûloz, Mîneralên Wek : ( Fosfor,Kalsiyûm, Asin, Sodyom, Potasyum ) Vîtamîn A, B1 , B2–B3- B6– C– E .

Kêrhatî: Pelên wê, li gor ceribandinên TIB -kuli ser mişkan hatîye tesbîtkirin- SerumundaTirglîserît % 50 ya Kolesterolê % 20 kêm kiriye.

Bizirê wê, ceribandinên li ser heywanan daye kifşkirin ku damaranfireh dike, dewisîna xwînê kêm dike, lêdana dil hêdî dike. Wekî dingivirandinê (hezmê) hêsan dike, rêyên destavê vedike, îştahê vedike,hêrsê dadixe, bedenê rehet dike, gazên mexde û rûvikan tavêje, jizikêşê re başe, jibo vereşandin û xelihandina mad, îsk, werîmina zik, başe. Şîrê dayîkê zêde dike, bêhnên dev ji holê radike, jibo bêhnvekirinê başe. Bi taybet jibo nexwşîyên, kezebê, kîskê sefrayê(kîskê zirav) û odemêtê pêşkêşkirin.

Karanîn: 1-Çayê 2- xwarin 3- Zelete . Çaya pelan: Kevçîyek şêranî sibita hûrkirî (ter anjî hişk) bêxin navqedehek ava kelandî, bila 10 deqan di dema xwe de bimîne, paşê biparzinin û bi firtan germegerm rojê 3 caran qedehekê jê vexwin.

Çaya bizir: Kevçîyek bizrê sibitê yê herişandî an jî qutayî bêxin navqedehek ava kelandî, 10-15 deqan biladi dema xwe de bimîne. Paşê biparzinin û berî xwarinê vexwin.

Xwarin: Bizir û pelên sibitê mirovdikare jibo tamxweşkirinê û hezmê bêxe nav hemi cûreyên xwarinan û birûşan ( şorban). Xasma ji yên dew ûmast têde heyîn.

Page 30: Kurdish herb pharmacy - 2

8/10/2019 Kurdish herb pharmacy - 2

http://slidepdf.com/reader/full/kurdish-herb-pharmacy-2 30/67

Dermanxana xweristê - lotikxane.com R û pel 100

Zelete: Bizir û belgên sibitê dikevin nav hemi cûreyên zeletan,nemaze jibo yên mast û xîyar têde. Herweha jibo delalî û xweşikahîyazeletan dekoreke başe.05/11/2008

Têbinî: Gellek cûreyên sibitê hene. Pel mezin û pel zirav. Her herêmekli gora xwe navekî lê dike.Ji cûreyekî wê re jî Ewrûpî "Dîll" dibêjin.

HEJÎR FÎCUS CARICA

Dara hejîrê 3- 10 m bilind dibe.Lewre carna wek teraşekê carnan jî wek darekê xuya dike. Kulîlka wê ya biçûk di dirêjahîya demê de, di navfêqîyê de dimîne û winda dibe.Kulîlkên wê yên nêr û mê li ser darêncihê çêdibin. Fêqî bi tenê ji kulîlkênmê çêdibin. Cotbûna wê bi awayêtozbûnê çêdibe.Wê tozê jî kêzikekçêdike. Ba jî wan tozikên mê û nêr

digehîne hev. Belgên wê 3- 5 çiq in. Çiqê pelê nîvekê, hinekî ji yên dinmeztir e. Rengên pelên wê ji alîyê derva keskê tarî, lê yê hundur rengêxwelîyê ye.

Mezinahîya belgan 10-20, firehî jî 7 -15 cm mezin dibin. Fêqî wek girsik (hirmîya biçûk) an jî wek gilokan e. Ji alîyê derve wekçerm, hundirê wê jî bi dindikên wek garis dagirtîye. Rengên fêqî zer,şînê beqemî (mor), peyazî û reş in. Hejîr navê wê fêqîyê bix we ye.Fêqîyek şirîn û depoya mîneral, vîtamîn û enerjîyê ye.

Dîrok û welat: Tê gotin ku dîrokahejîrê digehije demên destpêkamirovahîyê. Ji dema medenîyetaSûmeran virde tê çandin û xebitandin.Di wê demê virde di medenîyetên Misrî,Romayî, Medî, Asurî, Babîlî û Yewnanîyan de, wek fêqîyek rohanî, pîrozû senbolîk tê pejirandin. Di quranê deayeta Tîn li ser hejîrê ye. Bi xwe tîn navêhejîrê yê Erebî ye. Pêxenberê îslamê li ser hejîrê sund dixwar.

Welatê wê, hinek dibên Kurdistan û Îran e. Lê Tirk dibên Tirkîya ye.Ji wir belavî Behra Spî, Rojhilata Navîn, Hindistan û Çînê bûye. Sala1882 ji Tirkiyê birine Amerîka û çandinîya wê kirine. Li Kurdistanê

Page 31: Kurdish herb pharmacy - 2

8/10/2019 Kurdish herb pharmacy - 2

http://slidepdf.com/reader/full/kurdish-herb-pharmacy-2 31/67

Dermanxana xweristê - lotikxane.com R û pel 101

cihên lê çêdibin, li ber derîyê her malekê, darek hejîrê heye. Hinek ji wan li çolê bi dêm (bejî) çêdibin. Ew pir hûr û pir jî çîrîn in, ji wêhejîrê re dibêjin “ hejîr kerk”. Bazirganîya hejîran % 60 di destêTirkan de ye.

Berhevkirin: Hejîr fêqîyek payîzkî ye, payîzê tê berhevkirin . Ji bertemenê hejîrterkan (hejîrên nû) kêm e, lewre tên hişkkirin û jibozivistanê tên hilanîn.

Têdahî: Lîf, protein, şekir, vîtamîn A, B1, B2, B6, C, omega 3, hesinomega 6, sodyom, postasyum, calcîum, pfort, magnêzyum,mangane, sifir (paxir), çînko, kûkûrt, selenyûm, madeyên arvanî,asîtên organîk û hwd.

Kêrhatî: Dr Olîver Albaster serokêÛnîversîta George Washîgton dibê: Dihejîrê de ji hemi fêkî û serzewatan zêdetirlîf heye. Lîf jî dermanê sîstemagivirandinê ye. Û pêşîya gelek cûreyênpenceşêrê digire. Pisporên xursendê (Qût-xwe xudankirinê) dibêjin: “Jibotemamkirina kêmasîyên lîfên bedenê,hewceye hejîr bê xwarin”. Ji lêkolînanhatîye tesbîtkirin ku hejîr % 20 kolestirolêdadixe, lewre jibo rîskên dil gelek başe.

Li gor lêkolînên Ûnîverisîta Ruters li NewJersez, hatîye tesbîtkirin ku di hejîra hişkde, omega 3 û 6, asîtên rûn hene. Lewre

xwarina hejîrê zarûrî ye. Li gor lêkolînên sazîya serlêdana hejîran a Calîfornîya, antîoksîdanêndi nava hejîrê de pêşîya gelek nexweşîyan digire.

Faydên wê: 1- Kolestrol dadixe. 2- Rûvikan dixebitîne. 3- Jiboqebizbûnê başe. 4- Bedenê ji madeyên toksît paqij dike.5- Kan‟a (çavkanî –xizîna) enerjîyê ye. 6- Hestîyan bihêz dike û jibohemorîdan başe. 7- Rîskên qirîzên dil kêm dike.8- Jibo buhurandinaêşên qirikê başe. 9- Di bedenê de çêbûn û nûbûna şanê (malzar-hucre) lezûbez dike.10- Belxemê tavêje.11- Jibo qûtê rojane dibearîkar (têr dike). 12 – Teralîya mad ( mexde) tedawî dike.12- Bedenû jîyan (tamar) bihêz dike. 13- Jibo bronşît û kuxukê başe. 14- Qûnêran digehîne (zer dike) û der dike.15- Jibo tayê û zekemê başe. Bikaranîn: 1- Şîrê hejîrê 2- Hejîreşîr 3- Hejîr û kakilê gûzan4- Hejîrerûn 5- xweşav6- Kek û paste7- Rêçal.

1- Çiqek hejîrê bibirin, ewê şîrek jê bê, ku hûn wî şîrî deynin ser kul ûcihên qusiyayî hûnê pê rehet bibin.

2- Hejîrê bikin nav mesînê (cezwe) qehwê, şîr berdin ser, bikelînin ûhêdî hêdî vexwin. Hûnê jixirabûna (ketina) deng, kuxuk û qirikêşê bifilitin.

Page 32: Kurdish herb pharmacy - 2

8/10/2019 Kurdish herb pharmacy - 2

http://slidepdf.com/reader/full/kurdish-herb-pharmacy-2 32/67

Dermanxana xweristê - lotikxane.com R û pel 102

3- Hejîrê li şîr, sîrke, an jî dohnê zeytêpilinin (têwerkin) û bixwin. Hûnê ji bawesîrê rizgarbin.Ku hûn hejîrê biqutin (biherişînin) û deynin ser

qûnêrê, ewê qûnêrê der biket. 4- Heke hûn hejîrê bi kakilên gûzan ve bixwin, wê bedena we ji jehran biparêze. Jibo kuxuk û şobê (persiv -zekem) ê jî başe

5- Hejîrê bikin nav rûn sorkin û hêkan bişkênin ser û bixwin.

6- Hûn dikarin hejîran jî wek qesp (xurme), qeysî û fêqîyên din bikinnav nan, kulîçe, paste, kek û kadan. Heke hûn kakilên gûzan, bindeq,anjî behîvan jî tevlê bikin, wê hem xweştir hem jî enerjîya wê zêdetir be.

7- Xweşav û rêçala wê jî wek a qeysîyan tê çêkirin. Hinek kes dims(doşav -eqît), benî û şêranîyan jî jê çêdikin.

24/10/08

PÛNG -- PÎNG

MENTHA PIPERÎTA

Pûng giyayek bêar e. Ji cihên sîber ûhêwî hez dike. Li ber lêvên coyan ûçeman xwe bixwe hêşîn dibe. Lêçandina wê jî tê kirin. Linav baxçan û lieywanan jibo bênxweşî, lawînî, baharatû jibo mêş nekevine hundurê malê, têçandin.Bejna wê 30- 100cm bilinddibe. Belgên wê keskê tarî û rexên wanxetxet in. Di meha tîrmehê de kulîlkan vedike, kulîlkên wê wek leylank peyazîû sipî ne. 30 cûreyên wê hene. Tovê wê qah weyî ye. Devera bikevê lê şîn tê,lewre di demek kurt de dera lê bêçandin, rehên xwe berdide û pir dibe.

Dîrok û welat: Di medenîyetên Yewnan, Roma , Misir, Med, Asûr ûBabilîyan de, belgên wê jibo derman, bêhnxweşî û tamxweşkirinê dihatxebitandin. Salên 1800 an de Ewropîyan birine Amerîka û çandinîya wê kirine û hêjî jibo benîşt, macûna diranan, parfûm û dermanan,nebatekî herî berbiçav e. Welatê wê nayê zanîn, lê li her deverê cîhanêhêşîn dibe.

Page 33: Kurdish herb pharmacy - 2

8/10/2019 Kurdish herb pharmacy - 2

http://slidepdf.com/reader/full/kurdish-herb-pharmacy-2 33/67

Dermanxana xweristê - lotikxane.com R û pel 103

Berhevkirin: Berî kulîlkan bide bi çiqan ve tê birîn. Bi qevdikên neşidîyayî di cihek sîber û hewagir de tê hişkkirin. Paşê tê hûrkirin û difiraxek cam, an jî tûrek caw de, bi devgirtî tê parastin. Di salê de 3- 4caran mirov dikare 2,5cm ji erdê bilind biqusîne.

Têdahî: Mentol, menton, Jasmon, rûnênfirok,tanen, reçîne, esansagiya ya dijwar, şekir, madeyên tahl, sîneol, cûreyên pîpenan, madeyênorganîk, protein, karbonhîdrat, vîtamîn A- B1- B2– B3.

Kêrhatî: 1- Hezmê hêsan dike. 2- Gazê dibire.3- Têrnekirina mêlakê (kezebê) diedilîne. 4-Herikîna sefrayê normal dike. 5-Êşên mexde (mad) dibire. 6- Danûstandina bêhnê sanahî(hêsan) dike. 7- Bandorek erênî jibo kuxuk, bronşît, girîb û astimê heye.8-Damaran bihêzdike. 9- Jibo aramandina (rehetkirin)kelecan(heyecan) û tirsê baş e. 10- Vereşînê(xelihandinê) dibire. 11- Bandorek baş li sermîgren, bêxewî, serêşê dike. 12- Dil bihêzdike.13- Nerehetîyên lêdanên dil yên ji hêrsbûnêtên dibire. 14- Li nîk zilaman bêixdîdarîyên ji ruhtên radike 15- Şîrê dayîkê zêde dike.16- Êşênketina kincan dibire.17- Ji havêtina kirm (kurm)ên nav rûvîkan re dibe harîkar.18- Destavêxweştir diherikîne.19- Hiş

û bîrmendîyê bihêz dike. 20- Agir dadixe. 21-Enerjîyê dide.22- Westîyanê dibe.

Nexweşî: Jibo nexweşîyên serêş, êşên bawîbûnê,astim, bronşît, kuxik, grîp, kevirên zirav,nexweşîyên mêlakê, sistît, sara, li ba zilaman ji bêixdîdarîyên pisîkolojîk re tê bêşniyarkirin.

Karanîn: 1- Çayê 2- mesaj 3- Komperz 4-Xwarin 5- Selete.

Çayê: 1- Kevçîyek şêranî pûnga hûrkirî bikin nav qedehek avê, avakelandî berdin ser bila 10 deqan di dema xwe de bimîne, biparzinin ûrojê 3 caran piştî xwarinê vexwin. Yên bixwazin dikarin bi hinek lîmonû hingiv tamxweş bikin. 2- Du kevçîyên xwarinê pûngê bikin nav 05 lava kelandî, bila seetekê dinav dema xwe de bimîne, paşê biparzininhinek hingiv û nîv limonê berdin nav û rojê 4 caran qedehek çayê jê vexwin. Lê kesên ku di madê wan de brîn û gastirît heye, divê pir venexwin. Jinên dugîyan (hamile) jî divê venexwin.

Masaj: 3-4 kulmên pûnga ter (taze) bikin nav lîtrek dohnê zeytê, bilahefteyekê bisekine, paşê biparzinin û bikin şûşekî devgirtî û hilînin.Jibo êşa mîgren, esab, kabik û bawî bikarbînin û pê bifirkiînin. Her weha hûn dikarin masaja normal jî pê bikin.

Page 34: Kurdish herb pharmacy - 2

8/10/2019 Kurdish herb pharmacy - 2

http://slidepdf.com/reader/full/kurdish-herb-pharmacy-2 34/67

Dermanxana xweristê - lotikxane.com R û pel 104

Komperz: Du kulmên pûngê bikin nav 05 l ava germ bila 4 seetan bisekine, paşê biparzinin, patekê (pot-kinc-cil-paç) tê de şil bikin ûdanin ser cihên diêşe. Xasma jibo serêşê dermanê herî kêrhatî ye.

