Zarok>>> fêkiyê malê ne! · 2015-12-14 · helbesta kurdî. Ber bi werzê hezkirinê ve Sozdar...
Transcript of Zarok>>> fêkiyê malê ne! · 2015-12-14 · helbesta kurdî. Ber bi werzê hezkirinê ve Sozdar...
Hejimar '43' Çirîya Paşî 2015
Derhêner
Xorşîd Şûzî
Sernivîser
Ebdulbaqî Huseynî
Ji mêj ve, dayik û bavên me digotin: Zarok fêkiyê malê ne. Ji lewra jî her çendîn ew ji ber kiryarên me hêrs dibûn jî, lê dawî û di çavên wan de, em xweştirîn fêkî bûn.
Belê û bi min ev tête wateya ku zarok bê guneh in, bê sedem nagirîn, ne bê cir in, divê mirov wan neêşîne hwd.
Miletên xwedan şaristanî, paşeroja xwe û welatên xwe di zarokan de dibînin... Dêmek zarok tovê paşerojê ne... Ji lewra ew xwe pir bi avakirina giyanê zarokên saxlem ve mijûl dikin... Ev berevajî miletên paşketî ku avakirina eywan û serayan li ba wan ji her tiştî pêwîstir e.
Her sal û di 20 ê mijdarê de, gelek dewlet roja cîhanî ya zarokan
pîroz dikin.., pir dibistan, bexçeyên zarokan û dezgehên fermî, saziyên sivîl..., bi germî pêşwaziya ev ê rojê dikin.
Bê guman pir ji dewletên cîhanê û ji bo bi xêr hatina vê rojê, pir ahengan li dar dixin... lê piraniya caran mirov li rasta diyardeyên cêwaz û balkêş tê.... Ma ne balkêşe ku di roja şahiya zarokan de, zarok û mafên wan yê rewa tête jibîr kirin, yan piştguh kirin.
Hêjayî gotinê ye, ku ev roj jî her sal li pir şarên kurdan jî tête pîroz kirin. Zarok bi cil û bergên rengîn, bi cilên folklorî xwe serfiraz dibînin.... gelek sirûd û helbestan jî dixwînin û weha balê dikşînin ser xwe... a hhhhha em vane... em hene.... em paşeroja we ne.
Tevî hemî kêmasiyan ev derfeteke giran buha ye, divê ne bi tenê
zarok lê em tev û bi yek destî û dilî, wê bo paşeroja xwe bixebitin...!.
Û dawî min divê çend xalên girîng bînim zimên.
1* Alanê kurd..., ku roj bi roj û bi hezaran yên hevtemenê wî koçber dibin û di nav pêlên deryayên bê binî de jiyana xwe ji dest didin... li rasta nervînên reş û tarî dibin... Gelo ma êdî ji bûyerên weha dil tezîn re ne bes e...?
Kurd çawa dikarin wê diyardeya xemgîn ku alavên ragihandina
cîhanê bi gişt di derbarê de axivîn û li hember bê deng û reng
nemabûn... belê kurd çawa dikarin wê tiracîdiyayê ji bo zarokên
xwe yên mayî bixebitînin...?
2* Karesata Halapçayê, qirkirina êzdiyên kurd ..Genosida
Şengalê...ku careke din, goriyên mezin zarok in..., piraniya caran
eger ew nêyên kuştin... dê û bavên wan tên kuştin û weha ew
sêwî, belengaz û bê kes û kûs dimînin.
3* Li metropolên welatên Tirkan û Ereban..., pir zarok û da ku
alîkariya malbatên xwe yên hejar bikin dixebitin..., piraniya van
zarokan dîsan kurd in.
4 * piraniya zarokên ku ji bo debara jiyanê dixebitin ....…. Rûpel (2)
Mizgîn Hesko
Zarok>>> fêkiyê malê ne!
Nivîsara Destpêkê Sozdar Mîdî (E. Xelîl)
(1)
Felsefeya me Felsefeya me Felsefeya me Felsefeya me
ya ronahî ya ronahî ya ronahî ya ronahî
nasname ya me ye!nasname ya me ye!nasname ya me ye!nasname ya me ye! Dagîrkeran ne bes welatê me ji dest me girtine, û sermiyanên me
bidest xwe xistine, lê bi serda jî kultura me kavilkirin, kesayetiya me ya netewî pîskirine, destên xwe dirêjî kok û binyada me kirine, em ji komnifșê mirovatiyê avêtne, em xistine nav komnifșê cin û pêriyên kole, ola me ya netewî kirine ola șeytanan, ji bo çi? Ji bo ku me ji nasnameya me ya netewî rûtbikin, me bikin kopiyek ji netewên xwe.
Bi rastî pirojeya dagîkeran biserketiye, wa binêrin, bîrewariya me ya netewî valabûye, em bavpîrên xwe ên ku li hember êrîșvanên Ereb berxwedan ji gawiran dijmêrin, em dibînin ku dagîrkirina welatê me xilate, kuștina bavpîrên me șanaziye, dîlkirina dapîrên me rûmete, firoștina wan li bazarên koleyan serbilindiye, bi serda jî êrișvanê dagîrker li be me ciyê rêzê ne, em wan spasdikin ku
em li rêya xwedanasiyê siwarkirin, em navên wan bi tolêransî tînin ziman û dibêjin: Xweda ji wan razî be!
Hin caran me li tenișt wan li dijî Kurdên Êzdî șerdikir, tevî ku evan
Kurdan ji ber ola me ya Yezdanî da bi cangorî șerkirin, û gelek bêtar bi sere wan da hatin.
Gelo, ma eva ne bêtare? Ma ne bêtare ku em ta va asteyê ji nasnamey xwe werin bidûrxistin? Ma ne bêtare ku kesayetiya me ta va asteyê were raholkirin? Ma ne bêtare ku sinciyên koleyan ta va asteyê di me da werin bicihkirin? Ma ne bêtare ku çanda revê ta va asteyê li me were siwarkirin? Ma ne bêtare ku em rêzê dagîrkerên ku rûmeta dapîr û bavpîrên me pîskirinî bigrin?
Eva ne tenê bêtare, eva bi serda jî bextereșiyeka susretaye û dîvê were bidawîkirin, dîvê em vegerin ser kulturê xwe ya kevin, vegerin kûraniya Yezdaniyê û Zedeștiyê, vegerin felsefe ya ronahi
yê, têgehên wê ên payebilind, bîr û bawerên wê ên mirovatî, nêrînê wê ya șaristanî, bese reșaniyên dagîrkeran.
Gelên ku bi çandên dagîrkeran dijîn ê qet rizgar nebin.
Rastî eve. Û çi dibe bila bibe, dîvê Kurdistan rizgar bibe!
(2)
Kîndarîya Kurd li ser Kurd! Dema min dîroka me dipeland, ez li hember kîndariyê kurd li ser
kurd șatmat dimam, min digot: Gelo, dibe ku ev kîndarî bibe
sedema têkçûna Imperetoriya Medan di dest Farisan da sala 550
b.z? Dibe ku bihêle hin êlên kurdan bibin hevalbendên dagîr
kerên Kurdistanê û li dijî kurdan șer bikin, gondên kurdan
talankin? Dibe bihêle șoreșgerê kurd bi destên kurdekî kîndar
were kuștin an were hispartinî dagîrkeran? ....…. Rûpel (2)
2
ji weşanên Hevbenda Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî // hejimar " 43 " // Çirîya Paşî 2015
2 NNNNEEEERRRRÎNNNN
Nivîsara Destpêkê gelek caran li rasta komên mafyayê dibin,,fêrî madeyên hişbir dibin û ji bo
karên ne rewa êdî ew kom wan bikar tînin.
5* Li welatên bindest mîna Kurdistanê, zarok di rewşên metirsî de dijîn û
mezin dibin..., gelek caran jî îdeologiyên heyî, wan dide ber himbêza xwe û
êdî hişên wan ji rê tête birîn û derketin.
6* Sêdarkirina zarokan..., hîn li Îranê û hin welatên din ber dewam e!
7* Pejirandina regezekê li himberî regezê din..., giyanê zaroktiyê ji hev dixe û
mixabin ev li ba me kurdan, diyardeyeke rojane ye.
8* Zewaca zarokan û bi taybetî zewaca keçan..., revandin..., heyrandin...,
berdêlî..., ku ev adetên xirab hîn li hin deverên kurdan hene.
9* Tend û tûjî li dijî zarokan..., destdirêjiya sêksî ku li wan dibe.
Belê pir xalên din jî hene û hîn em dibêjin: roja zarokan û di roja zarokan de..,
zarok hîn bê nan dijîn û ez bi xwe nizanim çima..!?
Hîn ew ji mafên xwe yên sereke bê par in.. xwarin, vexwarin û xwendin.
Helbestvana kurd Mizgîn Hesko û piştî belavkirin û çapkirina pênc berhemên giranbuha, xuro kurdî:
1. Tîpên evînê - çapxana Bafet - adara 2007.
2. Asoyekî tijî Enedko - weşanên Han - tîrmeha 2008.
3. Di nav henasên kovanan de - weşanên Han - 2010.
4. Li ber pala welatekî birîndar diherikîm - weşanên Han - 2012.
5. Ristek Lale - weşanên Han - 2013.
Helbestvan Mizgîn êdî bi berhemeke nuh, tête pêşberî xwênerên helbesta kurdî.
Ber bi werzê hezkirinê ve
Sozdar Mîdî (E. Xelîl) Lê piștî rûxandina rêjîma fașî li Iraqê û pirsgiraka
Surî, ez pê hay bûm ta kîjan pileyê kîndariyê kurd li
ser kurd sawdare! Bêtaran bi serên kurdan da
dirijîne! Nahêle kurd biyekbin! navî kurdan di cîhanê
da pîsdike! Têkoșînê kurda ji bo azadiyê kavildike!
Dibêjin zanyar û stêrnasê Firensî Laplas (1827 m)
gotibû:
Ka cihekî li asmana bi mindin, ezê zemînê ji wera
bihejînim.
Ez jî dibêjim: Ka dermanekî ji kîndariyê kurd ra bi
mindin, ezê sozî damezirandinê Dewletê Kurdistanê
bi wedim.
Berhema nû
(helbest)
Ji weşanên Soran - mijdara 2015.
Tabloya berg: Luqman Ehmed.
Pirtûk ji 84 rûpelan pêk tê û di nav de 20 helbest cî digirin....
ji helbestan jî: nasnameya evînê.
Ji bo bidestxistina berhemê hûn dikarin têkilîyê ligel van herdû êmaîlan bikin..
ji weşanên Hevbenda Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî // hejimar " 43 " // Çirîya Paşî 2015
3 NNNNEEEERRRRÎNNNN
Boniye Cegerxwîn
Nivîsên bi zimanê Kurdî Nivîsên bi zimanê Kurdî Nivîsên bi zimanê Kurdî Nivîsên bi zimanê Kurdî pir kêm têne xwendinpir kêm têne xwendinpir kêm têne xwendinpir kêm têne xwendin Bi sala ye ku daxwaza xwendin û nivîsandina bi zimanê dayikê,
herwiha daxwaza hebûn û azadkirina zimanê kurdî, di gel çand û
hunera wê ye.
Ji giringtirîn daxwazên rêxistinên me li Kurdistan a Sûriyê bû, bi
salay e em bi zimanê Erebî perwerde dibin, kultûr û çanda gelê
Ereb pêşve dibin, pirtûk û lêkolînên xwe bi zimanê biyaniya
amade dikin, ev tev dibe bi mehana kû zimanê me qedexe ye, û
alavên alîkariyê ji bo nivîsandina bi Kurdî kêmin, lê gava derfet
jî, ji mere çê dibe dîsa em zimanê xwe bi kar naynin, em bi
zimanê Erebî bêhtir azad û serbestin.
Ne xeme em tev dizanin ku gelê Kurd ji sala ye ku bindeste û ji
hemû mafên xwe yê mirovahiyê bê par maye, lê nabe jî ku em
destê xwe bidin ber ruyê xwe û bipûjinin, herdem bêjin ku
zimanê me qedexe ye, çima!? Ji ber ku her kes kare li mala xwe,
xwe fêrî nivîsandina zimanê Kurdî bike, û her kes jî kare pirtûkan
hêdî hêdî bixwîne, êdî di pêşerojê de bi rihetî wê karib e xwe
pêşve bibe û xweş bixwîn e, bi vî awî wê zimanê xwe bi kar bîne
û jêre bibe zimanê sereke di xwendin û nivîsandinê de, li welatê
derve gava mirhov penaber dibe, wê kate divê mirov fêrî zimanê
wan bibe, biçe dibistanên wan, da ku karibe alîkariya diravî ji
wan wergir e, bê gumane êdî herkes fêrî zimanê wî welatê dibe,
em tev yên li dervey welat di wê pêvajoyê de derbasbûne, lê
divê di heman demê de, em derfetên azadiyê li wan welat a bi
kar bînin û li ziman û çanda xwe xwedî derkevin, derfet pirin,
azadiya perwerdekirnê ji hemû zimanan re heye û ji her kesî re
ye, êdî ti behane namîne ku em bêjin, ne hesan e!
Cihê daxêye ku nivîsek yan jî helbestek bi zimanê Kurdî ji aliyê
çend kesan tenê tête xwendin, em li malperan herwiha li
fêsbûkan dinerin, piraniya nivîskarên me nivîs û postên xwe bi
zimanê erebî datînin, ji ber ku ew bawerin ku nivîsên bi zimanê
kurdî nayên xwendin, û her dibêjin xwendina bi kurdî ne hesan e
ji lewra ew xwe di zimanê Erebî de bêhtir azad dibînin, êdî çima
em nivîs karên kurdin, ji çand û huner a kurdî re dixebitin, çawa
emê karibin zimanê xwe vejînin û pêşve bibin, çawa emê xwe di
zimanê xwe de rihet û azad bibînin, ku em melevaniyê têde
nekin û lêkolînan çênekin.
Bê guman ev şaşîtiyeke pir mezin e, ku em xwe bi xwe rê ji ber
xwe digrin, û vê dîtinê di serê xwe de dimeyînin, ev gotina min ji
bo kesên li welat jî re ye, herkes kare xwe fêr bike eger daxwaz
hebe, bedaxewe, gelek caran ev babet hatiye giftûgo kirin, lê bê
sûda ye, dîrok wê me gunehkar bike û qet li me nabihure!
Çima êdî em bang dikin û mafê ziman dixwazin, gava em bi xwe
vê giringiyê nedin, bi karanîna zimanê xwe yê Kurdî û rojane bi
kar neynin, hêvîdarim em di Hevbenda Nivîskar û Rojneme
vanên Kurd li Sûryê (HNRKS) vê pirsê têxin rojeva kar û xebata
xwe, giraniyê têxin ser zimanê kurdî û bi awakî nûjen nivîskarên
xwe bi aliyê zimanê kurdî de bînin, tevî ku (Pênûsa Nû) bi zimanê
kurdî gavek e pir giringe û berbiçav e, cihê pesindanê ye, ku îro
roj cihekî pir giring girtiye, lê xuyaye ne bese divê em hin
mitûdên din jî bi kar bînin, xwendevanên nivîs û helbestên kurdî
pir kêmin, ez nizanim çend kes nivîsên bi Kurdî dixwînin lê ez
zanim ku pir kêmin, hêvîdarim em tev ligel hev û bi awakî li ser
vê pirsê rawestin, zû çareser bikin yana, ji xwe ne pêwîste ku em
bi azadîkirina çanda xwe bankin.
Em tev jî dizanin ku ziman yek ji sitûnên avakirina netewa ye, bê
ziman emê nikaribin çanda xwe vejînin, biparêzin û pêşve bibin.
Li min negrin divê ez dîtina xwe bibêjim.
NNNNEEEERRRRÎNNNN ji weşanên Hevbenda Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî // hejimar " 43 " // Çirîya Paşî 2015
4
GAMBÎTA* AMÊRÎKÎ-TIRKÎ Û CÎHANA ÎRO
Ev gotar, a ku ji bo xwendevanê hêja tê pêşniyarkirin, roja ku di
Cizîrê da dest bi hovîtîyên artêşa dagerker a Tirkîyayê bû, li ser
rûpelên malpera kurdinfo.ru bi zimanê rûsî hate weşandin
(http://kurdinfo.ru/?p=17740). Belê, ev gotar wê rojê derket, lê
ev nirxandin ne di rojekê da pêk hatibûn… Û dema mirov di nav
çarçoveya van nirxandinan da li êrîşên dewleta hov û barbar li
ser navendeke şaristanîya cîhanê – Cizîra kevnar dinihêre,
bêhtir zelal dibîne, ka ev hovîtî çavkanîya xwe ji ku digirin, ka ev
rêjîma hov û barbar (“Û ta îro jî, wek wan pêşîyên xwe, ew
dijminê me dîsa maye ew!”), ji bo ku van hovîtîyan bike,
cesaretê ji ku û ji kê hiltîne, ka nigê wê rêjîmê yê di nav me da li
kîjan derê bingeh girtye, ka gelo ew kî ne, yên ku xwe bi wî nigî
va hişkem girtine, bernadin û bi wê yekê, bi rêya tevkujîyan
bindestîyê li gelê me ferz dikin…
Çima?..... Çima? ?..... Çima?..
Di dîroka mirovahîyê da carana hinek buyer pêk tên, yên ku ji
hêla mirov va bi tu norm û qanûnan nikarin bêne şirovekirin.
Heşmendîya pêvajoyên cîhanî dibêje, ku di têkoşîna li dijî
nepakî, kirêtî û bêdadîyê a bi navê “DAÎŞ” da divê hemû hêzên
civaka mirovahîyê bibûna yek. Lê, egr serkêşîya wê têkoşînê ew
hêz dikin, ên ku bi xwe jî ew çavkanîya hovîtî û nemirovêyîyê
(DAÎŞ) sêwirandine? Gelo wê demê ew têkoşîna dikare
bandordar be? Helbet – na! Lewra ku serkevtina qencî û
dadwerîyê a li dijî hovîtî û nemirovîyê di nav planên wan da
nînin, ên ku bi xwe ew sêwirandine…
MIROV ÇAWA DIKARE HEM DOST BE, HEM – DIJMIN?
Dema di Rojhilata navîn da dest bi agirê şêrê DAÎŞ-ê bû (jixwe tê
zanîn, DAÎŞ bi xwe jî ne bêyî alîkarîya EMRÎKA derketye!), ew
agir dikaribû di hemû cîhanê da belav bibûye, eger berxwe dana
kurdan a bi serkêşîya Hêzên Parastina Gel (HPG/ YPG/ YPJ)
nînbûya.
Heya siyasetmederên amêrîkî û pisporên wan ên leşkerî
nikaribûn li ber lehengîya têkoşerên kurd dilşadî û hijmekaraîya
xwe veşêrin. Lê gelek weşanên navdar ên cîhanê li ser rûpelên
xwe yên yekem wêneyên gêrîllayên keç ên YPJ-î danîn. Bêyî mandata Şêwra Ewlekarîyê ya Rêxistina Netewên Yekbûyî
(ŞE RNY) dê-fakto koalîtsîona li dijî DAÎŞÊ di bin serokatîya
EMRÎKA da heye. Lê, her çiqas Hêzên Parastina Gel (HPG/YPG
/YPJ) di vê têkoşînê da hêza derbdar a sereke ne, lê ewana bi
fermî nekirine navnîşa beşdarên wê koalîtsîonê. Lê Tirkîya, ya ku
di nav wê koalîtsîonê da ye, hê jî li ser du tayan dilîze. Ankara ji
hêlekêva piştgirîya hêzên cerdê yên têrorîst ên DAÎŞ-ê dike û ji
her alîyan va alîkarîyê dide wan, lê ji hêla dinê va êrîşên hewayî
tîne ser Hêzên Parastina Gel (PKK).
Di rewşeke weha da, anegorî heşmendîya mirovî ya normal,
EMRÎKA û hevpeymanîyên wan divê cîhê Ankarayê nîşanî wê
bidina. Wana dive ew hişyar bikirana, ku koalîtsîon ji bo wê
nehatye avakirin, ku hêzên hewayî yên Tirkîyayê di bin sîwana wê
da êrîşên hewayî bibin ser baregehên wê rêxistinê, ya ku hêza
serkêş e di têkoşîna dijî DAÎŞ-ê da.
Lê Waşîngton dide xuyan, ku evê yekê “nabîne”, her çiqas ew
lîstika dualî ya Tirkîya “osmanî ya nû”, ji bo kesekî jî tiştekî veşartî
nine, û Tirkîya bi xwe jî ewqasî hewl nade, ku ewê ji kesekî
veşêre… Ewê tfûyî ser nêrîna raya giştî ya cîhanê kirye!
Di dema xwe da tirkan Vîzans dager kirin û bi erêkirina bêdeng a
“cîhana şaristanî” şaristanîya vîzansî tunekirin, tevkujîya kurdan,
ermenîyan, asorîyan, yewnanîyan û gelên dinê yên herêmê pêk
anîn. Hema ewana jî li ber çavê “xwedîyên” vê cîhana îroyîn
Qibris dager kirin, li hember gelê kurd siyaseta tevkujîyê
dimeşînin û hê jî hevalbendên heman dewletan in, û hevkarîya
xwe bi wan ra didomînin…
Di vê têkoşîna dijî DAÎŞ-ê da wê bi heşmendî bûya, eger EMRÎKA û
hevpeymanîyên wan piştgirîya berxwedanvanên kurd bikirana. Lê
bi erêkirina bêdeng a EMRÎKA Ankara bi êrîşên hewayî li dijî
baregehên Hêzên Parastina Gel (PKK) tevdigere!..
Ev absurd e?...... Helbet!
Lê ev yek di pilanên EMRÎKA ên di cîhanê da sazkirina “kaos a ku
bê rêvebirin” da heye… Ji wan ra îro dest nade, ku dawîya DAÎŞ-ê
bînin (tê bîra we, hevpeymanîyên Yekîtîya Sovêtê di Şerê Cîhanê
yê duyem da vekirina enyam duyem çawa derengî dixistin?!), ji
wan ra rêxistin û dewletên bi hêz û serbixwe di herêmê da pêwîst
nakin. Armanaca wan ew e, ku cîhanê dabeş bikin û ewê bi
hêsane di bin bandora xwe da rêvebibin.
A, hema li vira jî Erdoxan ji wan ra dest dide. Ew bi her awahî
alîkarîyê dide DAÎŞ-ê. Di rastîyê da Ankara û DAÎŞ pir nêzîk va bi
hev ra di nav hevkarîyê da ne… Û wê xêvikî be, eger mirov bibêje,
ku EMRÎKA haş ji hemû karên Tirkîyayê nine.
