EBDULBAQÎ HUSEYNÎ OOOOxirbe 2015, xirbe 2015, xirbe 2015 ... · guhdarên Kurd bi kilam û...
Transcript of EBDULBAQÎ HUSEYNÎ OOOOxirbe 2015, xirbe 2015, xirbe 2015 ... · guhdarên Kurd bi kilam û...
Hejimar '44' Çilê Pêşî 2015
Derhêner
Xorşîd Şûzî
Sernivîser
Ebdulbaqî Huseynî
Sala 2015 bi dawî bû, bi xêr û şerê xwe ve derbas bû, li hin welatan bo wan xêr bû, û li hinên din nexêrbû, û bi taybet welatên Rojhilata Navîn, ku îro-ro di rewşeke aloz de derbas dibe,.. Eger mirov bala xwe da rewşa Sûriyê bi gelemperî û rewşa kurdên Rojava bi taybetî, wê bibîne ku şerê li wê herêmê dibe, ne ji xêra welat re ye, û ne ji xêra kurdan re ye, nemaze di vê sala bûrî de ku hejmara şikenandinan ji hejmara serkeftinan bêhtirbûn..
Eger bi lez me bûyerên vê sala çûyî berçavên xwe birin û weke panorama bi rêz kirin, emê bibûnin ku ev sal li hisabê me kurdan ne hat.
Li vir ezê hin bûyerên giring ên ku şûna xwe di hiş û mejîyê me kurdên Rojavayî Kurdistanê de hiştine, bînim ziman:
Di warê koçkirinê de, çend torevanên kurd û ên bi koka xwe jî kurdin di sala 2015 canên xwe sipartin banê gerdûn û ji nav me barkirin: ji wan kesan,
1. Yaşar Kemal (1923-2015), Nivîskarê Kurd- ê ku bi zimanê turkî dinivîsand, ev qama bilind di warê çîrok nivîse, ku piraniya berhemên wî naveroka wan li ser kurdan bû û lehengên çîrokên wî mirovin kurd bûn,.. Yaşr Kemal ji ber kurdîtiya xwe şermnedikir, û herdem di hizrên xwe de bi êş û azarên kurdan mijûl dibû.
2. Duriye Ewnî; nivîskar û rojnamevana kurd- Misrî, ku hemî nivîsandinên wê li ser kurdan bû, bes bi zimanê erebî bû. ji berhemên wêyî balkêş evbûn:
- Kurd û Ereb (lihevî an nelihevî)
- Kurd ( Turkiya ji Ataturk ta bi Ocelan)
- Kurd li Misrê di demên çûyîn de.
3. Şêx Ednan Heqî, torevan û olzane, evî mirovî herdem hezkirina xwe ji zimanê kurdî dida diyarkirin, dihate gotin ku hin berhemên wî bi zimanê kurdî hebûn.
4. Xelîl Kalo, siyasetmedar û nivîskar, ku di rojên xweyî dawî de gelek gotar li ser rewşa îroyîn ên bi serê kurdan ve çêdibûn, dinirxand û rexndikir. ....…. Rûpel (2)
EBDULBAQÎ HUSEYNÎ
OOOOxirbe 2015,..... xirbe 2015,..... xirbe 2015,..... xirbe 2015,.....
BBBBi i i i XXXXêr êr êr êr HHHHatî 2016atî 2016atî 2016atî 2016
Nivîsara Destpêkê Dr. Sozdar Mîdî (E. Xelîl)/ wergêr: Heyder Omer
Hin Ahûramezdî:
Qîretiya Mamend Axa!
(1)
Sala (1943 z) Mela Mistefa Barzanî xwe spart devera Şino li Rojhilatê Kurdistanê. Mamend Axa; Serokê liqê Qadiran ji eşîra Mameş ew pêşewaz kir. Mistefa Barzanî dibêje:
“Gava ez li Eywanê daniştibûm, Qernî Axa Mameş hat, da
Kak Mamend bi bazdana min hay bike, û her du destlatên
Îraqê û Îranê perûyek (xelatek) bi qaserî (50000) pênci hezar
dinar ragihandine, dê wê xelatê bidin wî kesê, ku min, çi zindî
an kuştî, bigire, û ji kak Mamend xwast, ku devera xwe bixe
ber çavdêriyê, û vê derfeta buha ji dest xwe bernede. Qirnî
Axa ez nasnedikirim, Kak Mamend bersiv da û gote wî:
"Ev şermeke mezin e, ji her kesê, ku bi vî awayî birame, û ew
kesê ku Barzanî bigire hîn ji dayika xwe nebûye”.
....…. Rûpel (13) ....….
Hevpeyvînek ligel nûserê kurd Hevpeyvînek ligel nûserê kurd Hevpeyvînek ligel nûserê kurd Hevpeyvînek ligel nûserê kurd HESEN ILDIZ HESEN ILDIZ HESEN ILDIZ HESEN ILDIZ
LÊPIRSÎNA NÛSEREKÎ CIYAWAZLÊPIRSÎNA NÛSEREKÎ CIYAWAZLÊPIRSÎNA NÛSEREKÎ CIYAWAZLÊPIRSÎNA NÛSEREKÎ CIYAWAZ
Hevpeyvîn: Cetoyê Zêdo ....…. Rûpel (19) ....….
Kemal Tolan
Pêwîste em Êzdî pîvana wextPêwîste em Êzdî pîvana wextPêwîste em Êzdî pîvana wextPêwîste em Êzdî pîvana wext û dema û dema û dema û dema roja pîrozkirina cejinên Êzdiyatiyê rastroja pîrozkirina cejinên Êzdiyatiyê rastroja pîrozkirina cejinên Êzdiyatiyê rastroja pîrozkirina cejinên Êzdiyatiyê rast ûûûû wekehevûdin bidine xwanê kirin!wekehevûdin bidine xwanê kirin!wekehevûdin bidine xwanê kirin!wekehevûdin bidine xwanê kirin! Piștî ku hinek nivîskar, dîrokzane, heval û nasên me “Kurdên Resen” ev daxwaz û gotara min a li ser “Wate, rojî û wextên pîrozkirina hinek cejinên me Êzdiyan*1” di çapemeniya Kurdî de xwandin pê ve, bi taybetî jî kekê min Șefîq Pêșeng ji min daxwazkir ku, ez pîvana wext û dema pîrozkirina cejinên Êzdiyan hîn jî hesan û zelaltir bidime kifșkirin.
....…. Rûpel (8) ....….
2
ji weşanên Hevbenda Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî // hejimar " 44 " // Çilê Pêşî 2015
2 NNNNEEEERRRRÎNNNN
5. Mahmûd Ekko, helbestvan û çîroknivîs, ku ji salên 1985 ve dest binivîsandina zimanê kurdî kiribû, lê di salên dawî de rewşa wîyî tenderûstî pir xerab bibû, û bi wê rewşê jiyana xwe ji dest da.
6. Ciwan Mîranî, serokê sendîkeya rojnamevanên kurd li Sûriye, ku li Kurdistana başûr koça dawî kir.
Di warî teqîn û şewat û mirinê de. Kurdên Rojavayî Kurdistanê di sala borî de, gelek rojin reş û xemgîn derbas kirin, berî şeva cejna Newrozê teqînek bê îman di nav komizeke kurdanli Taxa Miftî li bajarê Hisîçe çêbû, û di encamê de pir xort û keçên me hatin şehîdkirin,.. ev kiryara hovaneji aliyê Hevbenda me (HNRKS) hate şermezarkir.
Piştî vê teqînê bi du-sê mehan şewateke dijwar di navçeya tenderûstiyê (mistewsefa Cirnikê) de li bajarê Qamişlo girt, û di encamê de dîsa gelek zarok û ciwanên me şehîd ketin,.. Piştî van herdû bûyeran kêşa Ferînaz Xesrewî hate holê, ku kurdên me li Rojhilatî Kurdistan û bi taybet li bajarê Mahabadê hilpirandineke bi tund li dijî rêjîma Îranê der ketin, û kuştina Ferînazê şermezarkirin.
Derbarî vê bûyera nemirovane, gelek gotar û helbest di rojnameya me ”Pênûsa Nû” de li ser şehîdkirina Ferînaz hatin belavkirin. Di meha êlûnê de, wêneya Alan Kurdî, a ku leşkerê turk wî li ser parava derya sipî dît, ku di avê de hatiye fetisandin, ew wêne bû simbola hemî penaberên Sûriyê û rojavayî Kurdistanê, bê çawa mirovên Sûriya ji ber zilm û zor şer û komikên çekdar dev ji hemî tiştên xwe berdidin û berên xwe didin xerîbiyê, bê ku hayê wan ji qederan wan hebe. Wêneya Alan li cîhanê hemî belavbû û hestek mezin li cem hemî kesên hez-mirov hişt.
Careke din li bajarê Kobanî dayikan şînî girêdan, dema ku hin mirovên teror bi cil û bergên YPG derbasî Kobanê bibûn, û dora 1000 mirovî li “bajarê rizgarkirî” kuştin. Ev kiryar gelek pirsên bê bersiv li dû xwe ve hiştin.
Û bi vî rengî sala 2015 nema xelas dibû, ku her demekê teqînek li Qamişlo, an jî li Til-Temir, û vê dawîyê teqînên berî serêsalê ku li Qamişlo hatin kirin, ku vê carê kesên hatin trorkirin ji biraderên filehan bûn digel hin xortên kurdan.
Karên PYD û asayîşên wê derbarî kurdan, bi rastî şerme ku yek van karên hovane bide ber çavên xwendevanan, lê ji bo ku ev partî û hemî hêzên pêve girêdayî ne zanibin ku dîrok rehmê li kesên xerab nake,.. di destpêka sala çûyî de, endamên vê partiyê gelek şer berdean ser endamê Hevbenda me, û bi kîn û diçûnî êrîşî wan kirin.
Paşre vê partiyê xwest ku zimanê kurdî bi şêweyeke taybetî li dibistanan bidin xwendin û ev biryar bi zorê dane ber şagirtên kurdan û wan ji fêrkirina zimanê erebî mehrûmkirin,.. gelek gilî û gazin ji bav û diyên wan şagirtin hatne kirin, çimkî wan dersên zimanê kurdî bi îdolociya PKK ve girêdabûn, ango dixwestin ku hemî zarok li ser fikrê Ocelan berdwerde bibin.
Kiryarên vê partiye li dijî kurdan û simbolên wan pirbûn, ewan nehiştin di roja Ala Kurdî de, ala Kurdistanê hildin, û ava li ser alê berdan da ku neyê hildan, bi hiceta ku van kesan destûra derketinê nestendine,.. Vê dawiyê gelek rojnamevan xistin binçavan de û bi rojan ew dûrî nasên wan kirin.
Di Sala 2015 de ne tenê tiştên negetîv hebûn, lê tiştin posîtiv jî hebûn, mîna bûyera herî balkêş, ku hemî gelê Kurdistanê li her çar perçan pê kêfxweşbûn, roja rizgarkirina Şingalê bû,ev bajar bi hinera pêşmergên qehreman û seroktiya Kek Mesûd Berzanî bajarê pîroz ji derên pêxwasên Daiş hate rizgarkirin.
Herwiha ji alî nivîsandinê ve û ji alî çanda kurdî ve, gelek bûreyên taybet li bal kurdan çêbûn, ku cihê şahiyêbûn:
1. Rojnameya “Pênûsa Nû” sala xwe a çaran derbaskir.
2. Xelata rojnameya erebî dane kurdekî ji Rojavayî Kurdistanê bi navê Yasir Ehmed.
3. Xelata Mişel Temo a Hevbendê (HNRKS) hate pêşkêşkirin bo parêzer Xelîl Matûq.
4. Xelata Palo (1920-1991) a Hevbendê (HNRKS), çû ji helbestvan Kasî Yûsiv re.
5. Gelek pirtûkên hêja ji aliyên çend nivîskarên kurd hatibûn belavkirin, ji wan:
– Kurd di şoreşa Sûriyê de (Selah Bedirdîn).
– Herifandina serdabê (Newzat Şemdîn Axa).
– Xewnên belavkirî (Gulistan Beşîr Resûl).
– Çirîskên kurdî (Luqman Mehmûd).
– Heyva Amûdê (Hişam Al-Qeysî).
– Ewrên Mîsso (werger: Husên Omer).
– Zewac di civata kurdî de (Ednan Başîr Resûl).
Bi vî hawî me piraniya bûyerên sala 2015 anîn berçavan, ma ku em hêviyên xwe bispêrin sala nû, sala 2016, ku sala xêr û xweşiyê be, bo gelê me, sala tore û çanda kurdî be, sala azadiyê û rizgarkirina Rojavayî Kurdistanê be!.
ji weşanên Hevbenda Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî // hejimar " 44 " // Çilê Pêşî 2015
3 NNNNEEEERRRRÎNNNN
Kemal Tolan
Danasîna berhema merivekî
Êzdî û ronakbîrê gelê Kurd
Xelîlê Çaçan Mûradov aybete
Ez xwe bextiyar dihesibînim û dibêjim gelekî spas ji Xwedê ra, ku
min karîbû vê nasîna berhema merivekî Êzdî, rojnamevan,
nivîskar, ronakbîrê gelê Kurd û rehmetiyê Xwedê her jê
razî Xelîlê Çaçan Mûradov, a bi navê „Gotinên Pêșîyan „
bigihijînime ber destên we hezkiriyên dîrok, çand, folklor,
kevneșop û zimanê Kurdî!