Xwarin: Hûn dikarin pûngê wek bexdenoz hûr bikin û bikin ser hemi

cûreyên xwarin, birûş (şorbe) û seletan. Her weha jibo bîhnên nexweş yên ji dev tên, hûn dikarin çend pelên pûngê bicûn an jî bixwin. Wê bêhna nexweş winda bibe.

17/10/08

HINAR PÛNÎCA GRANATUM

Dara Hinarê wek teraş û hejan bi çiqênxarûmar bilind dibe. Di meha nîsan ûgulanê de bi kulîlkên xwe yên sorênxwemalî û taybet wek darek xweşîkahî ûdelalîyê dixuye. Pir kêm jê kulîlkên zer ûsipî jî vedidin. Li ser gupikên çiqan 1- 5kulîlk peyda dibin. Ev kulîlk 50 -70 rojan wê dara hêja dixwemilînin. Bejna wê 4-5

mitroyan bilind dibe. Temenê wê jîdigehe sedsalan . Piranîya belgên wêsorên wek riman li hember hevin. Piranîya fêqîyên wê sorê agirî ne. Lê yên reng peyazî û rengên di navberaqahweyî û zer jî hene. Ev dara pîroz dinavbera 120- 160 rojan de fêqîya xwedigehîne. Fêqî wek gulokek sor û jora wê devisandî xuya dike. Di nava hinekfêqîyan de bi qasî 1000 lib dindikhene.Di nava fêqî de sîsik ( tov - bizir)heye. Dora wan dindikan jî bi qaşilek wek kevilan (çerm) dorpêçaye.Fêqîyek payîzkî ye lê heta nîvê zivistanê wek dermanê hemi derdan têparastin.

Dîrok û Welat: Di hemi dînên semawî de wek fêqîyek pîroz têhebandin. Di nava kitêbên van dînan yên pîroz de, navê wê pir derbazdibe. Li gor hinek ûlemayên olî dibên“Fêqîya biheştê ye, di biheştê de fêqîya dane adem ne sêv lê hinar e”. Di hemimedenîyetên qedîm de, wek fêqîyek pîroz hatiye pejirandin. Ji tûvilêdarê, reh, çermê fêqî, dindik û tovê wê, jibo cûrbecûr nexweşîyan wekderman hatiye xebitandin.

Welatê wê Îran û Kurdistan e. Lê hinek dibên Awustralya, hinekdibên welatên behra spî ye.Lê tiştê balkêş ew e, çûk bizrê wê di navçîrt (zelq) ê xwe de dibin welat bi welat digerînin û ew bizrê di nava çîrt

Page 35: Kurdish herb pharmacy - 2

8/10/2019 Kurdish herb pharmacy - 2

http://slidepdf.com/reader/full/kurdish-herb-pharmacy-2 35/67

Dermanxana xweristê - lotikxane.com R û pel 105

de li ku bihêlin li wir hêşîntê. Lewre jî li gelek deverên cihanê hinar têdîtin. Li Kurdistanê hinarên herî nav û deng hinarên Zivzîk a ber ÇemêBotan in. Hinarên Zivzîk û şeş gundên dora wê mezin in. Liba wan dinavbera 200-800 gr divezin. Dindikên wê wek nokan mezin, sîsikanava wê hûr û nerm e.

Têdahî: Kalorî, protein, karbondîhidrat kolestirol,lif, kasyûm, hesin, sodyûm, potasyûm, vîtamîn A, B1, B2, B3, C .

Tûvilê Darê de: Nişasta, mannît, asîtên cûrbecûr, tanen, pûnicin ûcûreyên alkolîdan.

Tûvilê fêqî: Tanen, triterpen, cureyên alkolîdan, çînko, antîoksînen,mangan, antîoksînên bihêz, hormonên ostorojen, potasyûm.

Kêrhatî: Li gor ragihandinênKonferansa Kardiyolojîya Cîhanê ya liFlorîda, derheqê ava hinarê de tiştêngiring hatin aşkerakirin.Li gor wan agahdarîyan, di qedehek avahinarê de, bi qasî 10 qedeh çaya kesk ûqasî 2 qedeh şeraba sor antî oksîdanheye. Di xwedîkirina mişkan ya bi avahinarê de derket holê ku % 44 xetimînarehan (damaran) kêm kiriye.

Ceribandinên li ser mirovên ku 2 hefteyan liserhev 5o ml ava hinarê vexwarine, % 53 angîostansîn, convertrîn û enzimîn daxistiye. Ew jî tê wê wateyê ( manayê) ku dermanê vekirina damaran, eyarkirinatansiyonê û dostê dil yê herî berbiçav, dermanê dil yê nû qedehek avahinarê ye..

1- Destavê x weşdike 2- Sîstema xweragirtinê bihêz dike3- Pêşîyakolestirol û şekirê xwînê digire4- Dijminê parazîtên rûvîkan e 5- Zêdebûna bakterîyên wecê ( kêrhatî- baş) pêk tîne 6-Pêşîyanavhinavçûyînê (virik- ishal) digire7- Cild xweşik dike8- Tansîyonêserrast (eyar-tekûz) dike9- Bedenê li hember penceşêrê diparêze10- Dil diparêze, enerjîyê didê û betilîna wî radike. 11- Sefrayê (zirav)tavêje 12- Xwînê çêdike 13- Jehr ûmîkrobên nava xwînê û bedenê tavêje. Ûhwd.

Karanîn: Tûvilê fêqî ya hinarê hişk bikinû bihêrin. 2-3 kevçîyên şêranî bêxin navdu qedehên ava kelandî û bila 10-15 deqandi dema xwe de bimîne. Paşê biparzinin û vexwin. Hûn dikarin wî tûvilê hêrayî bêxinser brînan û jibo sekinandina xwînê jî bikar bînin.

Çayê: 2 kevçîyê qehwê tovê hinarên hêrandî bikin nav qedehek çayê,ava kelî berdin ser, bila 10 deqe di dema xwe de bimîne paşê vexwin.

Page 36: Kurdish herb pharmacy - 2

8/10/2019 Kurdish herb pharmacy - 2

http://slidepdf.com/reader/full/kurdish-herb-pharmacy-2 36/67

Dermanxana xweristê - lotikxane.com R û pel 106

Melhem: Sîsikên hinarê bihêrin, bi hinek hingiv re bikin macûn, rojê3 caran 30 deqîqan berî xwarinê kevçîyekî jê bixwin. Lê divê di wê nîvseetê de tiştek din nexwin û venexwin.

Tirşî: 2kg hinaran spî bikin, dindikên wê jê derxin, 1kg şekir, lîtrek avû du lîmonan berdin ser û bi hevre bikelînin. Paşê li gor dilê xwe bêxinser seletan û nav xwarinan.

Gelek kes rêçala wê jî çêdik in. Di tıb ê de gelek cûreyên derman jêçêdikin, lê ew wek razekê (sir-gîz) tê veşartin. Lê ya herî baş hinarê bixwin an jî bigivêşin û ava wê vexwin.

10/10/08 ----------------------------------

CATIR-CATÊ

TYHMUS SERPYLLIUM

Li ber zevîyên bi avî, li devîyên daristanan,li ser kunên mûhrîstanan hêşîn dibe. Ji cihênaxa wan sist û têrtav hez dike. Kulîlkên wêpeyazî (penbe), binevşî, binevşîyê vekirî ûpeyazîyê vekirî ne. Bejna wê 20 -50 cm bilinddibe. Li dinê nezîkî 300 cûreyên wê hene. LiKurdistanê nayê zanîn çend in. Lê liKurdistanê bi du cûreyan xwebixwe li çolançêdibe. Ya dêm (bejî) û ya avî. Têdayî û tesîra wan wek hev e. Di meha hizîranê de kulîlkan vedide, heta payîzê jî ew kulîlk dimînin.Danê nîvro ku tav dijwar bû, kulîlkên wê bêhnek xweş belavî derûdora xwe dikin.

Lewre mêşên hingiv jê kêm nabin. Ew gîyayê ku li Kurdistanê ji berxwe ve hêşîn dibe, Tirk di zevîyan de diçînin û ticareta wê dikin. % 75 êfirotina catirê Tirkan girtîye destê xwe. Di salê de 21 mîlyon dolaran ji wan re tîne. Li Bajarên Tirkan yê catir lêtê çandin bûye alternatîfatûtinê.

Dîrok: Sûmeran ( ku beşek ji hûrî û gûtîyênçiyayê Zagros in), anku bav û bapîrên Kurdanin, bi xwe re birine deştê û li wan deverançandinîya wê kirine. Hem jibo tamxweşkirinaxwarinan, hem wek dermanan, hem jî jibomûmyakirinê bi kar anîne. Misrî, Cihû

(yahûdî) û Iraqî jî ji wan hînbûne û heta niha jî bi wî rengî bi kar tînin. Her weha miletên

Page 37: Kurdish herb pharmacy - 2

8/10/2019 Kurdish herb pharmacy - 2

http://slidepdf.com/reader/full/kurdish-herb-pharmacy-2 37/67

Dermanxana xweristê - lotikxane.com R û pel 107

din jî ji wan hînbûne û îro jî li hemi deverên dinê û di her malê de têxebitandin.

Berhevkirn: Di meha hizîranê de, dema kulîlkan vedike heta payîzê tê berhevkirin. Li ber sîberê tê hişkkirin (Cihê lê tê hişkkirin divê ji 35

derecan germtir nebe) . Paşê bê hûrkirin û di torbên cil an jî firaxekcam de bê parastin. Li gor hewcedarîyê bê xebitandin.

Têdahî: Rûnên eter yên firok (yên dibin gaz û difirin), Tymol % 50Carvacrol, Bornneol, Cymol, Pîmen, Û cûreyên Flafonan.

Kêrhatî: Givirandinê hêsan dike. 2- Krampan nerm dike. 3- Belxemêdide havêtin. 4- Bronşîtê dibe. 5- Jibo nexweşîyên kezeb, mad ûrûvikan gîyayek herî serkevtî ye. 6-Iştahê vedike. 7- Pêşîya bakterîyanû edavbûnê digire. 8-Tirşbûna mad ji holê radike. 9- Bêhnên pîs yên dinavrêyên destavê de ji holê radike û bi rêkûpêk dike. 10- Tengasîyên jisermagirtinê tên tekûz dike. 11- Ketina kincan, krampa zik û qolincên wê dibe. 12-Jibo ba, kuxik, astim, bronşît, edavên nav dev û diranan,edavên qirikê û pirzikên balikbûnê bandorek baş nîşan dide.

Bikaranîn: 1- Çay 2- Rûn 3- Tentûr 4-Banyo 5- Balgî 6- Çaya tevlihev, 7– Baharat 8 – mexcûn.

Çayê: Kevçîyek catira hişkkirî bêxin navqedehek ava kelî bila 10 deqan di demaxwe de bimîne. Paşê bi hinek hingivtamxweş bikin û germe germ bi firtanhêdî hêdî vexwin. Herçî kesê spêdê ji bedela qahwe û çayê qedehek çaya catirê vexwe, di heyamek kurt de wê hem li beden hem jî ji alîyê zêhn de kiştbûnek(dînç) mezin ferq biket. Her weha jibohemi nexweşîyên me li jor hejmartî wê

gelek kêrdar be. Lê divê jinên dugîyan (hemil) û yên ku xwedîyêzarowên berşîr in (yên şîrê xwe didin zarowan) venexwin.

Çaya tevlihev: 2 par catir 1-par hevîzar ( pela birînê ) 1-par sorê(anason) tevlihev bikin, kevçîyek qahwe ji wê çaya tevlihev bêxin navqedehek ava kelandî, 10 deqan bila di dema xwe de bimîne, biparzininû bi firtan germe germ vexwin. Jibo hemi cûreyên sermagirtinê baş e.

Rûn: Şûşek qirikzirav tije belg û kulîlkêncatir bikin. Heta bi ser bikevit dohnê zeytê berdin ser, 10 rojan bila li ber tavê an jî cihekgerm bimîne. Paşê li gor hewcedarîyê biparzinin û li cihên dêşi xin. Jibo şêl (felç) bûnê, qirîzên dil, hişkbûna organan û jîy„(qas –damar) an, kuxuk, bronşît, edavên devû diranan, astimê û nexwşîya ba (romatîzma) bi kar bînin.

Page 38: Kurdish herb pharmacy - 2

8/10/2019 Kurdish herb pharmacy - 2

http://slidepdf.com/reader/full/kurdish-herb-pharmacy-2 38/67

Dermanxana xweristê - lotikxane.com R û pel 108

Tentûr: Catira ter ( ya ne xişkkirî) bi çiq û kulîlkê ve hûrkin navaşûşekî devteng û heta digire qanyak an jî alkolek 35-40 derece bêxinser. 14 rojan deynin ber tavê an jî cihek germ. Carûbaran bişilqînin, biparzinin û bikin nav şûşek rengtarî. Li gor hewcedarîyê rojê sê caran

20 – 30 dilopan jê vexwin. An jî danin cihek sîber, 6 hefteyan bisekininû biparzinin. Hûn dikarin wê tentûrê hem jibo nexweşîyên me li jor gotî bi kar bînin.

Banyo: 100 gr catira hişkkirî bêxin nav ava sar û bila heta berkelînêgerm bibe (lê nekele). 20 deqan devgirtî bila di dema xwe de bimîne, biparzinin û bikin nav ava kuwêta 37-44 derece. 20 deqîqan xwe têdedirêjkin (lê divê hûn avê û sabûnê li xwe nexin û xwe zuha nekin). Kuhûn ji banyoyê derkevin, xwe baş bipêçin û 30- 45 deqîqan xwe di navcihan de dirêj kin. Hûn dikarin catirê bêxin nav tûrek patisqe andestmalek tenik (wek kitan) û wusan jî bêxin nav avê û wê catirê jibotiştên din an carek din bixebitînin. Balgî (Balîf): Kîsekî bi catirê dagirin, derê wê bidrûn, li ber tavê an jî bi makîna porziwakirinê (karolofer jî dibe) germ bikin û deynin sercihê diêşe.

Baharat: Hûn dikarin catirê bêxin nav hemi cûreyên xwarinê, xasmaxwarinên bi goşt û bi rûn. Jibo hezmê, tirşbûna mad gelek baş e.

Macûn: Catir, hingiv û kakilên gûzan tevlihev bikin û bi xurînîkevçîyek xwarinê jê bixwin. Jibo hertiştî baş e.