Ezîz ê Cewo
ÇIMA DIVÊ YÊN ÊZDÎ BIBIN
ÊZÎDÎ-SOFÎ, Û ÊZDÎTÎ BÊ
TUNEKIRIN Û JI HOLÊ RABE!? –––– Xelek (4)
NNNNEEEERRRRÎNNNN ji weşanên Hevbenda Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî // hejimar " 43 " // Çirîya Paşî 2015
5
Û, dema di hilbijartinan da (07. 06. 2015) HDP-ê benda 10%-an
derbaz kir (ewê zêdetirî 13%-an bervkir), lê di deşta şerê dijî
DAÎŞ-ê da kurd gihîştin serkevtinên mezin, ew ne bi dilê wan bû,
yên ku xwe xwedîyên bê dawî yên vê cîhanê dihejmêrin – divê ji
kurdan ra bigotana, ka kî sergovendîyê dikişîne!.. Û ji bo vê jî
pevçûn pêwîst bû. Û di vê cîhana xilfikî da (bi taybet jî, di
Rojhilata navîn da) defdanek pêwîst e, û – her tişt amade ye!
Weha ji bo wê jî çalakîya têrorîstî di bajarî Sirûcê da (20.07.2015)
pêk anîn. Ev çalakêya tevkujîyê hêzên taybet ên Tirkîyayê
amaede kiribûn û pêkanîn. Lê hate daxwîyandin, xwedêgiravî, ew
karê destê DAÎŞ-ê bûye… Lê, gelo kî dikare vê piştrast bike? Lê
sînorê di navbera komên têrorîst ên DAÎŞ-ê û hêzên taybet ên
Tirkêyayê da li ku ye?
Û ji vir jî dest bi rêaktsîyona torî ya pilankirî bû. Hêzên hewayî
yên Tirkîyayê dan xuyan, xwedêgiravî baregehên DAÎŞ-ê didine
ber bombeyan. Ankarayê daxwîyand, xwedêgiravî di dema
êrîşên 13 deqeyan (?!) da hêzên wan ên hewayî biryargeha
têrorîstan û baregehên wan tunekirine (?!)… Piştî wê êrîşa bi
“serkevtinî” hêzên hewayî yên Tirkîyayê berê xwe dane bakûrê
Îraqê (Başûrê Kurdistanê) û derbeyên bombeyên hewayî
gîhandin baregehên PKK, ya ku koordîne û tevgera têkoşîna li
DAÎŞ-ê daîşê pêk tine…
Hema li vira jî hêzên hewayî yên Tirkîyayê derbe gîhandin gundê
Zergelê û tevkujîya gelê sade (sivîl) pêk anîn.
Helbet, PKK jî ev êrîşê hovane bê bersîv nehîştin….
Û, piştî agirbesta sê salan, a ku rêberê kurd birêz Abdullah
Ocalan destpêkiribû, dest bi pêleke nû ya hevrûbûn û pevçûnan
bû… Ew êrîşên hewayî heya îro jî didomomin…
ÊRÎŞÊN HÊZÊN HEWAYÎ YÊN TIRKÎYAYÊ LI SER BAREGEHÊN PKK – WEK ENCAMA BAZARÎYA DI NAVBERA WAŞÎNGTON Û ANKARAYÊ DA Bi xwezayî, bi giştî helwesta civaka cîhanê li hember van êrîşên
Ankarayê vekirî ne ji bo kara wê bûn.
Û, her çiqas, cîgirê nûnerê taybet ê serokê EMRÎKA Brêtt
Makgêrk daxuyand, ku tu pêwendî di navbera êrîşên hewayî yên
Tirkîyayê yên li ser baregehên PKK û peymanên dawîyê yên ji bo
aktîvkirina hevkarîya li dijî DAÎŞ-ê da nine, piştî demekê berpirsê
çapemanîyê yê Dêpartamênta Dewletê ya EMRÎKA Mark Tonêr
daxwêyand, ku Amêrîka dê destûrê nede Tirkîyayê, ku ew êrîşê
bibe ser hêzên partîya kurdên Sûrîyayê PYD di herêma
ewlekarîyê ya bakûrê Sûrîyê da, ya ku dive bê avakirin. Bi vê yekê
ewan dan têgihîştin, ku tirk dikarin di cîhên dinê da êrîşê bibin
ser baregehên hêzên kurdan.
Çi dertê hole? Ma ne, EMRÎKA û Tirkîya dibêjin, ku PYD şaxê
Sûrîyayê yê PKK ye?! Û heya yekîneyên vê partîyê di Îraqê û
Sûrîyayê da, wisa jî li Kobanîyê, li dijî DAÎŞ-ê di têkoşin, EMRÎKA
destûrê nade Tirkîyayê, ku ew li bakûrê Sûrîyayê êrîşê bibe ser
wan, lê piştgirîya bomberdûmanên hewayî yên baregehên PKK
dike!... Tiştekî dûrî heş û sewdayê mirov e!
Dertê hole, ku li wan deveran, li ku PYD li dijî DAÎŞ-ê ditêkoşe,
dikarin êrîşî wê nekin, lê li deverên dinê divê êrîşê bibin ser
baregeh û yekîneyên wê?! Li ber çavan e, ku EMRÎKA bi van
daxwîyanîyan êrîşên hewayî yên li ser baregehên PKK yên li
Başûrê Kurdistanê erê dike.
Û îzbatîya wê ya rastedêr – gotinên nûnerê Dêpartamênta
Dewletê ya EMRÎKA Con Kîrî. Ewî vekirî daxwîyand, ku di
helwesta wan a li hember PKK da tiştek nehatye guhartin…, ku
ew piştgirîya êrîşên hewayî yên Tirkîyayê yên li ser PKK dikin,
lewra ku mafê Tirkîyayê heye xwe biparêze.
Li vira, helbet, mirov dikaribû bi nûnerên Dêpartamênta dewletê
ya EMRÎKA ra li ser vê pirsê biketa nava gengeşîyan: “Ma ne, di
rastîya xwe da her tişt berovajî vê ye? Ma, gelo ne kurd in, ên ku
xwe ji têrora dewletê ya Tirkîyayê diparêzin, û ew jî ji bo wê
heya dawîyê xwedî maf in?! Ma, gelo ne artêşa dagerker a
Tirkîyayê ye, ku li dijî kurdan şerê tunekir inê dimeşîne? Ma, gelo
wê rast nînbûya, eger EMRÎKA ji rêvebirîya Tirkîyayê daxwez
bikira, ku ew ji mafên gelê kurd ra rêz bigire û siyaseta xwe ya
tevkujîyê li dijî wî rawestîne?”
Helbet, EMRÎKA ne ji bo wê hatine wê herêmê, ku mafên gelên
bindest biparêzin, ya wan berjewendîyên xwe li wir hene, û ji bo
wan berjewendîyan jî, ew amade ne, her yekî gorî bikin.
Kirên Ankarayê bi tu awahî di nava heşmendîya têkoşîna hevbeş
a li dijî DAÎŞ-ê –wê rêxistina têrorîsta a li ser asta navnetewî, da
cîh nabin… Lê di vî şerî da Tirkîya lîstika xwe dilîze. Hîç
daxweza wê jî nine, ku li dijî hevkara xwe şer bike. Erdoxan her
bi şêwazî bi “hevpeymanîyên” xwe ra qayîl bûye, ew jî ji bo wê,
ku di bin wê sîwanê da piştgirîya birayên xwe yên rewanî û olî
yên ji DAÎŞ-ê bike. Ma ne, çalakîyên yekîneyên têrorîst ên DAÎŞ-
ê bi piranî ji Ankarayê tên rêvebirin!? Tirkîya vekirî li ser du
tayan dilîze! Lê EMRÎKA? Ma gelo ewna vêya tênagihîjin?.. Û
Tirkîya hîç hewl jî nade, ku dilxweşîya xwe ya li hember wan
radîkalên îslamî, û bêdilîya xwe (bixwîne: dijminahî) li hember
kurdan, di kesê HPG da, veşêre!
Ma ne, êrîşên li ser baregehên PKK di xaka Başûrê Kurdistanê da
di destpêkê da hatibûn plankir in û amadekarîyên wê hatibûn
kirin!? Ma ne, hê gelekî berî wan êrîşên hewayî serekwezîrê
Tirkîyayê Dawût Oxlû daxwiyandibû, ku ji bo wan PYD ji DAÎŞ-
ê xerabtir e. Û, helbet, mirov vêya dikare têbigihîje, eger wê hesb
hilde, ku AKP û DAÎŞ di enîyekê da ne, lê PYD li dijî çalakîyên
hovane yên DAÎŞ-ê têdikoşe… Lê hê berî van daxwiyanîyên
Dawût Oxlû rêvebirên PDK-ê destbi kampanîya dijî PKK kir ibûn.
Ewana daxwiyandin, ku, xwedêgiravî, PKK li ser xaka Başûrê
Kurdistanê mêvan e. Helbet li dijî van daxwîyanîyên rayedarên
rêvebirîya Herêma Başûrê Kurdistanê gelê Başûr bi xwe û
partîyên siyasî (ji bilî PDK) nerazîbûna xwe diyar kirin û ew
rexnekir in. Lê ew wek hişyarîyekê bû ji bo êrîşên hêzên hewayî
yên Tirkîyayê li ser baregehên PKK.
Û di nav van nakokî û dijhevîyan da EMRÎKA lîstika xwe dilîze. Di vî şerê “hemû li dijî hemûyan” da ewana her tiştî dikin, ji bo ku
ev şera, çiqas here, …………. Dûmahî Heye ……………
lawazkirine, û bi taybetî hêzên ”Leşkerên azad”, ta ku di
NNNNEEEERRRRÎNNNN 6 ji weşanên Hevbenda Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî // hejimar " 43 " // Çirîya Paşî 2015
Dr. Ebdulwehab Hacî
LUPUS (SLE)* Tenderûstî:
Nexweşîyeke xwe dide xuyanîkirin dema ku sîstêma berxwe
dana laşê te, êrîş dike hin endamên laşê te bixwe, bi taybetî
çerm û movikên laş.
Bi wateyek din sîstêma berxwedana laşê mirov wek tê naskirin
protînên taybet di laşde amade û avadikê ji bo êrîş bike hemî
kirîsteyên bêgane û bi ziyan yên ku derbasî laşê mirov dibin, û
dibin sedema nexweşêya laşê wî wek (mîkrob û vîrusan), di
nexweşîya lupusê de jî sîstêma ber xwedanê protînên taybet
çêdikê, ev protîn tên naskirin binavê “dij mîtke” , lê ev dij mîtke
didewsa ku êrîş bikin mîkroban ew êrîş dikin endamên laş bi
xwe, bi wateyek din laş kevirê xwe di dewsa ku bavêje serê
dijmin (mîkrob û vîrus ) an, ew li serê xwe dixe, bi poşmanî ta
nuha kesek nizanê çima laşê mirov vê xwekûjîyê pêktîne.
Nexweşîya LUPUS dû beşin:
1. Diskoîd lupus (discoid lupus) ew tenê bandora xwe li ser
çermê laşê mirov dikê.
2. Sîstêmîk lupus (systemic lupus erythematosus) yan jî (S L E) ev
bigelemperî bandorê li ser çerm û movikan dikê, û dibe sedma
kûlbuna wan. Gelek caran bi kûlbuna çerm û movikan re
kûlbuna Dil, kûrçik, fiş, û çavan jî çêdibe. Di vê nivîsê de emê li
ser beşê diwem SLE bisekinin.
Nîşanên SLE:
1- Êş û jana movikan, bi taybetî movikên bicûk wek movikên
telîyên dest û yên pîyan, kûlbun û girbuna wan, ev girbûn dibê
sedema gûhertina forma movikan. Piştî movikln dest û pîyan,
nexweşî êrîşî movikên mezin dikê wek kabokan û movikên stu.
2- Xelek û deqên sorî qehwe rengî li ser rû û bêvila nexweş tên
dîtin û hêdî hêdî ew dibin wek forma (wêneya) pirpirîkê li ser
herdû hinarkên rû û bêvilê sorbûna wan deqan di bin tavika
rojêde gûr û zêdedibin.
3- Lawazîyek giştî û sistbûna laş, û kêmxewî ta nexweş digihê wê
astê heger razê jî ew ji xew şiyardibê lê pir lawaz û westiyayî.
4- Bilind bûna pêpelûkên germîya laş.
5- Ser êşek giran.
6- Kêmbûna kiloyên laş (jarbûna laş).
7- Kûlbûna dev û çavan.
8- Por weşandin.
9- Girbûna toşpîyên lîmfî.
10- Cemdandin, Tevzandin û gûhertina rengê serê telîyên dest û
pîyan bi taybetî di demsala zivistanêde, di dema serma û
seqemê de.
Lupus (SLE) dikerê ji dervî kûlbuna çerm û movikan xwe bigihîne
mêjî, dil, gûrçik û hin orgenên din yên laş û bibê sedema kûlbuna
wan jî, heger yek nîşan ji nîşanên kûlbuna van orgenan were
xuyanîkirin, ev dibe problêk pir bitirs, û doktorê pispor gerek zû
bi zû van komplîkasîyonan (nexweşîyên hevpar) çareser bike.
Kî bi nexweşîya lupusê dikeve ? wek zanyar didin xuyanîkirin û
dinivîsin ku,
Jin bi (9) caran bêhtir ji mêran bi vê nexweşîyê dikevin, bi
taybetî jinên ciwan, ta 50 salî, piştî temenê (50) salî nexweşî
gelek kêm dibe.
Hêjayî gotinêye ku em bizanibin ku ev nexweşî gelek belave
dinav jinên çîn, Afrîka başûr, assiyanavîn û bendavên Karîbî de.
zarok jî dikarin bi vê nexweşîyê bikevin lê ne yên kêmî temenê
(5)salî .
çawa em dikarin nexweşîya lupusê nasbikin ?
1. Di rîya dîtina nîşanên nexweşîyên de, û kontrola doktor de.
2. Lêkolîn û anajîzên xwîna nexweş wek ..
a. ANA. dijmîtke.
b. DSDNA. dijmîtke.
c. Ro. dijmîtke.
d. Dij fosfolîpîd dijmîtke.
e. Leza meyandina sorgokên xwînê ESR.
f. Hejmara şaneyên xwînê wek hejmara (spîgok, sorgok, û
pelikên xwînê).
g. Lêkolîn uanalîza mîz û sîstêma mîzderê .u hinek din jî.
Dermankirin .
1. Êşkûj û dermanên dijê kûlbûnê, wek parasîtamol,
îndomêtasîn, dîklofînak, û H.d
2. Dûrketin ji tîrêjên rojê, bi taybetî demsala havînê.
3. Kortîzon wek prêdnîzolon.
4. Herwiha dermanên dijê malarya jî tên bikar anîn ji bo
dermankirin Lupusê.
5. Dermanê ku dijwarîya sîstêma berxwedanê kêm û lawazdikl
wek (mêtatrêksat)
6. Hêjayî gotinêyê ku di sala 2013 de zanistên Amerîkî
dermanekî nû naskirin di bin navê (Benlysta) ev derman
belgename ji hêla saziya derman û xwarinê ya Amerîkîve
standiye, lê dermanekî pir buhaye û nexweş pêwîstî bi 35ooo
dolar heye ji bo her (yek)sal dermankirinê.
*ءالذئبه الحمرا
ji weşanên Hevbenda Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî // hejimar " 43 " // Çirîya Paşî 2015
7 NNNNEEEERRRRÎNNNN
Demoqratî wegerandin e ji gotina Yonanî “Dîmokratîk” e,
wateya wê jî (Desthilatdariya gel) e, şêweyeke ji şêweyên
desthilata dewletê ye, lê belê bi wateya xwe ya giştî, şêweyek di
jiyanê de ye, ku her kes di wekheviya derfetan de xwedî par e, di
jiyana civakî de jî beşdar e.
Bi wateyke din, em dikarin bibêjin ku karîbin bi azadî beşdariyê
di standina biryaran de, di hemî hêlên civakê yên têvil de, bikin.
Ev têgeh di naveroka xwe de komek ji pîvanan di nav xwe de
dicivîne, ew pîvan di van peyvan de têne xuyanîkirin, Reftar,
Nirx, Bawerî.
Gellek lêkolîner dibînin, nirxên ku bi demoqratiyê ve girêdayî ne,
û hemû kes wan bikar tînin, di rêya çand a wan re, di pêvajoya
nifşên cihêreng re dighêje wan, girîngtirîn nirx jî ev in:
- Rêzgirtina beşdariya giştî û parastina azadiya derbirînê.
- Her kes di ber karên xwe de berpirsyar e.
- Guhdan bi mafên mirovan, dûrketin ji kedxwariya kesên din.
- Pêkanîna dadmendiyê di nav kesan de.
Ev nirx û rewşên ku reftara kesan destnîşan dikin, reftara
mirovan bi van taybetmendiyan tê pesindan:
-Beşdariya civakî û wek hev.
-Her kes ê beramberî xwe di wekheviyê de bipejrîne.
-Heger nakokiyek çêbû, divê neghêje tundûtûjiyê.
-Her kes karibe di hestên ê din de têbighe.
-Hin nakokî hene, bê vîna mirov diqewmin, divê mirov wan
bipejrîne.
Di barê vê mijarê de, hin lêkolînên ku li ser perwerdekirina
xêzanê ji zarokran re bûne em ê berbiçav bikin:
-Şêweyê desthilatdar (zoedest): Ew e ku dê û bav rê nadin ku
zarok nerînên xwe di mijarên ku bi reftara wan ve girêdayî bin,
derbirînin, pêdiviyên xwe yên taybet bi rê ve bibin.
-Şêweyê demoqratî: Ew e ku dê û bav hestê beşdariyê di
gengeşkirina tiştên taybet ên bi reftara wan ve girêdayî ye, geş û
gur dikin, tevî ku biryara dawî di destê bavan de ye, yan li ser
erê dikin.
-Şêweyê lêborînê: Ew e ku bandor û akama zarokan di standina
biryaran de ji ya dê û bavan bêhtir e.
Enacama van lêkolînan diyar dike, zarokên ku di xizanên
demoqratî de perwerde bûne, di malên xwe de bêhtir bi erênî bi
dê û bavên xwe re diçin.
Fêrkirin û Reftara Demoqratî
Bê guman e ku dibistan yekîneyeke civakî ye, heyameke wê ya
rêxistinî heye, ku dikare hestê çalakiya kesane li cem şagirtan geş
û gur bike.
Reftara yê mamoste bingeha qayilbûn, tovên afirandin, xweserî û
kelecaniyê li cem şagirtan saz dike.
Lê reftara mamosteyê zordest, beşdariyê li cem şagirtan qels
dike, ramanên wan ji hev belav dike, rewşa wan a derûnî tevlîhev
dike, û wan biber tengijandinê ve dibe. Çi qasî asta hînbûn û
zanînê bilind dibe, gengaz e ku civak bi ser demoqratiyê ve here.
Ji ber ku armancên perwerdekirnê neynika nirx û pîvanên civakê
ne.
Bê guman e, dema ku zarok jidayik dibin, ne dîmoqratî ne, lêbelê
ew pileyekê ji zanînê werdigirin berî ku em hêviya reftara
demoqeatî ji wan bikin.
Ji ber ku nezanî sedemek sereke ye ji reftara ne demoqeatî re, di
nav kes, girûp û neteweyan de, pêwîst e em agahiyên li ser
nirxên demoqrtiyê û reftara demoqratî li ber wan deynin.
Zarok reftar û ciyewaziyên mirovan dinasin.
ciyewaziyan alîkariya wî dike, ku çi Ev nasîn û têgihştina wî bi van
nakokî di rêya wî re bibûrin, dê bi qayilbûna her du aliyan çareser
bibe.
Ev yek diyar dike, ku nezanî xaka bi rewa ya ji geşbûna hişkbawerî
û tundûtûjiyê re ye, lêbelê zanîn û zanistî ji hêmanên serekene ji
reftara demoqratî re.
lewra mirov dikare bibêje, heger demoqratî di wateya xwe de
têgeheke siyasî ye, lê ew di wateya xwe ya giştî de têgeheke
civakî ye.
Heger em danûstandinê bi vê têgehê re nekin, û bi rola wê
tênegihêjin, ta ku em qonaxa ciwaniyê derbas nekin, lê rehên wê
bi qonaxa zaroktiyê ve girêdayî ne.
Heger reftara demoqratî cihgirtî be di helwestên têvil de tê diyar
kirin, lê, ew parek e ji sazkirinek berfirehtir re, ew jî kesayetî ye.
Dema reftara civakî ya di civakekê de cî digire, hingê mirov dikare
li ser çanda beşdariyê biaxêve, ew ji çanda serxûzkirinê ya di
civaka ne demoqratî yan a zordest cuda ye.
Ji ber ku çanda beşdariya civakî ji taybetmendiyên civaka pêşketî
ye, ya ku zagon di ser hemî rêzik û rewiştên civakî re ne, lewra
her kes li ber zagonê weke hev in.
Mihemed Zekî Mihemed
ÇÇÇÇANDAANDAANDAANDA DDDDEMOQRATIYÊEMOQRATIYÊEMOQRATIYÊEMOQRATIYÊ
NNNNEEEERRRRÎNNNN ji weşanên Hevbenda Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî // hejimar " 43 " // Çirîya Paşî 2015
8
Șikir ji Xwedê û Tawisî Melek ra, ku ewan hinek mirazên
ruhaniyên Êzdiyan, yên ku her roj û di duhayên xwe de dibêjin:
“ Ya rebî tu bidî xatirê sira her çar gila(*1)
Kerema her heft meleka,
Kerema berê reş li kabe yê
Tu me û sinetxanê xelaskî ji qeda û bela yê
Ya rebî tiştê ji te dixwazim dîn, îman û dewlete.(*2) anîne cîh,
herweha hêzên parêzvanên netewiya Kurdistanê jî dikaribûn di
12.11.2015 de, bi serpereştiya Serokê Herêma Kurdistanê rêzdar
Mesûd Barzanî û alîkariya hêzên hevpeymanan beșek ji wê reșa
li ser û destên „mîr, rûhanî, șêx, pîr, rewșenbîr, vekolîner,
akadamîkar, șêwirmend, qahreman, fermandar, parlementer,
huqûqzane, mamoste, rêvebir û berpirsyarên hemû sazî, mal û
komelên civaka me Êzdiyan(*3) rakin!
Ez weke kesekî Êzdî gelek spasiya serokê Herêma Kurdistanê
rêzdar Mesûd Barzanî dikim, ewî ew
sozê ku di 3.Tebaxa 2014 de dabû me Êzdiyan û gotibû « emê
Şingalê vegerênin hembêza Kurdistanê » bi operasyona
azadkirina Şingalê(12.11.15)ra anî cîh û niha dîsa dibêje : « Êzdî
beşekî gelê Kurd yên resenin, ewan heya îro ziman, çand, orf û
arafetên me yên kevnar parastine. « Êdî, “ bila her takekî Êzdî bê
minet serê xwe bilind bike û her keçeke Êzdî jî bila bi dengek
bilind ban bike û bêje: Ez nîşana şeref û berxwedanê me.”(*4)
Herweha ez hemû parêzvan, fermandar, pêşmergeyên Wezareta
Pêşmerge ya Hikûmeta Başûrê Kurdistanê, hêzên hevpeymanan û
tevaya kesên ku piştgirî dane rizgarkir ina Şingalê bi hestên
welatperwerî, ji dil û can pîroz dikim. Serxweșiya xwe pêşkeşî
hemû kesên malbat, dost, heval û pismamên cangoriyên
Kurdistanê dikim û ji Xwedê û Tawisî Melek lavan dikim, ku
birînên șervan, fermandar û peşmergeyên birîndar jî zûtir baș
bivin!