Danesîna ku min li ser pirtûka „Gotinên Pêșîyan „ nivîsandiye û
di rûpelên 11-12 yên vê berhema de hatiye çapkirin weha ye:
„Nasîna Gotinên Pêşiyan„
Xwendevanên hêja, gelek ji me dizanin, her gel an jî miletek bi
bermayên çand, folklor, kevneşop, bîr-bawerî, adet û toreyên
jiyana civaka xwe tê naskirin.
Ez bawer im, çi gava hûn berhema Xwedê jê raziyê Xelîlê Çaçan
Mûradov bixwînin, ku navê wî li ser rûpelên tarîxa çand û
edebiyata Kurdî bi herfên zêrîn hatiye nivîsîn, gelek radio
guhdarên Kurd bi kilam û stranên radyoya Kurdî ya Yêrêvanê
serbilind û bextiwar kirine, çand û zimanê Kurdî bi gelek
dagirkerên Kurdistanê daye naskirin, hûn ê jî taybetî, rastiya
çand, folklor, kevneşop, adet û toreyên Kurdî û jiyana civaka me
ya pirr dewlemend li ber çavên xwe bibînin.
Bi dîtan min, di nav van berheman de, ku rahmetiyê Xelîlê Çaçan
Mûradov bi kedeke giranbiha tomar kirine û ew di peyre jî li gorî
babetên wan parevekirine, ne tenê dewlemendiya ziman, çand,
helbest, stran, çîrok û metelokên Kurdî yên kevn hatine parastin.
Gava meriv bi hûrgiyî ji van „gotinên pêşiyan“ fam bike, mirov
dibîne ku di nav wan de gelek nîşanên kesayetî, libas, gund, çiya,
deşt, newal û dîmenên xwezaya Kurdistanê jî têne ber çavên
meriv.
Mirov dikare gelek xeleq û dîmenên dîroka bav-kalên me yên bi
hezarê salan derbas buyî, hestên evînî, êş û tadeyên cihê cihê
hatine serê gelê me fam bike. Heta bi saya hebûna van gotinên
pêşiyan, ku bav û bapîren me ji nav jîyana xwe ya bi sal û
zemanan ji me ra afirandine, em jî êdî dahatûya xwe zelaltir
dibînin. Ez bawer im, lewma jî bav û kalên me gotine, „Kesê ku
kevnên wî nebin, wê nûyên wî jî nebin.“
Ez bejna xwe li ber vê xizmet, nav û dengê rahmetiyê apê Xelîlê
Çaçan Mûradov ditewînim û dibêjime parêzvanê “hiş û mejûyê
radyoya kurdî ya Yêrêvanê”, bila Xwedê ji Te her razî be!
Dema ku çend welatparêzên Êzdiyan bihîstin ku pirtûkeke wiha
delal ji zû de amade ye, lê ji dest sebebên cuda cuda, her wiha ji
sebebên madî, heta niha nehatiye çapkirin, di dest xwe de xwe
dan ber vî barî, alîkariya malbata xwedanê pirtûkê kirin. Ev
xetên jêrîn yên wan camêran in:
Em neviyên Xwedê jê raziyê Mamedê Temo (ku yek ji rûspî û
navdarên Êzdiyên li Bakurê Kurdistanê, ji gundê Șimzê/Bișêriyê
bû) zahf bextewar in ku ev pirtûka rehmetiyê Xelîlê Çaçan, ê ku
rûspiyekî Êzdî, rojnamevan, nivîskar û ronakbîrekî gelê Kurd bû,
bi keda me û miriyên me wê bigihîje xwendevanan“.
Agahdarî:
Ev her çar berhemên Xwedê jê razî Xelîlê Çaçan Mûradov ji aliyê
weșanxaneya “Lîs” ê li Amedê hatine çapkirin: “Memê û Eyşê &
Zembîlfiroş” (destan), “Kilamêd Cimaeta Kurdan”, “Memê û
Eyşê” (pîês), “Gotinên Pêşîyan”.
Meriv dikare van
berheman zû li cem
http://www.pirtuka
kurdi.com / anjî
pirtukakurdi@gmail.
com peyda bike!
Çavkanî:
http://riataza.com/k
urdish/4107-
danesina-berhema-
meriveki-ezdi-u-
ronakbire-gele-
kurd.html
binasin,
NNNNEEEERRRRÎNNNN ji weşanên Hevbenda Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî // hejimar " 44 " // Çilê Pêşî 2015
4
Û di nav van nakokî û dijhevîyan da EMRÎKA lîstika xwe dilîze. Di vî şerê “hemû li dijî hemûyan” da ewana her tiştî dikin, ji bo ku ev şera, çiqas here, giran û demdirêj bibe, ji bo ku nakokî tûjtir bibin, û her çiqas derfet hebin, bêhtir hêzan bikişînin nav vî şerê berfireh. Ji bo wê, ku rêvebirina cîhanê hildin destê xwe, kaos li wan pêwîst e, a ku ji hêla wan va bê rêvebirin, li ku dost û dijmin nînin, hemû hêz di heman demê da ji bo çareserîya pirsgirêkên xwe rê û rêbazan digerin. Lê Waşîngton, a ku destpêkera sereke û koordînatora vî şerî ye, her tiştî dike, ji bo ku berjewendîyên hêzên cuda yên beşdarên vî şerî hertim di nava dijhevîyekê da bin… Bi vî awahî hemû ta û bend dê di destê EMRÎKA da bin, û ew kaos jî dê xizmeta wan bike, ji bo ku ew di herêmê da bigihîjin desthilatdarîya xwe. Ji bo ku bigihîjin armanca xwe, berjewendîyên EMRÎKA û Tirkîyayê di vî şerî da digihîjin hev. Ji bo erêkirin êrîşên xwe li ser baregehên PKK Ankarayê baregeha “Încîrlîk” sparte EMRÎKA. Ji bo vê wezîrê parastinê yê EMRÎKA bibişton Kartêr jinişkêva rabû û hate herêmê. Û di encama hevdîtinên dualî da, di nav çarçoveya “têkoşîna” li dijî rêxistina têrorîst – DAÎŞ-ê da, destxweda 8 balafirên leşkerî û pisporên hêzên hewayî yên EMRÎKA hatine “Încîrlîkê”. Bazarîya wan pêk hat: Waşîngtonê “Încîrlîk” stand, lê Ankarayê – destûra birina êrîşên hewayî ne tenê li ser baregehên PKK, lê wisa jî, li ser gelê Kurdistanê ê sade, û bi vê yekê rê li pêşîya têrora dewletê li hember gelê kurd hate vekirin. Tiştekî veşartî nine, ka kî ye “mîmarê” sazîya sîstêma cîhanê ya pey Şerê Cîhanê yê duyem ra, ka ew kî ye, ku bi rêya “kaosa tê rêvebirin” cîhanê berbi rîvebirineke bêsînor (absolyût) va dibe. Û ev pêvajoya jî, ne îro û ne jî duh destpê bûye… Heman siyaset îro jî didome. …Tê zanîn, ku hemû rêxistin û komên radîkal ên îslamî ji hêla hêzên taybet ên EMRÎKA va hatine damezirandin, ji bo ku di herêmên cuda yê cîhanê da kaosa tê rêvebirin saz bikin û bi rêya bênirxkirina îslamê Rojhilata Navîn û dewletên ereban bike bin bandora xwe. Ewana bi vî awahî, ji bo ku ew di hemû cîhanê da hebin, mercan sazdikin û pêvajoyên leşkerî-siyasî dikin bin çav dêrîya xwe û hemû ta û bendên aborîyê hiltînin destê xwe. Û Waşîngton ne ku tenê hêmana xwe ya hêzî ya sereke – NATO-yê, lê her weha Rêxistina Netewên Yekbûyî, Yekîtîya Ewropayê û rêxistinên dinê yên navnetewî ji bo vê bikartîne (em bîr bînin, ka şerên li dijî Yûgoslavîyayê, Îraqê, Lîbîyayê û yên dinê çawa destpê bûn). Di dema xwe da bi alîkarîya EMRÎKA û hevalbendên wan di Almanîyayê da faşîst hatin ser desthilatdarîyê, ewana ew rêjîm bi hêz kirin, bi her awahî alîkarîya aborî û ya çekan dan wê. Paşê Almanîyayê da faşîst hatin ser desthilatdarîyê, ewana ew rêjîm bi ka şerên li dijî Yûgoslavîyayê, Îraqê, Lîbîyayê û yên dinê ewan
ewan bi xwe jî beşdarî karê têkbirina wê rêjîmê bûn. Lê pey rûxandina wê ra, dizîkava, li pişt koalîtsîona dijhîtlêrî va, EMRÎKA bi sûckarên leşkerî yên faşîst ra dikevin têkilîû bazarîyan û wana li dijî hevpeymanîyên berê û cîhana mayîn bikartînin… Ma ne, ji bo wan cîhan dabeşî ser qadên berjewen dîyên wan dibe – yên here nêzîk û yên here dûr! Helbet, di cîhanê da siyasetmeder û pispor hene, yên ku rastêya van planên EMRÎKA û Tirkîyayê têdigihêjin. Êdî di çapemanîyê da di derbarê wê da agahî derdikevin, ka EMRÎKA û Tirkîya çawa bi her awahî hewl didin, ku DAÎŞ-ê biparêzin, ji bo wê jî, biryarê digirin, qaşo, “herêma ewlekarîyê” sazbikin. Weşana «The Wall Street Journal» dinivîse, ku EMRÎKA û Tirkîya gihîştine biryareke hevbeş, ku kurdan derî herêma nêzîkî sînor bihêlin. Ev tê wê wateyê, ku “herêma ewlekarîyê” dê li bakûrê Sûrîyayê, li navçeya Helebê bê sazkirin, hema raste-rast di herêma ber sînor da, ya ku di bin destê DAÎŞ-ê da ye. Lê bi nêrîna rojnamegerê amêrîkî Wêbstêr Grîfîn Tarplî biryareke wisa tiştekî jinişkêva û nedîtîva nine, ku kurd hewl didin ji Firatê derbaz bibin û tevahîya bakûrê navçeya Helebê azad bikin, û bi wî awahê herêmên Kobanî û Efrînê bigihînin hev. Lê naha dê destûrê nedin, ku ew evê pêk bînin. Li bakûrê navçeya Efrînê her rêyek maye, ji bo ku ji Tirkîyayê çek û xurek bigihînin komên DAÎŞ-ê. Eger ew bê qutkirin, “xelîfeta” têrorîstî dê dirêj nejî. Lewra jî, bi nêrîna Tarplî, EMRÎKA û Tirkîya li bakûrê Sûrîyayê “herêma ewlekarî yê” ji bo têrorîstan saz dikin. Her çiqas, Waşîngton dibêje, ku beşekî sînorê navbera Tirkîyayê û Sûrîyayê da wê wek “êwirgeheke ji bo niştecîyên sivîl be”, lê di
rastîya xwe da, ew ji bo ewlekarîya rêya birin-anîna xurek û
çekan e, ji bo DAÎŞ-ê. Di çarçoveya van hemûyan da gelek pispor û siyasetmeder di EMRÎKA da ji bo wê yekê matma dibin, ku her çiqas pêwendîyên çalakîyên leşkerî baş hatine danîn jî, li hember PYD bêdadî pêk tê, lê Salih Mûslîm, wek siyasetmederekî xwedî rol li ser sehna Sûrîyayê, li ber çav nayê girtin, li şûna vê dive bi wî ra pêwendîyên taybet bên danîn… Li vira pozîtsîona Rûsîyayê balkêş e. Ew bi bingehîn ji bo wê hewl dide, ku bi rêbazên dîplomatîk bigihîje çareserîya krîza Sûrîyayê. Ji bo wê dem bi dem hevdîtinên hêzên oppozîtsîon ên Sûrîyayê di Moskovayê da tên lidarxistin, lê van demên dawîyê hevdîtina serokê PYD Salih Mûslîm û cîgirê Wezîrê Karên Derva yê Rûsîyayê Mîxaîl Bogdanov pêk hat. Û ji bo pirsa têkoşîna li dijî DAÎŞ-ê serokê Rûsîyayê Viladîmîr Pûtîn plana xwe heye. Di Krêmlê da pêşniyar dikin, bi taybet, koalîtsîonayê bi beşdarîya kurdan û artêşa Sûrîyayê ava bikin. Bi gotina wezîrê karên derva yê Rûsîyayê Sêrgêy Lavrov, bi dîtina serokê dewleta Rûsîyayê, divê “koalîtsîona yên xwedî heman hewl
Ezîz ê Cewo
ÇIMA DIVÊ YÊN ÊZDÎ BIBIN
ÊZÎDÎ-SOFÎ, Û ÊZDÎTÎ BÊ
TUNEKIRIN Û JI HOLÊ RABE!? –––– Xelek (5)
NNNNEEEERRRRÎNNNN ji weşanên Hevbenda Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî // hejimar " 44 " // Çilê Pêşî 2015
5
ramanê” bê sazkirin. Û di wê koalîtsîonê da divê wisa jî ew cîhê xwe bigirin, yên ku “li ser erdê, çek di destê wan da, li dijî tehdîda têrorê radwestin”. Bi gotina Lavrov, Fêdêratsîona Rûsîyayê pêwîst dibîne, ku di nava koalîtsîona artêşên Îraqê û Sûrîyayê da divê kurd jî cîhê xwe bigirin. Rûsîya dixwaze, ku koalîtsîon xwedî mandata Şêwra Ewlekarîyê ya Rêxistina Netewên Yekbûyî be. Lavrov wisa jî ragîyandye, ku di pilanên serokê dewleta Rûsîyayê Viladîmîr Pûtîn da heye, evê mijarê di axavtina xwe ya di Ansamblêya Giştî ya RNY, ya salvegerî ya 70-î da bîne zimên… Helbet, ev gavana di dirbarê wê da dibêjin, ku Rûsîya di çareserkirina kirîza Sûrîyayê da bi cidî nêzîkî faktora kurdî dibe, bi taybet jî, di têkoşîna hevbeş a li dijî DAÎŞ-ê da. Lê Rûsîyayê, wek yek ji dewletên gewre yên cîhanê û endama Şêwra Ewkekarîyê ya Rêxistina Netewên Yekbûyî, dikaribû rola xwe di pirsa çareserkirina pirsgirêka kurdî ya giştî da bilîsta, bi taybet jî, di Komara Tirkîyayê da. Lê kilîta çareserîya wê pirsgirêkê li girava Îmralîyê ye, li ku rêberê kurd birêz Ocalan girtî ye. Hêzên taybet ên EMRÎKA ew bi korsanî girtine û dane destê dewleta tirk… Azadîya Ocalan ne tenê di Tirkîyayê da, lê, her weha, di tevahîya herêmê da kilîta aştîyê ye.