03/10/08

--------------------------------

Page 39: Kurdish herb pharmacy - 2

8/10/2019 Kurdish herb pharmacy - 2

http://slidepdf.com/reader/full/kurdish-herb-pharmacy-2 39/67

Dermanxana xweristê - lotikxane.com R û pel 109

Guhîjk CARATAEGUS OXYACANYHA

Guhîşk darek bi stirî ye, bejna wêheta 20 mitrowan jî bilind dibe.Hinek jî wek teraşan mezin nabin. Li ber bedenan, gir an nênîkê avan,xwe bi xwe hêşîn tê. Li dinê 200cûreyên wê hene. Lê li Kurdistanê 7-10 cûreyên wê çêdibin Fêqîyek wê wek sêvek qasî nokekê (hinek jî qasê

alûcan) mezin û rûbirqok e. Rengên wan jî ji hev cuda ne, zerê vekirî,sor, sorê tarî û esmer (reş vekirî). Di nava fêqîya wê de dindik hene. Lênayên xwarin. Tama fêqîya wê, miz e (tirşîn). Fêqîya wê di payîzê deçêdibe, heta berf bikeve jî pêve dimînin. Kulîlkîn xwe yên spî û peyazîdi meha nîsan û gulanê de vedike.

Dîrok û Welat: Ji qedîm de wek fêqîyek payîzkî û zivistankî jiboxweşavan, pel kulîlk û fêqî dermanê jibo normalîzekirina dil û rehan tê bikaranîn. Ji ber flafonîd û OPC ên hundûrê xwe, jibo alîkarîbûna dil dinav dermanên xweristê de cihekî wê yê berbiçav heye. Welatê wê jî kesnizane, lê li welatên hênik hêşîn tê.

Berhevkirin: Kulîlk û pelên wê di meha nîsan û gulanê tên berhevkirin û cihek sîber û hewadar de tên hişkkirin, hûrkirin û di navfiraqên cam de tê hilanîn. Fêqîya wê payîzê tê berhevkirin, li ber tavê têhişkkirin û hilanîn.

Têdahî: Kulîlk: Mangonez, asîtakefeno û klorojen, hîporosit,kversetîn, asetelkolîn,trûmentîlamîn,oksîkantîn, dohnên etertîk û hwd. Pel: Asîdên fêqîyan, kverselîn,ramnozît,vîteksîn û hwd . Fêqî: Orsol, olein, klorojen, asîdakefena, hîporozît, sorbît, kolîn, betasîtosterîn, provîtamîn A vîtamînC, emolsîn, cûreyên sîpolmîn û hwd.

Kêrhatî: 1- Damarên dil fireh dike, rê li ber xweştir ponpekirinaxwînê vedike. 2- Dil bi hêz dike û li hember hişkbûnên damarandiparêze. 3- Rîskên qirîzên dil kêm dike.4- Lêdanên dil yên ne tekûztedawî dike.5- Spazmê kêm dike.6 - Tansîonê dadixe.7- Pêşîya qebizêdigire. 8- Destava zirav zêde dike.9- Jibo nexweşîyên kezeb û gurçikandibe arîkar. 10 - Bandora wê ya li dij tîmoran, k işilgirtin, (kils girtin) û bawîbûnê (Romatîzma) hatiye tesbîtkirin.

Karanîn: 1-Çayê 2-Xweşav 3- Rêçal

Page 40: Kurdish herb pharmacy - 2

8/10/2019 Kurdish herb pharmacy - 2

http://slidepdf.com/reader/full/kurdish-herb-pharmacy-2 40/67

Dermanxana xweristê - lotikxane.com R û pel 110

Çayê: Kevçîyek şêranî kulîlk û fêqîyê hûrkirî bêxin nav qedehek avakelandî. Piştç du seetan di dema xwe de bimîne paşê biparzinin û rojêsê caran berî xwarinê pîyalek(iskan- qedeh) jê vexwin.

Pel : 3 kevçîyên şêranî belgên guhîjkê bêxinnav lîtrek ava kelandî, 15 deqan di dema xwede bimîne biparzinin û rojê 3 caran berîxwarînê îskanek çayê jê vexwin.

Fêqî: Jibo her qedehek avê kevçîyek şêranîguhîjk bêxin firaqekê, 20 deqan bikelînin. Paşê 20 deqan bi devgirtî di demaxwe de bihêlin. Rojê 3 caran berî xwarinêqedehek çayê jê vexwin . Yên dixwazin dikarin bi hinek hingiv tamxweştir bikin.

Xweşav: Li gor hewcedarîya xwe, guhîjkênhişkkirî bêxin nav ava kelandî, li gor dilê xweşekir bavênê. Wek xweşavên feqîyên din yênhişkkirî, heta bipeçive (biwerime) û tama xwe

bide bisekinînin.

Rêçal: Dindikên guhîjkan jê derxin. Wek rêçalên din yên fêqîyan şekir bavênê û bikelînin.

Şirûb: Dindikên guhîjkan jê derxin, bikin nav şûşek ava sar û derê wê bigirin. Rojekê li ber tavê , an jî li cihek germ bihêlin. Ku rengê xwe daavê, bikin sarincokê bila sar bibe. Li gor dilê xwe bi hingiv şîrîn bikin ûher spêdê bi zikê birçî qedehek çayê jê vexwin. Hinek sîrka wê jîçêdikin. 28/09/08

------------------------

Page 41: Kurdish herb pharmacy - 2

8/10/2019 Kurdish herb pharmacy - 2

http://slidepdf.com/reader/full/kurdish-herb-pharmacy-2 41/67

Dermanxana xweristê - lotikxane.com R û pel 111

GÎYABEND ARTHEMÎSÎA- ABSÎNTHLÛM

Giyabend zêdetirîn li cihên zuha û bi kevirîn,

li çolan xwe bi xwe hêşîn dibe. Bejna wê, 40-120 cm dirêj dibe. Di meha tîrmeh û tebaxê dekulîlkan vedike. Kulîlkên wê ser bi gupikên wê wek gulokan û ûşîyan bi qezebê (binik -dûxik) ve dorpêçî û nixûnin (berjêrin). Fêqîya wê wek bangêrek(gundor-lox) biçûk, reng xwelîyê spî an jî zîvîn e. Pelên

wê rengêxwelîyek spî ye ûhinekî bi pirçe.Pelên wê yên binî li ser çiqan 5-15 cm girovir an jî wek serê riman in. Li rex wan pelan, sê pelên din yên biçûk bêhnxweş,tamtûj û tahl hene.

Welat û dîrok: Welatê gîyabendê Kurdistane. Sûmeran bi xwe re birine û li wir jiboderman û çandinîya wê kirine. Misrîyan jî1600 salan berî zayînê dest bi xebitandina wêkirine. Romayî jî ji wan hîn bûne. Piştîlêkolînên Îbn-i Sînan, bijîşkên Ewropî ji wî hîn

bûne û xebitandine. Ewropîyan gîyabend birine Afrîka, Amerîka, bidestê Tirkan jî belavî walatên kafkasan bûye. Giyabend li her deverê jiboalkol, nemaze Wermut ê hatiye xebitandin. Ji ber ku ji doza jê zêde alkolhatîye xebitandin, gelek kes pê mirine. Lewre jî sala 1809 an çandina wêhatiye qedexekirin. Demek dirêj di TIB ê de, bi dozajên bilind jibozarokjiberbirinê, xistina kurman û herikandina adetan ( ketina kincan)dihat xebitandin. Piştî analîz û lêkolînên direj hat f ahmkirin ku dozajên bilind, sîstema hiş xurab dike û dibe sedemê jehrîbûnê . Lewre, niha êdî bi wî awayî bikaranîn qedexeye. Niha jî wek gîyayek kûvî li her deverêxwe bi xwe hêşîn tê. Lê ji ber pirbûna hinek nexweşîyan dîsa li serlêkolîn tê kirin û di TIB ê de tê bikaranîn. Bi xwe di nava xelkê de hertim jibo hinek nexweşîyan dixebitandin.

Berhevkirin: Meha tîrmehê û tebaxê berî ku kulîlkên xwe veke, belg,çiq û kulîlkên wê tên berhevkirin. Di cihek sih de 5 rojan bê hişkkirin ûhûrkirin, di nava firaxên cam de bi dergirtî di cihek zuwa de bênparastin. (Heke jibo tentûrê be divê ter bê bikaranîn)

Têdahîyên di gîyabendê de: Alkolên bi Terpen, Tuyon, Ketontuyon, Apînen, Kadînen,Felandren, B- Kroîofîl,Z- Zepelîn, Bizobuten, Absîstin, Artabisin, Katalokton, A-B Oksîlaton, Antemîsetîn, Kahrebar ( kehrîbar ) Asîda sêvan, Madeyên sepî, Vitamîn C û B6, Provîtamîna A,Tonîk .

Page 42: Kurdish herb pharmacy - 2

8/10/2019 Kurdish herb pharmacy - 2

http://slidepdf.com/reader/full/kurdish-herb-pharmacy-2 42/67

Dermanxana xweristê - lotikxane.com R û pel 112

Kêrhatî: Dr E.Schreider dibêje:Gîyabend jibo tekûzkirina tevgêraxwînê, nexweşîya ba, gût, xurabûnên metobolîzma, nexweşîyaşekir, pêşîgirtina qelewbûnê, odem, enfeksîonan, (nexweşîyêndiperin, dipekin, derbasî hinek din dibin) berxwedanek başnîşan dide.

Teybet: Jibo nexweşîyên ta, sara, terb, vereşîn, tengazîyên ketina kincan, zehmetîyêngivirandinê (hezmê), bêxewî, jana zirav (êşazirav –werem) êşên rûvikan, mad tirşbûnê ûsotinê, xurabûnên mad, kezeb, pankreas(spilk), rûvikên diwazdepêçî, bê iştahî ûpeçivînê di Tib ê de tê bikaranîn.

Karanîna gîyabendê: 1- Çayê 2- Tentûr.

Çayê: Nîv kevçîyê qehwê gîyabenda hişk ûhûrkirî berdin nav 300 ml ava kelandî. Bila 5-10 deqan di dema xwe de bimîne, paşê biparzinin û bê şekir rojê 3 caran pîştî xwarinêqedehekê jê vexwin. Nabe ku jibo çayê gîyabenda ter bê bikaranîn. Her weha ya hişk jîdivê 3 hefteyan bê xebitandin, 2-3 hefte navber bê dayînû dîsa bê xebitan din.

Tentûr: 50 gr kulîlk, belg, û çiqên gîyabenda taze hûrkin nav şûşekîcam û tarî 500 ml alkola% 70 derece berdin ser, ji cihek tîrêjên tavê(rojê) dûr 4-6 hefteyan bisekinînin. Carûbaran bişilqînin, paşê biparzinin, bikin nav şûşên tarî û devgirtî, di cihek hênîk de bihêlin. Rojê3-4 caran 10-15 dilopan 3-4 hefteyan li pey hev piştî xwarinê jê vexwin.du hefteyan navberê bidinê, dîsan vexwin. Heke hûn ji vê dozajê biborin wê bibe sedema serêş, vereşandin û jehrîketinê. Herweha divê çayê ûtentûra gîyabendê bi zikê birçî neyê vexwarin.

21/09/2008------------------------------------------------------------

Page 43: Kurdish herb pharmacy - 2

8/10/2019 Kurdish herb pharmacy - 2

http://slidepdf.com/reader/full/kurdish-herb-pharmacy-2 43/67

Dermanxana xweristê - lotikxane.com R û pel 113

GEZING – GEZGEZOK URTÎKA DÎOCÎA / ÛRENS

Gezing anjî gezgezok gîya yan jî

pincarek bê ar e. Xwe bixwe li berrêyan, ber lêvên coyan li bin dîwaran, binê keviran, cihên xurabe, xwe bixwehêşîn dibe. Li Kurdistanê jiboxebitandinê du cureyên wê hene “mezin û biçûk “ lê naverok û têdayîyên wan wek hev in. Ferqîya nava wan bitenê bilindbûn e. Bejna ya mezin heta120 cm, a biçûk jî 20– 60 cm bilinddibe. Belgên wan gurover an jî wek dilin, rexên wan xetxetî wek diranan in.Dema bi laşê mirov bikeve dişewitîneû sor dike.Gîyayek li her cih û deverêdijî û dide jîyan. Jibo tendurustîyê “nirx zêr e “ lê mixabin qedrê wê nayêzanîn.

Ji qedîm de li her deverên dinyayê xwarin, derman û çayê jê tê çêkirin.4000 sale Çînî wek dopîngek xwezayî bi kar tînin. Ji wê dopîngê re jîdibêjin: “Ginseng ” ango bi Kurdîgezing . Di nava xelkê Kurdistanê detê gotin ku jibo penceşêrê (kanser) dermane . Lê Profesorê UnîversîtaGazî ya beşê dermanxanan Prof. Dr. Eren Sezîk dibêje:Di gezingê deçu bandorên erênî (posîtîf) jibo penceşêrê nehatine dîtin. Divêkesên pe nceşêr pêre heyî çaya wê zêde venexwin ji ber kuhinek madeyên di gezingê de, dema çayê jê bê çêkirin ji hev belav dibin û sîstema xweragirîyê dixin bizavê û aktîf dikin.Lewre, goman heye kesên penceşêr pêre hebe, wê ew wîrozapenceşêrê jî bikeve hereketê û belavî cihên din ê laş bibe. Bigotinek din jibo kesên penceşêr pêre heyî ne baş e.

Berhevkirin û hişkirin: Belgên wê di meha Gulan û Xizîranê de jiçiqan verûtinê, yan jî bi çiqan ve tê jêkirin. Tov (bizir) di meha Tîrmeh ûTebaxê de , reh jî di bihar û payîzan de dema tav dijwar betên berhevkirin. Di sîberê de tên hişkKirin û di nava firaXên cam ûcihek zuwa de tên parastin.

Têdahî: Pel, Flavon, Vîtamîn C, Asin (hesin), Mîneralên bi xwê, Asîtêngîyayan, Sîtosterîn, Amîne (Hîstamin) Bizir : Musîlaj, Protein, Rûnên neguhêr (sabît), Crotinoit, Clorphll. Reh (kok): Tanen, Sterolen, Sterylglucusîd, û hwd

Kêrhatî : Ji ber ku madeyên nava reh, belg û bizir ji hev cihê ne,kêrhatîyên wan jî ji hev cuda dibin.Belg: Çiqas taze be feyda wê ewqas zêdeye . Îdrarê zêde dike, xwînêpaqij dike, xwînê çêdike, edavan paqij dike, kêmasîya hesin temam dike,organîzmayê hişyar dike.

Page 44: Kurdish herb pharmacy - 2

8/10/2019 Kurdish herb pharmacy - 2

http://slidepdf.com/reader/full/kurdish-herb-pharmacy-2 44/67

Dermanxana xweristê - lotikxane.com R û pel 114

Nexweşî : Ji alîyê TIB ê de bi taybet jibonexweşîyên mêlak (kezeb- cergê reş), kîskêsefrayê (zirav), xalik (fatereşk), pişik(mêlaka spî- cergê spî), edava sîstema

bêhnê, kurufên mexde, kulên mexde ûrûvikan re tê pêşkêşkirin. Her weha bi kêrînexweşîyên pankras, deformasyonên ba(romamtizma), jibo gurçik û edavên wê,serêşên dijwar ên sedemên wê ne dîyar,pêşîlêgirtina mezinbûna prostatê, xistinakeviran, bêhalî û betilînê, zêdekirinasorgilokên nav xwînê, xwîn û hesin, betilîn

û bêhalîyê, hemi cûreyên nexweşîyên alerjîk (persîfa biharê jî tê de),egzem, pirzikên baliqbûnê, jibo daxistina şekirê nav xwînê tê.