Bila ev berxwedan û niștimanperweriya ku Şengal azadkiriye ji
bo me Kurdan pîroz be !
Hêvîdar im ev netewîperestiya Kurdan bikaribe wan birînên me
yên ku hîna nehatine kewandin jî zûtir dermanbiken!
Ew bikaribin bingeha așîtî, ewlekarî, aramî û ji nûve jiyankirina li
Șengalê pêkbînin û « Em bikaribin bihevûdinê ra ji wê nêrîna
ku min gotibû “em Kurd tev mina sêvên ji darekê ne -ra xwedî
derkevin û cardinê nehêlin tu hêz me Êzdiyan ji bo armancên
hêz anjî rêxistinên xwe û “yekîtiya netewî “ nekine qurban!
(*5) « !
Ew bikaribin șașîtî û Ewlekarî, aramî û ji nûve jiyankirina li Șengalê pêkbîne û Xwedê bike, êdî ev alaya Kurdistanê li ser avahiya Sîloya Şingalê(*4 û 6) qet neyê ye xwarê !
Ez dixwazim hestên xwe bi vê sebeqa 34a « Qewlê afirandina dinya yê » ku dibêje :
„Gelî mirîdan bikin karî
Xêra qudretê ji jor barî
Xwe dûr bikin ji neyarî (berdewama temamî di *7 de ye )„ bi dawîbikim
*Berhevkar û Xemxwarê Kevneşopên Êzdiyatiyê
Çavkanî: 1. „Pedşê min cebar e, ku Ji durê erfan dibûn çar e, Axe, ave, baye û agir e „ Kemal Tolan- Pîroziya êlêmêntên ku bûne bingeha afirandina dinya û jiyanê. http://www.bahzani.
net/kurdi/show.php?aid=383
2. Kemal Tolan, Nasandina Kevneșopên Êzdiyatiyê –rûp.:67-68
3. http://riataza.com/kurdish/3200-ferze-ku-revebir-u-
berpirsyaren-hemu-sazi-mal-u-komelen-c ivaka-me-
ezdiyan-bi-hev-ra-tifaqeke-ezdit iye-biafirinin.html
4. http://riataza.com/kurdish/3678-operasyona-meleke-
tawus-li-engale-edi-ala-kurdistane-bilind-dibe.html
5. Kemal Tolan, Xembarî û sedemên fermanê Êzdiyan yê heftêûçaran
http://xendan.org/kurdi/drejaWtar.aspx?NusarID=39&Jma
ra=66
6. Kemal Tolan- Di ÊZDÎYATÎYÊ DE RENGÊN LI SER ALA KURDÎ Û NÛRA ROJÊ PÎROZIN !
http://www.pen-kurd.org/kurdi/kemal-tolan/rengen-li-ser-
ala-kurdi.html
7. Kemal Tolan, Nasandina Kevneșopên Êzdiyatiyê –rûp.: .15-21
Kemal Tolan*
Spas ku parêzvanên netewiya
Kurdistanê dikaribûn hinek
ji reșa li ser û destên Êzdiyan rakin
ji weşanên Hevbenda Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî // hejimar " 43 " // Çirîya Paşî 2015
9
d Navê Pîroz: Xweda Navê afrînerê pîroz ku li ba seranserê Kurdan tê gotin XWEDA ye.
Ev nav ji du kîtan pêktê: Xwe - da. Ev bi zimanê kurdî tê maneya
"yê ku xwe bi xwe daye", yanê ji tikesî nebûye. Pir Kurd dema
sond dixwin, dibêjin "bi Xwedê". Hinek jî dibêjin "Welleh". Ewên
ku dibêjin "Welleh", helbet ji ber bandora çanda erebî ye.
Navê pîroz "Xweda" navekî ariyanî pir kevine û heya niha jî bi
şêwazên têvel û li nêzî hev li ba piraniya gelên ariyanî tê gotin. Bi
zimanê Ûrdû (li Hind û Pakistan) û bi zimanê Belûcî heya niha jî
dibêjin "Xweda"; bi farisî dibêjin "Xwedawend", bi Ozbekî dibêjin
"Xudo", bi înglîzî dibêjin "God", bi almanî dibêjin "Gott", bi
danîmarkî û Siwêdî dibêjin "Gud", bi holandî dibêjin "God", lê bi
awayê "Xod" bilêvdikin. Baş tê zanîn ku di zimanên ariyanî da
tîpên "g" û "x" pir caran cihê hevdu digirin.
Di dema dewleta Osmanî da, ji navê "Xweda" lexema "Xwedêwî"
hatiye peydakirin; yanê "padîşahê payebilind" yan jî "mîrê pîroz".
Yanê herdu têgînên "pîroz" û "payebilind" herdem li gel vê peyvê
hatine gotin. Wan bawerdikir ku ev tenha peyveka farisî ye. Lê di
rastiyê da ev bi giştî peyveka ariyanî ye.
Ismaîl Paşa (neviyê
Mihemed Elî Paşa,
avakirê dewleta misirî
nûjen) yekem kes bû ku
sala 1866-an lexema
"Xwedêwî" hilgirt.
Di pirtûka "Zanayên
Kurd di rêveberî û
siyasetê da", me gelek
dawer û belge dabûn
ku malbata Mihemed
Elî Paşa ya ku serdariya
Misirê ji 1805 heya
1953 kiriye bi kok û
binyata xwe Kurde û ji
bajarê Amedê ye; û ne
wek ku belav bûye, ew
malbateka Alban bûye.
Apê Mihemed Elî li welatê Albaniya karmendê bacê bû
(tehsîldar) û Mihemed Elî di destpêkê da li ba wî dijiya. Ew kurê
Îbrahîm Aẍa û Zeyneb Xatûnê ye, li bajarê Kavala yê Yûnanê ji
dayîk bûye. Ew wek serdarê lekên albanî yên leşkerê osmanî çû
Misirê. Ji ber wê hin nivîskaran wisa guman kir ku ew kesekî
Albane.
DDDDÎRRRROOOOKKKK
Navê Pîroz: Yezdan Di pir ayînan da gelek nav ji bo afrînerê pîroz hene ku pir caran
ew nav û rewişt tevlihev dibin; heya radeyekê ku mirov êdî
nikare wan ji hev cuda bike. Di Cihûtiyê da, wek nimûne "Allah,
Ilah, Reb û Yehwe" navên afrînerê pîrozin û "Reb El-Ciyûş" ango
(Xwedayê leșkeran) rewişta wî ye. Di Islametiyê da "Allah, Ilah,
Reb" navên Xweda ne, lê belê "Xaliq, Elîm, Reĥîm, Kerîm û hwd."
ji rewiştên afrînerê pîrozin.
Wisa jî, navê afrînerê pîroz di ayîna kurdî niştîmanî kevin da û bi
me ra derbas bû ku Xweda yek ji navên wî yên pîrozin. Yezdan jî
yan jî Yazdan" navekî dine ji navên afrînerê pîroz. Ji baweriya
ayînî ya ku bi vî navî ra peywendîdare dibêjin "Yezdanî" û ayîna
"Êzdî" bi xwe şaxeke ji "Yezdaniyê". Hin lêkolîner dibînin ku ayîna
"Yezdanî" ji ayînên gelên ariyanî - Kurd jî di nav wan da - ya here
kevine. Di rastiyê da, ji ber van çar sedeman, hinek nezelalî
derbarê dahûrînên Yezdaniyê hene:
1 - Wendabûna rastiya Yezdaniyê di bin kavilê çîrok û efsaneyên
pêş Zerdeştiyê da.
2 - Jihevxistina Yezdaniyê li ser destê pêximber Zerdeşt û ji nû va
ristina wê daku li gor hişyariya gelê ariyanî ya sedsala 7-an b.z.
be. Wî navê "Yezdan" xiste navê Xweda "Ahûra-Mazda" û kir
stûnê ayîna Zerdeştiyê.
3 - Dijminahiya dewleta Axemênî-Farisî bi Mecûsiyê (dûndaya
Yezdaniyê) ra û ferzkirina Zerdeştiyê bi şêwaza xwe ya farisî û
tewandî li şûn Yezdaniya resen.
4 - Dijminahiya bi Yezdaniyê ra di hemû heyamên Îslametiyê da,
û wergirtina Îslametiyê ji aliyê piraniya Kurdan va û şerê wan li
dijî kelepora Yezdanî bi baweriya ku ew kufir û pûtperestî ye.
Peywendiya navê "Yezdan" bi peyva "Yazata" ra heye; ew tê
maneya "yê pîroz ku hîjayî perestin û rêzgirtinê" ye. Peyva
"Yazata" ji peyva "Yaz" hatiye derxistin ku di niviştên pirtûka
pîroz "Avesta" da heye û "Yazata" tê maneya "perestin,
rêzgirtin". Hin şêwazên din yên navê "Yazata" evin: "Yazato,
Yazatah û Yazad". Peywendiya vê peyvê bi peyva sansekrîtî
"Yajati" ra heye; yanê "ew diperêse" û "Yajata"; yanê "yê hêjayî
perestinê". Hevgirêdana vê peyvê bi gotina yûnanî "Hagios /
ἅγιος" ra jî heye û bi şêwazê "Îyaş" tê bilêvkirin; bi maneya
"Qedîs" ango (mirovê pîroz).
Navê "Yezdan" di navê padîşahê Sasanî yê dawiyê "Yezdegerdê
Sêhemîn" (Yazdegerd III) da maye; yan jî (Yazdgerd III). Ew di sala
651-ê z. da hatiye kuştin. Bi kuştina wî ra Emperatoriya Sasanî li
ser destê Erebên Misilman wenda bû. Bi herhal navê wî tê
Dr. Sozdar Mîdî (E. Xelîl) wergera ji erebî: Mustefa Reşîd
Ji Kaniyên Yezdaniyê
Bi navê Xwedayê Gewre û Mihirvan
Xwedêwî Ismaîl
serî, û nesoziya min daxuyanê kirin, min tu bersiv neda, lê min û wê dîsa pêrgînek din li darxist.., lê wê cih li ku be?
ji weşanên Hevbenda Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî // hejimar " 43 " // Çirîya Paşî 2015
10 DDDDÎRRRROOOOKKKK
maneya "diyariya Yezdan". Herweha navê "Yezdan" di navê bajarê "Yezd" yê Îranê da maye, û herwisa di navê Kurdê navdar "Yezdanşêr" da jî; yanê "şêrê Yezdan".
Emê ji pêra bi taybetî li ser hin rewişt û taybetmendiyên ayîna Yezdanî rawestin.
Navê Pîroz: Ahûra-Mezda Wek tê xuyakirin, peyva "Ahûra-Mezda" ji du bêjeyan pêkhatiye
"Ahûra" û "Mezda". Peyva "Ahûra" yek ji navên afrînerê pîroz yên here kevin di bermaya ariyanî da ye. Bingeha vê peyvê "Hura" (Hûra) ye, bi maneya "Xweda". Em bawer dikin ku pêrkîta "A" di destpêka vî navî da ji cînavên kurdî (a, ê, ên; ya, yê yên) hatiye. Wek çawa em dibêjin (a gewre, ê gewre, a pîroz, a payebilind).
Di heyamên mîtologî yên destpêkî da peyva "Hûra" yek ji navên rojê bû. Ji rojê ra "Khûr" (Xûr) yan "Sûr" jî dihate gotin, û roj wek ayîneya (eynika) termê Xweda dihate bawerkirin û jêra digotin "Xweda-roj". Ariyanên Vîdî li Hindistanê ji "Xweda-roj" ra digotin "A Sûra". Kaşşiyan (ji pêşiyên Kurdên Lor) jêra "Sûriyaş" digotin.
Li ba Hûrî (Horî) /Mîttaniyan bi navê "A Sûra" dihate naskirin. Şêwazên "Hûr, Khûr, Sûr" û belkî "Ûr" jî bi sedema zaravayên ariyanî ji hev cuda bûne û pêkhatine. Bi herhal navê "Horiyan" (Hûrî, Horî, Khûrî, Ûrî) peywendiya xwe bi navê rojê ra heye; yanê ew alîgirên ayîna rojeyî (şemsanî) ne; û wisa ew bi navê Xweda "Hûr, Hor, Khûr, Ûr" hatin naskirin.
Bi pêşketina hişyariya ayînî ra, têgîna nîgaşî derbarê Xweda ji diyardeyên suriştî û ji stêrk û exterên esîmanî hate cudakirin. Êdî "roj" wek sembola "Xweda" hate dîtin û Xweda bû tiştekî giyanî metafîzîkî (di ser suriştê ra). Di vê çarçewê da êdî navê "Ahûra" bi maneya "Xweda" hate wergirtin.
Pêximberê Mîdî Zerdeşt ev navê Xweda "Ahûra" tev li navê din yê Xweda "Yezdan" (Mezda = aqilmend = pendyar) kir û wisa navê "Ahûra-Mezda" yanê "Xwedayê aqilmend = pendyar " pêkhat. Zerdeşt hemû rewişt û taybetmendiyên pîrozî yên Xweda dan ser vî navî û li dor wî sazûmaneka ayînî tevayî pêkanî; hem di warê rê û rêbazan da, hem jî di warê dêlîndêz û şêwazên perestinê da. Belkî armanca wî ew bû ku hêza hemû Mîdiyan û seranserê gelên ariyanî rojhilatî li hember Toraniyan bike yek.
Lêkolînerê Brîtanî Laurence Houston Ouddel ku pisporê lêkolînên sûmerî sansekrîtî ye bawer dike ku navê "Hor, Hûr" û "Ahûra" ji navê sûmerî "Har" yan jî "Harrî" hatiye wergirtin ku bi maneya
"şervan" wek lexemê kurê xwedayê rojê yê sûmerî ye ku di wê demê da dihate gotin. Ew dibêje ku di sûmerî da ji bo xwedayê rojê navekî din hebû; ew jî "Sûr" yan jî "Aşşûr" bû. Bi sansekrîtî jêra digotin "Sûra" yan jî "Asûra" [Bingehên sûmerî di şaristaniya misirî da, rûpel 268 - 269]
şopên wê di Yêzîdîtiyê da mane; ew jî wek şaxeka Ezdahiyê
Sembola Xweda "Ahûra-Mezda" bi wêneyê qaşê rojê, bi per û
baske. Li nîvê jorîn, wêneyê kesekî bi rîşe ku tac li serê wî ye. Di
destê çepê da xelekek heye wek sembola gerdûnê ye. Hêjayî
gotinê ye ku em bêjin, ev qaşê rojê, yê bi bask ku ji nîvê wî yê
jorîn wêneyê kesekî bi rîş dedikeve, di bermaya ayînî sûmerî da jî
heye. Me li hin cihên din anîbû ziman ku ayîna sûmeran rojeyî
(şemsanî) bû; û ev yek baweriya lêkolîner Laurence Houston bi
hêz dike.
Di pey ra Ammûriyan ku li gor Xweda "Asûr / Aşûr" navê wan bû
"Aşûrî" ev sembolê Xweda ji Sûbaran (xizimên Hûrî û Kaşşiyan)
wergirtin û kevan xistin destê wî; bi maneya ku ew miletekin, ji
şer û talalanê hezdikin. Ev Xweda ji xwe ra kirin xwedayekî
neteweyî yê ku alîkariya wan dike ku li dijî neyarên xwe bi
serkevin.
Hin şêwazên din yê navê "Ahûra-Mezda" hene, wek "Ormazd",
"Ormûzd" û "Hûrmûz/ Ûrmûz". Heya niha jî şêwazê "Hûrmûz" di
hin navên kurdî û farisî da maye. Navê "Tengava Hûrmûz" ku
Kendava Sûmerî digihîne Oqyanûsa Hindî jî ji wir hatiye.
Heya niha jî navê "Ahûra" di piraniya zimanên ariyanî-ewropayî
da maye. Ev nav di rewşa matmayîn, pesindayîn û spasdariyê da
tê gotin. Wek ku bi zimanê erebî di matmayînê da dibêjin "ya
ellah, subhane ellah, ma e'zemûke ما أعظمك! " û di turkî da dibêjin
"yaşa". Li jêr çend nimûne:
Bi înglîzî û îrlandî: Hurrah. Bi almanî, swêdî, nerwijî, portûgalî:
Hurra. Bi çîkî û slovakî: Hurá. Bi îspanî: Húrra. Bi fransî: Hourra.
Bi holandî: Hoera. Bi albanî: Urra. Bi romanî û kirvatî: Ura û bi
rûsî û makdonî Urra (bi tîpên kyrîlî: Ypa).
Sembola Xweda Ahûra-Mezda yê Zerdeştî
Xweda Ahûra yê sûmerî
Xweda Aşûr
ji weşanên Hevbenda Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî // hejimar " 43 " // Çirîya Paşî 2015
11 ZZZZIIIIMMMMAAAANNNN
Pirtûka mamoste Beyar Robarî
Seyên zimanê kurdîSeyên zimanê kurdîSeyên zimanê kurdîSeyên zimanê kurdî
(xeleka 2*1)
Xwendevanên hêja; Hûnê di vê xelekê de heft beşan bixwînin, ku ew jî evin;
1. Elfbeya kurdî 2. Tîp 3. cûreyên tîpan
4. tîpa dubare 5. taybetmendiya tîpa (U),
6. taybetmendiya tîpên (E û Î) 7. xîmên zimanê kurdî.
Elfbeya kurdî: Kurdish alphabet.
Law û dayîk
Law Dayê demjimar bû çend? Dayîk Demjimar niha heft û çel xulik in. Law Divê ez herim, dem hindik ma. Dayîk Xwarin û vexwarina, jibîr meke. Law Na, min jibîr nekir roj xweş û zor sipas. Dayîk Şaye nîne lawê min.
Li rawestgehê
Rêwî Sibe xweş. Karkir Roj baş, keremke bêje. Rêwî Çîmana werî, demjimar çendan dere Dîlokê? Karkir Demjimar dehan û panzdeh xulikan. Rêwî Pir baş e, bîlêtekê ji kerema xwe. Karkir Jibo te tenê? Rêwî Belê, bes jibo min. Karkir Tu kîjan polê dixwazî? Rêwî Pola yekemîn, ji kerema xwe. Karkir Baş e, fermû ev ji te re bîlêt.
Rêwî Sipas. 28
Hevnasîn
Sûlav Roj baş. Bahoz Roj xweş. Sûlav Tu kî yî? Bahoz Ez Bahoz im. Bahoz Û tu? Sûlav Ez Sûlav im. Sûlav Tu ji ku yî Bahoz? Bahoz Ez ji Duhokê me.
Sûlav Serçavan, Duhok bajarek ciwan e. Bahoz Çavên te sax bin. Û tu ji ku yî? Sûlav Ez ji Nisêbînê me. Bahoz Nisêbîn binavûdenge, weyî tu xêrbî. Sûlav Xwedê xêrê bi te de. Bahoz Û te jî. Di mitro de
Rêwî Roj baş seyda. Çavdêr Roja te jî baş be. Çavdêr Ez çi kanim ji te re, bikim? Rêwî Ez dixwazim, herim taxa Apê Mûsa Enter.
Çavdêr Divê tu, xeta zer bibî.
Silav dayîn
Seyda Roj baş xanim.
XanimDem xweş seyda. Seyda Ez Şêro me û tu? XanimEz jî Fîdan im. Fîdan Tu ji ku yî? Şêro Ez ji Amedê me û tu ji kû yî? Fîdan Ez ji Wanê me. Şêro Serçavan. Fîdan Çavên te saxbin. Fîdan Şêro tu dixwûnî an kar dikî? Şêro Ez dixwûmin. Fîdan Tu çi dixwûnî?
Şêro Ez li zanîngehê mafnasiyê dixwûnim û tu? Fîdan Min xwendin tewakirî, ez hêdî kar dikim. Şêro Dest xweş.
Mamoste û şagirt
Mamoste Dem xweş. Şagirt Roj baş mamoste. Mamoste Tu bixêr hatî. Şagirt Sipas Mamoste Navê te çî ye? Şagirt Navê min Serdar e. Mamoste Navek ciwan e. Mamoste Serdar û paşnavê te çî ye? Serdar Paşnavê min Cûmî ye. Mamoste Tu çend salî yî?
Serdar Ez nehe salî me. Mamoste Sipas tu kanî derbas bî. Serdar Sipas.
27 Heval
Rojîn Çi demî, tu ji xew rabû yî? Aras Dora heftan û tu? Rojîn Heftnîvan, ez ji xew ra bûm. Rojîn Çima tu wisa zû rabûyî? Aras Ez bi dayîka xwe re, ra bûm. Aras Kê tu ji xew ra kirî?
Rojîn Ez bixwe ra bûm. Aras Li benda min be, piştî dibistanê. Rojîn Baş e. Aras Sipas û roj xweş. Rojîn Dem xweş.
12 ji weşanên Hevbenda Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî // hejimar " 43 " // Çirîya Paşî 2015
Rêwî Çend rawestgeh in ji vir ta wir? Çavdêr Heft rawestgeh in.
Rêwî Çiqas dirêj dike, ta wir? Çavdêr Dora dehe xulikan. Çavdêr Te bîlêt heye? Rêwî Na, divê ez hîn bikirim. Rêwî Tu kanî ji kerema, alîkariya min bikî? Çavdêr Belê, perê nigil bi te re hene? Rêwî Erê hene. Çavdêr Başe, were.
29 Li şahiyê
Mêr Hêvar baş. Jin Hêvar xweş. Mêr Ez Nebez im. Jin Ez jî Şîlan im. Nebez Bixêr bî. Şîlan Sipas. Şîlan Tu çi karî dikî Nebez? Nebez Ez hesabkar im û tu? Şîlan Ez xweşxûşk im. Nebez Tu li kîjan nexweşxanê, kar dikî? Şîlan Nexweşxana Newrozê.
Nebez Ez kêfxweş bûm bi naskirina te. Şîlan Sipas, ez jî kêfxweşim bihevdîtina te. Nebez Keremke em bireqsin. Şîlan Başe fermû. Pirs û bersîv
XanimRoj baş seyda. Seyda Dem baş xanim. XanimPirsek min heye. Seyda Keremke pirsa xwe bibêje. XanimTu zanî ev çarşîya li ku dikeve? Seyda Li gor min, ew li pişt rawestgeha traman dikeve.