HELWESTA CIVAKA CÎHANÊ Û RÊVEBIRÎYA HERÊMA KURDISTANÊ
Li dijî êrîşên hêzên hewyî yên Tirkîyayê li ser baregehên PKK di tevahîya Tirkîyayê û Kurdistanê da çalakîyên şermezarkirinê pêk hatin. Ev êrîşbazîya hovane wisa jî di welatên cîhanê yên cuda da dîasporayên kurdan û dostên gelê kurd bi tundî şermezar kirin. Li hember van êrîşên artêşa dagerker a Tirkîyayê wisa jî Rêxistina Natewên Yekbûyî, YE û nûnerên dewletên cuda helwestên xwe dan xuyan. Weha, tenê çendek ji wana: Berpirsyarê giştî yê NY (Netewên Yekbûyî) Pan Gî Mûn ji bo rûdana dijhevîyê a di navbera Tirkîyayê û PKK da netavetîya xwe diyar kir û hêvîdarîya xwe anî zimên, ku herdu teref dê bêyî ku derengî bêxin, vegerin ser dîaloga sêwirdar, ji bo ku pêvajoya aştîyê bidomînin… Hukumeta Îraqê ji hêla hêzên hewayî yê Tirkîyayê va bombe barana baregehên PKK di çîyayên Kurdistana Îraqê da şermezar kir… Wezîra karên derva a Almanîyayê Ûrsûla fon dêr Layênê êrîşên hewayî ên li ser baregehên PKK şermezarkirin. êrîşên Ewê bi taybetî got, ku çiqas Tirkîya mafên xwe heye li dijî DAÎŞ-ê bitêkoşe, ewqasî jî girîng e, ku ew berê xwe ji rêya aştîyê li hember Partîya Karkerên Kurdistanê neguhêre… Lê wezîrê karên derva ê Almanîyayê Frank-Valtêr Ştayn mayêr
daxwîyand: “Eger konflîkt tundtir bibe û di Tirkîyayê da derbê bigihîne pêvajoya aştîyê, wê demê ewê hem ji bo Tirkîyayê, hem ji bo herêmê bi tehlûke be”. Ewî bang li hukumeta Ankarayê kir, ku ew di Tirkîyayê da li hember kurdan zordarîyê nemeşîne û daxwîyand, ku dê ne heşmendî be, eger mirov di pêvajoya siyasî da dengên kurdan ji ber çavan bavêje. Nûnera sereke ya YE (Yekîtiya Europa) ya pirsên siyaseta derva
û siyseta ewlekarîyê Fedêrîka Mogêranîyê daxwîyand, ku YE dê di têkoşîna li dijî têrorîstan da piştgirîya Tirkîyayê bike, lêbelê bang li wê dike, ku ew pêvajoya hevhatina bi kurdan ra bidomîne. Ewê bi taybet gotye, ku divê mirov rîsk neke, pêvajoya
agirbestê betal bike, an jî ji pêvajoya aştîyê ra bibe asteng… Baş hatiye gotin! Lê, eger bi pirênsîpî rewşek ne li hole bûya: eger di Tirkîyayê da pirsgirêka têrorîzmê heye jî, ew pirsgirêka têrora
dewletê ya rêjîma Tirkîyayê ye li dijî gelê kurd. Heya di Ewropayê da bi pirênsîpî têkoşîna gelê kurd a ji bo mafên xwe û siyaseta têrora dewletê ya rêjîma AKP ji hev cuda nekin, Tirkîyayê hertim di vê rewşê da be… Û di derbarê beşdarbûna Tirkîyayê di têkoşîna li dijî DAÎŞ-ê da:
ma, gelo ew dewlet, a ku li dijî hemwelatîyên xwe siyaseta têrora dewletê dimeşîne, dikare li dijî têrorîstan bitêkoşe? Heya bi serê xwe beşdarîya Tirkîyayê di koalîtsîona dijî DAÎŞ-ê da sîwanek e ji bo alîkarîya komên cerdê yên wê rêxistina têrorîstî. Îro di cîhanê da gelek siyasetmeder û pispor dibînin, ku dewleta tirk têkoşîna li dijî DAÎŞ-ê kirye sedem, ku ji hewayê va derbeyan bigihînin k’urdan. Her çi jî hebe, çawa jî EMRÎKA û hevlbendên wana ên di nav NATO-yê da vekirî piştgirîyê didin Tirkîyayê, dîsa jî, heya di pozîtsîona wan da jî, qe na, tayekî têgihîştina pirsgirêkê tê xuyanê. Û di nav çarçoveyê da hîç jî mirov helwesta rêvebirîya PDK-ê û ya Başûrê Kurdistanê tê nagihîje. Serokê Herêma Başûrê Kurdistanê Mesûd Barzanî piştî êrîşên hewayî li ser baregehên PKK ên ji hêla hêzên hewayî yê Tirkîyayê va heya ew êrîşana şermezar jî nekir û li şûna wê, ku bang li Ankarayê bike, ku ew êrîşbazşya xwe rawestîne, daxwîyand, ku ne di cîh da ne, zordarî û şer di navbera Ankarayê û kurdên Tirkîyayê da pêk bên, bi wê yekê ewî êrîşên hovane yên artêşa dagerker a dewleta tirk ên li dijî baregehên PKK û berxwedana gêrîllayên kurd ên ji HPG weke hev kirine… Şêwirmendê Mesûd Barzanî Kîfîh Mehmûd jî, ji hêla xwe va bersîvên yekîneyên têkoşerên ji bo mafên gelê kurd (HPG) li dijî êrîşên hêzên Hewayî yên dewleta tirk wek çalakîyên têrorîst navkir û ew weke çalakîyên DAÎŞ-ê kir. Hukumeta Herêma Başûrê Kurdistanê ji hêla xwe va PKK ji bo wê şermezar kir, ku ew bersîva êrîşên hêzên hewayî yên dewleta tirk ên li ser baregehên xwe dide… Lê berpirsyarê beşê karên derva yê hukumeta Herêma Başûrê
Kurdistanê Felah Mustafe daxwîyand, ku dijberî û pevçûnên bi PKK ra karê hindurîn ê Tirkîyayê ye… Ewî diyar kir, ku di vê demê da Kurdistan bi siyaseta Tirkîyayê va girêdayî ye, û ew jî PKK û DAÎŞ-ê weke hev dibîne. Dema mirovekî ne ku tenê dêmê xwe yê netewî, lê, wisa jî, yê mirovî winda kiribe, dijwar e, ku mirov bi wî ra bik’eve nava gengeşîyan. Lê li vira mirov dikaribû bipirsya: “Ma, gelo meşandina siyaseta binpêkirina mafên mirovî-netewî, ya işavtinê û tevkujîyê dikare karê hindurîn ê dewleteke konkrêt be, heya, eger, ew dewleta T’tîyayê be jî?” Mirov li vira çi dikaribû bigota? … Dilê mirov pir dêşe, lê ev rastîyek e, ku PDK û rayedarên wê, yên ku di rêvebirîya Herêmê da cîh digirin, vekirî piştgirîya siyaseta dewleta tirk a binpêkirina mafên mirov û tevkujîyê dikin, ya ku ew di Bakûrê Kurdistana dagerkirî da li dijî beşekî gelê wan dimeşîne. [*]Gambît –şêwazekî gava destpêkî ya lîstika kişikê (şetrencê) ye, dema terefek, ji bo ku di lîstikê da bigihîje serdestîya stratêjîk, peyayekî an kevirekî lîstikê yê girîng (fîgûrekê) gorî dike… 07. 09. 2015
Pampa Kurdan
NNNNEEEERRRRÎNNNN 6 ji weşanên Hevbenda Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî // hejimar " 44 " // Çilê Pêşî 2015
REŞÎD MELA ELÎ KOLEKÎ*
46 SALÎYA WEXERKIRINA HELGIR Û XWEDÎYÊ HIZRA MIROVÎ Û NETEWÎ Û WEKHEVÎYA CIVAKÎ
ŞÊX EHMEDÊ BARZANÎ (1896-1969)
(berdevkan)
Behskirin û xandina jîyan û berxwedana mirovên mezin û serkirde karekê pêtivî û gelek jî fere, li ber ku di her welat û civakekê da pêşketin û beref pêş çûn berhem û encamê nêrîn û hizr û hişyarîya mirovên mezin û serkirde ye, her mirovin jî ku dibîne pêşengên gel û welatên xwe di hemî war û bîyavan da, mîna barê zanistî, çandî, sîyasî û êkonomî û aborî û olî û mezhebî û herwiha di warê netewî û nîştîmanî da jî.
Lê hemî mirov nikarin bibin serkirde û pêşengên hemî civakên mirovayetîyê, raste hindek kes dibine pêşengên netewe û gel û welatê xwe, hindek kes jî dibine rêberên ol û mezhebên xwe û hindek jî dibine pêşengên cêvakên xwe, lê hijmarek ji mirovan jî ne tinê milkê gel û welat û ol û mezhebên xwene, belkî ev mirove pêşeng û milk û mal û serwetê hemî mirov û hemî civakên mirovayetî yêne li her cîh û deverekê bît, li ber ku ev mirove xwedî û helgirên nêrîn û hizrek berfiretir û mezin tirin, ew jî hizra bilind û mezina mirovayetîyêne, ev kese hemî mirova mîna mirov dibînin û cûdahî yên netewî û sîyasî û olî û mezhebî û cûxrafî çi bandora xwe tuneye li ser wan û tinê ew li jêr bandora hizra xwe ya fire û mezin dane ku hizra mirovî ye, berjewendî yên mirovan li ser û pêşîya her tiştekê dizanin, raste mirov biser netewe, welat, ol û mezheb û civakên cûda cûda hatîne dabeş û par ve kirin, lê di tiştekî da hevpişk û wek hevin ew jî mirov bûn û çekdarbû ne bi hizr û nêrînên mirovî û ev kese jî dizanin ku ew milk û malê hemî mirovane bi hemî reng û cûdahîyên xwe ve.
Her kes xwedî hizrek mirovî be dikare bibe pêşengê netewî û olî û mezhebî jî li ber ku hizra mirovî hemî hizrên din bi xwe ve digre, lê eger kesek xwedî nêrîn û hizrek ber teng û ber tesk ya
netewî yan olî yan jî mezhebî be nikare bibe serkirde yan jî pêşeng ji bû hemî mirov û civakên mirovayetî yê.