Reh : Jibo pêşîlêgirtina mezinbûna prostatê, (bi tenê yan jî bi belgan ve) jibo porweşîn û kepegê.

Tov (bizir) : Jibo organîzman hişyar bike, hêza parastinê zêde bike, jiboteralî, westiyan û hêdîlivîna kalan xurt bike.

Bikaranîn: 1- Çayê 2-Serşûştin 3- Pêşûştin 4- Tentûr 5- Xwarin 6 -Birûş(şorbe)

Çayê: Kevçîyek şêranî û gezinga hûrkirî (ter an jî hişk) bikin navaqedehek avê, ser tijî ava germ bikin bila 5- 8 deqîqan di dema xwe de bimîne. Paşê biparzinin û bê tam xweşkirin (şîrînkirin) germe germ bifirtan vexwin. Hehe hinek ji bêhn û tama wê aciz bin dikarin pilek catiran jî pûngê bêxin nav. Rojê 2-4 qedehên çaya taze ( bi lexînî– bêyî kutiştekî bixwin –zikê birçî- xurînî) yan jî di navbera danên xwarinan deçêkirî vexwin. Lê kesên penceşêr (qanser) û yên ji ber fonksîyonêntêrnekirina dil û gurçikan di laşê wan de av berhev bibît, divê bêyîdestûra bijîşk(doxtor) nexebitînin. Her waha divê dewamî neyê vexwarin. Kesên dixwazin kûr‟a wê bikin dikarin 20 rojan li ser hev vexwin, 10 rojan navberê bidinê û dîsan vexwin.

Çaya bizir : Ew jî wek çaya belgan lê divê bizir bê herîşandin (kutan).Çaya Rehan : Kevçîyek şêranî rehên paşhûrkirî bikin nav qedehek avê bikelînin û 5 deqan bila di dema xwe de bimîne, paşê biparzinin û bêşîranî germe germ vexwin.

Tentûr: Bihar an jî payîzê rehên wê berhevkin, baş bişon û hûrkin.Bêxin nav şûşekî devteng, heta bi ser keve. Alkola 35-40 derece berdinser ( heke qanyak an jî votka be baştire), 14 rojan liber tavê, yan jî licihek germ bihêlin. Car bi caran bişilqînin, paşê biparzinin, bikin şûşektarî û di cihek hênik de biparêzin. Li gor hewcedarîyê rojê 2-3 caran 15-20 dilopan jê vexwin. Hûn dikarin wê tentûrê bi salan bixebitînin ji berku xurab nabe.

Page 45: Kurdish herb pharmacy - 2

8/10/2019 Kurdish herb pharmacy - 2

http://slidepdf.com/reader/full/kurdish-herb-pharmacy-2 45/67

Dermanxana xweristê - lotikxane.com R û pel 115

Banyoya pîyan : Du kulm reh, belg ûçiqên şûştî û hûrkirî ji êv ar de bêxinnav 5 lr. ava sar bila heta spêdê bimîne. Spêdê wê avê heta ku hûnkaribin germ bikin û pîyê xwe bikinê.

Ne hewceye hûn wê avê birêjin ûdikarin 2-3 carê din germ bikin û bixebitînin.

Por şûştin : 4-5 kulmên gezingê yênter an jî hişkkirî bêxin nav 5 lr avê, heta bê berkelînê germ bikin. 10deqan di demê de bihêlin, biparzinin û serê xwe pê bişon. Heke ya rehan be divê ji êvar de bikeve nav ava sar paşê bê germkirin, 10 deqan didemê de bê hêlan û bê xebitandin. Lê dema mirov serê xwe bi ava reha ve bişo, divê paşê serê xwe bi sabûna bi soda bişo.

Xwarin : Mixle, mixla bi spanax, mixla bi hemi pancarên dibin mixle,her weha wek hemi pancarên dibin birûş (şorbe) wek bexdenoz hûr bikeû bike ser hemi selete xwarin û şorban. Mirov dikare bike nav borek ûkutilkan, bike sos bêxe ser meqerna. Bi kurtî, heke mirov xwarinpêj bedikare keviran jî bipêje. Êdî hemi maye ser hûnermendîya kebanîyê.

14/09/08-

GWÎZ - GÛZ

JUNGLANS REGÎA

G wîz dara wê gelek temendrêj e.Tê gotin hinek ji wan temenê wêdigehe hezar salan. Heta 25– 30m an bilind dibe, stûrbûna xwe jîgelek stûr dibe. Hinek hene çarzilam testê xwe tê dialînin lêdestê wan nagihin hev. Tê gotinku gûz her 100 salan carekê wek

makîna fotografan an jî kameradi binê wê de çi hebe resma wêdikêşe. Ku ew dar bû mobîlye ewresim têde xuya dike. Di mehagulanê de berî ku belgan bidekulîlkên wê vedibin.Darek gelek

bêrdar û bi bereket e. Heta hebe fêqîyan dide. Mirov ji hemi waran jêfaydê dibîne. Wek mobîlya, sotemendî, haletên lawînîyê, herdeverênfêqîya wê û ji sîbera wê...

Dîrok û welat: Bi esehî nayê zanîn ka gûz ji kîjan deman de tê

xebitandin. Hinek dibên 7000, hinek dibên 10 000, hinek jî dibên ji 10000 salan jî berjortire. Tiştê tê zanîn, di hemi deverên lê şîn tê, di

Page 46: Kurdish herb pharmacy - 2

8/10/2019 Kurdish herb pharmacy - 2

http://slidepdf.com/reader/full/kurdish-herb-pharmacy-2 46/67

Dermanxana xweristê - lotikxane.com R û pel 116

medenîyetên wan deveran de, hem wek derman hem jî wek fêqîyekserekî hatîye bikaranîn. Di jîyana mirovatîyê de ( her weha jibo ruhberêndî yên keskatî xwer) cihek herî giring û taybet hebûye. Hinek dibêjin welatê gûzê Çîn e. Hinek dibên Kafqas e. Hinek dibên Mezopotamya ye.Hinek jî dibêjin Rojhilatî ye. Li Kurdistanê deverên herî zêde gûz lê

çêdibin Bitlîs,Wan ûHekarî ye. Li wan deveran xwe bi xwe li ber çem ûco, di binê keviran û latan, di nava daristanan,li her cî û her deverê darêgûzan lê hene. Bixwe gûz modela mejî ya biçûk e. Mirov dibêje qey mejî biçûkkirine û kirine nava wê qaşilkê.

Têdayî: % 3,5 av, % 15 proteîn, % 55- 77 rûn, %1,5- 3 xwelî %5- 15Karbonhîdrat. Wekî din: Ca, p, Mg, Fe, Na, K, de pir zengîn e.Vîtamînên A, B1, B2, B6, C, E, asîtên wek Omega3,Omega 6. Herweha di gûzê de zîv heye. Dilaşê mirov de bi tenê hewcedarîya mejî jibozîv hey. Ew jî di gûzê de heye. Lewre jiboxebitîna mejî û vebûna zêhn gûz di pêşîyahemi madeyan de tê.. Gûz kana (xizîna-depoya- gencîneya) proteîn, rûn û vîtamînane. Li gor gotina Prof Dr Mehmet Şen ê jiZanîngeha Sedsalî ya Wanê, 1 Kg gûzmiqabilî 3 kg nan, 2 kg penîr, o,8 kg nîvişk,4 kg bûftek (goştê nerme) 10 kg goştêmirîşkê, 9,5 kg şîr, 22 kg Îstakoz (cûreyekmasîyê wek kivjal e), 14 kg kartol (patat) û 14kg pirteqalan e.

Kêrhatî: Kakilê wê : 1- Foksîyonên mejî çêtir û serrasttir dike. 2-Damaran paqij dike. 3- Pêşîya tîmorên Hipoglisemîk, Antîfungal, Antîvîral digire. 4- Pêşîya xişkbûna (pitilaşma) xwînê digire û yênxişkbûyî belav dike. 5- Bizavên (fonksîonên) kezebê tekûz (serrast) dike.6-Sentera proteyînê teşwîq dike. 7-Krosterolên serum çêdike û pêşîya Antîkorên anormal digire. 8-Damarên dil vedike.9-Pêşîya antîoksîdandigire û ciwan dihêle .10-Jibo ba (romatîzma) başe. 11- Fonksîyonên dil,mejî, kezeb û damaran serrast dike û brînên têde dikewîne.12-Pêşîyanexweşîya şekir digire. (korestrol). 13- Şekirê xwînê dadixe. 14- Jipenceşêhra (kanser) prostatê diparêze. 15-Hestîyan quwet dike û pêşîyalewazbûna wan digire.

Belgên wê: 1- Xwînê disekinîne 2- Kurmên nava rûvikan dixe. 3-Xwînêpaqij dike.4-Qebizê dibire. 5-Îştahê vedike. 6-Quwetê dide. 7- Jibonexweşîyên kevir, firengî,egzem, bawesîr, başe.8-Şekirê xwînê dadixe. 9-Jibo pêşîlêgirtina pûçbûna hestîyan.10- Jibo edavên (kurmîbûn –iltihab) dest, pê, nernûkan. 11- Jibo gurîbûnê, pirzikên balixbûnê(hukmê jin û mêrbûnê ) xwêhdana pîyan, edavên nav tilî û pêçîyan. 12Jibo brînên nava dev, goştê diran, guatir û êşên qrikê. 13- Jiboporweşanê û edavên laş.14- Jibo sekinandina herikîna ava spî li ba jinan.15-Jibo spî, rişk û kepeka serîyan. Berhevkirin: Belgên wê yên taze di meha hizîranê de tên berhevkirin.Di cihek sîber de tên hişkkirin, paşê hûrbikin û bikin nav qetremîzên(qawanozên) cam û derê wê bigirin bila hewa nestîne. Paşê li gor

Page 47: Kurdish herb pharmacy - 2

8/10/2019 Kurdish herb pharmacy - 2

http://slidepdf.com/reader/full/kurdish-herb-pharmacy-2 47/67

Dermanxana xweristê - lotikxane.com R û pel 117

hewcedarîyê bikar bînin. Gûza wê ya ter (taze) di meha hizîranê û fêqîya wê ya geheştî jî di îlonê de tê berhevkirin.

Bikaranîn: 1- Çayê 2-Serşuştin .3- Melhem 5- Tentûr. 6- Xwarin,şêranî, kek, kade, nan, qurabîye û hwd.

Çayê: Jibo her qedehek avê kevçîyek pelên hûrkirî, di avê de bikelînin. 5deqan di demê de bihêlin, paşê biparzinin û rojê dû qedehên çayê bifirtan hêdî, hêdî jê vexwin.

Banyo: Ji êvarî de sê kulmên belgan bikin nav du lître av û bikelînin.Bila heta seharê bimîne, banyoya xwe bi avê dagirin, ava kelandî biparzinin û berdin nava banyoyê û têde bi qasî nîv seetê xwe dirêjkin.Jibo hemi edav, pirzik, xur, gurîbûn û sekinandina ava spî, wê bandorek baş bide. Yên ku di mala wan de quweyt (hewdik) tunebe, dikarin diteştê de rûnên, anji wê ava kelandî bikin nav ava germ û xwe pê bişon.Her bi wê ava kelandî ku hûn serê xwe pê bişon, jibo rêlibergirtinaporweşanê, kapik, spih (spî) û kêçan dermanek binecih e.

Melhem: Du kulmên belgan (ter-an jî hişk) bêxin nav nîv kîlo nîvişk an jî dohnê zeytê, têde sorkin, paşê bidin alîyekî bila heta roja dî bimîne.Dotira rojê bihelînin, biparzinin û bikin nav firaxekê ( ku cam be çêtire)û hilînin. Li gor hewcedarîyê li cihê pirzik, xur, bawesîr, bawî û hwd xin.

Tentûr: Nîvê meha hizîranê 20gûzên ter (taze- ecer) bikin çarparçe û bi qaşilê hundur û derve bêxin nav qetremîzek cam. Lîtrekqanyaxa baş berdin ser, derê wê bigirin û 14 rojan li ber tavê bihêlin. Car bi caran bişilqînin.Paşê biparzinin û bikin nav şûşektarî û rakin. Li gor hewcedarîyêrojê sê caran 15- 20 tilopan jê vexwin.

Xwarin: Dewsa (şûna ) goşt hûndikarin bêxin hûndirê kutilan. Hûn dikarin bêxin Nava Hemû cureyênşîraniyan, wek Hingiv, rêçal ,dims ( doşav ) beqlawa, xebîs, helaw kekpaste, qurabîye nan, kade ( tutik ) û hwd. Her wekidin hinek bikin navaxwarinan wek qirîs, Aşûre û kutilkên rohn Dolmik û hwd. ------------- Bîranîn: Ji bîr nekin ku gûz modela mejî ya biçûk e. Di bedena mirovde, bi tenê hewcedarîya mejî jibo zîv heye. Ew jî bi tenê di gûzê de peydadibe. Lewre jibo fonksîyonên mejî, vebûn û xebitîna zêhn, jibo damarêndil, pêşîlêgirtina prostatê û nexweşîyên kezebê, jibo hemi awayêntendûristîyê, divê di hefteyekê de sê kulmên kakilên gûzan bên xwarin.Li gor tesbîtên zanistî di kesên gûzxwer de peydabûna nexweşîyan li gorgûznexweran % 50 kêmtire.

Page 48: Kurdish herb pharmacy - 2

8/10/2019 Kurdish herb pharmacy - 2

http://slidepdf.com/reader/full/kurdish-herb-pharmacy-2 48/67

Dermanxana xweristê - lotikxane.com R û pel 118

Hûn dikarin jibo xweştir û quwetirbûnê di her xurînîyê de kakilêngûzan bi hingiv, rêçal û dimsê ve bixwin. Naverojê û êvaran bi miûrîj(mewîj) û hejîran gelek xweş dibe. Lewre bab û babîran gotine:“ Kakilû mûrîj bi hevre xweş in ”

06/09/2008-

KULINDOKMANDRAGORA OFFICINARUM

K ulindok, reha adem, anjî giya mirov.Giyayek bi jehr e, belgên wê bi qurmî vene û keskêtarî ne. Dirêjiya belgan 20 -40cm, firehî 10-20cm û wek qevdanpêve zeliqîye.Kulilkên wê wek tacan,rengê wê binevşî ne û ber bi serî ve spîne. Feqîyê wê wek sêvên biçûk in. Berêkesk, paşê jî zerê tarî (pirteqali) an jî sordibin. Lê bêhnek pîs jê tê. Reha wê 50– 100 cm dirêj û 3-6 cm an jî fireh e.