XanimEz çawa kanim herim wir? Seyda Tê di vê çarşîyê kevî û yekser herî ta tu dighînî wir. XanimEw ji vir ve çiqas dûr e? Seyda Ez bawerim 10 xulik meş hene. XanimZor sipas seyda. Seyda Şaye nîne xamin û roj te xweş be. XanimRoja te jî.
30 Cînav: pronoun
Cînav bi xwe pêjeyeke û di zimanê krdî de şûna navan (navdêran)
digire. Cînav (pronav) mijar û carna jî zayenda navdêran diyar dike. Em cînêv bikartînin jibûna, navdêran em di hevokê de dubare nekin û hevok giran nebe. Û di zimanê kurdî de, du komên cînavên kesanî hene: - Koma cînavên kesanî radar (nominative). - Koma cînavên kesanî tewang (oblique). Cînavên kesanî: personal pronoun
Ji van cînavan re cînavên kesanî tê gotin, jiber kû ew dikevin şûna kesan û wan dinimînin. Û her wek em zanin di axiftinê de sê kes daxivin ew jî evin:
a- axiftdar: kesê daxife. b- axiftbar: kesê pêre tê axiftin.
c- seraxift: kesê li ser tê axiftin.
Di rêzimê de, em van kesan wisa binav dikin: - Kesê pêşîn: (ez, min, em, me, xwe). - Kesê duyemîn: (tu, te, hûn, we, xwe). - Kesê sêyemîn: (ew, vî, wî, we, ew, wan, van).
Ji cînavên kesanî radar û tewang; (vî, wî) jibo nêr in û (vê, wê) jibo mê ne û yên din hemî jibo herdû zayenda ne.
Cînavên kesanî radar: Cînavên kesanî tewang: (fundamental personal pronouns) (personal pronouns conjugation)
Ez im/ me min
Tu î/ yî te Ew e/ ye wî/wê
Em in/ ne me Hûn in/ ne we Ew in/ ne wan
31
Radar: fundamental/basic. Mînak: example. Cînav bijîşk xwendî vexwarin Ez bijîşk im xwendî me vedixwim Tu bijîşk î xwendî yî vedixwî
Ew bijîşk e xwendî ye vedixwe
Em bijîsk in xwendî ne vedixwin Hûn bijîşk in xwendî ne vedixwin Ew bijîşk in xwendî ne vedixwin
Ez
Mamoste
Me Ez
Rojnemevan
im
Tu Yî Tu î
Ew Ye Ew e Em Ne Em in
Hûn Ne Hûn in Ew Ne Ew in
Veguhastina cînavên kesanî radar di hevokan de: Mînak: example. Ez Ez ji Efrînê me. Tu Tu ji Efrînê yî. Ew Ew ji Efrînê ye. Em Em ji Efrînê ne.
Hûn Hûn ji Efrînê ne. Ew Ew Efrînê ne.
Mînak: Yekanî (yekhejmar): singular. Piranî (pi rhejmar): plural. Ez biyanî me. Em biyanî ne. Tu biyanî yî. Hûn biyanî ne.
Ew biyanî ye. Ew biyanîn ne.
32 Mînak: Yekanî (yekhejmar) Piranî (pi rhejmar) Masa min Masa me
Masa te Masa we
Masa wî Masa wan
Masa wê Masa wan
ZZZZIIIIMMMMAAAANNNN
ji weşanên Hevbenda Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî // hejimar " 43 " // Çirîya Paşî 2015
13 ZZZZIIIIMMMMAAAANNNN
Mînak: Yekanî (yekhejmar) Piranî (pi rhejmar) Ez gundî me Em gundî ne Tu gundî yî Hûn gundî ne Ew gundî ye Ew gundî ne
Mînak: Yekanî (yekhejmar) Piranî (pi rhejmar) Tirimbîla min Tirimbîla me
Tirimbîla te Tirimbîla we
Tirimbîla wî Tirimbîla wan
Tirimbîla wê Tirimbîla wan
Veguhastina lêkeran tev çinavên kesanî tewang: Li vir cînav tenê koka lêker digire û wek em dizanin çinavên tewang bes bitenê, bi dema borî tên bikar anîn. Û li vir lêker xwe naguhare û wek xwe dimîne. Mînak: example. Cînav xwarin kirin birin Min xwar kir bir Te xwar kir bir Wî/Wê xwar kir bir
Me xwar kir bir We xwar kir bir Wan xwar kir bir
33 Numîne: example.
Ez hoste me. Biyanî li Kurdistanê kêm in. Rewşa biyaniyan li Ewrupa, nexweş e. Em li biyaniyê dijîn. Ew dehe salan li biyaniyê ma. Tu biyanî yî? Li gor min hûn biyanî ne. Ew ji biyaniyê xelas bûn. Nûmîne: Masa min sor e. Pirtûka wê nû ye.
Wî xwedina xwe tewa kir. Mamoste yê me zîrek e. Dibistana wan mezin e. Me hajê tune bû. We xwarin xwar? Çi gerekê te ye? Azad dere dibistanê. Ew ji kar tê. Her dem neboş e. Ew mamoste ye. Wê xwendin tewa kir. Wan mala xwe bar kir. We xanî firot? Wan çi pirs kir? Delalê ew da min. Wî telefonî min kir. Hîndarî -6 Peyvên pêşîn li gor çinavên kesanî radar veguhesîne.
Cînav bajarî mezin zîrek Ez ……………… ……………… …………… Tu ……………… ……………… …………… Ew ……………… ……………… …………… Em ……………… ……………… …………… Hûn ……………… ……………… …………… Ew ……………… ……………… …………… g
34 Cînav mamoste zarok sêwî Ez ……………… ……………… …………… Tu ……………… ……………… …………… Ew ……………… ……………… …………… Em ……………… ……………… ……………
Hûn ……………… ……………… …………… Ew ……………… ……………… …………… g Hîndarî -7 Peyvên jêrîn li gor çinavên kesanî radar veguhesîne. cînav zane mîr nexweş Ez ……………… ……………… …………… Tu ……………… ……………… …………… Ew ……………… ……………… ……………
Em ……………… ……………… …………… Hûn ……………… ……………… …………… Ew ……………… ……………… …………… cînav cotyar karmend hoste Ez ……………… ……………… …………… Tu ……………… ……………… …………… Ew ……………… ……………… …………… Em ……………… ……………… …………… Hûn ……………… ……………… ……………
Ew ……………… ……………… …………… 35
Hîndarî -8 Hevokên jêrîn bi çinavên kesanî (radar, tewang) dirust biserî bike. 1. …..…. şûfêr im. 2. ……... berber e. 3. …..…. xwendekar in. 4. ……... ji kû ne? 5. ……… bi kurdî zanî?
6. ……… ne ji vir in. 7. ……… xûşka min e. 8. ……... li ku bûn? 9. ……… ji Kurdistanê me. Hîndarî -9 Valahiyên jêrîn bi cînavên kesanî (radar, tewang) dirust dagire. 1- Birayê …….… dîrokvan e. 2- ………. xawrin xwarî. 3- ………. birçîne? 4- ………. kurdin.
5- ………. mêrkirî? 6- Zarokên ………. çendin? 7- ………. jina xwe berda! 8- ……..… holendî me. 9- Raste, ………. xwe mala firot.
…………………………. Dûmahî Heye …………………………
ji weşanên Hevbenda Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî // hejimar " 43 " // Çirîya Paşî 2015
14 ffffoooollllkkkklllloooorrrr
Luqman Silêman
Şerê Keya Begê
Waliyê Diyarbekir (Xeleka 1)
Dibêjin Keya begê waliyê Diyar bekirê bû zilamekî çav sor bû hişk
û ter dişewitind, şêniyê dever ê aniya qaqa reş, ji Diyar bekir ta
bi Mêrdîn û Cizîra Bota û beriya Mûsilê dibin destê wî debû.
hingî ev bêbav zalimê û pêstûriyê li şêniyê deverê dikê tirsa wî
katiye dilê xelkê ta bi zaroka ji navê wî di tirsin pîrek zarokê xwe
pê dirazên in. nav û dengê wî li ser dirêjî û pehniya deverê gera
ye mirovekî ne dîne, ne îmane ji kuştin û girtinê pêve tiştekî
nizan ê.
Rojekî Keya begê alayîk esker bi xwe re karkiriye û ji bajarê Diyar
bekir derket wê li wîlayeta xwe bi gerê. Devera ku di bin
desthilatdariya wî deye lê merema wî zalimî ji derketina bi wî
rengî çiye kes nizanê.
Mane ew keya begê ye heyî û neyî di wê deverê de ew e. Dema
ku Keya begê ji Amedê bi rêket ne dizanî wê bi kude herê berê
wî eskerê xwe da hêla Mêrdînê.
Mêrdîn de di bin destê kurê Hesen paşa deye. Heft kurê Hesen
paşa hene lê Hesen paşa bi xwe ji zûde çûye ser dilovaniya xwe.
Her heft kurê Hesen paşa yek ji gotina yê dî dernakevê gelekî
qedir û siyaneta hev digrin.
Her heft bira tiştekî bêyî hev nakin ji ber wisa jî şêniyê deverê
gelekî romet û qedir û siyaneta wa digrin.
Çaxê ku Keya dighê pişta bajarê Mêrdînê ji eskerê xwe re dibêjê
em ê îşev li vir bi mîn in ji xwe re li vî bajarî binêrin ka bê çi li vir
heye çi nîne? Keya begê bi hin girgirekê xwe re daketin bazara
bajarê Mêrdîn ê zarokê Hesen paşa çav li Keya begê kirin bezîn
çûne pêşiya wî bi serê hespê wî girtin?
Keya begê ji wan re go: oxlim xêre çi haye ser ê we ev we jinin
revandine we mêrin kuştine hina pêstûrî li we kiriye,çi derdê
weye wisa we xwe avête pêşiya min û serê hespê min girtin çima
we ez sekinadim?
Kurê mezin yê Hesen paşa mezinê bira navê wî Tahir paşa ye ji
Keya begê re go: begê min saya Xwedê û serê te kes nikarê
pêstûriyê li me bikê, madem tu heyî lê me dixwest ku em te di
eşîraxwe de nasbikin ne liderveyî eşîraxwe?!
Keya begê go: va we ez naskirim, vêca hûnê min xelat bikin yan
hûnê min celat bikin?
Tahir paşa go: sitexfîrela Begê min em dixwazin ti ji dêvla şevekî
sê şeva bibê mêvanê me, parîk nanê me qedehek çaya me
vexwê, tiştekî dî me ji te navê?
Keya Begê go: oxlim alayîk esker bi min re ye ma ji we tê hûn vê
alaya esker bi xwarin kin û dewarê wa bi êmkin. Derbas bûna
min li mala we ne hêsanê wê pişta we xwe di bin barde bigrê?
Tahir paşa go: begê min oda me sêpila hespê dewletiye nawele
koxa hespê dewletiya heger izna te hebê em ê te û vê alaya
esker sê şev û sê roja bi xwarin û vexwarin û cîbikin?
Dema ku Keya Begê dî Tahir paşa vê zar zara ha jê dikê ji hespê
xwe daket û esker pêre peyabû xulam ê Tahir paşa dewarê wa
kişandin tewlexana girêdan û dest bi şîva Keya begê kirin. Dê li
weledê xwe nabê xwedî li bajarê Mêrdînê wê şevê Keya begê bû
mêvanê zaroyê Hesen paşa qîr û qiya mete hin sewêl serjêdikin
hin kevel dikin hin niqriya rast dikin hin agir dikin hin avê
dadigrin. Teqe reqa niqrî hesik û kevçî û legena ye hema ew e
xulam pêlihev nakin.
Li rexê odê reqreqa gumgumê ça û qehwê ye xulam li bin guhê
hev dikevin hin çayê di gerînin hin qehwê hin desmalkê desta di
destê wa de ne li ber mêvana sekinîne hin misînê avê di destê
wa dene li ber derî bûne sing tofan li wa bixê ji cihê xwe na
lebitin.
Wê şevê şîva xwe xwarin zaroyê Hesen paşa stranvan û mutirb li
odê rêzkirin her yekî bi rengekî stirana ji Keya begê re dibêjê. Li
pêşiya odê weka roja heşrê lê hatiye kes nasî nabînê û ne kes bi
kesî dikevê.
Têbînî:
Nezîre Mihemed ew bi stiranî vî şerî dibêjê û min jî ji kasêtê
nivîsandiye wek wî gotî.
ji weşanên Hevbenda Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî // hejimar " 43 " // Çirîya Paşî 2015
15 ffffoooollllkkkklllloooorrrr
Reşîd Mela Elî Kolekî
Di bî hatina 101 salîya şehîd kirina wî da Xandinek civakî ji bu Bizava
Şêx Ebdulselamê Barzanî
Dema ku mirov bixaze behsa kes û dîrokê bike, divê ku behsa
buyer, şer, aştî, pêşketin, kesayetî û mirovên mezin, rêber,
serheldan û rabûn ûberxwedana mirovan were kirin, anku
merem diroka mirovaye bi hemî şikan û serketinin xwe ve. Her li
despêka jîyana xweda mirovan bizav kirîye daku jîyana xwe
xweş bike, aştî û tenahîyê bi cî bike, hevaltînî û dustînî di
navbera mirovan da were dirist kirin.
Tişetkê xweyaye ku ev çende jî bi hemî kesan nahê kirin li ber ku
jîyana mirovan zehmet û bertengî gelek hene û êş û elemên
zêde dikeve pêşîya mirovan ku vê çendê dixazin. Li ber ku ev êk
jî bi hemî kesan ra nahê kirin û kesên bi hêz û mezin û bi romet
û xwedî hizir û hest û bîra mirovî dixaze, liber vê êkê jî hizir van
û şehrezayên warê civaknasî û sosyolojî qîmet û giringîek mezin
daye kesayetîya mirovan.
(Îpîkûr) feylesûf û hizirvanê yûnanistanê yê bi nav û deng
kesayetîyê di mirov dustîyê ra di bîne an ku li gorî nêrîna vî
hizirvanî ew kes xwedî kesayetîye ku mirov dost be û bi hizra
mirovî hatibe perwerde kirin, bi ramanek din bingehê kesayetî
ya her kesekî mirov dostîye. (Tûlistû) jî di bêje ku kesayetî xwe
ava kirina mirovaye û berhem û destket û di encama jan û azar
û elema mirovan da dirist dibe, mirov di nava dîrûkê da di jî û
nasnama xwe li dîrokê wer digre.
Gengeşe û dan û sitandinên mezin lidor vê êkê hene û hatîne
kirin ka dîrok çewa dirist dibe û çewa birêve diçe, lê ya herî
giring ewe ku nabe rol û bandora kesayetî û mirovên mezin
were ji bîr kirin, li ber ku kesayetî û mirovên mezin bandorek
mezin li ser dirist kirina dîroka mirovan da heye. Eger dîroka
mirovaye tîyê were xandin û berçav girtin dîyar dibe ku her kes
nikare rol ûbandora xwe hebe yan jî dîrûkê dirist bike, lê gelek
kes û mirov jî peyda dibin ku dikarin dîrûkê dirist biken ûdikarin
werara dîrûkê bi gohrin jî û dîroka mirovayetîyê ava biken.
Cudahî di nav bera ol û mezheb û netewan da nîne, lê cudahî di
nêrîn û hizra mirovan da heye, hindek mirov xwedîyê hizrek
netewîne, bawerîya hijmareke mirova jî olî û mezhebî û
cografîye, lê hindek mirov jî hene bawera wan ne hizra netewî ya
berteng û olî û mezhebî ya nevekirî ye belkî hizr û bawerîya wan
tişteke dine, ew jî hizra mirovyatîya wane, anku bingeh û şengistê
ava bîna hizra wan mirovayetî bune û ew bi nêrîn û hizrek vekirî
hatîne pêgehandin, ev mirove di dergehê mirov bunê ra li
mirovan ra di nêrin û bitinê netewe û ol û mezheban ra nabînin,
her kes jî nikare bibe xwedîyê hizr û nêrînek wiha berfire û vekirî.
Li ber ku divê ev mirove ji hemî tiştan werin qetandin û dûr ketin
û bi mirovayetîyê werin girêdan û mirov bûn berî her tiştî were li
cem wan, ev cure mirovan hene lê gelekî kêmin jî, ne xasme li
rojhelata navîn da tuştên wiha gelekî kêmin li ber ku hizra netewî
û ya olî û ya mezhebî gelekî xwert û bi hêze û herkes nikare xwe li
vê êkê derbaz bike, dîroka civakên rojhelata navîn jî bi ronî vê êkê
xweya dike ku bawerî û hizra netewî û olî û mezhebî gelekî xwert
û bi hêze, li ber vê êkê jî ev devere cîhê pirobilêm û arîşe û şerên
dijwar ên cuda cuda buye, hişyarî û rewşenbîrîya civakî gelekî
nizm û kêm bû û kesên xwedîyê têgehiştin û hizra vekirî tu nebûn
û her kes jî ev hizre helgirtiba hevrikîyek xwert jî di gel dihate
kirin.
Eger dîroka devera rojhelata navîn ji layê civakî û sosyol û jî ve
were xandin û vekulîn li ser were kirin dîyar dibe ku ( Barzan) bi
devereke cuda û taybet li rojhelata navîn di hê hijmar kirin, li ber
ku bi cîhê êkemîn di hê hejmar kirin ku kultûr û tîtal û hizra vekirî
ya mirovî ser helda û ev êk jî buye egerê kum bîn û akincîbîna
hemî mirova bi hemî cudahîyên xwe yên olî û netewî û mezhebî,
anku (Barzan) di çerxên 18 û 19 an da bûye cîhê pêkvejîyana olî û
neteweî û mezhebî û cudahîhên mirovan nebune sedema ser
heldana arîşe û pirobilêman di nav bera mirovan da, ew pirobilê
mên ku li hemî welat û civakên rojhelata navîn dihate dîtin.
Ev hizre bûye egerê ava bîn û serheldana bizaveke mirovî- netewî - olî û nîştîmanî, vê bizavê hemî bîyav û warên jîyana mirovî berçav kirin û giringî û puyte dihate pêdan mîna ol, netewe, welat, jînge, dadwerî û wek hevî, rêfurmên civakî, lêborîn û efû kirin, ev bizave bûye bizaveke dîyar û êkemîn ya sivîl û medenî li deverê. Li ber ku armancên wê tevayî ûgiştî bûn, di warê civakî da gohrînên mezin û gir ing hatin kir in, rîformeke temam divî warî da hat kir in, mirov dikare bêje şoreşek bû, peywendîyên civakî bi rengekê nû hatin ava kir in, kûlayetî hat rakir in, derebgayetî û cudahîyên civakî û çînayetî hatin rakir in oli nav bir in û êksanî û wekhevîyeke temam di warê civakî da hat bi cî kirin di civakê da, di warê çandin kişt û kal û ziraetê da jî karên mezin hatin kir in û encam dan, erd û ax û xaka ziraetê bi ser cutkar û welatîyan da hat par ve kirin û herkes bûye xwedîyê erdê xwe û cudahêyên nav
ji weşanên Hevbenda Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî // hejimar " 43 " // Çirîya Paşî 2015
16 ffffoooollllkkkklllloooorrrr
bera mirovan di vî warî dajî hat ra kirin, her kes û her welatîyek
bûye xwedîyê milk û erdê xwe û sîstema derebegîyê nehêlan.
Di warê mafên jinan da jî tiştên pir biha hatin birêve çûn, firotina
jinan hat yasax û qedege kirin, bi zur û xwertî bi mir dan hat ra
kirin kesekî nikarî qîz yan jî kiça xwe bi dare zurê bide kesekî,
lihev gohartina jinan jî hat ra kirin û herwiha ew êk jî hat qedexe
kirin ku qîz û kiç di jîyê zarukînîya xweda were bi mir dan yan
zewicandin, di warê olî da jî pêngavên gelek baş ûmezin hatin
havêtin, di vî warî da mirov wiha hat têgehandin û perwerde
kirin ku bawerîya wî bi ol û mezhebên din jî xwert be û rêzê li
xwedîyên ol û mezhebên din jî bigre, mizgeft û cîhên olî bûne
cîhên çareser kirin û nehêştina arîşe û pirobilêmên welatîyan, li
(Barzan) mirov bi rengekê wiha hat têgehandin ku hemî ol û
mezheban qîmet û giringîya xwe hebe û pîrozîyên hemî mirovan
bi nirxîne û bi pîroz bizane, ev êk jî bûye sedema wê çendê ku
(Barzan) bibe cîhê jîyana hemî ol û mezheban (Misilman,
Kirîstîyan û Cihû), ku ev çende tiştekî herî balkêş û nû bû li hemî
devera rojhalata navîn da.
Eger danamana mafê mirovan were ber çav kirin jî dîyar dibe ku
ev gohrîn û rîformên civakî yên (Şêx Ebdulselamê barzanî) li sala
1907 an da hatîne kirin, lê danaman mafên mirova sala 1948 da
derket, anku rêber û serokên Barzan di pêşîya wan da jî ( Şêx
Ebdulselam Barzanî ) 41 salan berî (UN) û sazîyên nêvnetewî
gohrîn û rîformên civakî encam dayne û helgirên hizra mirova
yetî û aştîyane bûyne û bawerî bi mafê mirovan hebûye û kar jî
bu vê êkê hatîye kirin. Ev êk jî di demekî de der dikeve ku rîform
û gohrînên civakî li barzan û bend û made û xalên dane mana
mafê mirovan werin berçav girtin.
# Mada 1ê li danemana mafê mirovan di bêje :(( hemî mirov bi
azadî li dayîk di bin û bi êksanî û wek hev mafê wan yê jîyanê
heye, dive bi rêz û hurmet ji mirovan ra were nêrîn )).
Êk ji rîformên (Şêx Ebdulselam Barzanî ) jî li nav birin û nehêlana
derebegîyê û cudahîyên civakî bu, ku ev êk jî bi temamî ramana
serî dide.
# Di mada 4ê li danemana mafê mirovanda jî hatîye : ((nabe tu
kes kesekî bi kûle bike û hemî rengên koledarîyê û bazerganî
kirin bi mirovan ra qedexeye)) .
Li Barzan jî axatî û koledarî bi êk carî hat rakirin û qedexe kirin û
êksanî û wekhevîyek temam di ware civakî da hat bi cî kirin, ku
eve jî bi temamî bi vê made ra der dikeve .
# Mada 16ê jî bi vî rengey behsa mafê jinan dike: "1- jin û zelamê
pêgehêştî mafê zewicînê û pêkanîna malbatê heye ,2- mehre
kirina jinê tinê bi razîbûna wê û zelamî di be , 3- malbat bingehê
civakê ye ûdiv ê ji layê hikûmetê û sazîyan ra were parastin" .