Ev rengên mirovan jî kêmin, li ber ku karekê pir zehmete mirovek bikare be wiha perwerde bibe ku cûdahî yên mirova nebîne û hemî mirova wek hev lê binêre . bi rastî jî cûdahî di nav bera mirovan da tû nene li ber ku hemî mirov bi azadî û wek hev li dayîk dibin û hemî mirovan jî mafê jîyanê heye û di vê bi azadî jî bijîn û divê wek hev û bi êksanî jî werin dîtin.
Li ber vê êk jî dû tiştên berovajî hene,
êk: bîranîn û saxkirina jîyan û hizra van mirova karêk herî fer û pêtivî ye, li ber ku saxkirin û bîranîna van kesa rêz girtine li hemî mirova li ber ku eve milkê hemî mirovan bûn û bo hemî mirova jîyan.
dû: ya din birastî tişt û karekê pir zehmete mirov behsa van mirova bike û xandin yan jî vekolînê li ser jîyan û kesayetîya wan bike, li ber ku jîyana mirovên mezin pêtivî yê vekolîn û gengeşe û xandinek mezin heye da ku mirov bikare van mirovê mezin mîna xwe binase û herwiha bide nasîn jî, lê dîsan behs kirina wan karekê fer û di cîhê xwe daye û nabe û mirov jî nikare ku behsa wan neke, êk ji van mirovan jî (Şêx Ehmedê Barzanî) ye, mirovekê mezin û bi hêz û xort bû, lê ne bi rêya leşkirî û çekdarî û ne bi hêza destên xwe, belkî bi hêza nêrîn û hizr û bawerîya xwe ya mirovî, ev mirovê mezin hatbû çekdar kirin bi keltûr û hizra mirovî, hizra wî ya mezin hêzek mezin dabûye wî.
Ev mirovê mezin li sala (1896)ê hatîye ser dinya yê, tiştek zêde nabe eger mirov bibêje ev mirove her di jîyê zarokînîya xwe da gelek mezin bû, li ber ku li xêzan û malbateke herî mezin hatbû dinyayê, ew malbata ku hemî endamên wê bi hizra mirovayetî hatbûne perwerde kirin û pêgehiştin, belge bo vê êkê jî ewe ku dema birayê wî (şêx Ebdulselamê Barzanî) şehîd bû, jîyê wî tine 18 sal bû û di vî jîyê 18 salîyê da bû rêber û serkirde û pêşeng, digel hindê da jî ku perpisyaretî û jîyê wî gelek lêk dûr bûn, lê liber ku hizra wî hizrek mezin bû û li malbat û xêzanek mezin jî hatbû dinya yê, di vê berpisyaretîyê gelek serketî derket.
Ew berpirsîyaryî ya ku wî wergritî ne tiştekî kêm bû, divîya serokatîya raperîne û bizavekê bike ku berî 19 salan hatbû dest pê kirin, bizaveke netewî û nîştîmanî û çandî û civakî, divîya ew vê bizavê berdewamîyê pê bide, birayê wî yê mezin hatbû şehîd kirin û divîya pêşengê malbateka mezin be, peyama raperîn û bizava Barzan pêkvejîyana olî û netewî û mezhebî û lêbûrîn û netew
ji weşanên Hevbenda Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî // hejimar " 44 " // Çilê Pêşî 2015
7 NNNNEEEERRRRÎNNNN
netewayetî û welat parêzî û dadwerîya civakî û jînge parêzî û êk sanî û wek hevîya civakî bû, divîya ev êk jî bi diristî û temamî werin parastin û berf pêş birin jî, li ber têkoşîn û berxwedan û xebata malbata wî ya netewî dûjminên mezin û bi hêz hebûn ku dixastin wan li nav biben yan jî şehîd biken ev çende jî xeter û metirsîyeke mezin bû divîya vê êkê jî qebîl bike, hemî van tişt û pirobilêman wiha nîşan dida ku mirovekê mezin û bi hêz di vê da ku bikare van tişta qebîl bike û serketinê jî bi dest bêxe, eger mirov wiha lê binêre karekî pir zehmete kesek di jîyê 18 salîyê da bikare vê êkê qebîl bike û serketî jî derkeve.
Belê birastî jî zehmete û herkes jî nikare vê êkê bike, lê (Şêx Ehmedê Barzanî) ev êk qebîl kir û piştî şehîd kirina birayê xwe bû pêşeng û rêber û rê nîşanderkê baş û serketî jî. Mirov nikare di nivîsîneke wiha kurt û kêm da behsa mirovekê mezin bike, divê xandin û lêkolînên zanistî û ekadimîk li se jîyan û xebat û hizra wan ya mirovî werin kirin, (Şêx Ehmedê Barzanî) bi temamî bi hizr û biha û qîmetên mirovî hatbû perwerdekirin û pê gehandin, rêz û rûmet û qîmetek mezin dida mirovan bêy li ber çav girtina ol û mezheb û netewe û cîh û cûxrafîya kesan, li ber vê êkê jî hemî gava wiha emir dikir: (( hemî dinya ya min bît ezê bidem da ku gîyanê mirovekê nehê winda kirin )).
Bawerîyeke gelekî mûkum û xort bi êk sanî û wek hevî û dadwerîya civakî hebû li ber vê êkê jî mîna herkesekê normal jîyan dikir û çi cûdahî di navbera xwe û xelkê normal da nehêla bû, herkesî bi normal didît, lewra jî di serdemê vî mirovê mezin da wekhevîya civakî gelek xort û bihêz bû û pêşket, bawerîya wî bi pile û paye û desthalat û mal û milk û serwet û samanî tû nebû û li bal wî jî tiştên herî kêm û bê qîmet saman û pere û yan jî xwe mezin kirin bû, gelekî bi hêz dijî bin destî û tepeserîya netewî û olî û civakî bû, bawerîya wî tenê bi azadî û serbestîya mirovan bû, lewra jî hemî jîyana xwe kire gorî bû azadîya mirova bi rengekê giştî û tevayî û gelê kurd bi taybetî li ber ku wî ev êk baş fehim dikir yan jî fehim kiribû ku gel û netewa wî hatîye tepeser û bin dest kirin û welat û axa wî jî hatîye perçe perçe kirin, di vê ev gel û netewe û herwiha ev ax û welate jî were rizgar û azad kirin.
Li ber vê êkê jî ew raperîn û seheldana ku li Barazn hatbû dest pêkirin û di vê rê yê da jî bab û birayê wê jî şehîd ketibûn brdewam kir û dirêjî dayê, dikarîn bêjîn ku di serdemê nemir (Şêx Ehmedê Barzanî) da bizava Barzan beref pêş çûn û pêşketineke herî mezin bi xwe ve dît di hemî bar û bîyav û layenan da, êk sanî û wekhevî mîna tîtal û keltûrek cîhê xwe girt, felsefe û hizra parastina jînge û siroştî pêşketinên mezin bi xwe ve dîtin, mafê jinan bi temamî hat parastin û bi cî kirin, pêkvejîyana mirovan bi ol û netewe û mezhebên cûda cûda di warê kiryarî û piraktîkî da hat bi cî kirin, xort kirin û belave kirina pîrozî û biha û qîmet û keltûrê mezin yên mirovayetî yê mirovî bûne karê herî giring û breçav yê vî mirovey, herwiha têkuşîn û xebata netewî û nîştîmanî jî gelekî pêş ket, êketî û êk rêzîya netewî armanaca herî mezin û giring ya vî mirovê welat parêz bû, gelek caran jî bizav hatîne kirin da ku bi rêya pere û pile û paye wî razî biken, daku hindek tiştan biket yan jî desta ji hndek armanc û daxazîyên xwe ber bide, lê ev mirove gelek li vê çendê mezin tir bû lewra emir dikir: (em pare û desthelat û serwet û samana naxazîn, tenê em dixazîn li ser ax û welatê xwe bijîn bi aramî û serbestî).
Dewlet û hikumeta ênglîz anku birîtanîyayê bi rêya hêza serbazî û leşkerî jî gef lê kirin, li ser armancên wî yên netewî û harîkarîyên wî bo raperîn û serheldanên gelê kurd li dever û cîhên dîn, lê ew li mirin û şehîd kirinê di rêya gel û welatê xwe da neditirsîya , li dor vê çendê jî mirov di kare behsa tiştekî tenê bike:
"li despêka salên sîyan da li çerxê bîstanda şêxê birîfka serî li Şêx Ehmedê Barzanî xist daku daxazê jê bike çekên xwe dabinên û xwe radestî hikumeta îraqê biken, dema gehişte cem wî jê ra got:
Şêx hûnê çewa şerê îraq û birîtanîya yê diken li ber ku çekên we tûnene û hûn nikarin xwe li ber wan bigirin, Şêx Ehmed jî pirs dike, ya şêx merma we çîye, ew jî dibêje ku çekê xwe dabinên û xwe radstî hikumetê biken heta ku delîveke baş çê dibe, Şêx Ehmed jî bersiv dide:
ez tera sipas dikem ji bo vî helwêste we yê pîroz û dilsozîya we jî dizanim, lê ya şêx, eger delîvê ji mera biden û em bizvirêne Barzanê û çekên xwe jî radestî wan bikîn û mijîlê kar û kasibîya xwe bîn birîtanîya an ku ênglîz dîsan arîşe û pirobilêman ji mera dirist diken, li ber ku ew dixazin ku mafên me tû nebin û herwiha em nêrîn û hizrên xwe jî der nexînîn, wan ax û welatê me bin dest û parçe parçe kirîye, ez jî vê rastîyê baş dizanim û fehm dikem ku eşîrek biçûk û kêm nikare şerê welatekê mîna birîtanîya yê bike yan jî wan bişkîne, lê jîyan şeref û rûmete û ez dixaizm xwedê li me razî be û xwe jî razî bikem, ji min ra ev êk bese dema mêjû û dîrok binivîse ku me bi hêz û çekên xwe yên kêm ber singe hêzeke mezina mîna birîtanîya yê girt û serê xwe jê ra ne çemand, birîtanîya di kare hemî gundên me bi şewitîne û me jê derxîne û me bikuje jî, lê ew nikare me bin dest bike û bike şerîkên xwe, heta ku em dimînîn emê li ser berxweda na xwe dom bikeyn û emê ber dewam bîn li ser vê êkê û me biryara xwe sitandîye û peşîman jî nabîn, tu dikarî hemî gotinên min ji birîtanîya an ku ênglîzan ra vegêrî û bibêjî".
Dema ku şêxê birîfka bi temamî gohdarîya Şêx Ehmedê Barzanî kirî rabo ser pêyan û girîya û bi girîve Şêx Ehmed maç kir û jêra got:
(ez ji dil serketinê ji wera dixazim, min jî dixast wek we bim, lê xodê ji her kesekî hêz û şîyanek daye).
Ev êk bawerî û hêz û şîyanên Şêx Ehmed derdêxîne ji bo berxwedan û jîyanek serbest û azad û rizgarî û serxwebûnê. Liber bawerî û hizra wî ya netewî û harîkarî yên wî bû raperîn û serheldanên gelê kurd li başûr û bakurê kurdistanê û xwe radest nekirna birîtanîya û îraqê ra, her dû hikumetên birîtanîya û îraqê xast tolê û ocê li Şêx Ehmed bistînin bo vê meremê jî di meha 12 an ya sala 1931 an da îrişeke herî mezin înan ser Barzan ku di dîrokê da bi şerê (Birqî beg) dihê nas kirin, di pişt ra firokên birîtanîya yê bi dijwarî Barzan û dever bombe baran kirin, berxwedana Barzan du salan dom kir, lê li ber giranîya îrişan sala 1932an da kuçberî tirkîya yê bûn, lê di bihara sala 1933 yan da tirkan ew radestî îraqê kirin û îraqê jî ew ji war û cîhên wan der xistin û dûr xistin û vê dûr xistinê jî 10 salan dom kir û vekêşa, dema ku raperîna dûyemîn ya Barzan li sala 1943 ê dest pê kir û li ber berxwedana barzanîya li 1943-1945 Îraq neçar ma Şêx Ehmed û barzanîyan bizivrîne Barzan.
Givaştinên birîtanîya û îraqê bû ser Şêx Ehmed berdewam kirin, sala 1945ê rayedarekê bilind yê birîtanîya yê hate Barzan da ku givaştinên xwe li ser zêde bike û got ez li ser nave birîtanîyayê ji
NNNNEEEERRRRÎNNNN 8 ji weşanên Hevbenda Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî // hejimar " 44 " // Çilê Pêşî 2015 wera dibêjim ku çekên xwe fire biden û gohdarîya îraqê biken, şêx ehmed jî bersiv da û got: em emir û fermanan ji birîtanîya yê ra nastînîn.