Ji reha wê 1- 3 çiq jê diçin. Reha wê wekmirovan e. Yên nêr wek mêran, yên mê jî wek jinan e. Lewre navekî wê yê dinreha adem an jî giya mirov e. Lê li Hekarîya jêre dibêjin: Kulindok. Tirk jêre dibên kopek otû an jî adam otu. Li deverên vala, binê zinaran ûzevîyên neçandî de şîn tê.

Dîrok: Li ser Kulindokê di dîroka 6000 salan de,di hemi medenîyetên hatin û çûyîn de, bi hezarançîrok, çîrçîrok û çîrverok hatine gotin û îrojî têngotin. Di gelek medenîyetan de reha wê ya wekmirovan, wek pûtan didanîn mal û ibadetgehênxwe, li ber disekinîn , dua dikirin û jêre find(mûm) pêdixistin. Tê gotin ku niha jî pêxistinafindan di dêrên Xiristîyanan û turbeyênMusilmanan de ji wê toreyê tên. Di hemi deman

de wek êşbir û jibokuştinê wek jahrhatîye bikaranîn.Di destê sêhrbaz û hîlebazan de bûyemateryalê herî giranbaha û bi hêz, lewre dihemi olan de hem “ rehmanî hem jî şeytanî”tê pejirandin. Di incîl û tewratê de navê wêderbaz dibe.

Berhevkirin: Reha wê tivê di payîzê bêderxistin . Berê baş bê şûştin paşê li ber tavê

Page 49: Kurdish herb pharmacy - 2

8/10/2019 Kurdish herb pharmacy - 2

http://slidepdf.com/reader/full/kurdish-herb-pharmacy-2 49/67

Dermanxana xweristê - lotikxane.com R û pel 119

bê hişkirin. Ji berku reha wê mezine bê parçekirin dê zûtir hişbibe.

Têdayî: Maddeyên tê de. Skopolamin,Hzosczamin, Hyoseine, Alkolidên wek Atropin, Rûnên firok ( yên dibin gaz û difirin ) Seliloz Karbonhidrat.

Kêrhatî: Xwestekên cinsî ( seksî ) zêde dike. Westîyanê (betilînê) jiholê radike. Êşan dibire. Laş ditevizîne. Spazm serrast dike. Navhinavandibe ( virikî –ishal dike). Vereşandinê çêdike. Aramîyê çeêdike. Hekezêde bê standin mirovan dîn dike, an jî dikuje. Tê gotin ku kîdera mirovtêşe bilan bêşe, dema mirov wê devera rehê li cihê êşê bide, êşê dibire. Anku ser bêşe serê rehê, pişt bêşe, pişta rehê, pî bêşe pîyê rehê li cihêdêşe pesûn (bidin) êşê dibire. Ew jî xweşkirina rehê ya pisîkolojîk e.

Xebitandin: Ji ber ku zêde jehr têdane çaya wênayê çêkirin. Tentura wê jî , ji ber ku talûkamirinê têdane, em nabêjin. Reha hişkkirî bihêrin,10 mg rojê du caran ( pilek– qasê bikeve navtiliya beran û şahdê ) bêxin nav şûşek avê û wexwin. Jibo tiştên me li jor nivîsî hemiyan baş e.Lê divê zêdetir neyê standin . gelek tehlûke ye.ş

Her bixwe niha di warê tibî de dervayî dudermanan nayê bikaranîn. Bê goman ew reha wekmirovan ji şeş hezar salan virde tê xebitandin û bi hizaran çîrok li serhatine gotin.

Li gor qeneeta min ew bi kêrî gelek nexweşîyan tê. Lê mixa bin tib li serzêde ne rawestaye, an jî vedişêrin û kêrhatîyên wê nadin der. Em jî nedikarin tehlîla wê bikin, nejî dikarin tiştên tib ê gotî pêşdatir biçin.

29/08/2008 -------------------------

GULA ÇAVÊŞÊ KALENDURA ARVENSÎS

Gula çavêşê kulîlkek bînxweş, bejna wê 30-80 cm dirêj dibe. Rengên kulîlkên wê ji zerê vekirî , zerê tarî , heta sorê pirteqalî hene. Dinav nebatên Tib‟î de, cîhek xwe yê pir giringheye. Di bingehî de du cûreyên xwe hene, yaçolî (kûvî– bejî) û ya çandeyî (ya bi destan têçandin). Ya çolî pelên xwe û kulîlkên xwe ji yaçandî lewastir in. Lê têdayî û tesîrên xwe wekhev in. Li Kurdiştanê li çolan xwe bixwe şîntêt. Lê li Ewropa û welatên din baxçe û parkandixwemilîne. Jibo derman û firotinê, li nîkgulfiroşan tê firotin. Ji destpêka havînê hetapayîza direng, gulên wê her geş in. Mêşên

Page 50: Kurdish herb pharmacy - 2

8/10/2019 Kurdish herb pharmacy - 2

http://slidepdf.com/reader/full/kurdish-herb-pharmacy-2 50/67

Dermanxana xweristê - lotikxane.com R û pel 120

hingiv dilketîyê wê ne. Heke heta seet heftê spêdê kulîlka wê xwe venekir, tê wê manayê ku, wê baran bibarê. Lewre jî demên berê weknîşandeka baranê dihat bikar anîn. Hêjta jî jibo kesên rêncberîyê dikin, wê wezîfê dibîne.

Navekî wê yê Kurdî jî hemîşê bihar e, Tirk jêre dibêjin şandam çîçegî,anjî aynîsefa . Navekî wê jî nêrgiza Tib ê ye ( lê ne nêrgize). Pelên wê kumirov dikire, mirov dibê qey bi destê min ve zeliqî. Li hember penceşêrêû kûnêrên penceşêrê pir tê xebitandin. Lê Kurd piranî jibo çavêşên kutedawîya wan ji alîyê derve dibin dixebitînin. Lewre Kurd dibêjinê gula(kulîlka) çavêşê.

Berhevkirin û parastin: Divê gula çavêşê dema tav herî germ be biçiqanve bê berhevkirin. Di cîhek hênik de bê hişkkirin. Paşê hûn dişên(dikarin) wan bikin nav firaxên cam anjî nav tûrên caw (cil) û rakin. Hûndikarin kulîlk, çiq û qurm hemiyan bihevre bixebitînin.

Têdayî: Madde û mîneralên tê de Carotîn, Likopîn, Vîolaksantîn, Nelikopîn, Sitrosantîn, Flafohrm,Flavoksantîn,Hrintemaksatîn, Rûnên (dohn) eterîk, cûreyên recûnan,Helme, û asîtên fêqîyan.

Kêrhatî: Bêtekuzîyên regl, êşbir e, xwînê paqij dike, destavê (mîzê– îdrarê) rêkûpêk dike.Tansîyonê dadixê. Mîkroban dikûje. Sefradihavêje. Pêşîya penceşêrê (kanserê) digire. Êşa çavan, kulik û pirzikê li ser bedenê ji holê radike.

Nexweşî: 1- Bêtekuzîyên regl. 2- Têrnekirinên mêlakê (cerg -pişika reş)3- Kolik. 4- K rampên mexde . 5- Kulikên (ûlser) rûvîkan. 6-Penceşêramexde, malzaro (rehîm) û sing (qefes) 7-Nexwşîyên dil. 8- Warîz .9 –Edavên (kurmîbûn) rûvikên stûr. 10 - Nexweşîyên çavan yên wekxwînketina serçav, çîrtbûn, (zelx), tahrebirin ( ji ber tavê sotin) 11-Sotinên bedenê. 12 - Kûnêr. 13- Pirzik, kulik û birînên li ser bedenê.

Çayê: Jibo her kedehek avê, nîv kevcik gula çavêşê bêxin nav ava kelandîû wek çayê demkin û 10 deqan di demê de bihêlin, piparzinin û rojê sêcaran vexwin.

Şirûb: Jibo du kevçîyên xwarinê 400ml av bi hevre bikelînin, bila duseetan di dema xwe de bimîne. Paşê biparzinin, rojê 4 caran piştîxwarinê qedehek çayê jê vexwin.

Tentûr: Bi herdu lepên (kulm) xwe gula çavêşêhûrkin nav şûşekî, lîtreyek qanyak, an jî sîrkasêvan berdin ser. Derê wê bigirin û 14 rojan danin ber tavê, anjî cîhek germ. Carûbaran bişilqînin,paşê biparzinin û di cîhek hênik de biparêzin. Rojê3-5 caran 15-20 dilopan jê vexwin.

Page 51: Kurdish herb pharmacy - 2

8/10/2019 Kurdish herb pharmacy - 2

http://slidepdf.com/reader/full/kurdish-herb-pharmacy-2 51/67

Dermanxana xweristê - lotikxane.com R û pel 121

Melhem: 500 gr rûnê navhinavan anjî margarîn bikin firaxekê bila biqirije (bihele). Bi du lepan (kulm) gula çavêşê berdin nav heta qirçeqirç jê tê. Ku qirçe qirç jê hat, tevlihev kin û ji ser agir deynin. Heta rojadin di cîhek hênik de bisekinînin, dotira rojê dîsa bihelînin û diparzûnek cil de biparzinin, bêxin firaxan û danin sarincokê .

Banyo: Du lep gula çavêşê ya hûrkirî (ter an jî hişk) ji êvarî de têxin navdu lître avê û heta spêdê bila bimîne. Paşê bikelînin, biparzinin û bikinnav ava teştê û têde rûnên. Ku mezin be xwe têde dirêj kin.

Ava saf: (resen) Gula çavêşê ya ter (şil) baş bişon û bikin raburtamidbexê, an jî bi sîrkut hûrkin heta av pê dikeve. Ku av pê ket, hûndikarin li ser birîn, kaj, varêz û pirzikan xin.

Pelûk: Li gor dilê xwe gula çavêşê ya ter di mîkser an jî sîrkutê dehûrkinheta baş biherişe. Paşê jî deynin ser birîn, kûnêr û hwd û bi cilekê ve girêdin. 13/07/08

BOTAVHYPERÎCUM PERFORATUM

Botav gîyayek bi kulîlk e, jibo heywanan jahrlê jibo mirovan şifayê dibarîne. Gelek navên

wê yên din jî hene. Bi Kurdî wekBatovk, bahtov, sûrinc, nûjdar û hwd. Bi TirkîKantaron, kizilcirik, bînbîr delîk, koyunkiran. Bi navnetewî Hyperîcumtriquertîfolîum, St Johanis wort û hwd. Lidinê nêzîkî 70 cûreyên wê hene. Rengênkulîlkên wê zer, sor, û binevşî (mor) ketûmat jî spî ne.

Lê ya herî navdar û kêrdar ya kulîlk ser e. Di mehên tîrmeh heta êlûnêkulîlkan dide. Li ser lêvên rêyan, li zevîyan, ber devîyên daristanan, xwe

bi xwe şîn tê . Bejna wê 25- 60 cm bilind dibe. Gîyayek kulîlk zer ûpirçiqil e. Kulîlkên wê pênc belg e. Herçend çiqilê wê ji hev çudabin jî lêkulîlkên wê wek sîwankan ( şemşîye ) xwe dikin yek. Wek apartimanekglover û ji hemî alîyan ve eywan bikeve ser hev, delalîyekê nîşandidin. Dora kulîlkên wê bi pûrteke reş hatîye pêçan, organên wê yên nêrpir in. Dema mirov pelê wê bide ber ronahîyê wek şana mêşan kun, kunin. Jibo mirov neyê xapandin dema mirov pelek yên geheştî bigire destêxwe û bigivêşe, avek sor ji wê pela ser tê. Lewre li ba xiristîyanankulîlkek pîroz e.

Li gor xiristîyanan têkilîya wê ava sor û xwîna brînên Îsa Pêxenber bi

hev re heye. Ji kevnar de jibo derman tê bikar anîn. Hipokrates ûPelînus jibo êşên çav û brînan, Knîp jibo şobê, mexde û xwînçêkirinê

Page 52: Kurdish herb pharmacy - 2

8/10/2019 Kurdish herb pharmacy - 2

http://slidepdf.com/reader/full/kurdish-herb-pharmacy-2 52/67

Dermanxana xweristê - lotikxane.com R û pel 122

bikar tanîn. Li gelek cihan ji ber ku heywan dema dixwin pê binexweşîya xurê dikev in û yên reng spî pê jî dimirin, dibêjin: Jibomirovan jî jehre lewre bi kar naynin. Lê ji ber maddeyên hundirê wê û peydabûna nexweşîyên wek penceşêr, aîds, depresîon û hwd,lêkolîn li ser hatin kirin. Niha derket holê ku jibo depresîon û penceşêrê

dermanek herî başe. Herweha jibo aids ê jî tê bikar anîn. Berhevkirin û parastin: Botav hewceye dema bi kulîlk be û tavdijwar be bê berhevkirin da ku madde, mîneral û vîtamînên tê deşifadartir bin. Divê bi çiqan ve bê jêkirin û bi qevdan ( destik – gurz ) licihek sîber û hewadar bê hişkkirin, paşê bê hûrkirin û di nava firaxêngirtî de bê parastin.

Têdayî : Rûnên firek (yên dibin gaz û difirin) Carophylane, pînene,lîmênane, myrcene), cûreyên Flafon ( flavonoids, quercitrin, rutîn)Hîperein (hypericin, pseudohypericin) Karoten, Tanîn, Vitamîn C.

Kêrhatî: Jibo hemi awayên gilî û gazinên derve û hundur, yên jisîstema jîy, damar tên. 2-Jibo gişt êş û birînên zehmet vêketinê. 3- Jibo bêxewî û navhinavçûnê (virik – îshal ) 4- Jibo tirsê ûzimanlihevketinê, xwewargerînê,kirîzên hîsterî, binê xwe şilkirinê, jiboorganên zayendî ( cinsî–seksî ) pêşbikevin.

Nexweşî: 1-Depreszon 2- Penceşêra pişik,mêlak (kezeb), pistan (memik), mexde. 3-Mansal, Over, Servisk, Losemî. 5- Tîmorênmejî. 6 Stres. 7- Tirs, endîşe, bêhîvîtî û bêçareyî . 8- Kurmîbûn, varîs, bawesîr û ba (romatîzma).

Çayê: Jibo her qedehek avê, kevçîyek şîranîBotav ê bêxinê û bila bikele. Piştî kelî pêncdeqan devgirtî di demê de bihêlin, biparzininû rojê 3 caran qedehek çayê jê vexwin. Jiboxweşkirina nexweşîyên me li jor nivîsî dibealîkar.

Tentûr: Herdu destên xwe tijî botava hûrkiri bikin û têxin nav şûşêkîdev fireh. Şûşek Qanyak an jî Votka berdin ser û devê wê bigirin. 14rojan bila bisekine, lê car û baran bihejînin. Paşê biparzinin û bikinşûşek tarî û di cihek hûnîk de biparêzin. Dema hewce bû, rojê sê caran10 heta 15 dilopan têxin nav kevçîyek av û vexwin. Jibo gişk nexweşîyênme li jor gotî kêrhatî ye.