(Şêx Ebdulselam Barzanî) jî ev mefe bi temamî ber çav girtin û di
warê kiryarî da cî bi cî kirin, bi zurdan û zewicandina jinê bi
temamî hat qedexe kirin, firotina jinê ku li deverê gelekî berfire
bu bi êkcarî rakirin, jin bi jin kirin jî li deverê nehêlan, ev rîforme
jî bi temamî hate kirin, gelek bi romet jî berê xwe dida malbatê û
di hemî civîn û dîdarên xweda pê li ser vê êkê di hate dagirtin ku
divê rêz li malbatê were girtin, di piranîya civakan da li rojhelata
navîn kiç û qîz di jîyê zarukînîyê da dihat zewicandin ku eve jî
zulmeke mezin bu derheqê jinê dihate kirin, gotinek zêde nabe
eger bê gotin (Barzan) di serdema (Şêx Ebdulselam Barzanî) da
devera êkemîn bu ku ev paşveroya civakî nehêla û ev zordarîya der heqê jinê rakirin.
devera êkemîn bu ku ev paşveroya civakî nehêla û ev zordarîya
der heqê jinê rakirin.
Babet û mijarek din ku bi mafê mirovan jî dihê hejmar kirin û li
barzan û di serdemê (Şêx Ebdulselam Barzanî ) da hat kirin parve
kirina erd û zevîyan bu biser welatî û cuykaran da, ku ev êk jî bi
tiştek gelekî kêm di hê hejmar kirin û dikare bê gotin ku di vî warî
da jî Barzan rêza pêşîyê girt ji bu vê rîforma civakî û cî bi cî kirina
êk ji mafên mirovî ku xwedî buna mirova ye li ser erd û zevî û
milkê xwe, li ber ku xwedî milk bûn bi mafekê siroştî û normal yê
her mirov û welatîyekî di hê hejmar kirin, di serdemê wî da erd û
zevî biser hemî welatî yan da hat par ve kirin û her kes bûye
xwedî milk û erdê xwe, dîsan eve jî tiştek gelek nû bû li deverê ku
li barzan hat cî bi cî kirin, ev êk jî demekî giringî û qîmeta wê dîyar
dibe ku bê zanîn piştî 41 sala danemana mafê mirovî behsê milk û
milkdarîya mirovan kir û mada (17)ê bi vî awaî behs dike:
((1 – Hemî kesî bi tine yan jî bi kesên din mafê milkdarîyê heye û
divê bibe xwedî milkê xwe .2- Nabe ku bi zorî milk û erd li kesekî
were sitandin û wergirtin)).
Rîformeke din ku li Barzan hat kirin û di wan serdeman da karekê
mezin bu pêkînan û ava kirina komîte û destekên helbijardî bû li
gondan, welatîya endam û kesên nava van komîta heldi bjardin û
dîyar dihirin ku ev êk jî tê mana wê êkê ku welatî pişkdarîyê biken
di meşandin û rêvebirina karûbarên xwe û bi ramana îro
pişkdarîya welatîyaye di cî û nawendên biryar girtinê da.
Mada 21 ji danemana mafê mirova lidor vê êkê di bêje: ((1- Mafê
her kesîye ku pişkdarîyê di rêvebirina karûbarên giştî û tevaî û
dive rêveberên xwe helbijêre, 2- Mafê herkesîye ku bibe rêveber
ûkarê rêvebirinê wer bigre û dive delîve û wek hevî jî ji her kesî ra
hebe , 3- gel û welatî jêderê her desthelatekêye )).
Eger ev made û rîformên ku li Barzan hatîne kirin divî warî da di
bînîn ku 41 salan berî ku danemana mafê mirovan der keve (Şêx
Ebdulselam Barzanî ) û rêberên din li Barzan hizra helbijardin û
nêrînên welatîya kirîne ku ev êk jî têgehiştin û rewşenbîrîya civakî
li barzan der dixe.
Eger xandinek ekadimîk ji bizava (Şêx Ebdulselam Barzanî ) ra
were xandin û vekolîn li ser were kirin dîyar dibe ku ev bizave :
1- Berî her tiştî bizavek mirovî buye ku rêz girtin li qîmet û tîtalên
mirovî armanca êkê buye li Barzan.
2- Hizir li parve kirina karî hatîye kirin di civakê da ku mijareke nû
bû li deverê.
ji weşanên Hevbenda Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî // hejimar " 43 " // Çirîya Paşî 2015
17 LLLLêêêêkkkkoooollllîîîînnnn
Xweda Eded
3- Bi zelalî û ronî behsa mafê jinan hat kirin û pêngav jî bu vê
êkê hatin havitin.
4- Bizav kirîye ku welatî pişikdarîyê di rêvebirina karûbarên
xweda biken.
5- Zevî û erd bi ser welatî û cotkaran da hat par ve kirin û her
kes bûye xwedîyê milk û zevîya xwe ku ev êk jî li ber çav kirina
mafekê giring yê mirovî bû.
6- Bizav hate kirin û serketin jî bi dest xistin daku dadwerîya
civakî were bi cî kirin û cî bi cî kirin.
7- Lê borîn û pêvejîyana olî û netewî û mezhebî bu bingehekê
here giring û negor di bizava Barzan û di serdemê (Şêx Ebdul
selam Barzanî ) da û Barzan jî bu cîhê kumbûna mirovan bi hemî
cudahîyên xwe yên netewî û olî û mezhebî.
8- Dîyar bû ku hemî ew rîformên civakî, pêkvejîyana olî û netewî
û mezhebî û lêburîn û dadwerîya civakî ku li Barzan û di serdemê
(Şêx Ebdulselan Barzanî) da hatin kirin mafên mirovî bûn û piştî
41 salan ku danemana mafê mirovî derkt û bingehê wê ew maf
bûn ku li barzan hatbûn cî bi cî kirin, ev êk jî mirovî bûn û
medenî û sivîl bûna bizava barzan nîşan diden ku di çerxên 18 ê
ser helday û ta niho jî dom dike.
Amer Çelik
Eşîra Dina û pîroziye Bûqetarê Wekî her dema, dema em dixwazin lêkolînekê li ser Êzidiyan yan
jî bûyerin Tarîxî yên Êzidiyan, ol û netewa wan, yan êl û eşîrên
wan, pirsgirêk û serpêhatiyên wan, ferman û talan, wêraniya
wan, yan jî em weha bibijin; ku bi gişti li ser Êzidiyan binvîsînin.
Çavkanî gelekî kêm in belê gelek caran peyde nabin. Nivîskar
mecbûr dimîne ku ji çîrok û serpêhatiyan û ji devê kal-mêran
tomar bikin û bistînin.
Têbînî piraniyê çavkaniyên me li ser eşîra Dina ji devê rehmetiyê
Xûdêda Pisî ne, ku ew bi xwe ji eşîra Çêlkan ne, hatiye
tomarkirin.
Di destpêkê de em li berxwe bidin eşîra Dina nas bikin cih û
warên wan bidine nîşanê, mêrxasên vê eşîrê kîbûn…? Çi
girêdane wane bi Bûqetarê re heye… Ev Bûqetar çi ye…??
Eşîra Dina:
Piraniyên kal-mêrên Eşîra Dina dibêjin; ku gotina Dina Ji gotina
dunyayê (Dun-ya-Cîhan) hatiye. Ji ber ku wekî bav-kalên me
dibêjin: Eşîra Dina pirbûn ji hijmariye wane zêda, lewma jî navê
wan kirin Dina-Duna. Lê hinek ji wan, ji Dina bi xwe vê gotinê
qebûl nakin û dibêjin: Dina ji gortina Den bi weteye Cerr(Den-
Cerr) hatiye. Bi weteya ku Êzidî dibêjin: Êzidî ne ji Ademin, belê
ji Cerr xûliqîne!...
Bavikên Dina:
Heger em bibêjin; ku ÊL ji çend eşîran pêk tê, her usa jî, eşîr jî, ji
çend bavik(Ber) pêk tê. Dina jî bavikên eşîra wan pirin, pêwîste
em tevan bînin ser ziman, lê heger me hinek ji wan Berkan
(bavikan) ji bîr kiribin, yan jî qedir giranên ku me ji devê wan
girtî ji birkiribin, li me negirin, biborînin.
Bavikên Dina jî ev in: Remika-Romika, Golka, Bozane, Nuemane,
Ehvdau e, Reşa, Mende, Hacke, Kepane, E`arfue, Keşkûke,
Basteme, Bekere, Şemika û Pîşrehua.
Têbînî: Serkêşê olî yê ku taybetî bi eşîra Dina ve xêlfî (cûda) ji
tevahiya Êzidiyan dina jêra dibêjin; Pîşreu, lê ev malbat ji
malbatên feqîran (Xerqa) ne û zewac di navbera wan eşîrê de
nabê!...
Cih û warê Dina:
Eşîra Dina jî wekî tevahiya birayên xwe Êzidî, di gelek qûnax û waran re derbas bûne, helbet sedemên qirkirin, talan û wêraniyê (Fermanan). Tê gotin Ku berê piraniyê Dina di Herêma Helebê de akincî bûn, û piraniyê wan ji ber darê zora muslmaniyê ji wî cihî koçber bûne. Lê hîn hinek ji wan di herêma Efrînê de dimînin. Helbet Dina li hersê perçên Kurdistan belav bûne. Li Rojava Kurdistan, li der û dorên bajarê Hisiça, li Qamişlo û Amudê, Dirbêsiyê û Serê Kaniyê akincî ne. Li başûr jî, li Dihok û Simêlê (Rojhilatî Decla) Xanik û Şariya. Herêma Şingalê jî, Xanasorê, Sinûnê, Dugûra, Guhbel, Girzerik. Bakurî Kurdistan jî, Wêranşar û Sirûcê. Tê gotin ku Dina di sala 1919an de ji Wêranşar û sirûcê û Rûhayê koçberî Rojava û Başûr bûne. Her weha Dina li Qevqasê (Qûqaz) û Ermenistan jî hene.
Sekêşên Dina:
Gelek ji serkêşên Dina heta roja îro jî hîn nav û dengê wan di nava qasên Êzidiyan û tevahiye kurdan de belave. Belê xwedî qîmetek giranin. heger malbata Feqîran ba(Hemo Şero) yan jî, malbata Şihab axa ba, yan Nemirê Simo ku demekê waliyê Mûsil bûye, yan jî Evdî axa kurê Nemir û her weha Hesîn ê Qenco.
Dema min agehdarî û serpêhatî ji devê Rehmetiyê Xûdêda yê Pisî tomar dikir ya ku ji bo min herî balkêş ewbû ku jina(JIN) Êzidî serkêşî û serokatiye eşîrê Dina kiriye. Heger Xatûna hêja ya bi navê Nazê(NAZA) ku dibêjin li dora 15-16 salan serkêsiye eşîra dina kiriye. Her weha Xatûna Hêja Tahlê daka Bişar axa,xatûne Ismahil axa. Piştî mirine Ismahîl axa serkêşiya Dina kiriye heta ku kurê wê Bişar(Bişar axa) mezin bûy û Tehlê serkêşî û axatiye Dina radestê kurê xwe Bişar kiriye.Lê ya herî bi hêriz û navdar, Xatûna bi nav û deng Bêzar bû, daka pênc lawan jina Xelîl axa. Tê gotin ku Bêzar bi malbata Hesînê Qenco re li ser mislimaniye Hesîn,dikefe aloziyan, her pênc zarokên xwe bi xwe re radike û li gundê Çetelê li bakurî Kurdistan bi cih dibe û Dina li dora xwe Kom dike.Bêzarê bêtir ji deh(10) salan bi çelengî serkêşiye eşîrê
ji weşanên Hevbenda Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî // hejimar " 43 " // Çirîya Paşî 2015
18 LLLLêêêêkkkkoooollllîîîînnnn
dike.Bêzarê bêtir ji deh(10) salan bi çelengî serkêşiye eşîrê dike, heta ku kurê wê Sînan mezin dibe û êdî Bêzar serkêsiye Dina radestî kurê xwe yê mezin Sinan dike.
Dina û Bûqetar:
Bûqetar yan jî Bûqetar Babo(Papa) Nimûne Dina dibêjin: „Babê min Bûqetar“ her weha jêra dibêjin; „Mîr ê Kûla“
Ez di wê baweriyê de me ku bi mebeste xudayê Kûlane. Bi wetaya ku Bûqetar xudayê derd û kûlan ,der û kûlan ji mirîdên xwe dûr dike.
Eşîra Dina bi tenê ji Êzidiyan Bûqetar ê salê carekê ciwan dikin yan em bibêjin kêf û şahiyê ji bo wî dikin û jêra dibêjn: „Cimaya Bûqetar“
Di nava feqîrênDina de(Xerqa) hene ji wan re dibêjin:“Feqîrê Bûqetar, ew Feqîrin yên bi kar û barê pîrozoye Bûqetar radibin. Wek me li jor gotî ku di salê de, carekê Bûqetar tê pîroz kirin û Dina jêr dibêjin; Cimaya Bûqetar.
Berî ku Dina ji Ruhayê (Bakur-Kurdistan) koçber bibin, Girek li wer hebû(Ruha) jêra digotin; „Girê Bûqetar ê“ her weha li
serê wî girî Goreke kevinar heye, her sal carekê qasê eşîre Dina di miha Adarê de diçûne ser Girê Bûqetarê û Cimaya wî pîroz dikirin. Dema ku Jineke Dinayî kurekî xwedê bidayê pêwîst bû ku beranekî sersar zaroka xwe(lawik) bibe ser Girê Bûqetarê Qûrbanî ji bo Bûqetar bide.
Çira Bûqetar: çira bûqetar heger ne ji Tawisê biçûktir û kintir bûye, mirovê bigote balkî Tawisa. Li dora 35-40 cm) heye û tasek jî pêra ya jêra dibêjin; Şerbik. Her weha Marekî biçû pêra ya jêra dibêji; Ziya. Çira tevî Şerbik û Mar(Ziya) gerekî li mal a mezinê eşîr ba.
Tezkere Bûqetar: Di Cimaya Bûqetar de her malbatek ji malbatên eşîre Dina qetek qûmaş sor didine wan jêr dibêjin; „Tezkere Bûqetar“, pêwîste ku her malbat wî qetê qûmaşê sor(Tezkere) bi devê deriyê xwe vekê, bi weteya ku dema Mîrê Kûlê (Bûqetar) tê û konê xwe li ser gundan û malbatan datîne, bi wî qûmaşî (Tezkerê) dizane ku ew malbat ji malbatên Mirîdên wî ne û malbatê ji kûlê diparêza. Her weha Şikeftek li gelî Lalişh heye jêra dibêjin; „Şikefta Bûqetar“.
Ji Êzidiyan Dina tenê dikarin derbasî wê şikeftê bibin.
Alîîîî Hadîîîî
ji weşanên Hevbenda Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî // hejimar " 43 " // Çirîya Paşî 2015
19 LLLLêêêêkkkkoooollllîîîînnnn
Dr. Sozdar Mîdî (E. Xelîl) wergera ji erebî: Mustefa Reşîd
Tîrêjên Tîrêjên Tîrêjên Tîrêjên ÇaÇaÇaÇarrrrşşşşembêembêembêembê Xelek – 17
Keştiya Tofanê û Çiyayên
Kurdistanê di bermaya îslamî da Çîroka Tofanê ya qur'anî:
Çîroka Tofanê ya qur'anî di xêzên xwe yên gelemper da dişibihe
çîroka Tofanê ya tewratî. Cudahî tenha di hin tiştên hûrik da
heye. Şêwazê tewratî bêhtir ji raxistina bûyerên dîrokî va bi
awayekî hûrik nêzîk dibe. Lê belê şêwazê qur'anî tenha xêzên
gelemper (bûyerên sereke) tîne ziman û wan tenha wek pirekê
bi kar tîne, ji bo balkişandin û şanîdana rê, ji bo kişandina
daxwaza mirov bo xizmeta Xweda, û ji bo tirsandina mirov dema
ji Xweda asê bibe.
Eve şêwazê gelemper derbarê raxistina çîroka Tofanê di Qur'anê
da. Ew di bêhtirî şeş sûreyên qur'anî da hatiye xeberdan, û
sûretek jî heye bi navê "Sûreyê Nûh" bi tertîba 71 di nav 114
sûreyên Qur'anê da bi giştî. Va ye kurtahiya agahdariyên ku di
hemû gotûbêjan da hatine:
Gelê Nûh rêya xwe wenda kiribû û bûbûn pir-xwedawend; ji hin
xwedayên din ra perestî dikirin. Xweda pêximber Nûh ji wan ra
hinart daku ew dest ji rêwendabûnê berdin û vegerin guhdar
kirina Xweda û ta'eta wî. Nûh gef li wan xwar ku asêbûna ji
Xweda wê bibe sedem ku ew sezayekî giran bikişînin. Lê belê
tenha beşekî biçûk ji gelê wî pê bawer kir. Dîsa jî Nûh di
vexwendina gelê xwe da ji bo guhdarkirina Xweda berdewam
kir, û ji wan ra pir nîşan û belge pêşkêş kirin. Rêberên gelê wî, ji
wî xwastin ku bera wan çend kesên bi wî bawer kirine bide, û
gotin heger tu bera van çend kesên rezîl bidî, emê bi te bawer
bikin. Lê belê Nûh daxwaza wan nepejirand.
Sebir û hedana Nûh li ser gelê xwe bi dirêjahî da û her wan azar
û ziyan digihande wî; qerf û tinaziyên xwe bi gotinên wî dikirin.
Hîngê Nûh ji Xweda xwast ku koka wan bîne û kesekî ji wan
nehêle. Xweda ew hêminand ku bila ew êş û azarê nekişîne,
tikesên din wê bi wî bawer nekin, ji bilî ew çend kesên ku bawer
kirine, û jêra got ku ewê wan bi Tofanê biqelîne û ji holê rake. Jê
xwast ku ew keştiyekê di bin serpereştiya wî da durist bike.
Dema Nûh keştî durist dikir, gelê wî di ber wî ra derbas dibû,
qerf û tinaziyên xwe pê dikirin. Lê belê wî guh nedida tinaziyên
wan û her di duristkirina keştiyê da berdewam dikir. Gava
Tofanê destpêkir, kaniyên avê der bûn û baranê bi xurtî lêkir,
Xweda ji Nûh xwast ku malbata xwe têxe keştiyê û pêra ji her
jîndarekî cotek (yek nêr û yek mê). Nûh wisa kir û lawekî ji lawên
wî nexwast ku bi wan ra li keştiyê siwar bibe. Wî got, ewê here
ser kopê çiyayekî bilind daku ji Tofanê rizgar bibe.
Asta avê bilind bû û pêlên avê bûn wek çiyan. Keştî tev kesên ku
têda bûn bi rêket û lawê Nûh tev gelê wî yên nebawermend
têkçûn. Di pey ra Xweda ferman da kaniyên zemînê ku êdî ji
hilavêtina avê rawestin û ferman da asîman ku êdî baranê
rawestîne. {Got erdo! Ava xwe daqurtîne û asîmano! Paşva
vekişe. Av çû, her tişt temam bû û li ser Cûdî rawestiya û got ew
gelê zordar bila bi têkbiçe}.
أرض ابلعي ماءك ویا سماء أقلعي وغیض الماء وقضي األمر واستوت على وقیل یا {
1}الجودي وقیل بعدا للقوم الظالمین
Şîrovekirina çîroka Tofanê ya qur'anî:
Evin bûyerên çîroka Tofanê ya qur'anî. Keştî li ser çiyayekî bi
navê "Cûdî" rawestiya. Nûh û kesên ku li gel wî bûn rizgar bûn û
hemû kesên din ji gelê wî têkçûn. Ji gotûbêja Qur'anê tê
fêhmkirin ku Tofan ne cîhanî bûye; ew tenha girêdayî gelê Nûh
bi taybetî bûye. Ji ber ku ayet dibêje: {Me Nûh şand ji gelê wî ra
ku hawar bike û bala wan bikişîne, pêş ku azareka dijwar tê serê
wan}2. } تیهم عذاب أل�م أنذر قومك من قبل أن �أ ا نوحا إلى قومه أن }إنا أرسلن
Gotina "gelê Nûh" di ayetên qur'anî din da jî tê dubarekirin, yên
ku peywendiya xwe bi çîroka Tofanê ra hene.
Lê belê, Nûh û gelê wî li kû rûniştibûn? Em bersiva vê pirsê ne di
Tewratê da û ne jî di Qur'anê da dibînin. Tenha îşareteka bi sînor
di Qur'anê da heye ku gelê Nûh kufir bi Xweda kirine û hin pût
wek Xweda ji xwe ra girtine {Gotin xwedayê xwe neperêsin li
tenişt perestina Wed, Suwa', Yeẍûs, Ye'ûq, Nesr}
ا وال سواعا وال �غوث و�ع { .3}وق ونسراوقالوا ال تذرن آلهتكم وال تذرن ود(
Li vir şîrovekarên Qur'anê xwe dixin nava mijarê û valahiya vê
pirsê û pirsên din ku agahdariyên xwe jê birine bê bersiv dihêlin.
Lê belê tê xuyakirin ku wan hin caran arîkarî ji gotûbêjên di
bermaya îsraîlî da birine. Hin şîrovekaran gotine ku pûtên "Wed,
Suwa', Yeẍûs, Ye'ûq, Nesr" kesayetiyên navdar bûn di nav gelê
Nûh da, û piştî mirina wan, hin peyker ji wan ra durist kiribûn
daku mezinahiya wan bi bîrbînin. Bi derbasbûna demê ra, nifşên
piştî wan bawer kirin ku ew peyker xwedawendin û wisa jêra
perestî kirin. Dîroknas û şîrovekar Ibin Cerîr El Tabari ابن جر.ر .gotiye ku ew pût li welatê Ereban bûn4 الطبر0
Hin ji tiştên hûrik ku Al Tabarî jî anîne ewin ku bilindahiya keştiyê
30 gaz bûye; ew ji sê qatan pêkdihat: Qatê jorîn ji bo tilûran, yê
navîn ji bo mirovan û yê jêrîn ji bo bo jîndar û lawirên hovî bû. Û
dibêje ku ew di Ke'beyê ra derbas bûye, heft caran pê tewaf
kiriye. Ji ber ku Xweda Ke'be bilind kiribû ku ew nekeve bin avê.
Di pey ra keştî çûye Yemenê, paşê vegeriyaye û di roja Aşûra ء da li ser çiyayê Cûdî rawestiyaye. El Tabarî jî gotiye kuعاشورا
pêximber Nûh qirik şandiye ku li avê temaşe bike. Qirikê termek
(laşeyek) dît û li ser daket. Di pey ra Nûh kevokek şand; wê pelên
zeytûnê jêra anîn. Ibin Ebi Hatem di şîrovekirina xwe ابن أبي حاتم
ji weşanên Hevbenda Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî // hejimar " 43 " // Çirîya Paşî 2015
20 LLLLêêêêkkkkoooollllîîîînnnn
da piraniya tiştên ku di çîroka Tofanê ya tewratî da hatine, tîne
ziman. Yek ji wan ewe ku dema keştî li ser çiyayê Cûdî
rawestiyaye, Nûh û yên li gel wî daketine kuntara çiyayê Cûdî û
gundê yekem piştî Tofanê bi navê Heştî ∗ avakirine; ji ber ku 80
kes bi Nûh ra hebûn5.