Sala 1945 an da kuçberî îranê dibin û dema ku komara Kurdistanê hate ragehandin harîkarîyên zêde jê ra kirin lê piştî herivîna komara Kurdistanê ew jî naçar man bizivirin Îraqê, dîsan hatin dûr xistin bo jêrî û başûrê îraqê, lê vê care bi rengekê cûda li ber ku her li sala 1947an êxistine nava girtîxan û hebs û zîndan û girtîgehê, 12 salên temam ma di girtîgehê da û dest û pê yên wî jî hatbûn zincîr kirin, dema ku di zîndanê dabû rayedarên Îraqê jê ra gotin; eger tû daxaza lêborînê li melîk ra bikî û bixazî tû dê azad bibî, lê dîsan Şêx Ehmed jîyana bindestîyê red kir û di zîndanê da ma, sala 1958an piştî 12 salan li zîndanê derket.
Piştî ku Îraqê sala 1961ê îrişê Kurdistanê kirî û şoreşa îlûnê dest pêkir, Şêx Ehmed bizavên mezin kirin da ku pirsgirêk bi rêya aştî û dan û standina werin çare kirin, li ber vê êkê jî çend cara serî li Bexdayê xist.
Lê mixabin piştî berxwedan û têkoşîn û xwe radest nekirina (zûrdarîyê û xezmeteke zêde û mezin ji hemî mirovan ra), Şêx Ehmed di jîyê 73 salîyê da wexera dawîyê kir û çû ser heqîya xwe, bi çûneser heqîya wî jî mirov û civakê mirovayetîyê bi tevayî û gelê kurd bi taybetî mirov û serkirde û rêberekê mezin yê xwedî hizra mirovî û wekhevî û dadwerî û netewî û jînge parêzî yê ji dest da û valatîyeke herî ber biçav dirist kir, li ber ku hindek mirov li hemî mirova û civakê mirovatîyê dicin ku (Şêx Ehmedê Barzanî) jî êk bû li van mirova.
*Bekelarîyos bi zanistên sîyasî
Kemal Tolan
Pêwîste em Êzdî pîvana wext Pêwîste em Êzdî pîvana wext Pêwîste em Êzdî pîvana wext Pêwîste em Êzdî pîvana wext û dema roja pîrozkirina cejinên Êzdiyatiyê rast û dema roja pîrozkirina cejinên Êzdiyatiyê rast û dema roja pîrozkirina cejinên Êzdiyatiyê rast û dema roja pîrozkirina cejinên Êzdiyatiyê rast û wekehevûdin bidine xwanê kirin!û wekehevûdin bidine xwanê kirin!û wekehevûdin bidine xwanê kirin!û wekehevûdin bidine xwanê kirin!
Piștî ku hinek nivîskar, dîrokzane, heval û nasên me “Kurdên Resen” ev daxwaz û gotara min a li ser “Wate, rojî û wextên pîrozkirina hinek cejinên me Êzdiyan*1” di çapemeniya Kurdî de xwandin pê ve, bi taybetî jî kekê min Șefîq Pêșeng ji min daxwazkir ku, ez pîvana wext û dema pîrozkirina cejinên
Êzdiyan hîn jî hesan û zelaltir bidime kifșkirin.
Ez dibêjime birêz Șefîq Pêșeng, keko gelek spas ku cenabê te jî ev pêșniyariya hêja ji min kir. Ji xwe weke ku min di gelek gotarên xwe yên ku hatine weșandin da jî daye xwanêkirin, ez bi
xwe jî zahf xemgînim ku, „rewșenbîr, zane, oldar û h.d “ên me Êzdiyan nikarîbûn hetanî îro pîvana wext û dema cejinên me Êzdiyan bidine berhevûdinê û ji bona pêșeroja Êzdiyatiyê bi yek dengekî van kevneșopên reseniya çanda Kurdî zelalbikin.Ji xeynî wan agahdariyên ku min di lêkolîna xwe *1 de dan e kifșkirin pê ve, ez niha jî dixwazim van çend nimûnên șașîtiyên ku “Mala Êzîdiyan a Oldenburgê” di salanma xwe ya 2016*2 de kirine, ji we hêjayan ra bidime xwanê kirin:
Nimûne Navê Cejnê
« Mala Êzîdiyan Oldenburg’ ê
dibêje*2 :
Lê li goriya zargotina Êzdîtiyê, dema rê û rismên cejnê weha ye :
Tarîxa roja
cejnê ya rast :
1 Cejina pîrê Alî
/Batizimî
“ Cejna Batizimiya Çêlka di 12.01.2016
de ye.
Mixabin, ez nizanim ka çima Mala Êzîdiyan
roja cejna Qelaçvan(Çolîyan) jî
kifșnekiriye ?
Êzdî li goriya salnama kurmancî, Çêlka/Torî her sal di duyemîn
îna ku dikeve piştî Îda Êzî de û Qelaçvan/Çolî jî di sêyemîn Îna ku dikeve piştî Îda Êzî de dest bi rê û rismê vê cejinê diken.
Wekî wisa ye , roja
« Înê : 01.01, 16
Geriyana hevîrtirșê Șêx/Pîr an e
Șemî: 02.01,16 Cilșo/Paqijî ye
Cejina Çêlka(Torê)
07.01.16 û ya
Qelaçvan(Çolîyan)
14.01.16 de ye
NNNNEEEERRRRÎNNNN 9 ji weşanên Hevbenda Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî // hejimar " 44 " // Çilê Pêşî 2015
Yekșemê(Lahdê) : 03.01,16 Destpêka derxistina nanê miriya ye
Dûșem heta Çarșemê = 04. û 6. 01,16 Rojiyên Pîr Alî ne
Çarșemê piștî nîvro : 06.01,16 Pez gurandin/Serbire- Êvara dawî a derxistina nanê miriyan e.
Pêncșemê : 07.01,16 Destpêka ger û pîrozkirina Cejna şîlana Pîr Alî. Êvarê Şeva
Şevronk e. Înê : roja razan û aremî yê *4»
2 Çilê Zivistanê
Çilê Zivistanê di
02.02.2016 de ye.
Li goriya salnama zayînê, rojiyên çilê zivistanê her sal di 25 meha Kanûnê(12) de destpêdikin û gava çil roj rojî di destpêka
meha sibatê (ya zayînê) de qediyan pê ve, hêja cejin tê pîrozkirin.
25.12. – 31.12.15 = 7 roj 01.01.- 31,01.15= 31 roj 01.02, - 02.02.15 = 2 roj
03.02.16. de cejine
03.02.2016
3 Çarşema sor
Çarșema Sor
13.04.2016
Li goriya salnama kurmancî, her sal di yekemîn Çarşema meha Nîsanê de tê pîrozkirin.
Lê mixabin, gava em li tarîxa ku M.Êzîdiyan daniye dinêrin , ev
roja 13.04.2016 hêja neketiye meha Nîsanê jî !
20.04.2016
4 Basinbar
Roja Basinbar
16.04.2016
Li goriya salnama kurmancî, her sal di yekemîn îna ku dikeve piştî sersala kurmancî, di roja heftê meha nîsana Kurdî û nihajî
gelek jê di roja cejina Çarşema sor de û di meha nîsanê de çêdikin..
Mixabin, M. Êzîdiyan ji roja Înê birine roja Șemî yê !
15.04.16
5 Cejna Qurbanê
Îda Qurbanê
15.10.2016 *2“
Li goriya agahdariyên min, Êzdî û Bisilman vê cejna Qurbanê di tarîxekê de pîrozdikin.
Vêca wexta ku Bisilman vê cejnê di 12.09.2016 de pîrozdikin*3,
ez nizanim çima Mala Êzîdiyan di 15.10.2016 de pîrozbikin ?
12. 09. 2016
Min ev rexnên xwe di 18.12.2015 de, bi nivîskî dane destên rêvebirekî “Mala Êzîdiyan Oldenburg’ ê” û lave jê kir ku ew van șașîtiyên xwe sererastbikin. Lê mixabin, rêvebirên “Mala Êzîdiyan Oldenburg’ ê” heta niha, hîna tu bersiv nedane min û endamên xwe jî !
Ez hêvîdar im, em Êzdî van pîvanên wext û dema roja pîrozkirina cejinên Êzdiyatiyê rast û wekehevûdin bidine xwanê kirin!
*Çavkanî: 1 Kemal Tolan : Gelek spas ji bo wan edîtor û malperên ku ev berhevkirina min weșandine! http://m.gelawej. net/index. php/yazarlar/kemal-tolan/434-wate,-roj%C3%AE-%C3%BB-wext%C3%AAn-p%C3%AErozkirina-hinek-cejin%C3%AAn-me-%C3%AAzdiyan
2 Binêren beșek ji “Salnama Êzîdiyan 2016 a Mala Êzîdiyan Oldenburg’ ê” di pêvekê de ye.
3 Wann ist Kurban Bayrami 2016, http://www.vaybee.de/service/kurban-bayrami.php
4 Mejdîn Kurt http://www.ciwanen-ezidi.de/pdf/Batizmi.pdf
DDDDÎRRRROOOOKKKK ji weşanên Hevbenda Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî // hejimar " 44 " // Çilê Pêşî 2015
10
Dr. Sozdar Mîdî (E. Xelîl) wergera ji erebî: Mustefa Reşîd
Ji Kaniyên Yezdaniyê
Bi navê Xwedayê Gewre û Mihirvan Xelekên 5,6,7
Pêşgotina Mijara MîtraîzmêPêşgotina Mijara MîtraîzmêPêşgotina Mijara MîtraîzmêPêşgotina Mijara Mîtraîzmê Pêş ku em têkevin mijara Mihir (Mithras), du tişt tên bîra min:
Yekem: Dema ku ez hên zarok bûm û diranekî (didan) min ket,
dayîka min - dilovaniya Xwedê lê be - ji min ra got: Diranê xwe
bavêje ser banê xênî û bêje: Ya Rojê! Vî diranî bibe û diranekî nû
bide min! Min wisa kir û - wek ku tê bîra min - piraniya zarokên
nifşa min jî wisa dikirin. Me wê hîngê ti guman nedibir ser wê
yekê ku roj wê diranê ketî bibe û yekî nû ji wî baştir bide me.
Duwem: Di sala 1975-an da ez li gundê Şidûdê yê ser bi herêma
Babê, ku li bakur-rojhilatê bajarê helebê dikeve, dimam. Min li
wir çavdêriya hin zeviyên me dikir. Wê hîngê şêwazê giştî yê
civaka kurdî li herêma Babê û li gundên Kurdan yên li wê dorhêlê
heya bi Ezazê, şêwazekî êlî û derebegî bû. Bi herhal, heya niha jî
hên wisa ye.
Bi bandora vî şêwazê êlîtiyê, apê min Elî - dilovaniya Xwedê lê be
- hin caran ji min ra li ser pêşiyên me, bav û bapîr û xizimên me,
mêr û jin, yên ku li herêmên din dimînin, diaxivî. Hin ji wan
herêman, gundên Kurdan bûn yên ku ser bi navçeya Sifîrê ne li
başûr-rojhilatê Helebê; wek gundên Til Elem, Til Eran, Til Hasil,
Kubarî û gelekên din. Herwisa li ser hin gundên Deşta Cûmê li
herêma Efrîn - Çiyayê Kurmênc. Apê min ji min ra dara kok û
binyata malbata me hewalda (xeber da), ku heya niha jî li ba min
tomarkirî ye.
Wisa, min ji apê xwe zanî ku koka malbata me ji êla Dinane (wek
Dina jî tê gotin). Ev êl yek ji 12 êlên Kurdane ku yekîtiya êlên
Berazan ya mezin pêktînin. Di pey ra min naskir ku êla Dinan
mîna piraniya êlên Kurdan di bingeha xwe da êzîdî ye. Di hin
rewş û nîrên ne diyar da, hin şax ji vê êlê bûne misilman ku em jî
ji şaxekî wisa ne. Bi herhal, ew bi sedema zor û pestana
desthilata îslamî serdar û bandora şêx û serekêlên Kurdên
misilman, ji neçarî bûne misilman. Lê heya niha jî hin şax ji êla
Dinan li Şengal, Efrîn û cihên din li ser êzdîtiyê mane.
Di pey ra ez têgihîştim ku navê bapîrê min "Şem" - dilovaniya
Xwedê lê be - yek ji navên êzîdiyan yên resene. Dibe ku ew
kurtahiya navê "Şêx Şemsedîn" be (Hesen bin Şêx Adî / Edî, 1184
- 1246). Ew bi navê "Tac El-Arifîn" (Taca Zaneyan) û "Şêx El-
Ekrad" dihate naskirin.
Wî, piştî wexerkirina bavê xwe, rêveberiya êzîdiyan wergirt. Dibe
ku peywendiya navê "Şem" bi rojê ra hebe, ji ber ku roj
semboleka yezdanî pir kevine û heya niha jî asta xwe di êzdîtiyê
da parastiye, wek navê rojên hefteyê, ji bilî roja îniyê.