Dohn: Jibo her 250 gm dohnê zeytê, 100 gm kulîlkên botavê yênnûberkevkirî yan jî xişkkirî bikin nava firaxek cam, bi dervekirî 4 rojan li ber tavê bihêlin da ku heyvanê xwe bigirit (bimehît).Paşê 5 hefteyandevgirtî bihêlin. Lê car û baran bihejînin. Piştî 5 hefteyan, wî rûnêrengsorbûyî biparzinin, bikin nav şûşên tarî û di cihek ne pir germ deheta sê salan jî biparêzin. Wek melhem jibo hemi êş û birînên derva

Page 53: Kurdish herb pharmacy - 2

8/10/2019 Kurdish herb pharmacy - 2

http://slidepdf.com/reader/full/kurdish-herb-pharmacy-2 53/67

Dermanxana xweristê - lotikxane.com R û pel 123

bikarbînin. Wek ba, bawesîr û hwd. Herkesê ku dohnê Botavê di malêde hebit ne hewceye biçe doxtoran.

Têbînî: Hewceye kesên botavê dixebitînin gerek ji dozajê derbaz nekin.Dozaj: Çayê rojane 3-12 gm botava hişkkirî .Tentûr: 6 - 12 ml. Kesên

hertim digirin heke çermê wan spî be, divê li ber tavê pir nesekinin. Dibeku xav bibin (dewqa wan here– gêj bibin).

04/07/08------------------

SORÊ (PÎMPÎNELE ANÎSUM - ANASON)

Sorê gîyayek êşbir e. Li çolê şîn tê, belgên wêkesk, kulîlk spî ye. Belgên wê gurover, lê wekgurçikanin. Fêkîya wê biçûk e, wek girsikan e.Mezinahîya fêkî, dirêjî 6cm firehî jî 2 cm e.Rengên wan yan gewrê vekirî yan jî qahweyî ne.Gîyayek bêhneke wê ya xweser û tûj heye. Bejna wê 40 heta 70 cm bilind dibe. Nava qurmê wê vala, wek lûlan e. Di demên kevnar deSûmerîyan (ku beşek ji Hûrî û Gûtîyên ÇîyayênZagros in) bi xwe re biri bûn deştê. Misrîyan jî wek derman xebitandina wê ji Sûmerîyanfêrbûn û dera hukmê wan lê dermaz dibû belavkirin. Tê gotin ku welatê wê yê eslî Kurdistan e.Herçend Kurd wê ji çolê berhev dikin, lê miletêndin jibo dermançêkirin, xweşikahî û ticaretêdiçînin. Tê gotin 90 cûreyên wê hene.

Berhevkirin û paraztin : Sorê divê dema havîn û payîzan belg, tov(bizir) û fêkîya wê dema bigehe bê berhevkirin. Di sîberê de bê hişkkirinû di firaxên cam, anjî tûrên caw (cilik) de bê paraztin.

Têdayî ( Madde û mîneralên tê de) : Rûn (dohn) ên firek (yên dibingaz), Asitragol, îsoenthol, Anîse Eldehît, Anîse alkohol, P- methoxy,Pîpen, Lîmonen, Penehol, Ester, Nişasta, Musîlaj, Anethol. Û hwd.

Faydên wê: 1- Givirandinê (hezmê) sanahî (hêsan) dike. 2-Bê iştahîûdilbuhurîna (dilxelîna) li hember xwarinan ji holê radike. 3- Gazênmexde û rûvîkan jêdibe. 4- Mîzê zêde dike. 5- Vereşandinû navhinavçûyînê (virik- ishal) dibire. 6- Ketina kincan ( Qulipîna bincanê – liba jinan herikîna xwînê , adetên mehê carekê jin dibînin)tekûz dike ( lê divê di demên ketina kincan û dugîyan ( hamîle– bi zaro–avis) bûnê de neyê xebitandin). 7-Şîrê dayikê zêde dike. 8- Hêrsbûnêdadixe. 9-Êşên mîgren dibire.10 - Westana mejî ji holê radike û xewê

Page 54: Kurdish herb pharmacy - 2

8/10/2019 Kurdish herb pharmacy - 2

http://slidepdf.com/reader/full/kurdish-herb-pharmacy-2 54/67

Dermanxana xweristê - lotikxane.com R û pel 124

tîne. 11- Dil bi hêz dike. 12- Tevgera xwînê serrast dike. 13- Daxwazênzayendî (cinsî) zêde dike. 14- Gilî û gazindên ji astim, bêhnçikandin û bronşîtê, ji holê radike. 15- Li ba temenmezinan daketina pistan (memikan) radiwestîne . Dema zêde bê standin serêşê û tevizandinêçêdike .

Xebitandin: 1- Tib gelek dermanan jê çêdike. 2-Jibo tamxweşkirinêdikeve nava gelek xwarin, vexwarin, kade, tutik, paste, qurabîye û nan.3- Alkol: Her welatek li gor tama devê xwe tev li alkolan dike wekRakî (ereq), Ouzo , Permût û hwd. Li mintiqa Wanê û Hekarya dikin navmastê parzinî jêre dibêjinSoretan (soxetan) wek pêxwarinê dixwin.

Çayê: 1- Jibo her qedehek avê, du kevçîyên çayê tovê sorê bêxin nav û bikelînin, paşê biparzinin, jibo tamxweşkirinê hinek hingiv an jî şekir bêxin nav, rojê 3 caran du kevçîyên çayê bidin zarokan .

Çayê: 2- 30 gm pelên sorê bêxin nav lîtrek avê û bikelînin, paşê biparzinin û berî xwarinê 3 kevçîyên xwarinê jê vexwin.Çayê: 3 2 kevçî çayê tovê sorê û ewqas jî catir bikin nav qedehek avê û bikelînin. Paşê biparzinin û bi hingiv tamxweş bikin. Rojê sê carkevçîyek xwarinê jê vexwin.

Rûn: 150 gm rûnê zeytê, 50 gm sorê bêxin nav 0,5 lt av û bikelinin hetaava wê hemi dibe hilim û tenê rûn dimîne. Paşê wî rûnî bêxin firaxekê.Dema zaro diranê wan dêşe an jî ji ber derketina diranêşê dibîne, hemaserê tilîya xwe li wî rûnî xin û li dera diêşe xin. Hem wê zaro ji êşê xelas be, hem jî wê diran bi sanahî (hêsayî) derkeve.

Lêre serpêhatîyek li ser sorê hat bîramin. Dixwazim wê bi xwendevananre parvekim.

Li Cûlemêrgê Naîm hosta hebû, bixwemakînîstê elektirîkê bû. Lê herdem ereq vedixwar û serxweş bû. Rojekê hevalekî wî yê Cûlemêrgî ji malbata (ûcaxa)Mohdayan wî gazî dike firavînê. Li sersufrê ji derveyî xwarinên din soretan jîheye. Naîm Hosta jî cara ewile soretanêdibîne. Çawa hinek soretanê dixwe,ditamije, dinê re tama ereqê jê tê.

Îcar ji hevalê xwe dipirse ev çîye? Hevalê wî dibê:Soretan e, ji sorêçêdibe. Naîm Hosta ji ber ku Kurdî nizane, bi Tîrkî ji hevalê xwe redibêje: Êhhh be orûspî çocixî, sen bana dîyorsun ereqçî! Amaereqin ana madesinî kendîn yîyorsin. Sonra da dîyorsin ereqheram dir. ( Be hey kurê qahpikê, tu dibêji min ereqçî! Lê maka ereqêtu bixwe dixwi. Bi serda jî dibê ji ereq herame).

26/06/2008

Page 55: Kurdish herb pharmacy - 2

8/10/2019 Kurdish herb pharmacy - 2

http://slidepdf.com/reader/full/kurdish-herb-pharmacy-2 55/67

Dermanxana xweristê - lotikxane.com R û pel 125

BÊJAN (PÛJANG )ACHÎLLEA MILLEFOLIA

Bêjan giyayek bêar e. Du cûreyên wê hene,kulîlk spî û kulîlk zer. Di nava mêrgandirûngehan, cihên çêrê, bedenan, hema liher deverê şîn têt. Ji kevnar de di nava gel de jibo derman tê bikaranîn. Di Kurdî de çendnavên wê yên din jî hene. Wek: Pûjang,Bê wijan, Gulmêş, Gulikê mahran û hwd.Gîyayek wek navê xwe bê jan e. Ango; çi janan (êşan- arêşan) nade mirov, çi bandorên wê yên neyînî nînin.

Têdayî, made û mineralên tê de: Dohnên firek (dibin gaz), pînen, berneol, cineol, terpîneol, kaphor, thoyn. Şekirên glîkoz, sakaroz,manmîtol, tanen, phosfart, asîdên organîk, achillein, potasyum.

Xweserîyên taybetî: Tonîk û qebizê çêdike. Êşên malzaro ( rehîm) ûhêkên wê dadixe. Îştahê vedike û destavê çêtir diherikîne. Sefrê zêdedike. Di demên hukmemêrî– jinî (baliqbûn) de, kerbê (hêrsê - esebîyetê) dadixe û aramîyê dide. Di ketina kincan ( adet) de xwînê paqij dike,tevgêra wê serrast û tekûz dike. Kurmên di nava rûvîkan de dixe. Brînên bedenê yên ji derva dikewîne.

Nexweşî: Astim, spazmayên givirandinê (hezimkirin - sîndirim), rêyênavrêjê, nexweşîya ba (romatîzma), hêrsbûn, hemi awayên westanê(betlîn), sermagirtin, grîp, acizahîyên ji tevgêra xwînê, herneroid,nexweşîyên perdeyên lenf, zorpêketina, destava zarowan, rawestandinaxwînê (li ba jinan), emorît, edavên cerm, makoza, û nexweşîyên

zûhrewî.

Çayê: Du kevçîyênxwarinê kulîlkên bêjanê bavêjin nav0,5 l ava kelandî, bila seetekê didema xwe de bimîne, paşê biparzinin û rojê çar caran berîxwarinê qedehek çayê an jî fincanekqehwe jê vexwin.

Tentûr (derman): Dema dinyatavik be, gîya berhev bikin, hûrkin nav firaxek cam. Paşê heta diwerimekanyak an jî votka % 38-40 derece berdin ser , derê wê bigirin û 14 rojanli ber tavê bihêlin anjî li cihek germ biparzinin û rojê 3 caran 20-25dilopan berdin nav hinek avê û vexwin.

Page 56: Kurdish herb pharmacy - 2

8/10/2019 Kurdish herb pharmacy - 2

http://slidepdf.com/reader/full/kurdish-herb-pharmacy-2 56/67

Dermanxana xweristê - lotikxane.com R û pel 126

Melhem: Jibo 90 gm nîvişk ,15 gm kulîlkên bêjanên hûrkirî bihevresor kin , rojekê bila bisekine. Dotira rojê hinekî germ kin, biparzinin û bikin şûşek cam, danin sarincokê, li gor hewcedarîyê li ser brîn û cihênedavgirtî xin.

Serşok (banyo) : 100 gm bêjana hûrkirî ji êvarî de bixin nav ava sar, bila heta sibê bisekine. Paşê wê avê bikelînin, biparzinin û bikin navteşta şûştinê, anjî kuwêtê û têde rûnin. Jibo nexweşîyên malzarokê(rehîm) gelek başe.

Berhevkirin: Dema dinya tavik be, kulîilkên bêjanê bi çiqan ve berhevkin. Heke şil bin di sîberê de xişk bikin. Ku hişk bûn, hûrkin nav firaxek

16/06/08-

--------

RÛNAS ( GALIUM SPP ) Rûnas: Gîyayek di nav zevî, mêrg ûteraşên deverên heta bilindîya 2000– 2300 m de şîn têt. Bejna wê 60-150 cm bilin dibe. Gîyayek bêhnxweşlê tama wê hinekî tahlok û pêverişoke ( zeliqok). Sê cûreyên wê hene.Bandora hersêyan jî wek hev e. Dikevnar de Yewnan, Romayîyan,Medan û Asurîyan jibo dermanêncûrbecûr dixebitandin. Li hinekdeverên Îngilistanê jibo penîr tê bikaranîn. Di nav xelkê Îrlanda de lidewsa qehwê tê vexwarin. Mixabin evgîyayê bikêr û derman hatîye jibîrkirin. Lewre li gelek deverangundî dibêjin: Ew gîyayek bêkêr ûxusardar e. Di van salên dawî de ku

nexweşîya Penceşêrê zêde bûye, jibo tedawîya penceşêrê tê xebitandin. Ji nûvedîsan qedrê wê tê zanîn û di TIB ê de cihê xwe yê layioq digire.

Berhevkirin û hişk kirin: Hewceye yên belgkesk bên berhevkirin.(Baştirîn ewe ku mirov bike selikan, anjî tûrikên cil ji ber ku naylonhewa nastînin û madeyên di hundirê gîyayan de xirab dibin. Ev jibohemu awayên pincaran derbaz dibe) Bi qevdikên (destikên) zirav li ciheksîber û hewagir bên hilawistin (daliqandin). Piştî hişk bûn, hûrbikin ûhinekî din jî li ser cilekê raxin û paşê bikin nav firaqên ku devê wan bêgirtin. Bi vî awayî hûn dikarin dermanê xwe du salan biparêzin. Lê yaherî çêtir xebitandina gîyayê taze ye.

Page 57: Kurdish herb pharmacy - 2

8/10/2019 Kurdish herb pharmacy - 2

http://slidepdf.com/reader/full/kurdish-herb-pharmacy-2 57/67

Dermanxana xweristê - lotikxane.com R û pel 127

Kêrhatî û fayde: Jibo hemû cûreyên penceşêrê. 2- Jibo paqijkirinasîstema lenfan. Jibo paqijkirina xwîn, edava nava gurçik, mêlak, xalik (fatereşk), hizarpitik(pankires) û bermayên toksîka nava wan. Jibo nexweşîyên çerm, guatr ûtîmoran bandorek erênî dike.

Karanîn: 1- Çay ê, 2-ava saf 3- melhem . Çayê: Avê bikelînin, jibo her 150 ml avê 2 kevçîyên Rûnasa xişk an jî ter bavêjinê. 10 deqîqan di demê de bihêlin û paşê biparzinin û germe germ vexwin. An jî 2- kevçîyên Rûnasê bêxin nav 150 ml ava sar û 2- 4 seetandi demê de bihêlin, biparzinin û vexwin. An jî Rûnasê di avê de bikelînin, deh deqan bisekinin, paşê biparzinin û germegerm jibo guatrê rojê 4- 6 caran xelxele bikin. Hûn dikarin her carê qurtekê ji wê avaxelxelê vexwin.

Ava saf: Rûnasê di mîkser anjî sîrkûtê de biherişînin, bigivêşin û paşê hinek ji wê ava saf bikin nav ava normal û vexwin. Hûn dikarin wêava saf ji alîyê derva li ser çermê penceşêrbûyî û jibo guatirê li qirika xwe xin .