Dîmenek ji çiyayê Cûdî
Nasnameya çiyayê Cûdî çi ye?
Di rastiya da, Qur'anê cihê vî çiyayî negotiye. Tewratê jî cihê
çiyayê Ararat negotiye. Wek adeta wan, şîrovekar ketine nava
vê mijarê û hewldane ku tiştên hûrik bêjin. El Tabarî û Mujahid ,gotine ku "Cûdî li Cizîrê ye". Û dema ku Tofan pêkhatiye مجاهد
hemû çiyan bi kopên xwe, xwe bilind kirine daku nekevin bin
avê. Çiyayê Cûdî nefsbiçûk bû, Xweda ew xerq nekir û keştiya
Nûh li ser wî rawestiya6.
Şîrovekarên Qur'anê û zanyarên erdnîgariyê yên Misilmanan
yên kevin li ser wê yekê li hev dikin ku çiyayê Cûdî di axa Cizîrê
da ye. Ibin Ebî Hatem gotûbêjekê dibêje ku kurtahiya wê eve:
Hin şêxên ji êla Ebs ع3س ya erebî di şerê Siffînê صفین da, ew şerê
ku di navbera Ali Bin Ebi Talib علي بن أبي طالب û dijberê wî
Muawiye Bin Ebî Sufyan معاو�ة بن أبي سف�ان , serdarê Sûriyayê da
pêkhat, beşdar bûbûn. Ew bi serdanî çûn çiyayê Cûdî û cihê
keştiya Nûh dîtin. El Bexewî di şîrovekirina xwe da dibêje ku
çiyayê Cûdî di axa Cizîrê da, li nêziya Mûsilê ye. El Razî jî di
şîrovekirina xwe da dibêje ku Cûdî li Cizîrê ye7.
Dîmenekî din ji çiyayê Cûdî. Tê gotin ku ev dirûvê di çiyayî da mîna keştiyan ji bermayê keştiya Nûhe. Lê em bawer dikin ku
diyardeyeka suriştî ye
Erdnîgarînas Al Meqdisi dibêje ku "bajarê yekem li Cizîra Botan
hatiye girtin, bajarekî mezin, av ji sê aliyan va li dora wî digere û
Dijle di navbera wî û çiyan da ye. Ev bajarekî xweşe, avahiyên wî
ji kevirin". Yaqût El Hemewî jî dibêje: "Al Cûdî: Ev çiyayeke li hafa
Cizîra Botane, li aliyê rojhilat yê Dijleyê, li derdorên Mûsilê ye. Li
ser wî keştiya Nûh eleyhî selam rawestiyaye"8.
Erdnîgarînas El Bakrî El Andalûsî gumanê têda nahêle ku Cûdî di
erdnîgariya Kurdistanê da ye. Ew dibêje: "Ji nifşên Kurdan: Al
Şûhecan û Macirdan û Mazincan û Kîkan û Barsan (Parsan?
Barzan?) û Mistekan û hinên din. Ew di axa El Deynûr, Hemedan,
welatê Azerbeycan, welatê Şam û di axa Mûsilê da ne heya
çiyayê Cûdî. Ev kes Kirîstiyanin li ser ola Ye'qobiye"9. Ji gotinên El
Bakrî (1094 z. miriye) tê fêhmkirin ku hebûna Kurdan li welatê
Şamê (Sûriya) ji kevin da ye û hinek ji Kirîstiyanên Cizîrê ku xwe
vedigerînin ser Suryan û Aşûriyan, ew ji aliyê neteweyî va, bi
koka xwe Kurdin.
Dawiya mijarê ewe ku "Cûdî" çiyayekî kurdistanî ye, li herêma
Botan, li nêziya Cizîra Botan dikeve. Bi herhal, peywendiya navê
vî çiyayî bi liqekî ji pêşiyên Kurdan ra heye. Ew jî liqê "Gotî, Cûtî,
Cûdî" (Guti) ye. Welatê pêşiyên Kurdan di sedsalên 23 û 22 b.z.
da bi navê wan dihate naskirin. Ji ber ku wan padîşahiya Akkadî li
Mêzopotamiyayê hilweşand, û di wê demê da bûn serdarên
rojavayê Asiyayê, û wisa navê wan di navê çiyayê "Cûdî" da
maye10.
Jêder 1 Li sûreyê Hûd binêre, ayet 25-45. sûreyê El Mu'minûn, ayet 24-30. Sûreyê El Şû'eraa, ayet 105-121 û sûreyê Nûh, ayet 1-28. 2 Sûreyê Nûh, ayet 1. 3 Sûreyê Nûh, ayet 23. 4 Şîroveya El Tabari , 23/639. 5 Şîroveya ElTabari , 15/335. Şîroveya Ibin Ebi Hatem, 5/1507, 6/2038. Şîroveya ElQurtubi 2/53. Şîroveya Ibin Kesir 4/281. Li El Ezreqi temaşe bike, nûçeyên Mekke, 1752. 6 Şîroveya ElTabari 15/337. Şîroveya Mujahid, rûpel 388. Şîroveya ElAlosi 6/270. 7 Şîroveya Ibin Ebi Hatem 6/2037. Şîroveya Al Baẍwi 2/451. Şîroveya ElRazi 17/354. 8 Yaqot ElHamawi , Ferhenga welatan, 2/179. ElMaqdisi , başti rîn beşki rin ji bo naski rina herêman, rûpel 139. Li Ibin Xudube temaşe bike, ElMesalik we ElMemalik, rûpel 76. 9 ElBakri Al Andalusi, ElMesalik we ElMemalik, 1/344. 10 Diyakonov, Midia, rûpel 109, 110, 117. Arshak Safrastiyan: Kurd û Kurdistan, rûpel 37. William Langer, Berfi rtehiya dîroka Cîhanê, 1755. Muhemmed Beyyumi Mehran, Dîroka Îraqê ya Kevin, rûpel 162-163. Cemal Reşîd Ehmed, Xuyakirina Kurd di Dîrokê da, 1/547, 552.
ji weşanên Hevbenda Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî // hejimar " 43 " // Çirîya Paşî 2015
21 LLLLêêêêkkkkoooollllîîîînnnn
Tîrêjên Tîrêjên Tîrêjên Tîrêjên ÇaÇaÇaÇarrrrşşşşembêembêembêembê… … … … Xelek – 18
Kurdistan û rastiyên dîrokî di çîroka Tofanê da
Ziringiya bîreweriya nifşên pêş me:
Profesorê civaknasiyê Richard LaPiere carekê gotiye: "Heger
dîrok wenda bû, rastî jî wenda dibe" 1. Ev gotineka pir rast û
duriste. Raste ku raxistina dîrokê bi awayê mîtologî û ayînî, bi
xeberdana bûyerên ne reyalîtî û ne asayî, pir caran bi ramana
me ya zanistî ra dikeve nakokî û dijberiyê. Lê ji warê dîrokî va,
ew pir girîngin, ji ber ku hin bûyer têda hene bi hezarê salan em
ji wan dûrin. Tiştê ku ji me tê xwastin ewe ku em wan bûyeran
careka din têxin rêya dîrokî û erdnîgarî ya rast û durist, û em di
navbera wan da hevgirêdan û peywendiyê avabikin. Hîngê li ber
me rê vedibe ku em pir xaçepirs û pirsgirêkên ku li ber me girtî
bûn, ji hev vekin, em pir rastiyan bibînin û ji dîrokê ra qezenc
bikin.
Mijara çîroka Tofanê jî wisa ye. Raste ku piraniya bûyerên wê li
gor pîvanên naskirina zanistî bi rastiyê ra naguncin. Lê belê em
dikarin wan wek pirekê bi karbînin, ya ku me digihîne hin
bûyerên dîrokî, yên ku di berbanga dîrokê da pêkhatine. Heger
ne ji ziringiya bîreweriya nifşên destpêkê bûya ku efsane û rastî
tevlihev kirine, me yê zanîna pir bûyeran ji dest xwe berdaba û
zirareka mezin bikira.
Ji çîroka Tofanê ya somerî, tewratî û qur'anî ji me ra hate
diyarkirin ku ew çiyayê keştiya Nûh li ser rawestiyaye çiyayekî
kurdistanî ye. Navê wî di gotûbêja somerî da çiyayê "Nisîr"
(Nisir)e û Akkadiya nav lêkiriye çiyayê "Quti"; û navê wî çiyayî di
dema me da çiyayê "Pîre Megrûn"e. Ev çiya di gotûbêja tewratî
da bi navê "Ararat" hatiye gotin û navê xweyî niha "Agirî" ye. Di
gotûbêja qur'anî da bi navê "Cûdî" hatiye gotin û heya niha jî ev
çiya bi vî navî tê naskirin.
Dema em li nexşeya Kurdistanê bi her pênc beşên xwe (Îran,
Îraq, Sûriya, Turkiya û Ermîniya) temaşe bikin û bi nexşeya
çiyayên Zagros û Torosan ra bidin ber hev ku wek hestiyê piştê
(masiyê piştê) yê Kurdistanê ne, ji me va tê xuyakirin ku çiyayê
"Nisîr" li başûrê Kurdistanê, li nêziya çiyayê "Şêwe" dikeve, û
çiyayê "Ararat" (Agirî) li bakurê Kurdistanê dikeve, û şiyayê
"Cûdî" li nawenda Kurdistanê, li nêziya quncikê başûr-rojava
dikeve. Heger me ev hersê çiya bi xêzên rasterast gihandin hev,
sêgoşeyek pêktê ku seriyê wê li bakur û bingeha wê ji başûr-
rojhilat ber bi basûr-rojava va dirêj dibe.
Hin pirs û bersiv:
Di rastiyê da çîroka Tofanê me dide hember sê pirsiyaran:
Pirsiyara Yekem: Gelo çima di gotûbêjên somerî, tewratî û
qur'anî da hatiye ku rasterast çiyayekî kurdistanî bûye
rawestgeha keştiya Tofanê?. Gelo çima çiyayê Tofanê ne li cihekî
din li dervayî Kurdistanê bû?. Gelo çiyayên Kurdistanê maşahin
(bimbarekin) û axa Kurdistanê axeka pîroze li ba mezinên
xwedawendên Somer û li ba Xweda di Cihûtî û Îslametiyê da?.
Ma ne Xweda bi navkiriye ku ew cihê keştiya Nûh wê lê raweste
welatekî maşahe (bimbareke)?. Ayeta qur'anî dibêje:
عك على { أنت ومن م و.ت ا من القوم الظالمین فإذا است الذ0 نجان ? . الفلك فقل الحمد .2وقل رب أنزلني منزال م3ارCا وأنت خیر المنزلین
Em bawer nakin ku şîrovekirina olî şêwazeka raste ji bo
xwendina çîroka Tofanê. Şîrovekirina olî bi awayekî giştî xwe
dide aliyê êlîtî, neteweyî û ayînî. Ka em mijarê têxin ser rêya
rêyalîtî û logîkî (mantiqî). Deştên Mêzopotamiya helbet nizimin û
kendava somerî (farisî) li başûrê wan dikeve. Li başûr-rojavayê
wan biyabana erebî ye. Ev hemû herêmên nizimin. Herêmên
bilind li dor vê herêmê ji aliyê rojhilat, bakur û bakurê-rojava va
tenha çiyayên Kurdistanê ne; çiyayê Şengalê jî di nav da.
Di çîroka Tofanê ya qur'anî da çiyayê Şengalê jî tê bi navkirin.
Yaqot El Hemewî gotiye: "Şengal li derdorên Cizîrê bajarekî
naskirî ye. Navbera wî û Mûsilê sê rojin. Ew bilindahiyeke di
herêmeka bi giştî nizim da. Dibêjin: Keştiya Nûh eleyhi selam
gava di ser ra derbas bûye li kopa wî ketiye. Nûh gotiye ev sinê
(diranê) çiyayekî ye ku zor li me kiriye (bi erebî "car" li kiriye),
ji weşanên Hevbenda Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî // hejimar " 43 " // Çirîya Paşî 2015
22 LLLLêêêêkkkkoooollllîîîînnnn
(diranê) çiyayekî ye ku zor li me kiriye (bi erebî "car" li kiriye),
loma jêra gotine "Sin-Car", ez nadim pey rastiya vî tiştî, Xweda
pê dizane"3.
Helbet tê naskirin ku çiya warên mimkinin ji bo rizgarkirina ji
tofanan. Ji ber ku Tofan li Mêzopotamiyayê pêkhatiye, helbet
tiştekî suriştî ye ku çiyayên Kurdistanê yên li derdora vê
herêmê, warên rizgarkirina ji tofanan bin.
Pirsiyara Duwem: Gelo çima cudahî (newekhevî) di navê
çiyayê Tofanê da heye?
Em bawer dikin ku cudahiya derbarê navê vî çiyayî vedigere ser
cudahiya gotûbêj û zimanên ku ev çîrok pê hatiye nivîsandin.
Akkadiyan nav lêkirine çiyayê "Qutî" û Aşûriyan ji çiyayê "Nisîr"
bi xwe ra gotine çiyayê "Kînîpa". Hîngê arîşe (pirsgirêk) di
gotûbêja tewratî da dimîne. Çiyayê Tofanê li gor vê gotûbêjê
çiyayê Araratê (Agirî) ye ku ji başûrê Mêzopotamiya bêhtirî
hezar km dûre û ne çiyayekî başûrê Kurdistanê ye, yê ku li
nêziya başûrê Mêzopotamiya ye.
Em bawer dikin ku ji gotûbêja tewratî ra du şîrove hene:
Şîroveya Yekem: Ji gotûbêja tewratî tê fêhmkirin ku malbata
pêximber Îbrahîm (bavpîrê Ibranan) di bingehê da ji bajarê
"Ĥerranê" (Ĥaran) حران yê horî ye. Hebûna malbatê li bajarê
"Ûr" (Ur) li başûrê Mêzopotamiya tenha ji bo demeka kurt bû4.
Di Tewratê da dîsa hatiye ku Xweda "Bihuşta Aden" جنة عدن
çand û Adem û Ĥewa حواء xistin nav; û ku ev bihuşt li ba kaniyên
çemên Dijle û Ferat bû - li nêziya çiyayê "Ararat" Agirî, li bakurê
Kurdistana niha5. Ev tê wê maneyê ku li gor gotûbêja tewratî,
mirovatiyê jiyana xwe ya duwem ji bakurê Kurdistanê
destpêkiriye. Nivîskarên rêwîtiyên Tewratê bawer kirine ku
Tofan li wê herêmê pêkhatiye û ne li başûrê Mêzopotamiya.
Hîngê tiştekî suriştî ye ku ew bawer bikin, ew çiyayê ku keştî li
ser rawestiyaye û ji wir Nûh û yên pêra jiyana duwem ya
mirovatiyê destpêkirine, çiyayê "Ararat" (Agirî) be, ji ber ku ew
çiyayê herî bilind li wê herêmê ye.
Şîroveya Duwem: Bi me ra di lêkolînên pêşîn da derbas bû ku
navê qehremanê Tofanê bi nivîskî li ser perçeyek ber (kevir) bi
zimanê ĥerranî (Haranî) bi şêwazê "Nah-Molet" hate dîtin, û ku
bajarê "Ĥerran/Ĥaran/Hewran/Horan" ji bajarên Horiyan yên
here girîng bû, û ku çîroka Tofanê di bermaya horî da jî naskirî
bû. Ji lew ra, pir gengaz û mimkine ku navê Nûh (Noah) di çîroka
Tofanê ya tewratî da di bingehê da ji çîroka Tofanê ya horî
biribin.
biribin. Hîngê tiştekî suriştî ye ku çiyayê Ararat (Agirî) rawest
geha keştiya Tofanê be, ji ber ku ew çiyayê herî bilinde di
nawenda welatê Horiyan da, pêş belavbûna wan ber bi başûr û
rojava da6.
Pirsiayara Sêhem: Di gotûbêja qur'anî da hatiye ku navê
çiyayê keştî li ser rawestiyaye "Cûdî" ye; ne "Nisîr", ne jî
"Ararat". Gelo çi sir û nehînî di pişt vê yekê da heye?
Bi me ra derbas bû ku navê çiyayê Tofanê di gotûbêja somerî da
"Nisîr"e û Akkadiyan nav lêkirine "Qutî" û ku navê wî yê niha bi
kurdî "Pîre Megrûn"e. Helbet gelek diyare ku nêzîkahiyeka
dengdayiyê di navbera peyvên "Kutî, Gûtî, Cûtî" da heye. Bi
taybetî heger me anî bîra xwe ku ev nav hemî bi navê "Kûtî,
Gotî, Gûtî, Cûdî" va girêdayî ne û Gotî liqekin ji pêşiyên gelê
Kurd.
Helbet, Qur'an li ser pêximber Muhemmedê erebî daket û wî ji
Ereban ra ew nav gotin yên ku wê hîngê li ba wan naskirî bûn.
Divêt em bêjin ku di wê demê da hemû Ereb ne pûtperest bûn.
Belê hinek ji wan Cihû û hinek jî Krîstiyan bûn. Cihû û Krîstiyan di
warê çandî û belavkirina ayînî da li welatê Ereban û bi taybetî jî li
Yemenê çalak bûn. Du olên krîstiyanî li welatê Ereban belav
bûbûn: Ola krîstiyanî-nestorî û ola monofîzî (ye'qobî) یعقوبي . Ev
herdu ol jî bi ola fermî ya Dewleta Bizantî ra dijber bûn; ji ber hin
sedman ku binavkiria wan li vir ne cihê mijarê ye.
Lê divêt em bêjin ku bingeha çandî ya van herdu olên
(mezhebên) nestorî û monofîzî peywediya xwe ya kîp bi bermaya
rojavayê Asiyayê ra bi giştî û bermaya Mêzopotamiya ra bi
taybetî hebû. Di nav wê da, navê akkadî yê çiyayê Tofanê (çiyayê
Qutî / Kûtî); li gor Gotiyan (Gûtî, Cûdî). Dîsa girînge em bêjin ku
herêma Cizîrê ya kurdistanî, bi taybetî jî herêmên Niseybîn û
Ruha (Ûrfa) yên ji Ĥerranê va nêzîk, herêmên here pêşîn bûn ku
krîstiyanî lê belav bûbû. Ye'qob El Beradi'î یعقوب البرادعي (sala 578
z. miriye), avakerê ola (mezhebê) monofîzî, bi xwe metranê
Ruhayê (Urfayê) bû7.
Ji lew ra, pir gengaz û mimkine ku Krîstiyanên pêşîn ketibin bin
bandora çîroka Tofanê ya akkadî, ji ber ku ew êdî bûbû beşek ji
bermaya gelêrî di hawîrdora wan da û wisa wan çiyayê Cûdî yê
bilind di herêma Cizîrê da wek çiyayê Tofanê çespandibin. Û
herwisa bi rêya oldarên monofîzî ev gotûbêj gihîştibe welatê
Ereban û di pey ra jî ketibe bermaya îslamî8.
Jêder 1 Richard LaPiere: Guhartina Gewre, rûpel 345. 2 Sûreyê El Mu'minûn: Ayet 28, 29. 3Yaqot El-Hemewî: Ferhenga welatan, 3/262. 4 Seyid Mehmud El Qimni: Pêximber Ibrahîm û dîroka nenas,
rûpel 61-71. Fadil Ebdulwahid Elî: Ji Somer heya bi Tewratê,
rûpel 190 5 Tewrat, Rêwîtiya pêkhatinê, Eshah 2, ayat 7-14. 6 A. W. F. Tomlin: Fîlozofên rojhilatê, rûpel 118. 7 Niqola Ziyadeh: Krîstiyanî û Ereb, rûpel 159-162. Hebîb Bedir û
hinên din: Krîstiyan di dîroka xwe da li rojhilat, rûpel 195, 198. 8 Sîdiyyu: Dîroka Ereban ya gelemper. rûpel 129. Niqola Ziyadeh:
Krîstiyanî û Ereb, rûpel 159. û li Hebîb Bedir û hinên din:
Krîstiyan di dîroka xwe da li rojhilat binêre, rûpel 195, 198.
ji weşanên Hevbenda Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî // hejimar " 43 " // Çirîya Paşî 2015
23 ÇÇÇÇÎRRRROOOOKKKK
Îsfehana efsûneyî li kîjan derêye, Kurdistana pir nihînî li wire.
Gere bi ser banîyan bi kevî, li gund û rêçên Kurdistanê bigerî, da
ku bi zanî çima Kurd Şanazîyê bi welat û sinc û reftarên xwe
dibin.
Îsfehan Şarekî efsûneyîye, ji ber tevlhevîya hunerî, endazîyarîya
avahîyan û olî.
Kurdistan pir nihînîye ji ber; xwezay, sadeîya jîyanê û rastgoîya
Kurdan.
Ger te bîrîya kesekî kir, tu ne pêdvî herî wir, ji berku qelereŞik
wê bîra te bînin.
Hozanivanê gelê Kurd baba vê dizane:
“dema qelereŞik diser malla mere divrin û diqêrin
ew wê çendê radigehînin, ku tu ya li piŞt pencerê rawestay
dema kevok ref li pey refê beref mala te difirin
bizane ew namên min ji tere diînin
evîna min, bi mîne li piŞt penjerî rawestay
te hind dît rojekê ez û sedeha perinde em hatîn
bo hindê te beref mal vegohêzîn”.
Dema desthelat li welatê min hatîye gohorîn, Kurdan biderifet
zanî, ku li vî kawdanê ne aram, ew dawa serxwebûna xwe bikin.
pasewanên ŞoreŞê yên rijêma nû weku bersiv, hêrŞ kire ser
Kurdistanê û Şerî li neqeba çekdarên Kurd û rijhêma olî
destpêkir.
Çaxê ez zivrîme Tehranê, min çantikê xwe yê milî rakir û bidizîve
çîyaw çîya min xwe gehande Kurdistanê.
Wekû rojhnamenivîsekê rojnameka ku binihînî derdikeft, ez
çûme eniya Şerî.
Li vir ez êdî pêdivî nabim ku bîrîya Îsfehanê bikim.
Li ser rojnameyên fermî hatibî qedexekirin, ew li ser vî Şerî
binvîsin.
Lewima kesekê ya rast ne dizanî, kanê çi li Kurdistanê rûdide.
Kurdistan welatekê pir nihînî û tiŞtê ne çaverêkirî ye.
Ez digel Kurdan axftim û min li ser jîyan û xewinên wan nivîsî.
Min stiranên wan nivîsîn, dema tivengên wan bi mlîve û ew
distirîn.
Min seredana xelkî kir.
Li gundê 'BerdereŞ' min sera asinkerekî da, Zelamekê kal bî, cihê
karê wî wilo bî, mirov dizivirande serdemê sedsalîyên naverast.