Rojekê ji rojan, apê min Elî li ser bapîrê min Şem axivî û got:
Weseka wî ji min ew bû ku ez piştî mirina wî, ji bo giyanê wî,
gayekî jêra bikim qurban. Apê min xemgîniya xwe da xuyakirin ku
heya niha rewşa wî ne alîkar bû ku weseka wî bi cih bîne û ev
peywir da ser milê min. Di rastiyê da, vê weseka bapîrê min Şem
bala min pir kişand. Li gor xwerisk û adetan, wesek di rewşên
wisa da, qurbankirina berxekî yan jî mîhekê bû. Lê ku qurban
gayek be! Ev tişt ji bo min tiştekî nû bû.
Piştî wê bi 40 salî, min nirxê bermaya ayînî pir girîng yê vê
weseka bapîrê xwe û penda dayîka xwe naskir. Wan herdiyan -
bê mebest û zanîn - baweriyên yezdaniyê û mihraiyê (Mîtraiyê) ji
bav û bapîran digihandin zarok û neviyan. Ev baweriyên ku berî
niha ji çar hezar sal da dirêj dibin û tên. Mebesta min sembola
rojê ye di ayîna ariyanî gelemper da û dêlîndêza serjêkirina
gayan di ayîna Mîtra (Mihir, Mithras) da ye.
Me berê jî asta ayînî ya rojê di yezdaniyê da anîbû ziman.
Niha ma ku em bipirsin: Gelo Mihraî (Mîtraî) çi ye?
Navê Pîroz: Mihirvan
Destpêk:
Agahdariyên derbarê olên ariyanî, ne avêne û zelalin; ew jî
hatine guhartin û wendakirin. Sedemên vê yekê gelekin; yên
girîng evin:
1 - Ev ol vedigerin ser heyamên pir kevin. Wê hîngê ti dezgehên
zanistî tinebûn ku van tiştan hûrik hûrik binivîsînin û tomarbikin.
Ji lew ra, pir agahdarî wenda bûne.
2 - Ev agahdarî bi devkî ji nifşekî derbas nifşê din dibûn û wisa pir
tişt hatine guhartin, yan wenda kirin, yan jî pêvexistin.
3 - Xwediyên her ayîneka nû helbet di wê bizavê da bûn ku ayîna
berî xwe neyînî bikin. Daku di vê bizavê da biserkevin, ayîna berî
xwe wek kufir û rêwenda bi navdikirin. Zerdeştiyê ev şêwaz li dijî
Mihirvaniyê bi karaniye û her wisa Cihûtî, Kirîstiyanî û Îslametiyê
jî bi awayekî firehtir û tûjtir wisa kirine.
Mihirvan / Mîtra:
Mihirvanî (Mithraic) ji olên ariyanî yên here kevine, ew bi giştî
girêdayî Xweda "Mihir"e (Mihra, Mîhîr). Mihir yek ji xweda
wendên sereke ye di Pantheona aryanî rojhilatî kevin da. Ew
xwedayê ronahî û aqilmendiyê ye, xwedayê rizgariyê ye (Rizgar =
Mesîh = Mehdî). Ew xwedayê cengê ye jî û di vî warî da ew
dişibihe Xweda "Indra" di bermaya hindûsî da.
ji weşanên Hevbenda Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî // hejimar " 44 " // Çilê Pêşî 2015
11 DDDDÎRRRROOOOKKKK
Ew berpirsiyarê hatina baranê ye, geşbûna mêrg û çîmenane.
Gotina "Mîtra" tê maneya "peyman" jî. Yanê girêdayî peymanê
ye ku li ser hatiye lihevkirin. Wek ku di nav gel tê gotin "gotina
kurdî" ye.
Peyva "Mihir" di pirtûka hindûsî pîroz Regveda da bi şêwazê "Mithra" (Mîthra) hatiye. Li gor ayîna Vîdî, di hin deman da ev xweda alîgirê xwedayê asîmanî hindûsî "Varûna" bûye. Di ayînên ariyanî da li rojavayê Asiyayê ew alîgirê xwedayê ronahî û xeyrê "Ahûra-Mezda" li dijî xwedayê şer Ehrîman bûye. Gotina navê wî, vedigere sedsala 16-an b.z. Her wisa ew di sala 1350-î b.z. da di peymanekê da navbera padîşahê hitîttî "Suppiluliuma" (Şûpiluliûma) û padîşahê horî/mîttanî "Mattiuaza" (Mattiûwaza,
Kurtîwaza) hatiye binavkirin.
Bi zimanê yûnanî ji "Mihir, Mîthra" ra "Mithras" gotine û şêwazê "Mihir" di peyva "Mihircan" da, yanê "giyanê xweda Mihir" maye. Ev cejna "Mihircan" li tenîşt cejna "Nuroj" (Newroz) ji mezintirîn cejnên gelên ariyanî rojhilatî ye. Ev nav di pirtûkên erebî da bi şêwazê "Mehrecan" hatiye nivîsandin. Di vê dema nûjen da ev nav ji şahiyên mezin ra tê bikaranîn. Wek ku tê zanîn, peyva "mihir" bi kurdî tê maneya "rehmet" û peyva "mihirvan" tê maneya "rehman, rehîm, dilnerm, diltenik, zîz". Peywendiya van herdu peyvan (mihir, mihirvan) kîp bi navê xweda "Mihir" va girêdayî ye, ji ber ku ew di xwe da rewiştên dilnermî û zîzîtiyê hildigire.
Heya niha jî peyva "mihir" di navê bajarê "Merîwan" (Merîvan) yê rojhilatê Kurdistanê da maye. Her wisa di peyva "mîr, mîro" da û di navê êla kurdî "Mîran, Mihran" da jî maye. Ev peyv di navê mêran "Mihran" û di navê jinan "Mihirdgar" da jî tê xuyakirin. Bi herhal, ev navê "Mihirdgar" kurtahiya navê "Mihiryadgar"-e û tê maneya peyva kurdî "yadîgar" (bîrewerî), yanê yadîgara xweda "Mihir". Dibe jî ku navê kurdî yê kevin "Meyro" ji bo jinan, ew jî ji peyva "mihir" hatibe wergirtin; û ne wek ku tê bawerkirin ji navê "Meryem".
Ne dûrî aqilane ku peyva erebî "mîĥrab" (محراب)jî peywendiya xwe bi navê "Mihr/Mihir" ra hebe. Ji ber ku "mîĥrab" di Îslametiyê da tê maneya "sîngê mizgeftê, cihê îmam dema
nimêjê". Wek tê zanîn zimanê erebî zimanekî jêderkere (îştîqaqî ye) û ne wek zimanê kurdî pêvekere. Piraniya peyvên rayekî di zimanê erebî da bi gelemperî vedigerin ser rayekan (tîpan). Her peyveka jêderker ji rayekê maneyên nêzî hev dide. Rayeka peyva "mîĥrab" eve "ĥ, r, b".(ح، ر، ب) Yanê peywendiya xwe bi peyva "ĥerb" (حرب) ra heye.
Hîngê maneya "mirovê mîĥrabê" di erebî da tê maneya kesê ku di şer da pispore; yanê ti peywendiya van peyvên jêderker yên vî rayekî bi nimêj, îmamtî û dêlîndêzên ayînî ra tineye.
Hêjayî gotinê ye ku em bêjin, di sîngê perestgeha mihirvanî da warekî taybet ji bo kesê ku dêlîndêzên ayînî birêva dibe ra hebû. Dêlîndêza tahrîl (xistina zarokan nav ava afsînkirî) jî li mihrabê pêkdihat, ji ber ku ev dêlîndêz di Mihirvaniyê da ji yên bingehîn bû. Ji ber wê, em bawer dikin ku peyva "mîĥrab" ya erebî şêwazekî guhartina peyva "mihrab" ya kurdî - farisî - ariyanî be. Yanê ava xweda "Mihir" ku ji gunehan diparêze. Pir gengaz û mimkine ku ev peyv pêşî ketibe bermaya Kirîstiyanî. Tê zanîn ku di sîngê keniştê da mihrabeka taybet ji bo keşe heye ku li wir dêlîndêza tehrîl pêktîne. Li dor mihrabê nîgar û peykerên xweşik hene. Helbestvanê ereb El-E'şa (األعشى) yê pêş heyama Îslametiyê di derbirîna bedewiya jinekê da dibêje:
ر محرابھا ب مذھب ذي مرمر مائر كدمیة صو
Yanê ew bedew û spehî ye mîna peykerê di mihraba keniştê da ku nexşên mermer û zêrîn zîba û ǩawin [ji ensêklopediya Zimanê Ereban (ĥ, r, b) El Qelqeşendi: Sibuĥ El-E'şa fî sîna'et el-inşa, 1/443].
Bi herhal, peyva "mihrab" ji Zerdeştî û Kirîstiyaniyê ketiye Îslametiyê. Wek tê zanîn, dirûve mizgeftê di dema pêximber Muhemed da hên pir sade bû. Ne mihrab têda hebû, ne qube û ne jî minare hebû; û ne jî heyv li ser qube û minareyan hebû. Ev hemû tişt bi gelemperî ji hunerên avahiyê yên ayînî yên rojavayê Asiyayê hatine wergirtin. Em li ser maneya "mihrab" (mihir + ab, av) pir rawestiyan da ku em derbasbûna bingeh û nîşanên pîroz ji ayînekê bo ayîna din bidin xuyakirin.
serî, û nesoziya min daxuyanê kirin, min tu bersiv neda, lê min û wê dîsa pêrgînek din li darxist.., lê wê cih li ku be?
ji weşanên Hevbenda Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî // hejimar " 44 " // Çilê Pêşî 2015
12 DDDDÎRRRROOOOKKKK
Emê lêkolîna xwe li ser ayîna Mihirvanî berdewam bikin.
Mîtrayî / Mihirvanî
di heyamên destpêkê da Em dikarin dîroka Mîtrayî (Mihirvaniyê) bi çar qonaxên sereke
parvebikin:
- Qonaxa destpêkê.
- Qonaxa heyama zerdeştî.
- Qonaxa pêximberî.
- Qonaxa heyama romanî.
Emê li her qonaxekê bi tenha serê xwe bikolin û bi qonaxa
yekem destpêbikin. Di va babetê da em dixwazin bidin xuyakirin
ku mebesta me bi "Ariyana" welatê Ariyana ji Afganistan da heya
bi Kurdistanê ye. Emê navê "Mîtra" bi kar bînin, ji ber ku ew di
jêderan û pirtûka zerdeştî pîroz Avesta da bêhtir tê naskirin.
Mîtrayî di qonaxên destpêkê da:
Yekem - ronahiyek li vê ayînê:
Rahên Mîtrayiyê di dîroka gelên ariyanî da vedigerin heyamên
kevin; hên pêş belavbûna Ariyanan ber bi başûr da heya bakurê
Hindistanê, bi rojava da heya çiyayên Zagros û Asiya Biçûk
(Turkiya niha) û bi bakûr û rojava da heya Ewropayê. Dawer û
belgeya vê rastiyê ewe ku navê Mîtra di bermaya ayînî ya van
hersê şaxan da bi şêwaz, bawerî û dêlîndêzên nêzî hev maye. Ew
di ayîna Vêdî da li ba Ariyanên Hindistanê bi navê "Mîtra" heye, li
ba gelên Ariyana bi navê "Mihir" hatiye naskirin û li ba Ariyanên
Ewropayê bi navê "Mîthra" hatiye naskirin.
Xweda "Mîthra" di destpêkê da ramaneka rezber bû û di
qelafetê rojê da bû. Hin kes hene bawer dikin ku Mîtrayî ayîneka
têkile ji pir hêmanên têvel û cuda û ku ew encama tevlêbûna
ayînên Ariyanan li gel ayînên Mêzopotamiyayê ye. Xwediyên vê
baweriyê, wek dawer ji bo vê dîtina xwe, dibêjin ku hêmanên
stêrnasiyê di navbera Mîtrayî û ayînên babilî da hevbeşin, û ji wê
baweriyê ne ku ayîna babilî roleka girîng di pêkhatina Mîtrayiyê
da leyîstiye; bawer dikin ku tiştekî wek yekîtiyê di navbera
xwedayê Ariyanî "Mîtra" li hêlekê û "Şemş" xwedayê rojê yê
mêzopotamî da li hêla din pêkhatiye.
Em jî tevlêbûneka wisa dûr nabînin. Helbet, peywendiyên siyasî
û aborî di navbera civakên ariyanî û mêzopotamî da kîp û xurt
bûn; çi di demên şer û çi di demên aştiyê da. her aliyekî hewl
dida ku erdnîgariya aliyê din têxe bin desthilata xwe. Ji lew ra, bê
guman, wê tevlêbûneka çandî li gor vê tevlêbûa siyasî û aborî
pêkhatibe. Hêjayî gotinê ye ku mîtologî û ayînên Mêzopotamiya
li ba Akkadî, Babilî, Aşûrî û Keldanan di bin bandora mîtologiya
sûmerî da bûn û ku demîn û rewişta mîtologiya sûmerî rojeyî bû.
Baweriya rojeyî avahiya hevbeşe di navbera Mîtrayî û mîtologiya
sûmerî da ye.