Melhem: 500 gr nîvişk (rûnê nehelandî yê, ji şîrçêdibe) bikin firaqekê, 4 kulmên Rûnasê bêxin navheta kef bidet, tîyve bidin (lihevxin). Ku kef da, jiser êgir hilînin û heta roja din bisekinînin. Dîsagerm bikin, biparzinin û bikin firaqan û disarincokê de biparêzin. Li ciyê penceşêra çerm,

guatr, û êşa hestîyên piştê xin. Her weha jibo qermîçûnkên rû jî başe.Jibo ravên (cihên derizî- kerî-kerî bûyî) piştî zayîna jinan melhem bandorek baş nîşan didet.

12/06/08

QESEL MEHMÛD“TEUCÎRUM CHAMAEDRYS”

Qesel mehmûd giyayek bejna wê 10– 40 cm bilindibe. Mehên hezîran û tîrmehê kulîlkan vedike.Pelên wê û fêkîya wê biçûke, dirûvê pela berûyêlêdixe. Lê pir hûrike. Ji ber ku pela wê wek pela berûyê ye, li hinek cîyan jêre dibêjin berûya erdê.Navê wê yê navnetewî Teucîrum Chamaedrys e.Tirk jê re dibên Kisa Mahmut an jî dalakotu. Jikevnar de jibo derman ji alîyê Hekîmên Loqman dedixat xebitandin. Niha ji alîyê Tibê derman jê tênçêkirin. Li Kurdistanê wek gîyayek çolî xwe bixweçêdibe. Kulîlkên wê peyazî (penbe) û peyazîyê vekirîû spî ne. Bêhnek xweş ji kulîlkên wê tê. Lewre

Page 58: Kurdish herb pharmacy - 2

8/10/2019 Kurdish herb pharmacy - 2

http://slidepdf.com/reader/full/kurdish-herb-pharmacy-2 58/67

Dermanxana xweristê - lotikxane.com R û pel 128

Ewropî jibo xweşîkahî, park û baxçên xwe pê dixemilînin.

Madde û mîneralên têde: Rûnên (dohn) firek, (yên dibin gaz ),madeyên taxl, Tamen, Glîkuzît, Sponîn Û hwd.

Kêrhatî: 1- Bedenê hêz dike. 2- Agir dadixe 3- Desttava zirav ( mîzê- îdrarê ) dide avêtin. Alîkarîya avêtina keviran dike. Sekinîna ketinakincan (Adet- herikîna xwînê ) diedilîne. Kuxukê dibire.

Li gor pirtûkên kevnar yên Luqman Hekîman, (wek Pirtûka Îbnî Sîna yaQanûn Fît Tib ku niha jî li gelek deverên dinyayê dersên Tibî tên dayîn)dibêje, jibo nexweşîyên mexde, şekir, penceşêrê, bawesîrê, zêdekirinahêza cinsî, qelewkirina zarowan, û jibo prostatê jî Qesel Mehmût dihat bikaranîn.

Berkevkirin: Qesel Mehmût hewceye bi çêqan ve bê berhevkirin û disîberê de li cihek têrheva bê daliqandin. Ku xişk bû, bikin nav firaqêncam, an jî di tûrikên cil de biparêzin. Li gor hewcedarîyê tê xebitandin.

Çayê: 2- kevçîyên şîranî kulîlkên QeselMehmût bikin firaxekê, 150 ml avê berdin ser û bikelînin. Ku kelîya ji seragir rakin û 10 deqan bila dema xwe de bimîne. Paşê bi parzinin bi hinek hingivtamxweş bikin û vexwin. Jibo her qedehek ava sar 2 kevçîyênxwarinê kulîlkên Qesel Mehmût bavênê û bila 4 seetan di wê avê de dema xwe bigirit. Paşê biparzinin û hêdî hêdî vexwin.

Melhem: 500 gm rûnê nîvişk an jî yê zeytê bikin firaxekê, 4 gep ( kulm)kulîlkên Qesel Mehmût bavênê û bi hevre sor bikin. Paşê ji ser êgirdeynin, bila rojekê bisekine . Paşê bihelînin û piparzinin, bikin firaxekêû têxin sarincokê, li gor hewcedarîyê bi xebitînin.

08/06/2008

Page 59: Kurdish herb pharmacy - 2

8/10/2019 Kurdish herb pharmacy - 2

http://slidepdf.com/reader/full/kurdish-herb-pharmacy-2 59/67

Dermanxana xweristê - lotikxane.com R û pel 129

Rêvas Reubarbarum / Rhababa

R êvas pincareke lê wek fêqîyan têxwarin. Hinek rêvasfiroş jêredibêjin “mûzên Kurdan”. Di mehanîsadê de, li cihên hinekî asê ûxîzikan de şîn tê. Kurdên me zêdexwarinan jê çê nakin (anjî nizaninçêkin). Tenê mixlawê çêdikin û jibo devterî(devşilkirinê) wek mûz û xiyarandiqeşêrin û dixwin. Temenê wê

hefteyeke. Piştî hefteyekê dibehît (pîr dibit) lewre wextê dayik ji zarokêxwe aciz dibe jêre dibê“ umrê te umrê rêvasê be” (umir kurt bi) .

Lî nîk me bi tenê nêrka wê ango rêvasa wê tê xwarin. Kurd ji belga wê redibêjin “ belgerû ” û kes naxwe. Her weha li çîya, ji alîyê xweristê deçêdibin lê kes naçîne. Lê Ewropî di baxçên xwe de diçînin û her weha jibo ticaretê baxçevanîya wê dikin. Bi pir awayî dixebitînin. Gelekcûreyên paste, kek, xwarin, rêçal, konposto, sîrke, kokteîl, derman ûheban jê çêdikin. Lê Ewropî rêvasa wê naxwin. Belgên wê dixwin û tiştan jê çêdikin. Ango tiştên em tavêjin ew bi sedan cûreyan bi kar tînin.Di pirtûkên dermanên Çînîyan de bi hizaran sal berî niha navê rêvasê

wek rhabarbar ( reha- jîya- damara barbaran) derbas dibe. Ji ber kuÇînîya dema Tîbetî û Moxilan êrîşî welatê wan dikirin bi xwe re biribûn.Lewra jî wan navê wê rhabarbar lê kiribûn. Rêvas di salên 1600 de têEwropa. Ingilîz di 1800î de wek dikak (sebze–zerzewat) di baxçên xwede hem jibo xwarinê, hem jî jibo xweşikahîyê dest bi çandinê kirin. 1900an de birin Amerîka bakur. Niha li welatên Ewropa wek Holanda,Belçîka, Almanya Îtalya, Ingiltere û hwd hem jibo ticaret, hem jî jiboxwarin û xweşikahîyê tên çandin.

Madeyên têde: Narium, kalium,

calcium, phosphot, asin, vîtamîn A- B1- B2 Naîcîn vîtamîn C.

Kêrhatî: Îştahê vedike. Bedenê bi hêzdike. Gazên mexde û rûvîkan ji holêradike. Rengê mîzê (îdrarê) zer dike. Jiboqebizê başe. Lê heke zêde bêxwarin navhinavan dibe (virikî dike).Lewre jinikên zaroyên berpistan (berşîr– yên şîrê dîya xwe dimijin) heyî divêkêm bixwin. An dê zarok pêzikêş û virikî bibe.

Page 60: Kurdish herb pharmacy - 2

8/10/2019 Kurdish herb pharmacy - 2

http://slidepdf.com/reader/full/kurdish-herb-pharmacy-2 60/67

Dermanxana xweristê - lotikxane.com R û pel 130

Rêçal: Mirov dikare rêçalên tevlihev ji rêvasan çêbike. Wek tûerd(çîlek) û rêvas. gêlas û rêvas, sêv û rêvas, mûz û rêvas, pirteqal û rêvas,kîvî û rêvas û hwd. Rêvasan spî bikin û hûr kin,hinek toza şekir pê werkin û şevekê di sarincokê de bihêlin. Qasî rêvas ewqas jî fêkîyên din bikin nav hev, hinek av û şekir berdin ser û bikelînin, ku tîr bû bikin

qetremîzan (qawanozan) û rakin. Xwarin:

Rêvaserûn: Rêvasan spî kin û hûr kin. Hinek rûn bêxin miqilkê(tawê). Rêvasan têde sor kin, ku rêvas nerm bûn biharatan bavênê ûhêkan bişkênin ser. Hûn dikarin kutilkentirş jî jê çêkin. Dewsakartolan, spanaq û mendê, hûn rêvasan bêxinê. Mirov dikare xweşavê jî jê çêke. Wek xweşavên hemi fêkîyan. Kek û paste: Rêvasan spî kin û li gor dilê xwe hûr kin nav avê. Qasî 15deqan bikelînin bila nerm bibin. Ku nerm bûn, ava wê biparzinînin û bila sar be. Paşê li gor dilê xwe wek hemi fêkîyan bêxin nav kekan ûpastan. Û noşîcan be!

Têbînî: Li Bajarê Hekarya û Wanê di nav xelkê de dibêjin: Dermanênexweşîya şekir e. Lê ez di lêgerînên xwe de lê rast n ehatim.

HEVÎZAR “BELGA BRÎNÊ “

PLANTAGO LANCEOLATA

Hevîzar, belga (pela) brînê, gîya dûpişk,gîyayek bêar e. Li her deverê şîn tê. Li devêrêyan, li ber lêvên cûyan, li nav çîmenan.Du cûreyên wê hene. Belg pehn û belg(pel) dirêj. Bandora herduwan jî wek hev e.Bandora wê ya antîbîotîk bi tibî hatiyetesbîtkirin. Bi gelenperî jibo organêngivirandinê (sîndirim sîstemî ) xwasma jibo belxem, kuxik, xenikok, astima kezebê, tuberkulozê (Jana zirav - werem) gelek

bikêrhatî ye. Çi giya û pincar (derveyîLûş-lîş ê) nikarin wek wê xwîna pişikê ûmexdepaqij bikin. Lewra divê kesên mexde ûpişik lewaz (zeîf ) û kesên her jar û lewazdimînin, wê bi kar neynin an jî kêm bi kar

bînin. Çi bandorên wê yên nerînî nînin. Pel, tov (bizir) û binka wê tê bikaranîn. Di kevnar de Çînîyan jibo weremê, Medan û Romayîyan jibo brînan û kuxukê, Eleksenderê Mezin jî jibo serêşê bikar tanî.Madeyên hundur: Mîneralên tahl, hesin, fosforîkasît, aucîbîn, kirêc, klorofîl, kukurt,labenzîm, saponîn ,madeyên çilm ( kilmîş ) , şekir, tanen, vîtamînên A ûC.

Page 61: Kurdish herb pharmacy - 2

8/10/2019 Kurdish herb pharmacy - 2

http://slidepdf.com/reader/full/kurdish-herb-pharmacy-2 61/67

Dermanxana xweristê - lotikxane.com R û pel 131

Kêrhatiyên wê : 1- Kuxuk, 2-Bronşît 3- Werem 4- Astim 5-Singêş 6 – Jibo enfeksîonên rêyên behndan û standinê 7- Jibo sermagirtinê 8- Hemû cureyên edavên ( kurmîbûn–iltihab ) hundur û derva. 9- Jibohemû cûre êşên sînîr (kezî –reh-damar ) 10- jibo hemî cureyên brînan11- Jibo nexwşîya mîznegirtinê. 12- Jibo pêvedana ( leqkirin-

gezkirin) moz, kermoz, zirketk, mêşa hingiv, kelmêş, tevnemêş(pîrevok) û hemi haşaratan. Jibo Bawesîr, qunêr, pirzik, teqînên navpêçîyan.

Bikaranîn: 1- Selete 2- çay 3-Givaştin 4- şirub – 5Tentûr. Selete : Qasê hev hewîzer , pûng,û gezing ( gezgezok )tevlihev bikin hinek xwê û lîmon li ser werkin. ( Lêtivê jibo şewinandina wê jê biçe . Hûn gezingê bikintûrek naylon hinek avê berdin ser û dinav ava naylonde biperixînin. ) û paşê bêxin nav seletê .

Çayê: Jibo her kulmek pel 100 ml av bikelînin, paşêpelan berdin nav, bila 10– 15 deqan dema xwe bigire,paşê vexwin. ( Li gor dilê xwe hûn dikarin hingiv an jîşekir bavênê) Şirûb: Hinek av bikelînin, belgan hûr kin û hinekhingiv berdin nav, bila seetekê bisekine, paşê biparzinînin û vexwin.Givaştin û pelûk: Jibo birînên derva û pirzikan û êşên sinir ( jîy -damar ) pelan hûr kin, bêxin nav şîrkuta darîn û biqutin heta dibe pelûk( pelûl). Hûn dixwazin ava wê bigivêşin û li ser brînê kin û hûn dixwazinpelûkê deynin ser û girêdin.

Tentûr: Jibo her 30 gr pel, 100 ml alkola 70% bêxin nav şûşekî, derê wê bigirin û li cihek ku tavê (roj ) nebîne 4-6 hefteyan bisekinînin, paşêrojê 3-5 caran 15 dilopan jê vexwin.Doşav (dims) : Jibo du kulmên belg hinek av,300 gr şekirê nobetê, 250gr hingivê kulîlkan. Pelên xwe bikin pelûk, hingiv, av û şekir bikin ser, liser agirê giran heta tîr dibît û renge wê tarî dibît her tevlihev bikin. Kurengê wê têr bû, hêjta sarnebûyî bêxin nav firaqan û di sarincokê (sarker – dolaba sarkirinê ) de biparêzin.

Herweha hûn dikarin belgan hişk bikin lê ne liber tavê, lê di sîberêde. Hinek wek belgên mêwan dolmikan jê çêdikin.

---------------------------

Page 62: Kurdish herb pharmacy - 2

8/10/2019 Kurdish herb pharmacy - 2

http://slidepdf.com/reader/full/kurdish-herb-pharmacy-2 62/67

Dermanxana xweristê - lotikxane.com R û pel 132

HÊRO ALCEA KURDICA

H êro kulîlkek bêar e. Li devê rêyan,li bedenan, li ber devê avan û hwd.hêşîn dibe. Bejna wê 100-200 cm bilind dibe. Di mehên hezîran,tîrmeh û tebaxê de xweristê rengîndike. Li dinê 20 an zêdetir cûreyên wê hene. Li Kurdistanê kêmanî 5-6cûre ne. Kulîlkên wê ji alîyê rengan ve sorê tarî, sorê vekirî, peyazî(penbe) yê vekirî , peyazîyê tarî , binevşî ( mor) yê tarî , binevşîyê

vekirî û spî ne. Bizin û mêşên hingivzehf jê hez dikin.

Navê wê yê zanistî Alcea Kurdica ye. Lê Tirkan ev navê ulmî dera hikmê wan lê dibe, ji tirsa ku Kurd pêve heye qedexe kirine. Derveyî navê Hêro yê navneteweyî, navên 80 kulîlk, gul, gîya, pincar û darên ku Kurd,Kurdistan û Kardoxe, hemi ji alîyê Tirkan ve hatine qedexekirin. Tirk jêre dibêjin: Hatimî gulu. Ew jîji Yewnanan dizîne. Di kevnar de Çînî,Romayî, Yewnanî, Misrî û Mezopotamîyan jibo derman, boyax, şekirokû xwarinê bi kar tanîn. Tê gotin ku Hêro maka şekirokan e (bonbons). Alimên Romayî digotin:Kesê ku Hêroyê bixwe nexweşî jê dûrdikeve . Lê di dirêja hîya demê de ew jî wek gelek gîyayên kêrhatî hat jibîrkirin. Niha hinekî di tibê de tê bikaranîn, xasma şîrêza wê jibopêvezeliqîna derman tê xebitandin û jibo xweşikahîhinek kes di baxçênxwe de diçînin.