KURDISTANKURDISTANKURDISTANKURDISTAN Nivîskar: Kadir Ebidolah* Werger: Nizar Mohemed Se'îd
(Ji zimanê Hollendî wergêraye)
karê wî wilo bî, mirov dizivirande serdemê sedsalîyên naverast.
Cihek tarî bî, tu çira di hilkirî ne bîn. Li ser agirekî geŞ, hin tiŞt ji
kêsmên çirîset û ne penî çêdikirin.
Mîxek û nalên qayim. Mijûlî çêkirina dasekê bî, deyna ser agirî û
agir xweŞ kir, di dûre deyna ser sindanî û di ketê bi çekûçan. Min
jê re got:
- tû bitenê li vir kardikî?
- na, em d idwîne. Mêrkî got.
dema dûbare das xistîye nêv agirî, car din agir xweŞ bî û das bî
pelek geŞ di kûckî de.
- ew kîye agirî xweŞ dike? kanê kesê di dûwan?
qûlek di dîwarî bî bala min kiŞand. Dengê kûrhê nizim hat ber
gohê min, min baŞ li qûlê mêzekir, min tû kes nedît.
Lê min dengê henasa zaroyekî bihîst.
- ew kîye li wir? tû bersiv nehatin.
- kesek li wir heye? min gazî kir.
dengekê nermê qîzikan got:
- erê, ezim, zehra.
cilfek vi min ket, min jêre got:
desturî heye ez te bi bînim?
li nêv tarîyê ji piŞt kurheka serdemên sedisalîyên naverast, di du
çavên tirsîyay birsqîn. çavên zehrayê nevîya asnkerî.
piŞtî ŞeŞ mehan min destxetek ji van core çîrokan berhevkir.
ev destxet min ji pir weŞanxananre li Tehranê Şand, lê ne wêran,
tu kes berhev nebî li wî demî ji minre biweŞîne.
Ji bo hindê kû ez xwe ji bê ûmêdîyê derxim, min pena bir ber
weŞinxanek mezin.
Xwedîyê vê weshinxanê destxet ji min wergirt, ropelên wê
vedan û got:
- piŞtî di dû demjimêrên din bizivire.
li çayxanekê min ji xwere gazî hin xwarinê kir, min çend ça
vexwarin, ji bo hindê demê xwe bi bim.
raportek têrû tesele, ya bi hêz, destxetek wêjeyî ye.
- ez di xûwazim bi weŞînim, lê cihê daxî ye ez nikarm. Xwedîyê
weŞanxanê got, dema ez zivrîm û li hember masa wî
rawestîyaym.
ji weşanên Hevbenda Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî // hejimar " 43 " // Çirîya Paşî 2015
24
ÇÇÇÇÎRRRROOOOKKKK
Şansê minê dawîyê bî. car din ez ketim ser cehdê, nizanim dê
berê xwe kûve dim.
Ez hej qerebalixê nakim, min hêdî xwe bikûlanekê de berda,
min bihîst yekê gazî min dike:
- raweste?
ez lê zivrîm, xûrtek bî, bîra min lêhat, karmendê weŞanxanê ye.
Min hîvî xwast kû xwedîê weŞinxanê ew Şandibe pey min,
weheye li birîyara xwe zivrî be.
mêrkî zendika min girt, devê xwe bire bin gohê min:
- ezê pertûka te bi weŞînim ger tû bi xûwazî. Ez tû peran jî digel
te nabêjim. PiŞtî tû destxeta xwe dikîye di destê min de jî, her
kes ji me kûrê babê xweye, ne tû min nas dikî, ne ez te nas
dikim. Tû digel minî yan na, dê sûzê dî min? demê ŞorŞê û Şerî
bî, demek wilû bî, kû di neqeba kêlîkekê û kêlîkekê de, te hind
dît pîreka te, bî ya yekê din. Gerek bî min zû birîyara xwe daba.
Ez sûzê didim.
min destxeta xwe da vê, me destên hevdû hejandin û her yek ji
me çû ser rîya xwe, kû tû cara nagehin hev.
- raweste. Mêrkî gazî min kir. Ez pêdvî navekîme, navê nivîserî.
Helbet ez newêrm navê te deynim ser bergê pertûkê, te navek
nepenî heye?
bo cara di dûwê ye di jîyana min de, ev pirsîyare ji min tê kirin.
Hêsaye, ez ne pêdvî hindê me hizra xwe têde bikim Refîq Fûad.
fo’ad nûjdar bî li van dawîyan hate kuŞtin, dema em qûtabî, me
hevdû nas kir. PiŞtî hîngê navdar bî, xelkî pir hejê dikir.
Pirekitayka wî dimalê de tû nebî, lê wî bi tirûmbêlek cîb ya
kevin, girû nihal dibrîn qesta nexweŞan di kir.
Dema ez çûyme Kurdistanê, ez li wî di bîme mêhvan, ez li ba wî
radiketim. Digel deybabên xwe di jî di xanîyek mezinê kevin de.
ez pir dilxweŞ bîm, kû piŞtî demek dirêj, car din em hevdû di
bînin. carna dema sera nexweŞên xwe di da, ez bi xwe re di
brim. Bo hatin û çûnên min jî li deverê, hespek û tivengek dan
min got:
- bi vî hespê xwedî serbor, li Kurdistana min bigere û jiyana me
binvîse.
piŞtî hîngê bi demekê kin, hate girtin.
Dema ez zivrîm tehranê, gotin kû ew hatîye sêdaredan.
Min ji karmendê weŞanxanê bihîst, kû pertûka min derketîye.
Ev yekemîn pertûka mine bi farsî di hête weŞandin. pertûk li
ser cehdê di hate firûtin, navê refîq fo’ady li ser bergî pir baŞ yê
dîyar bî. Min danek ji pertûkê kirî, zû zû veŞart, li jêr gincan de,
min kire di ber qawîŞa pentûlê xwe re. Di wan kêlîkan de, dilê
min pir Şad û bextewer bî.
* Kadir Ebidolah
Navê wî yê dirûst hûsên sicadî qayimiqamî firahanî ye. Kadir
Ebidolah dû hevalên wî yên xûŞevî bûn li ser destê rijêma Şahî,
di xwepêŞandanekê de hatibûne kuŞtin.
li salla 1954ê li Îranê hatîye dûnîyayê. Li sala 1977ê piŞka fîzîkê li
zanîngeha tehran bi dawî anîye. çend saleka mamostatî kirîye û
ji sedema çalakîyên wî yên sîyasî li sala 1979ê revîyaye
Kurdistanê.
lsalla 1985ê ji Îranê derketîye, li sala 1988ê li welatê Holenda
bûye penaber.
Kadir Ebdolah bi zmanê Holendî dinvîsîe, heta niha hijmareka
zora pertûkan çapkirîne ji wan:
- Kurd dixûwazin çi bêjn. Komele çîrok bizmanê farsî li
sala.1980ê.
- Elhû, komele çîrok li sala 1993ê .
- keça partîzan, roman li sala 1995ê.
- Sefera betlê vala, roman, li sala 1997ê.
- Mîrza, roman, li sala 1998.
- Nivîsîna mîxekî 'mismarî', roman, li sala 2000ê.
- Çante, roman li sala 2001ê.
- Pûrtirêt û xewinên kevin, roman, li sala 2003ê.
- Mala mizigeftê, roman li sala 2005ê .
* Elhû, komele çîrok, pertûka ji hemûyan pêtir li Hollenda sala
1994 ê hatîye firûtin.
* Zanîngeha azad ya bajarê Xirûnîngin, nama diktûra fexirî
pêŞikêŞî nivîserî kirîye.
* Kû dîsan xelatên ji hemîyan mezintir li welatê Hollenda bi dest
xweve anîne.
Jêder De Kraai, Kader Abidolah, Ûitgeverij De gews BV, Breda, 2011.
25 ji weşanên Hevbenda Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî // hejimar " 43 " // Çirîya Paşî 2015
ÇÇÇÇÎRRRROOOOKKKK
Teyrê Sîmir [Ji berhevoka Socin û Prym,
Petersbourg 1889, Rûsiya] Vejandina Cankurd Go carik ji cara, rehmet li dê û bavê guhdara, yek Osman beg
hebû, ji Xarpêtê bû. Du xulamê wî hebûn, herdu xulamê wî bira
bûn, Husên û Hesen. Jinek heband Osman beg, kir û ne kir,
nedanê. Bakir (bang kir) bavê jinikê, go:“Tu Çima keça xwe nadê
min?“ Go:“Ez nadim.“
Bavê keçikê mêrik qenc bû, Osman beg bakir herdu xulamê xwe,
go:“Bidin ber şûra.“ Dan ber şûra, kuştin. Çû keçik kişand bi zor,
anî li xwe mehir kir. Bihîst keçik li cem Teyrê Sîmir heye, fayde
nabê, dipirsê û napirsê, nizanê Teyrê Sîmir li ku derê ye, ma
hesret di dilê wî.
Dengê herdu xulama bi derket, xortin, kesik newêre bi wa re şer
bikê. Osman beg badikê li welatê xwe:“Kî zilamek qenc heye,
bere bê bi xulamê min (re) şer bikê, ez li wa bifericim, şerê wa
çawa ye.“
Heçî tê dikujin, Osman beg got:“Herdu dakevin hev.“ Ji subegî
hetta îvarî, tiştek bi hev ne kirin. Devê (dev) ji wa berda,
go:“Herdu xulamê min nistilane (westiyane!), nahêlim şer
bikin.“
Herdu wekîlê malê wî ne, xayîntî xistin malê wî, perê wî dizîn.
Osman axa (beg) nexweş ket, herdu bi derketin, qesrik ji xwe re
ava kirin. Osman beg dey ne kir, go:“Hetta rabim.“ Sax bû, bakir
herdu:“Werin vir.“
Hatin cem wî, got:”We çima wilo kir?.”
Gotin:“Çawa?.“
Go:“We malê mi dizî, û hûn ji cem min bi derketin.”
Gotin:”Xeyr, me malê te ne dizî, qîmê me ne hat, em bi
derketin. »
Herdu xist hepsê, zincîr avêt stoyê herdu. Yek şev rabûn zincîr ji
stoyê hev vekirin. Osman beg li odê razayî ye, deriyê hepsê
vekirin, çûn Osman beg, şûrê wî li cem wî bû, bi şûrê wî kuştin.
Jinik hewar kir, jinig(k) jî kuştin, hatin qesra xwe.
Subeh bû, xelk çûn cem sman axa dîn kuştî, çûn hepsê, herdu
xulam ne dîn, ji xwe re gotin, gotin:»Xulam(an) Osman beg û
jinik kuştin.» Çûn ser wa, go:»We Osman beg kuşt ?. » înkar ne
kirin. Gotin:»Erê.“ Gotin:“Çima?.“
Go:“Kêfê me xwast.“ Welat hemû alva (li va) bû yek, kirin ne
kirin, bi wa nikarin, devê (dev) ji wa berdan.
Herdu şûrê xwe hiltînin û diçin pêşiyê kerwana, xelg(k) dikujin û
malê wa tînin. Kesik newêrê bi wa ra dey bikê. Şuxlê wa çî ye?
Du tajê wa heye (hene), diçin nêçîrê, zilamê bibînin dikujin, heçî
birevê wê xelaz(s) bibê.
Yek roj herdu tajî sekinîn ser şikêre, dikin û nakin, tajî nalebitin,
gotin:“Çi hewalê tajî ye?.“ Ji hev re gotin:“Emê şikêrê hilînin, em
binêrin çi li bin şikêrê heye.“ Şûrê xwe û mirtalê xwe jê kirin, li
dera ha danîn, şikêr hilanîn, kullik li bin şikêrê bi derket,
vegeriyan hatin, bevir û bêr ji xwe re birin, yeg(k) dikolê û ê dîtir
tavêjê bi bêr, hetta devê şikefteg(k) dîn, kevirek mezin di devê
şikeftê (şikevdê) heye, hetta îvarî lebikîn, kevir bi derxistin. Find
bi wa re nîne, bû şev, nikarin herin şikeftê, rahiştin şûrê xw û
mirtala, di milê xwe daliqandin, li ber deriyê şikeftê rûniştin.
Subeh çê bû, evd ji şikeftê bi derket, herdu zilam dî vegeriya, çû
şûrê xwe bîne, şûrê xwe anî, bi derket. Heryek li alîkî man li ber
deriyê şikeftê. Evd bi derket, herdu şûr avêtin stoyê wî, kuştin di
deriyê şikeftê. Dikin û nakin herdu nikarin bikişînin ji deriyê
şikeftê, bi bivir lingê wî birrîn, avêtin, çûn hindirû, sê cewhere
dîn li şikeftê, dilê herdu xweş bû, çûn hindirû, şikefteg(k) dî heye
di zikê şikeftê. Derî vekirin, çi dîn? Keçikeg(k) dîn, tu dinya hemû
bigerê, weke wî (wê) nîne. Herdu lê mirin, ew got:“Ji mi ra.“ ê dî
got:“Ji mi ra.“
Keçig got, go:“Ez bi we re nayim hetta hûn hevdu ne kujin. Heçî
êdî kuşt e jê re me.“
Herdu birana, destê wa il (li) hev naçe, li hev dinêrin. Keçikê
go:”Hûn çima dinêrin?.” Ya (yê) piçûk şûr kişand, li birayê xwe
xist, birayê xwe birîndar kir.
Birayê birîndar go:”Bira, te hîle li mi kir, ez li keçikê dinêrim, te
şûr li mi xist.”
Keçikê go:”Hîle li te kir?.” Go:”Erê.”
Go:”Qenc e, ezê derman bi derêxim, ezê birînê te sax bikim û
pişt re şer bikin.” Go:”Qenc e.”
Derman bi derxist, li birînê wî danî, sax kir. Herdu rabûn hev,
keçikê bakir kurikê piçûk, bi guhê wî got, go:”Wextê tu şer bikê li
min menêre, wê te bikuje.” Go:”Qenc e.”
Li ber hev ketin, birayê mezin şaj (şaş) bû, çavê xwe berda ser
keçikê, bira derb lê anî, şûrek lêdayê, serê wî birrî, keçik
go:”Were, sîngê min ji te re pîroz be.”
Go:”Çima?.” Kurik jê pirsî.
Go:”Hûn hatin didu, ew dibêje ji mi re, tu dibêje ji mi ra, divê
hûn ji piştê min qut bikin, mi bikin du perçe, perçek ji te re û
yeg(k) jê re.” Kurig(k) go:”Na.”
26 ji weşanên Hevbenda Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî // hejimar " 43 " // Çirîya Paşî 2015
ÇÇÇÇÎRRRROOOOKKKK
Go:”Lê çawa? Mi go şer bikin, lazim yek wê bikuje yek, e jê re
dimînim.”
Rûniştin, kêf kirin bi ereqê û şerabê. Kurik hew sebra wî hat,
destê xwe dirêj kir sîngê keçikê, keçik go:”Na.”
Go:”Çima?.”
Go:”Bê mehir gunah e.”
Go:”Gunah nîne.”
Go:”Heye.”
Go:”Gunah li stoyê min.”
Keçik susd(t) bû, bazda sînga wî, bi keçikê re çêkir.
Go:”Rabe dem (da em) herin.”
Rabûn herdu peya hatin, hesp nîne. Ji keçikê pirsî, go:”Bavê te kî ye?.”
Go:”Bavê min Teyrê Sîmir e, axayê teyra ye.”
Kurig(k) bi dilê xwe got, go:”Heke heye û nîne, ev e Osman beg lê digot.”
Go:”Tu ji ku derê hatî, evd tu girtî?.”
Go:”Carik ez û sisê dî ji teyra em firîn, dav li ber me danîn, me nizanî bû dav heye, me libek mircan dî, me rahiştiyê bi devê xwe, ez ketim davê, hevalê min firîn, ez mam. Evd hat, ez girtim, ez birim şikeftê, ev e çêrokê min.”
Bir li qesrê xwe danî, xwedê kurig(k) dayê. Nema çar roja, mir. Yek roj keçikê çû serê qesrê, welatê wî (wê) had (hat) bîra wî (wê), girî. Mêrê wî (wê) dî keçig(k) digirî, xeberê pîs jê re got, keçig(k) dey ne kir, wê şevê raza li cem mêrik.
Mêrik subehê çû nêçîrê, keçikê çû serê qesrê, bedlê teyra li xwe kir û firî, çû welatê xwe, çû mala bavê wî (xwe).
Diya wî (wê) û bavê wî (wê) û birayê wî (wê) şah bûn keçik hat.
Mêrik hat mal, jinê xwe ne dî, li serê xwe xist, da girî. Rabû şûrê xwe hilanî, bi dinyayê ket, çû, Sultanê Mara dî, jê pirsî, go:”Mala Teyrê Sîmir li ku derê ye?.”
Go:”Nizanim.” Li çiya digere weke dîn.
Teyreg(k) dî, go:”Teyrê.”
Go:”Libê.”
Go:”Mala Teyrê Sîmir li ku derê ye?.”
Go:”Li deşta Hilan e, avanî li wê derê nîne.”
Go:”Nîşanê mi bide.”
Teyr go:”Nikarim bêm.”
Go:”Tu çi bixwazê ezê bidim te û bi mi ra were.”
Teyr got:”Tê elbik garis bidê min, ezê bêm.”
Go:”Bi qirar ezê du elb bidim te.”
Çûn herdu. Mêrik betilî, teyr gotiyê, go:”Were ser piştê mi suwar be.”
Mêrik suwar bû. Teyr bilind bû, giha ber ezman, teyr gotiyê, go:”Li erdê binêre, erd li çi qas tu dibînê?.”
Mêrik nirî, erd li qasê bîs (bîst) pera dî.
Go:”Xwe bigre tu nakevê.”
Go:”Ezman tu çiqas dibînê?.”
Go:”Li qasê çarhîk (çarîk).”
Go:”Çavê xwe bigire.”
Teyr zivirî weke aş, li deşta Hilanê danî.
Go:”Ev e deşta Hilanê.”
Go:”Ya teyr ji ku derê te em anîn vê derê?.”
Go:”Mepirse.”
Teyrê Sîmir teyr hemû civiyan li cem, divê ji kurê biguhêze. Çûn
herdu cem Teyrê Sîmir, destê teyr maç kir.
Go:”Miradê te çiye?.”
Go:”Tu sax bê, ez mêhvan im.” Çavê xwe li jinê xwe digerîne,
nas nake, bedlê teyra lêye. Jinik mêrik naz (nas) dikê, got diya
xwe:»Ev mêrê min e, ez ji evd standim û birayê xwe kuşt. »
Teyrê Sîmir bûkê xwe guhast, li kurê xwe mehir kir. Dewat bela
bû. Teyrê Sîmir ji mêhvan pirsî, go: »Tu ji çi ra hatî welatê
teyra ?. »
Go:» Li tiştig(k) digerim. » Jinê Teyrê Sîmir keniya, Teyrê Sîmir
got, bi zimanê teyra go:”Ev zavayê me ye.”
Teyrê Sîmir go:”Kî ye tu lê digerê?.”
Kurik go:”Ez bi xwe nizanim, jinê mi bû, mi ji evd stand û mi
birayê xwe kuşt. Mi jê pirsî, go: Ez keçê Teyrê Sîmir im.”
Go:”Ne keça mi bû, derewe dikir.”
Go:”Belê.”
Go:”Keçê min ev herdu ne, naz (nas) bike kijan e.”
Go:”Bere bedlê teyra jêkin, ezê nas bikim.”
Bedlê teyra ji xwe jêkirin, herdu bi hev dixeltin, kurik şaj(ş) bû.
Teyrê Sîmir go: ”Kijan e?.”
Go: ”Ya teyr, bere herdu herin avê, ezê zanibim kijan e.”
Bi dilê xwe dibêje: ”Herdu herin avê, ya mezin wê bikeve pêşiyê
û ya piçûk wê bimêne li paşiyê.” Çûn avê û hatin. Jinê kurik hat
pêşiyê û piçûk ma li paşiyê. Go:”Ev e jina min.”
Teyrê Sîmir go:”Heq, te nas ne kiriye, ezê sere te bibirrim. Te
nas kir, pîroz be ji te re.“
Go: “Keça min mêrê xwe hilêne û herin mala xwe, qismeta te ev
e. Ji cem bi dermekeve hetta mirinê, dilê te teng bê; were
mehek li cem me bimîne û vegere ser mêrê xwe.“
Mêrik hilanî û li ser qesrê danî, li mal rûniştin, Xwedê zaro,
keçika dayê û bûn xwedî mal. Tu ji me re sax.
ÇÇÇÇÎRRRROOOOKKKK
27
ji weşanên Hevbenda Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî // hejimar " 43 " // Çirîya Paşî 2015
Ebdulbaqî Huseynî
Dilê min pîre!
Dema karbidesta hikûmetê ji Hozanê re got û pirsî; Tu ciwanî,
çima te xwe xistiye vê rewşê de, çima wiha xemgînî, bê qidûmî,
neçarî, melûlî,…?
Hozanê keserek dirêj kişand û got;raste ez bi temenê xwe ve
ciwanim, lê were li nav sênga min meyzêne, bê çendî dilê min
pîre!
Li vir karbidestê, ku navê we ”Gunn” bû, matmayî ji bersiva
Hozanê ve ma. Berê xwe dayê û careke dî jê pirsî; Ez dikarim
sedema dilê teyî pîr nasbikim?!..
Hozanê ahînek ji nava xwe ve anî, û rûwê wê zerbû, xemgînîyê
rû û dêmên wê guhertin, di bin şerpa wê hin tayên sipî ji porê
(pirça) wê dihatin xuyakirin,.. digel ku temenê vê ciwan-jinê hîn
nebibû 30 sal jî, wiha mîna jineke 70 salî dihate xuyakirin.
Hozanê gote Gunn; ezê çi bêjim, çi nebêjim, îro-ro dema ez li
televizyona Kurdistanê dinerim, û dibînim ku hemî zarok diçin
dibistanê, zaroktiya min tê bîra min, û eve min xemgîn dike, ku
dê û bavê min, min ji çûna dibistanê mehrûm kirin, ji ber ku
Xwedê ez keç dabûm, û a herî kambax û dijwar, ev kultura me
ya herêmî, ku keçan bi biçûkanî didine mêr, û zewaca di nav
malbatê de, keça xal gereke ji mixaletî re be, heyrandina keça
apê, revandin ji ber kêm azadiya hilbijartina hevjînê xwe,…h.d
Ez yek ji wan qurbanên van adat û teqalîdan bûm, bav û diya
min biryara pêşerojan min dan bêyî ku ji min bipirsin, ka ez çi
dixwazim!