Di vê qonaxê da Mîtra wek xwedayekî astbilind tê xuyakirin;
xwedayê rojê (ronahiyê) û ne roj bi xwe (wek stêrk).
Ew wek xwedayê gewre dihate dîtin û asta xwedayên din ji ya wî
biçûktir bû. Di Mîtrayiyê da rêzdarî ji agir û hêzên suriştê (bahoz,
tofan, bihar, asîman, çiya, daristan, şev) ra dihatin girtin.
Alîgirên Mîtrayiyê bi hebûna giyanên xêrxwaz û giyanên şerxwaz
û bi mayîna sermediya giyan bawer dikirin.
Ji lew ra, wan pir bala xwe dida ser karên çak û bi xêr, daku
giyanê wan sermedî (cawîdî) be û ku Mîtra wan li ser van karên
baş xelat bike.
Duwem - Ji taybetmendiyên Mîtrayiyê:
1 - Oldar (Mog): Di ayîna "Mihir" da oldar (mag = mego = magi)
xeleka gihandinê bû di navbera Xweda û mirov da. Ev çîna "mog"
di nav êl û hozên ariyanî da xwediya desthilateka bilind bû; wan
kar û barên ayînî di nav xwe da hiştibûn û nedidan der. Wan êdî
ayîn li gor berjewendiyên xwe yên kesayetî şîrove dikir. Ji ber wê,
pêximber Zerdeşt li dijî wan derket û şerê wan kir.
2 - Meya pîroz: Noşkirina meya pîroz di Mîtrayiyê da dêlîndêzeka
girîng bû. Di ayîna Vîdî da jêra "Soma" dihate gotin. Di kelepora
ayînî ariyanî da jêra "Hom", yan jî "Haoma" dihate gotin. Mirov
bi vê meya pîroz sermest dibû û jêra "Meya Sermed" digotin. Ev
mey ji giyayekî pîroz derdixistin ku bilindahiya wî bi qasî bejna
mirovan bû, rengê xwe qeşeng bû, tijî doşaw bû. Belkî ew giyayê
"rawend" be ku li kuntara çiyan şîn dibe.
Mîtrayiyan bawer dikir ku ev meya "Haoma" mirov ji nexwaşiyan
bidûr dixe, jiyana mirov dirêj dike û wan dibe cîhaneka giyanî û
wisa hînî nehîniyên veşartî dibin. Sembola vî giyayê "Haoma"
wêneyê gayê pîroz bû. Efsaneyên Ariyanan yên kevin dibêjin ku
gayê pîroz mir û careka din vejiya; daku xwîna xwe ji nijadê
mirovî ra pêşkêş bike û sermediyê bide wan.
3 - Hejmarên (4, 7): Çar hêmanên suriştê (ba, agir, ax, av) di
Mîtrayiyê da pîrozin. Hejmara heft jî pîroze. Dibêjin ku heft
qatên asîman û heft qatên zemînê hene, radeya heftan heye,
heft stêrk û heft derî hene.
4 – Remildarî: Mîtrayiyan bi bandora stêrkan li ser çarenûsa
mirov bawer dikir; ew mirovan yan bextewar dikin yan jî bextreş
dikin. Bi bandora xewnan jî li ser jiyana mirov bawer dikirin û
bala xwe pir didan şîrovekirina wan.
5 - Demîn û rewişta nêr : Di hin jêderan da hatiye ku Mîtrayî
ayîneka xwedî rewiştên nêre, û mafê jinan tineye ku dêlîndêzên
ayînî bi karbînin û têda beşdar bibin. Ev diyarde gelek balkêşe. Ji
ber ku wisa tê zanîn, ku asta jinan di civakên ariyanî da bilinde.
Ewê çima ji bikaranîna dêlîndêzên mîtrayî bêne bidûrxistin?.
Gelo ev bidûrxistin di Mîtrayiyê da hên pêş Zerdeşt hebû? Yan ev
tişt paşê hatiye bikaranîn, piştî ku Mîtrayî bû ayîneka şer xweserî
bi çîna arîstokratî û leşkeran di heyama romanî emperatorî da?
Em bêhtir bawer dikin ku ev demîn û rewişta leşkerî ya ayîna
Mîtrayî di heyama romanî da pêkhatiye, û wisa tenha di xeleka
mêran da hiştiye; ji ber ku di wê demê da tenha mêr di şer û
pevçûnan da beşdar dibûn. Lê dîsa jî, em heya niha dawereka
aşkera di vî warî da nabînin.
DDDDÎRRRROOOOKKKK ji weşanên Hevbenda Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî // hejimar " 44 " // Çilê Pêşî 2015
13
Dr. Sozdar Mîdî (E. Xelîl) wergêr: Heyder Omer
Hin Ahûramezdî:
Qîretiya Mamend Axa!
(1)
Sala (1943 z) Mela Mistefa Barzanî xwe spart devera Şino li Rojhilatê Kurdistanê. Mamend Axa; Serokê liqê Qadiran ji eşîra Mameş ew pêşewaz kir. Mistefa Barzanî dibêje:
hermêa
“Gava ez li Eywanê daniştibûm, Qernî Axa Mameş hat, da Kak
Mamend bi bazdana min hay bike, û her du destlatên Îraqê û
Îranê perûyek (xelatek) bi qaserî (50000) pênci hezar dinar
ragihandine, dê wê xelatê bidin wî kesê, ku min, çi zindî an kuştî,
bigire, û ji kak Mamend xwast, ku devera xwe bixe ber çavdêriyê,
û vê derfeta buha ji dest xwe bernede. Qirnî Axa ez nasnedikirim,
Kak Mamend bersiv da û gote wî:
"Ev şermeke mezin e, ji her kesê, ku bi vî awayî birame, û ew
kesê ku Barzanî bigire hîn ji dayika xwe nebûye”.
(2) Rûmeta Kurd û Darê Șenqê! Di 27ê meha pûşberê (1925 z) de, Tirkan Şêx Seîd Pîran û 48 serdarên şoreşê sêdar kirin. Di pêşî de Elî Can, bê tirs diyar bû, helbesteke coşan e, ya Mela yê Cizîrî xwend, paşê jî serheng Mihemed Xelîl Xeto; serdarê hêla Varto, tev simbêlên xwe yên sawdar, diyar bû, gava gîha kêlek girtiyan, got:
„ Birano! ez bi vê mirinê bextewr im, ji mirinê natirsim, tiştê ku
me kir, ji bo rûmetê û gel û welat bû, di van kêlîkên dîrokî de, em
dê bigihên hevalên me yên pakrewan, vaye ez kolosê xwe radestî
radestî we dikim, wek emanetekê li ba we dihêlim, ew zîmbola
rûmeta Kurd e, tirsa min ew e, ku ji serê min bikeve bin sêdarê, û
leşkerên Tirkan pêlêkin“..
Evin Kurdên resen û mirovbend!
Eve mêranî û lehengî!
Ta li hemberî bidarxistinê jî xemê rûmetê Kurdan dixwe.
Payedarî ji were ey gewreyên me yên pîroz!
Șerm ji we re ey êrișvanên dagîrker!
Șerm ji we re ey nandozên çavberjêr!
(Ji pirtûkê: Kesayetiya Kurd)
(3) Entilcênsiya û Çêkirina Dîrokê
Netewa kurdî bi gelemperî, li ber çateriyên metirstirî ye, vê lomê jî barê entilcênsiya resen, rewşenbîr û siyasetmedar, pir giran e, xebata hişmend û jidil ji wan tê xwastin, da pêta ahoramezda çîkadyî were parastin. Ji bo vê yekê tenê riyek heye, ew jî hêzbûn û şûngirtin e, û hildana helwestên xwe ber bi asta hişyarî û erkên xwe yên dîrokî de.
Erê, ji entilcênsiya tê xwestin ku di riya wergirtina zanînê de xwe bi pêșxin, û zanînê di nav cemwerê kurd de belavkin, û bingehên paşvemayînê hilweşînin, ji ber ku doz, ji destpêkê û dawî de, doza hişyariyê ye, û hişyarî jî bê zanîn nabe, û kesayetiya, ku bi xwe û bi cîhanê re lihevhatî, di riya zanînê re tê damezirandin.
(4) Li hember Mehmecikan! " Di şoreşa (1925 z) de, li beroka Amdê, gurûpek leşkerên Tirk xwe di nav dehlekê de veşart, gava şoerşger nêzîk bûn ji nişka ve agir bi ser wan de ber dan, hinek şoerşger cangorî bûn, û hinek jî birîndar bûn, û tevlihevî kete nav wan.
Wê hîngê Şêx Seîd Pîran (serokê şoreşê ) gîha cî, û bi şoerşgera re, got: Çi bi we hatiye?! Ma hûn di ber xwe ve narin, hûn ji
hember Mehmecikan (nasnavê leşkerê tirk e) bi şûn de
vedigerin?!
Ji ser hespê xwe peya bû, tivinga hevalrêyekî xwe bir, berik bi gewdeyê xwe ve girêdan, cubbeya xwe li newqa xwe gerand, û ber bi leşkerên Tirk de çû.
Gava şoreşgeran ev helwesta Şêx Seîd dîtin, bi coş bûn, û weke şêran, û bi mêrainya yekta ber bi pêş de çûn, gelek leşker kuştin, û yên mayîn jî dîl kirin”.
Evin serokên kurdan ên ku tîrêjên Yezdanê gewre dilên wan ronahî kir.
Netewa ku ev serokên dilêr jê peyda bibin ê qet di bin destên dagîrkeran de nemîne.
Payedarî ji te re ey pakrewanê nemir Şêx Seîd!
Payedarî ji we re ey pakrewanên Kurdistanê!
(Ji pirtûkê: Kesayetiya Kurd, rû 133)
ji weşanên Hevbenda Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî // hejimar " 44 " // Çilê Pêşî 2015
14 ZZZZIIIIMMMMAAAANNNN
Pirtûka mamoste Beyar Robarî
Seyên zimanê kurdîSeyên zimanê kurdîSeyên zimanê kurdîSeyên zimanê kurdî
(xelek 3)
Xwendevanên hêja; Hûnê di vê xelekê de heft beşan bixwînin, ku ew jî evin;
1. Elfbeya kurdî 2. Tîp 3. cûreyên tîpan
4. tîpa dubare 5. taybetmendiya tîpa (U),
6. taybetmendiya tîpên (E û Î) 7. xîmên zimanê kurdî.
Elfbeya kurdî: Kurdish alphabet.
Li kozka telîfonan Hogir Roj baş keko. Mizgîn Roja te jî baş be. Mizgîn Keremke bêje. Hogir Keko ez dixwazim telîfonk im. Mizgîn Tu ke telefonî kîjan welatî bikî? Hogir Fransa. Hogir Xulikek bi çiqasî ye? Mizgîn Xulikek bi 35,- kaxezan e. Hogir Başe. Mizgîn Keko, here kozika çaran. Mizgîn Di cama telîfonê de, tê xuyakirin te çiqas telîfonkirî. Hogir Zor baş e seyda. Hîndarî -12 Hevokên jêrîn bi cînavên kesanî dirust dagire. 1. ……. efendî ne. 2. ……. risipî ye. 3. ……. xwendî ne. 4. ……. birçî me. 5. ……. tî ye.
37 Di fêrgehê de Şagirt Roj baş mamoste. Mamoste Roj baş. Dara Bibore, ku ez dereng mam. Mamoste Xem nake, bes meke kar! Mamoste Tu çima dereng mayî? Şagirt Ez di xew de mam. Mamoste Te huşyark tune? Şagirt Belê, min huşyark heye? Mamoste Ê çawa te deng nebihîst! Şagirt Hêvarî min jibîr kir ez huşyêrk girêdim. Mamoste Dibe, mirov carna xwe jibîr dike tiştnan bike. Mamoste Çima xudanê te, tu huşyar nekirinî? Şagirt Ew zû ji mal dertên û derin kar. Mamoste Vê carê jibîr meke û huşyêrka xwe girêde. Şagirt Baş e mamoste. Mamoste Kermke here li ciyê xwe rûne. Jivan
Cûdî Sibede tu boş î?
35 Hîndarî -8
Hevokên jêrîn bi çinavên kesanî (radar, tewang) dirust biserî bike. 1. …..…. şûfêr im. 2. ……... berber e. 3. …..…. xwendekar in. 4. ……... ji kû ne? 5. ……… bi kurdî zanî? 6. ……… ne ji vir in. 7. ……… xûşka min e. 8. ……... li ku bûn? 9. ……… ji Kurdistanê me. Hîndarî -9 Valahiyên jêrîn bi cînavên kesanî (radar, tewang) dirust dagire. 1- Birayê …….… dîrokvan e. 2- ………. xawrin xwarî. 3- ………. birçîne? 4- ………. kurdin. 5- ………. mêrkirî? 6- Zarokên ………. çendin? 7- ………. jina xwe berda! 8- ……..… holendî me. 9- Raste, ………. xwe mala firot. Hîndarî -10 Hevokên jêrîn bi cînavên kesanî dirust dagire. 1. ……. hoste me. 2. ……. bajarî ne. 3. ……. gundî ne. 4. ……. fêrî kurdî dibin. 5. ……. mêvan î. 6. ……. pir in.