Madde û Mîneralên tê de: Mûsûlaj, Nîşasta, Sakaroz, Glaktoz, pektîn,Dohn (rûn), Tanen û Asparagîn. (Liborin, em navên van madde ûmîneralanên Kurdî nizanin )

Jibo nexweşîyên: 1-Bronşît 2- Grîb, 3-Persîf (şobe) 4- Edavên (kul û birîn) nava dev, qirik û goştê diranan. 5- Edav, xwîn û êşên ( qolincên ) jirûvik, gulçîsk (gurçik), mexde. 6 - Kul û birînên li ser bedenê. 7- Mîzêpak dike. 8- Sîngê nerm dike û belxemê derdixe 9-Jibo nexweşîyasedefê, baş e.

Berhevkirin, û xebitandin: 1- Pel. 2- Kulîlk 3- Qurm (dar). Dema pelû kulîlkên Hêroyê hêjta geş nebûne ( venebûne- ber bi vebûnê) bên berkevkirin. Lê Qurmê wê payîzê tê berkevkirin û hewceye bi kêmanî du salî be. Kulîlk, pel ûdar siberê de tên xişkirin û dara wê tê hêran.

Page 63: Kurdish herb pharmacy - 2

8/10/2019 Kurdish herb pharmacy - 2

http://slidepdf.com/reader/full/kurdish-herb-pharmacy-2 63/67

Dermanxana xweristê - lotikxane.com R û pel 133

Derman: Jibo edavên gurçik ûrûvikan: 10 gr hêro (bizir be hêj baştire) bêxin nav 100 gr hingiv û bixwin. An jî jibo recifîna adaleyan û bêhêzîyê rojê 3 caran 2 gr hêro bikin

nav hinek hingiv û bixwin.Şîrûb: Jibo birînên dev : 100 mg sîrke10 gr hêroya hêrandî bêxin nav beroşekê bikelînin û xerxere bikin.

Çayê: jibo rêyên avrêjê (mîz), kuxuk,nermkirina sîng û avêtina belxemê, 100ml ava kelî, 10 gr pel, kulîlk an jî qurmêhêrayî bêxinê, li ser agirek kêm 5 deqan bikelînin, 10 deqan di demê de bihêlinû vexwin. An jî 3 pil (qasê ku dikeve nav tiliyaşahadê û beran) kulîlka hêro, nîv pil

nêrgiz, hinek renda tûvilê (qaşilê) pirteqalên di avê de, 10 deqan bikelînin û biparzinînin, hinek şîr û şekir bêxin nav û piştî xwarinêqedehekê vexwin.

Melhem: Hinek hêroya hêrandî bêxin nav sîrkê. Jibo kulikên beden ûpêvedana mêş, pêşû û haşaretên din li bedana xwe xin. Jibo sotinan, werimînan, qunêr, kul û birînên bedenê, hinek hêroya hêrandî bêxin navdohnê zeytê û wek melhem rojê du caran li ser xin.

Hêrorûn: Qurmên hêroya ter hûr kin û bikelînin. Paşê di nav nîvişk tesor bikin û hêkan bişkênin ser. Hûn dikarin jibo tam xweşkirinê kulîlk û belgên hêroyê bêxin nav birincê, dagirtina balindeyên kolkan û navdagirtina perasûyan (parsû)

Şîrêz (zemq): Qurmê hêroyê di nava beroşek avê de bikelînin. Heta wek şerbetê tîr û zeliqok dibe û ji ser agir rakin. Ku hûn wê şîrêzê li serzemînên xanîyên ax xin, hûnê ji tozê û herîyê bifilitin. Her weha hûn wêşîrêzê li gor dilê xwe dikarin bikar bînin.

-------------------------------------

Page 64: Kurdish herb pharmacy - 2

8/10/2019 Kurdish herb pharmacy - 2

http://slidepdf.com/reader/full/kurdish-herb-pharmacy-2 64/67

Dermanxana xweristê - lotikxane.com R û pel 134

KARÎ

KARDU (ARUM SPP ) ARUM MAKULATUM

Karî giyayek bi jehr e. Binkê wê wek patata ye, pelên wê keskê tarî, kulîlkên wê sor û binevşî ne. Di nêrkawê de fêqîyek wekmorîkên sor çêdibe. Bejna wê 25- 50 cm bilind dibe . Di gelek dermanan de, tê bikaranîn. Xav (nekelandî ) nayê xwarin. Lêku hişk bû, an jî hat kelandin jehra wênamîne. Di nav savar, birinc û xwarinêndew de tê xebitandin.

Madeyên têde: Akolîde, aronîn, konisîn,sponîn, nişadir (nişasta), madeyên bi dohn(rûn) û şîrêz ( zemq)

Kêrhatî : Agir kêm dike (dixe), xwuhdanêderdixe, laş (beden) rehet dike, rehên (jîy -

damar ) laş hişyar dike (dibizivîne).

Bikaranîn: Jibo bawesîr, kuxik, ta, kevir û xîz (qûm) ên nava kîskêmîzê û gulçîsk

(gurçik) an, jibo tirşbûn û êşa mexde û mêlakê (cerg- kezeb), jiboQebizbûnê û nexweşîyên pisîkolojîk, depresion û bêtebetbûnê (sinir),derman jê tên çêkirin.

Xwe bi xwe bikaranîn: Ji reha wê bi qasî libek genimok ( garisê stenbolî-garisê misrî –gilgil -genimşamî ) tê herişandin û bi tasek avê re tê vexwarin. An jî, bi kevçîyek şîranî rehên wê bê qutan (herşandin) di nav300 gr ava sar de 8 seetan bê sekinan din. Paşê bê parzinandin. Rojê sêcaran piştî xwarinê fincanek qehwê jê bê vexwarin. An jî, ji wê rehaherişandî danin ser cihên êşa mexde, rûvîkan û cihên peçiftî (werimî) . An jî, ji wê reha herişandî 1/10 îspîrto tev bikin û li cihê bawî û qûnêrêxin.

Lê divê ji qirarê (dozajê) zêdetir neyê xebitandin. Ku hat xebitandin wê bibe sedemê mexdeborînê, vereşandin, gêjbûn, serêş û navhinavçûyînê(virikbûnê).

-----------------------

X wendevanên birêz! Berî niha bi heyamekê me di Lotikxanê de di binsernivîsa PiNCARÇIN de navên hinek pincaran weşandibû. Herweha megotibû li gor derfetan emê li ser wan hebo, hebo binivîsin. Vaye emgotina xwe bi cî tînin û di bin navê DERMANXANA XWERISTÊ de wek

Page 65: Kurdish herb pharmacy - 2

8/10/2019 Kurdish herb pharmacy - 2

http://slidepdf.com/reader/full/kurdish-herb-pharmacy-2 65/67

Dermanxana xweristê - lotikxane.com R û pel 135

rêze nivîsên li ser pincar û gîyayên derman radigehînin wexwendevanan. Di van rêze nivîsan de, emê dîmen û agahdarîyên li serpincar wek: Li kîderê şîn tê, çi wext şîn tê, çi xwarin jê çêdibin, madde ûmîneralên di hundurê wan de çine, ji kîjan nexweşîyan re dermanin,mirov wê wan dermanan çawa û çiqas bi kar bîne, çayê, tentûr, melhem

û şirûba wan çawa çêdibe, mirov dikare çawa biparêze û hwd. weagahdar bikin. Heke di vê xebatê de em bişên bibin alîkarvanê we ûxizmetek biçûk ji bo miletê xwe bikin, emê pê dilxweş bin.

Ma em ci bibêjin. Pêşkêşkirin ji me pêkanîn ji we. Lêre ji nişka vaserpêhatîyek hat bîra min.

Dema ez nû çûbûm Almanya, devera ez lê dimam nêzîkî Logerîcha bajarê Kolnê bû . Mîr Cimşît Bedirxan (Kurê Mîr Celadet Bedirxan) jî dinexweşxana Longerîchê de serokê doxtoran bû. Kêyfa me gelek ji hevredihat. Ji ber ku malbata wî li Berlîn bû. Ew bi tena serê xwe li Koln dima.Lewre dema ku vala dima li kusîya ( vw ) xwe suwar dibû û dihatserdana min.

Carekê ez bi nexwşîya xirab ketim. Ez çûm nîk Mîr Cimşît Bedirxan,min rewşa xwe jêre got . Wî derzîyek li min xist û got: Qet netirsepismam, tiştek nabe. “ Kutan ji te, xweşkirin ji min”.

Vêcar ev jî mesela dermanên me û xwendevanan e . Bi avnehîyaDermanxana Xweristê, hûnê ûmrekî dirêj û lotikên şidîyayî bavêjin. Hema bixwin,vexwin û lêxin. Ez bi vê wesîla DermanxanaXweristê Dr Mîr Cimşît Bedirxan bi bîr tînim. Bila gorbihuşt be.

Lûş -Allîûm Ûrsînûm

Me berî çend rojan di nivîsa Pancarçin de navênhinek pincaran dabû û me gotibû li gor destkevtîyanemê li ser wan hebo hebo binivîsin û ragihînin

xwendevanên Lotikxanê.Lûş an jî Lûşî – Lûşe Lîş .Hem pincare, hem jî dermanek nestêle (bêhempa) ye. Li cihên 1700 m bilinttir şîn tê. Bejna wê 40 cme. Bêhna wê wek ya sîrê ye. Hemi maddeyên di navsîrê de hene di nav Lûşî de jî hene. Lê Lûş ji sîrêhem bihêztir, hem jî bikêrhatîtir e. Belgên wê pahn

û dirêjin. Nêrka nava wê wek ya pîvazê ye. Herweha gopika (paxuxe) wê jî wek ya pîvazê ye. Di nav keskatîyan de yek ji ewên mizgînîya biharêdide Lûş e. Di mehên nîsan û gulanê de belgên (pel) wê tên çinîn.. Têgotin ku dema hirç ji xewa zivistanê radibe, ji kuna xwe derdikeve, ji boku reh (damarên) wê vebin û xwîna dîlê wê baş tevgêrê bike, berê li Lûşê

digere û dixut.

Page 66: Kurdish herb pharmacy - 2

8/10/2019 Kurdish herb pharmacy - 2

http://slidepdf.com/reader/full/kurdish-herb-pharmacy-2 66/67

Dermanxana xweristê - lotikxane.com R û pel 136

Alman ji Lûşê re dibêjin Barlauch. Tirk jî dibêjinê Ayi sarimsaxi.Kêrhatinên wê: 1- Ji bo çermê mirov civan bimîne.2- Ji bo pirzikan3- Ji bo hiş (zêhn ) vekirinê.4- Ji bo sîstema givirînê ( sîndirm) .

5- Ji bo kurm havêtinê û rûvî paqijkirinê.6- Ji bo nexweşîyên kalemêran, ku ji bêbizavî (bê hereketî) peydadibin. Wek : Hişkbûna damaran, hêdîlêxistina dil, dewqçûn, bêxewî ûserêş ê.7- Ji bo kuxikên kronîk û zehmetîyên danûstandinên bêhnê.8- ji bo nermkirin û dawîanîna belxema sersingê.9- Ji bo pişikê.10- Ji bo gurçik û paqijkirina rêyên destavxweşkirinê.11- Ji bo navhinavçûyîna (virk) kronîk bisekine. 12- Ji bo baştir xebitîna dil.13- Ji bo mad.14- Ji bo îştahvekirinê, ji bo ba (romatîzma ) û hwd. Bikaranîn: 1- Jêçêkirina xwarinan. 2- Tentûr.3- Şirûb .

1- Bi gezing (gezgezok ) spanak, alo û pincarênmixlê jê çêdibin re çêkirina mixlê.

2- Wek sos: 100 gr Lûş 50 gr kakilê gûzan, bindek, an jî fitik, du kevçîyên dohnê zeytê û hinek penîrêqeşer an jî penîrek din. Hemîyan di mîkserê de bihêrin, li ser meqerne, an jî li ber goşt û mirîşkan wek sos û pêxwarin bi kar bînin. Herweha mirovdikare wê sosê li ser nanê nîvişkirî bide. 3- Wek: Bexdenozê hûr bike, li seletan û hemixwerinan werke.

4- Birinc, savar û xwarinên ji dew çêdibin jê çêke.Lê divê ji bo ku mîneralên hidurê wê berze nebin, berî xwarinê bipêje, paşê bêxê nav xwarinê û kelekdin bidê. 5- Bêxe nav seleta mast (cacix).

Tentûr - derman: Belgên wê bikin nava şûşên avê, lê nedewisînin.Tûjî ser qanyaxek bi qalîte bikin û derê wê bigirin. 14 rojan danin bertavê (roj ) an jî cihek germ. Car û baran bişilqînin. Pîştî 14 rojan biparzinînin û 10-12 dilopan berdin nav hinek avê, rojê 4 caran vexwin.Ji bo hemi nexweşîyên me li jor nivisîn derman e. 6- Şirûb : Kulmek belgên Lûşê bêxin navberoşekê, du şûşên avê yaşeraba spî berdin ser û bikelînin, paşê bipazinin . Jibo tam xweşkirinê,hinek hingiv an jî rêçalê pê dakin û vexwun.Paraztin: Hûn dikarin Lûşê hişk bikin, lê wê demê piranîya mineralênnava xwe winda dike. Hûn dikarin bikin kîsan û bêxin cemedxanê.Herku hûn hewce bin têra xwe jê derxin.

Bijîşkê Swîsrî yê li dinyayê bi nav û deng Herbalist Konzle, di derheqaLûşê de weha dibêje: Lûş tevahîya bedenê paqij dike. Madeyên qirêj yên bi inat tavêje der. Xwînek temîz û bi sihet çêdike. Madeyên jehrî dikuje û

Page 67: Kurdish herb pharmacy - 2

8/10/2019 Kurdish herb pharmacy - 2

http://slidepdf.com/reader/full/kurdish-herb-pharmacy-2 67/67

tavêje der. Li ser rûyê erdê çi gîyaû pincar wek Lûşê nikarin bandorekerînî li ser mexde (mad ) rûvik û paqijkirina xwînê bikin. Xortên Lûşê bixwin wê wek keprek (çardax) ji gulan geş bibin û wê wek qozek –gûzek dara hevristê (çam) ya li bin tavê zexim bibe.

Vêca gelî Kurdan! Heta ji we tê Lûşê bixwin. Li nav baxçên xwe û balkonan biçînin belkî şîn bêt. Heke şîn hat hema bixwe, vexwe, lêxe ûlotikan bavêje. Heke şîn nehat hûn û talihê xwe.