Temenê min 16 salî bû, hîn ez li ser şekirekî an lîstokekê
digiriyam, min ji xortekî-zilamekî re veguhistin, ew mirov bi 12
salan ji min mezintirbû. Dê û bavê min ew ji min re hilbijartin,
çimkî ewî zilamî jiyana xwe li Europa diqedand, û belkî hin perên
zêde jî ji welatê xerîbîyê bi xwe re anîbûn, loma çavên dê û bavê
min li ber daxwaza wî hatibûn girtin,…
Di salên 2000î û vir de, çi xortê ku ji Europa dadikete Kurdistanê
û destê danîne ser çi keçê, dikarîbû ji xwe re bixwaze, bê ku dê û
bavê keçê li esil û feslê wî xortî/zilamî bipirsin, ku gelo çi kese, çi
karî dike, ji kû ye,.. ev hemî pirs ji malbatan re ne derdbû, derdê
mezin ew bû, ku wê keça wan li Europa bistire û wê jiyana wê
bê parastin û pêşeroja wê bê misewgerkirin.
Hozanê ji Gunn re berdewam dikir û digot; Min dana wî zilamî.
Tê bîra min ta bi Melê ku wê mehra me bibire, digote bavê min,
keçik gelekî ji bo zewacê biçûke,.. lê piştî ku ”Siwarê hespê” hin
perê zêde xistin bêrîka Melê, Mele mehra me birî û ”kaxeza” jin
û mêratîya min û wî kesî nivîsand.
Ez bûm, ”jin” û temenê min 16 salî bû, ne tu xwendin, ne tu
zanebûn, ne tu perwerdekirin, min tu tişt di jiyana xwe de
nasnedikir, ji bilî gundê ez lê, xurista wê, dar ê devîyên wê,
dewarên wê, hin gundî, û yek-didu keçên cîranan. Ji nişkê ve evî
mêrî bi cengê min girt û min bi welatan xist.
Em gihan Tirkiya, da ku hin belgeyan di balyozxana Nerwêj
duristbike, lê ji ber ku temenê min biçûkbç, ewî nedikarî bi navê
”jinê” min bibe welatê ku lê xwedî dibû, ji ber ku qanûnên
Nerwêj mîna hemî qanûnên Europiyan zewaca bi keçên biçûk re
nabe.
”Siwarê hespê” ê ku bû mêrê min, mecbûrbû ku min bi dizî
derbasî Europa bike, û ev kiryara han bi tenê romaneke, ku serê
min xiste bobelatekê pir mezin de.
Tê bîra min dema bavê min ji min re digot; emê te bidin mêr û tê
jiyana xwe li welatekî pêşketî biqedîne, ji wê çaxê de, tirsekê min
girtiye û ketiye nava min de, û ta îro ew êş berdewame.
Piştî zewacê û hîn temenê min nebibû 17 sal, ez avisbûm, û
cêwîk zarok di malzaroka minî biçûk de diliviyan. Piştî şeş mehan
ji avisbûnê û ji ber ku laşê min lawazbû, min tehmûl nekir, ez
mecbûrbûm ku zikê min bidin ber kêra û kiryara Qeserî ji min re
çêkin, da ku herdû cêwîka jê derxin,.. yek ji wan cêwîya piştî 25
rojan min, û ê din li ser oksocênê ve jiyan dibû,..
Hozanê çîroka xweyî xemgîn berdewam dikir û digot; Gunn, tu
dikare vê wêneyê bîne ber îavên xwe, ku keçek gundî bê zar û bê
ziman, hatiye welatekî xerîb, û temenê wê 17 sale û yek ji
cêwîyên xwe di nav destê xwe de mirî rahêjêye,.. bê ku karibe tu
gotinê di derheqê xwe û biçûkê xwe bêje,.. ew şîn di nava min
de ma, wê demê min dixwest ku ez bi dengekî hildayî bi qorim,
bigrîm, histiran bibarînim, derdê dilê xwe derînim, lê eve hemî di
nava min de man.., Gunn bese ku tu kul û derdên min bidêrîne, û
birînên min ji nû ve veke,…
Gunn jê re got, ez derê xerîbîyê dinasim, lê pirsa minî dawî eve;
Min bihîstiye ku keç li cem we têne firotin, gelo dê û bavê te jî te
firotine?
Hozanê ligel ku nezanbû, bersiveke ciwan da û got; pirsên wiha
min dêşînin, heznakim ku bersivê bidim.
Gunn serê xwe hejand û got; ana min naskir çima dilê te pîre!.
280
ji weşanên Hevbenda Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî // hejimar " 43 " // Çirîya Paşî 2015
HHHHEEEELLLLBBBBEEEESSSSTTTT
Wek hespa ko
Ji cirîd û ji bazdanê
Bi weste.
Ev dilê min eynî wilo
Westiya ye.
Xwîn û westabûn
Tevde,
Di rehan de
Di meşin.
Bê sedem
Bê vexwarin,
Ez serxweşim.
Ez şaş û
li hevketî me.
Başûra dil ,
Hêviye
Li bareşê
Keryê bîranînan
Tê.
Evîn li alî rastê ye,
Û çepa xewnê
Rewrewke.
her tiştê
ko min dixwest
û bi cî nehat,
devê xwe
ji sînga min
dernaxe.
ez westiyam
ji jiyanê.
Ji dîwana Dîlan Şewqî
Ez tevde Ez tevde Ez tevde Ez tevde PencerePencerePencerePencere memememe
Dil westiyaDil westiyaDil westiyaDil westiya
ji kul û xemên
hawîrdor
ji wîzwîza poşmaniyê.
ji birbira pêşerojê.
ji vinvina tiştên
wek hev.
ez westiyam,
ji ken
ji kar
ji peyvê
ji bêriyan
ji xeydê
ji lihev hatinê,
ji li hevanînê
ji li hevkirinê
ji ne li hevkirinê,
ji xapandina dara.
ji şaştiyên helbestvanan
ji şûştin û veşuştinê.
ji bergerên çavên te,
ew çavên ko
hertim min dibin
û tînin.
geh li ser berfê,
geh li ser êgir.
ez zanim ,
ez ne dilsar
û pûçim.
ez ne bêhêvîme
na na
lê bikurtî…
dil westiya.
şewq û kêf
di dilê min de
avrêjin.
ez wek xwe me..
hîna sitran
berê min didin xwe
ez wek xwe me
bi şewat
digrîm
û ji dil
dikenim.
xewna xwe
ji ( Gulê )re
di bêjim.
ji ezman re
çog didim.
û heval
di dilê min de
lotisa
devê çema ne.
ew
çemên serê kaniyê
ko hebûn.
hîna ez karim
di tariyê de
buxwînim
û çavên min,
ji meşkekî bêtir
xweşiyê diklên.
hîna evîn
sitûre
min li bin guhê hest
û dîwaran dixîne.
hîna sura bayê sibê
berê xweziyê
dide çola.
her tişt xweşe,
dar
ber
herçar demsal
buhişta ko
ez tê de bûm,
û niha ,
nevyên dê û bavê min
tê de şîn tên .
her tişt xweşe,
û destê min
tew ji jiyanê
nabe .
her tişt xweşe
û cîhan,
bi dilê min digere,
lê ev dil
wek xezaleke
beza ,
wek aveke
bê pêşbir
westiyaye …
westiyaye .
12.9.2007
29 ji weşanên Hevbenda Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî // hejimar " 43 " // Çirîya Paşî 2015
HHHHEEEELLLLBBBBEEEESSSSTTTT
Boniye Cegerxwîn
Pergîna evîndara Bayê evînê surperî min dî
Nava şepolê bihna xweş gêrand
Pora ji reşmar fetl û pêça bû
Dêmên qeşengî girnijî borand
Reşka şevê mujgan şeveq da bû
Çavên belek tarî ji hev çirand
Herdû lêvên qurmiz çi pêt û ar
Singa sipî mûmek li ser çirand
Dîdareke geş surperî anî
Bihnek vehes hi lmê bir û sitand
Ramanekî hev heskirin da min
Remz û nehînî mujde veqetand
Hêjî li benda dil evînê xwe
Ah û keser tew zilmê ne tirsand
Pergîna evîndara vejîne
Bezmê bi carek alan û pêçand
Cankurd
Şengal Li Şengalê şer û ceng e
Silavêd min li pêşmerge
Ji dijmin bang û hawar e
Li dora wî kemer teng e
Heya îro welat sotin
Xwîna zarokan rêtin
Bi kovanan, bi axînan
Gelê Êzdî li şûn hêştin
Kesî nebhîst fîxanên me
Seraser bûn li hember me
Dema em bûn xudanên xwe
Bi yekser bûn neyarên me
Dem em jar û bê hêz bûn
Li cîhanê nenas em bûn
Dema Kurdan tiving rakir
Ji tirsê tevde guhdar bûn
Ji Şengalê xeber hatî
Nema rûnin li bindestî
Emê Kurdan hemî komkin
Bi mêrxasî, bi yekdestî
Li Hewlêrê me soz dayî
Em ê derxin ji dervayî
Neyar û dijminên bavan
Bi canfîda û Kawayî
Li Şengalê me tirs nîne
Serokê Kurd xeber tîne:
Dema dijmin bikin hêriş
Hemî Kurdên me Êzdî ne… 7. August 2014
ji weşanên Hevbenda Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî // hejimar " 43 " // Çirîya Paşî 2015
30 HHHHEEEELLLLBBBBEEEESSSSTTTT
Di çavên te de rengên biharê
Rêwiyê riya dûr ji rengê peyizê
Min nêzîkî wan çavan bike
Srûdekî ji asîtanên evîniyê
Tu çêbike, yan ji birînên
Vî dilî, ji ber kû ez
Penaberim, brîndarim
Birçî û bê warim
Lê aşiqê xume xuma
Pêlên çem û rûbarên te me
Aşiqê rojên azad û serbestim
Ji xewa giran rabûm
Lê ji qeydên kûletiyê
Xilas ne bûm
Bêje ji yarê re
Bêriya te dikim
Bêriya zinc û govên axê
Bêriya darên zeytûna
Û simbilên zêrîn
Bêriya gulên nêrgizê
Di kim
Bêriya xaniyên ji rengê rojê
Dikim
Erê Qamişlo bajarê evînê !!
Di nivîsim xewna di bînim
Di nêrim ji nîva asmanê bilind
Di bihîzim nalenala zarokên
Birçî
Di bînim dayîkên çav bi tirs
Zeriyên di mala bav de mayîn
Li hêviya dergistiyên sergom
Ji mêjde ji demek dûr ve
Li bendî baranê
Baran ser me de hat
Bayê qîrr û hawarên me
Gihandin nan kuj û xwîn mijan
Ketin kolanan wek kulmorî
Bê zad û bê çeng
Belavbûn, li hev kom bûn
Li bin çadirên xweyê xwe
Li ser xaka welatê xwe
Penaber û eware me
Di çavên te yên sar de
Giriyê biharê ji ewrên
Kerr û bê deng
Şevên peyizê û gellek
Bin dest û kûle
Rojên havînê ser nimiz
Stûxwar
Ji tirsa dost û dijmin
Du dilop ji çavan
Bê girî
Nêrînên xemgîn û kûr
Di hatin xuyakirin
Faysel Yakoub
Bihara Xemgîn
Rengên alan ala te
Ala wî ala wê ya min
Di bin asmanê sayî de
Di çûm bê go li te bizîvrim
Kela girî di qirikê de
Li vêderê xerîb û biyanî me
Di çavên zarokan de
Dengê zenge zenga
Dilê min tê
Dibe çavên me carek dî
Bi hev nekevin
Dibe carekî tu min
Bibînî wek gulek nêrgiz
Mîna pelek bê reng
Ongulî volkanek sar
Wek ewrek bê war
***
Berdêl
Bihar = buhar
peyiz = payiz
Nêrîn = nerîn
Li hêviya = li benda
Sergom = winda
Mîna = wek = onglî
31 ji weşanên Hevbenda Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî // hejimar " 43 " // Çirîya Paşî 2015
HHHHEEEELLLLBBBBEEEESSSSTTTT
Nizar Yosif
Çirîska dawiya rê Dilê te nivîna razana mine
Li ber sewandeyên wî
Ez xwe ji taviyên nazikxeman di parêzim
Giyanê te germava demên pêdiviyê ye
Heyîv pê serwexte Zivistana şev bê sebir
Ji werîsên hawara Xecê û Siyamend dirêjtir
Darên qerimî şaxên bel mayîn
Mûyên min di girnijin
Sermayê ken ji xwendina çûkan revand
Ez li cadeyên bê dawî
Şev ê di şopînim
Ew çira ya li dawiya rê dijene
Pêjina te jê tê
Giriyan ên min
Ǜ harmoniyek xemrevên
Bi gavan re têk mijûlin
Heyv di wê rê de min di nase
Bi hêzdehfa min di hese
Dil dax didî Ode ya di germa xwe de pêjina me hiştî
Li sûda şabûnê di lave
Da ko bi ava kûzê şevnivistî
Paşîvê bi tevizîne
Sihîn ên ti yaran
Neşên pîvanên vî dilî bi nasin
Rumen awirên te
Bi peyamek evînî re
Wî dax didin
Hestan nikil dikin
Bi xwestekên wî serwext dibin
Serçog ên ter Hewldana gihandinê dikim
Vekirina deriyê odeya stêr tê de veşartî
Dergehê jin di pişt de wênedar
Li paş perdeyê de
Dilya ji tavê berdayî
Serçog terin
Gulgulîne gotinên wê
Zengilê wê di guhê min de lê dide
Kel a min di dilê wê de dibe hêlm
Lêv di şewitin Derî veke
Bila hestên dîl rizgar bibin
Bila tîrêjên sibehê bi me ve bimînin
Sir xwe ji me berde
Gul vebibin
Xwe li kinarên dilan ve bipêçin
Li wê nivînê di pûnijim
Bila gor be ew ode
Perên lêvan
Li ser sorsêlên dêman bi şewitin
Dev li ser textikê eniyê bixwîne
Herdû sêv di lepan de bi pijin.
29.11.15
32 ji weşanên Hevbenda Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî // hejimar " 43 " // Çirîya Paşî 2015
Xanê
Rindê
Dilmestî me
Janê
Şev e
Taveheyv e
Êvarsar e
Nazê
Çaxrevok in
Revok e jîn
Dem kin in
Xapînok e vîn
Were
Bejinziravê
Harê
Şevdereng e
Kêlîteng e
Bêzarnebe
Narê
Were
Emvexwinvînê
HHHHEEEELLLLBBBBEEEESSSSTTTT
Şahoz Haco
Kelak Gulîstan
Li piştsînor e
Dibêjinjîngeh
Li piştpêlan pal da ye
Dibêjindahatû
Li piştasoyankat da ye
Hêjayîmetirsiya ye
Dibêjinkelek e
Felek
Li serderya ye
Car carandileriz e
Serhişkiyaqederê ye
Bihedanînaraweste
Felek
Bihedanînaraweste
Kelek
Dibêjin
Çûnyamêra ye
Ne rev e
Meşaseravê ye
Gavakurêxwedê ye
BirêveçûnaMesîh e
Rizgarbûn e
Dawîyaazara ye
Wisa ye
Jîn
Hindiçin
Dighin
Xakasarhembêzdikin
Hinjî
Dixeniqin
Li serçengêpêlên li xwemikur
Dimrin
Difetisin
Xwedispêrinavahar
Û bextêreş
Bêveger in
Jixweewkilîtadawî ye
Asê ye
Jîn
Asê ye
Dergehênderya
Her gewdekxwedidexakakê
Kelekandispêrênpêlekê
Tî ye
Jîn
Mêrxasanhembêz dike
Hinaserav dike
Hina bin av dike
Xewnangeş dike
Mirinêrûreş dike
Tî ye av
Kelek
Rêwî ye
Dileriz e
Ditirs e.
Firekjirondikênmêwê
Meyalêvanxweş e
Şûşêvekedîn ê
Min serxweş bike
Min wer bike evînê
Min têr bike
Jihinasênêvarê
Min bavêjebextêadarê
Heyivlidar e
Evînbiwar e
Vêbiharê
Xweş in evkêlîk
Tevtematînk
Zîl da bihar
Kat da êvar
Gulpişkivîn
Jiboteşêrînê
Were evînê
Li nik min rûne
Keziyanbihûne
Dînê.
YarYarYarYar
33 HHHHEEEELLLLBBBBEEEESSSSTTTT ji weşanên Hevbenda Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî // hejimar " 43 " // Çirîya Paşî 2015
Mizgîn Hesko
Berî Niha
Min nedizinî
Ku ji evînê re
Rojek hatiye veqetandin
Ji min Weye
Ku evîn
Cejin û şahiye
Hemû şev û Rojan e
Ji min Weye
Ku evîn bixwe
Xwedawenda qad û asîman e
Ji min Weye
Ku evîn
Lêbûrîn e
Dilpakiya heyîn û man e
Berî Niha
Min nedizanî
Ku ji evînê re
Rojek hatiye veqetandin
Ji min Weye
Ku evîn
Naziktirîn raz e
Ne di Rojan
Yan bi Peyvan
Rizgarkirina Şengalê
Êzdîxana Kurd û Kurdistanê
Avakir di dilê kurdan de xweşiya buharê
Rizgarkirina Şengalê
Vê şêrîn û dilovanê
Parast kurdan Laleşa pîroz bixwûnê, lê ciwanê
Rizgarkirina Şengalê
Warê Derwêşê Ebdî, lê delalê
Bixwere anî şahiya dayîkên cangoran, lê hevalê
Rizgarkirina Şengalê
Cî û warê kurdan, lê bermalê
Şervanan jê derxistin çeqel û rovî, lê nazdarê
Rizgarkirina Şengalê
Serkeftina mirovahiyê û viyana jiyanê
Li hember tundrewên bixerabî bikartînin Quranê
Ey cangorên Şengal û Kurdistanê
Rehet rakevin, rizgarbû axa pîroz axa Êzdîxanê
Herxweş be bîrewera we,
û zendên her şervan û şervanê
Kurd hîro serdestin û serbestin, li bajarê Şengalê
Hezar silav li her pêşmergekî ji we û şervanê
Hûnin hêviya aştîxwazên Kurdistan û hemû cîhanê.
14 - 11 - 2015
Beyar Robarî
Tête sînorkirin
Evîn....
Sohtandineke Din e
Kirasê hêminiyê
Qet lê nayê
Ji min Weye
Ku ew bi tenê
Bişirîn û bişkivîn e
Sortirîn Gul e
Her ji Meya belgan têrnabim
Mîna biçûkê
Berî şîrê dayê
Ji min Weye
Ku evîn
Xweştirîn werz e
Çavên min
Jê nawestin
Dilê min
Jê nayê rayê
Ji xwe dixeyidim
Û destên min
Jê venabin
Ey hebûna min
Ku bi evînê zayê
14.02.2015
Raza evînê
RizgarRizgarRizgarRizgar
KirinaKirinaKirinaKirina
ŞengalêŞengalêŞengalêŞengalê
HHHHEEEELLLLBBBBEEEESSSSTTTT 34 ji weşanên Hevbenda Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî // hejimar " 43 " // Çirîya Paşî 2015
Te têlek
Di dilê min de
Lêda..
Îroj ..
Evîna te
Li min bîn veda
Di evîna te de
Berkenekî
Zaroka me..
Ramûsanekî
Bi dizîka me..
Sûlavekî ji dûr de têm
Ramûsanekî
Kelî -biraştî me
Evîna te
Lêmiştek xunav..
Bi ser dilê min de
Herikand..
Evîna te
Buharek şîn
Nûredîn Oflaz
Di guhê evîna we de.. Pî û basikên me şikîn e
Rê û derî
Teng bûn e
Destên me
Di bin kêvir de man e
Derî li me
Hatin e girtin..
Em bi bê re di cengê de ne
Bi deryan re
Bi çiyan re
Bi sînoran re
Baran Berif Roj Şev
Tev bûn e dijmin
Ya tevî pîs Em ji dest zorê
Bi hev re jî bûn e dijmin Ma qey ne bese bira?!
Ka ew dara sicikê Em li bin diciviyan Ka dema paleyan
Dibû haw hawa palevanan Şinge şînga dasikan
Îroj me xwe kirî ye Destikî kêrê
Ji xelkê re em dixebitin Çima çi ji me kêm e?!
Istiriyan ji nav xwe pak bikin Rêk û şivîleyan bi yek kin
Bila bayê circim Were
Hewasiyên deşta hemqê Bêdera xwe
Bi hev re li bakim Li hev parvekin Ev berê zêrîn
Têra nanê zikê me ye Ev pariyê pak
Besî me ye Besî me ye..
20.9.2015
Bila
Û Bila
Û Bila..
Bila tu bi mêhvana
Xewna min ba
Bila tu
Bi hêvana
Şevîna min ba.
1993.heleb
Tije
Bila .. ez raketama
Li ber semaya
Baweşîna
Bijangên te...
Û kenê te..
Bi mitêl û orxana
min ba..
Bila..
awirên te ..
Di dilê min de
Vejand..
Bi ser çireya
Dilê min de
Bê hejmar
Pêmpilûk firandin..
Tariya ser dilê min
Tev de çirand ..
Di delavên
Dilê te re
Derbaz nabim
Bila lêmiştên dilê te
Min bi xwe re bibin
Tu bûyî
Darek sicikê
Her ku Roj dizîvire
Sersiya xwe
Di dilê min de
Gol vedide
Îroj ..
yên qedîfe
Û ber xezalî
Bi doşeka min ba..
Bila..
lêvên te
yên qurmizî û tî ..
Bi sewki û
balgiyê ber seriyê
min ba
35 HHHHEEEELLLLBBBBEEEESSSSTTTT ji weşanên Hevbenda Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî // hejimar " 43 " // Çirîya Paşî 2015 ji weşanên Hevbenda Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî // hejimar " 42 " // Çirîya Pêşî 2015
şivan Mohamed
#Of!f{jn#!Payebûna min hate xapandin
Li zuxurekî terpilî
şemitî li ser ramanê xwe
hate xwar ji jorê
carna serî carna çav carna lêv
Ne ezim..
Bi tine bûna te digrî
Di hisreta te de ta mirin
Li nav golên hêstira avjen
Laşê li xwe digere
Li nav gorên şiyara
Bi rengê meyxwara
Çavêm girnijîn windakir
Suraba te min zindankir
Ji qêlen te mey noşî
Hat qelaştin bi neynûken te
Nade pêşiya reqa
Tilî ji tirsa dilerzê
Ji pêlan qeyikên wî rizîn
Dest tavê tayê şevê
Laş dibê mişar ji kefte leftê
Lê digerin mirî
Li ser latê goram namên tene
bes bi tenê ezim evîndarê te
Xunav SalihXunav SalihXunav SalihXunav Salih
RRRR EEEE NNNN GGGG ÊÊÊÊ XXXX UUUU NNNN AAAA VVVV
Sernivîser Derhêner
Ebdilbaqî Huseynî Xorşîd Şûzî
Desteya birêvebir
- Boniye Cegerxwîn
- Hemîd Yûsif (Kasî)
- Mizgîn Hesko
- Oflaz Toutî
ji weşanên Hevbenda Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî // hejimar " 43 " // Çirîya Paşî 2015
Ji bo hinartina berhemên kurdî :
Jimarên ‘’Pênûsa Nû’’ Tev ji vî Emêlî derxînin :
www.penusanu.com
36