7. ……. ji ku tê ne?
36 Hîndarî -11 Cînavên tewangên jêrîn vegerîne rewa radar. Tewang: radar Min ………………. Te ………………. Wî ………………. Wê ………………. Me ………………. We ………………. Wan ……………….
13 ZZZZIIIIMMMMAAAANNNN 15 ji weşanên Hevbenda Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî // hejimar " 44 " // Çilê Pêşî 2015
Polat Belê, çima? Cûdî Ger tu dixwazî em sibe bihevre herin pirtûkxanê. Polat Demjimar çendan? Cûdî Demjimar dudiyan. Polat Emê hevdû li ku bibînin? Cûdî Li ber deriyê pirtûkxanê. Polat Pir baş e. Cûdî Ger weye emê sibe hevdû bibînin, û niha dem xweş. Polat Roj baş.
38 Şîlan û Dîlan Dîlan Elo, roj baş. Şîlan Roj baş Dîlo, ez Şîlan im. Dîlan Tu çawayî Şîlê? Şîlan Ez başim û tu çawanî ? Dîlan Dimeşe, tu ji ku telîfon dikî ye? Şîlan Ez ji mal telîfon dikim. Şîlan Tu çi karî dikî ye? Dîlan Ez guhdarî mûzîkê dikim. Dîlan Tu çima hîro nehati bû dibistanê? Şîlan Ez hinekî bêkêf bûm. Dîlan Derbas bûyî be. Şîlan Sipas Dîlo. We çi bir hîro li dibistanê? Dîlan Me seyek zimên bir û seyek bîrkariyê. Şîlan Mamosteyan, karê mal dan we? Dîlan Belê. Şîlan Tu kanî ji kerema xwe, biriya ê-nameyê ji min re bişînî? Dîlan Helbet ez kanim Şîla delal. Şîlan Zor sipas hevalê hêja. Dîlan Şaye nîne. Bab û law Bab Lawê min lezke, jiber dem hindik ma. Law Demjimar çendin bab (bav)? Bab Demjimar heft û nîv in. Law Başe bab, ez amede me. Bab Te tiştê xwe giştik kir çênte? Law Belê bab. Bab Başe kurê min, de were em herin. 39 Cînavên nîşandek: referring pronouns.
Cînavên nîşandek, di zimên de şûna navan digirin û nîşanî me didin. Herwisa jibo kes û tişt û sewalan tên bika ranîn. Ew bixwe du kom in: -Koma radar: Ev cînavana, jibo dûr û nêzîk û yekanî û piranî, tê bika ranîn. Û li vir cînav netê tewandin û wek xwe dimîne. -Koma tewang: Ev cînavana, jibo dûr û nêzîk û yekanî û piranî, tê bika ranîn. Lê li vir cînav têne tewandin û wek xwe namînin. A/ Radara yekanî: based pronoun singular. (ev, ew)
Nêzîk: close, near. (ev. this )
Ev sêv e.
Ev hêrmî ye.
Ev kursî ye.
Dûr: far, distant. (ew.that)
Ew sêv e.
Ew hêrmî ye.
Ew kursî ye. B/ Radara piranî: based pronoun plural . (van, wan)
40 Nêzîk: close, near. (van)
Van sêvan rake.
Van hêrmiyan bişo.
Van kursiyan rêzke.
Dûr: far, distant. (wan) Wan sêvan rake.
Wan hêrmiyan bişo.
Wan kursiyan rêzke.
C. Tewang: conjugate. (nêr, mê. masculine, feminine) 1. Nêr: masculine (vî, wî) Nêzîk. near dûr. far Ez û vî xortî hevdû nas dikin. Ez wî mêrî nas nakim. Vî çentî dîne erdê. Wî kurtikî bi min de. Ez vî pênûsî nabim. Min ji wî re got. Vî kumî bişo. Wî got, şahî baş bû. Min ji vî mirovî bihîst. Me ji wî xwast.
2. Mê: feminine (vê, wê) Nêzîk. near dûr. far Ew vê sêvê naxwaze! Ez wê baş nas dikim. Em ji vê mamostê heznakin. Min destê wê xwast. Ez ji vê qehwê hez dikim. Wê xew nekirî. Vê qedehê bide min. Wê çirê vemrîne. Vê keçikê heşê min bir! Te ji wê pirsî?
41 Cînavên nîşandek û bêjeya (Ha): Ev bejeya wek cînavek nîşandek tê bika ranîn. Ev cînav dikeve paşiya cînavên nîşandekî û ciyê wan xurtir dike. Evê ha/hanê Eva ha/hanê Evên ha/hanê Ewê ha Ewa ha Ewên ha Ji hêla din ev cînava dikeve pey navdêran jî û bi veqetandekê (zêderekê) bi wan ve dibe. Mirovê ha/hanê Mirovên ha/hanê Jinika ha Jinikên hanê Hîndar -13 Valahiyên jêrî bi cînava şandek radar, dirust dagire. (ev, ew)
1.
……… dar e. ………. dar e.
2. .…….. demjimar e. ……. demjimar e.
3. ………. behcana sor e. ………. behcana sor e.
…………………………. Dûmahî Heye …………………………
ZZZZIIIIMMMMAAAANNNN
ji weşanên Hevbenda Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî // hejimar " 44 " // Çilê Pêşî 2015
16 ffffoooollllkkkklllloooorrrr
Roja dî roj hatiye çêlek dane kar û bara taştêya Keya begê dikin
mersefê xwarinê weka lehiya biharê bi ser odê de di herikin.
Xulam li pey hev bûne rêz mersef li pişta mersefê di sekinê her
yek li hêviya dora xwe ye da ku derbasî odê bibê û ji xwe re li
Keya begê binêrê ka ev kiye ev ku wisa deverê bi hesin û agir
dajo.
Keya begê jî di odê de rûniştiye, dema ku di şebakê re nêrî dî wa
qesrek li pêşberî wiye qesir pir li hevhatî xuyadikê. Keya bagê baş
li qesrê meyzand dî wa keçikek tê de di çê û tê lê ma ne keçike
stara Xwedê li ser bê? Keya begê bi çavê kiriyariyê lê meyzand
dilê wî bi liz lêxist ji xwe re got gelo ma keçikê wisa xweşik hene li
vê diniya yê?
Min dîtiye behsa xweşikiya keşika kirine lê qet min bawer ne
dikir ku rojekî ez li keçikek wisa bi vê sipehîtiyê rast werim û ez
çavê xwe bi ronî bikim bi bejin û bala wê. bejnek zirav wek şitla
rîhanê li hev hatî porekî reş weka tariya şevê zivistanê çavin şîn
wek şînahiya beriya Mêrdînê diranin hûr wek liba birincê qereş
daxê lêvin tenik weka perika çixarê dêm in sor weka hinarê
Batiman ê.
Hema ti çawe bi xwazê wisa ye nayê pesindan. Keya begê hîn
keçikê wek wê di heyate xwe de nedîtine hingî ev evda Xwedê
sipehiye.. dibêjin wê sipehîtayî ji kesîre nehiştiye ji lewma dema
ku çavê Keya begê pêket tenekek av bi ser devê wî ket, ser gêjek
pêket nema başûr û bakur ji hev naskir çavê wî di kurtikê xwe de
lîstin. Keya begê nema zanê ew kengî ji Diyarbekir hatiye, bakire
xulamekî Tahir paşa jêre got:
ev keçika di wê qesrêde kiye?!
Xulamê Tahir paşa jêre got:
begê min ew xweha Tahir paşa ye. Keya begê go:
eha lê ka ji min re bêje bi mêre yan keçike?
Xulêm go: begê min ew keçike hîn mêr nekiriye.
Keya begê go: navê wê çiye?
Yê xulêm jêre got:
begê min navê wê Mencê xatûnê ye.
Keya begê ji xwe re got Xwedê qefza rihê min nekê kes ji min xulam tin.
pêve nakevê berê vê keçikê vê nazikê vê meş ordekê û ji yê
xulam re got:
deka ji min re bake Tahir paşa?
Tirkênî ji pişta yê xulam hat zanî vexwestina Tahir paşa piştî
dîtina keçikê ne ji Xwede ye re lê nikarê neçê yan bi pirsê ka wî çi
ji Tahir paşa divê. li bayê bezê yê xulam çû ji Tahir paşa kurê
Hesen paşa re got paşa yê min Keya begê li te di pirsê?
Dema ku Tahir paşa derbasî odê bû û li kêleka Keya begê rûnişt
jlêre got: belê begê min te li min pirsî bû li min negre ez çûm min
xulam tembî dikirin ji bo karê firavîna te û eskerê te bikin?
Hayê Keya begê ji tiştekî nîne hîn ew di dilê xwe de li qesradiye li
cem keçikê ye.
Bê ku zanibê ma Tahir paşa çi jêre dibêjê û ew ji bo çi derketibû ji
der ve û ew bi tenê hiştibû.
Keya begê ji Tahir re got: ti di zaniyê çiye?
Tahir jêre got: na begê min ez nizanim hêvîdikim begê min min
ronî bike bi gotinê xwe?
Keya begê jêre got:
ez ji bajarê Diyarbekir hatibûm xweha te Mencê Xatûn ê ji xwe re
bi qelenê xwe bi malê xwe bi xwazim lê rû xwîn û guşte min ji te
şerim kir ku ez yek ser werim li ser cilika te rûnim.
Min fedîkir ez ji tere bêjim ez ji ber vê yekê hatime lê dema ku te
ji min xwest ez bibim mêvanê te min ji xwe re got va xwedê ji
min re li hev anî?
Tahir paşa jêre got: ji wir ta vir di ser çavê min re hatî lê begê
min em heft birane divê ez ji birayê xwe re bêjim ka wê çi bêjin
ez nikarim ti gotinê bixim destê te bê ku ez devê birayê xwe
bibîn im li gur irif û adetê dibiya yê.
Raste ez bira yê mezin lê bavê me em fêrkirine ku em tiştekî bêyî
hev nekin çi mezin û çi piçûk. Ji lewma divê ez herim ji her şeş
birayê xwe re bêjim em çi biriya rê bistîn in ez ê werim ji tere
bêjim erê jî bê ez ê ji tere bêjim û najî bê ez ê ji tere bêjim?
*Şanik: Nezîre Mihemed ew bi stiranî vî şerî dibêjê û min jî ji
kasêtê nivîsandiye wek wî gotî.
Luqman Silêman
Şerê Keya Begê Waliyê Diyarbekir
(Xeleka 2)
ji weşanên Hevbenda Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî // hejimar " 44 " // Çilê Pêşî 2015
17
CasimoCasimoCasimoCasimo Hevaylo, hevaylo, hevaylo!
Casimo lawo tayê bi tenê,
Hesîn (2) dibû li dor kehniyê, li ber badanê,
Kul bikeve mala Xoce Tomas (3) û Hesen begê (4),
Cohtê (5) xençera (6) xistin ber xetê gerdenê.
Hevyalo, hevaylo, hevaylo,
Casimo lawê pîrê!
Bi ro here meclîsê,
Bi şev ji xwe ra dayîne ray (7) û tegbîrê,
Heyfê me tê bû ser Casimo, go kuştin,
Jê xalî dibû meclîsê Zaxoyê, meclîsê (8) Cizîrê,
Hevaylo, hevaylo, hevaylo!,
Casimo lawo qesrê Casimê me (9) piçûk e,
Stûna navê li bin da (10) balalûke,
Heyfê me tê bû ser Casimo (11) ku kuştin, me qîzik jêre anî,
nehîştin ku (12) bibin zava û bûk e.
Hevaylo, hevaylo, hevaylo!
Casimo lawo, qesrê Casimê me mezin e,
Stûna navê li bin da hesin e (13),
Kula Helebê (14) bikeve mala Xoce Tomas,
û Hesen begê (15),
Derkê (16) kuştinê lêxistin Casimo,
minê qîzik jêra anî,
nehêtin (17) bibin mêr û jin e.
Hevaylo, hevaylo, hevaylo!
Çûme Cezîrê neqaba va begvîna,
Gundî û a’lem gote rabe cilê Casimê bihîne (18),
Paşak qewî stêre, cil bavêje li ber (19) pevlî xwîn e,
Efendiyê Diyarbekrê û qaziyê Mêrdînê,
rişwet û bertîl dixun a’lemîn e ,
Gotin yadê di şûlê hikumatê hate (20) kuştin, zerar nîn e,
Hevaylo, hevaylo, hevaylo!,
Casimo lawo!, ro hilat E’lkura navê,
Bûkê rabû cilê Casim da ber tavê,
Heyfê me naye ser te, heyfê me tê li bûkê wê vegere
mala bavê.
Ha lawo, ha lawo, ha lawo!,
Zavayê sê mehawo,
Li dîwanê hukmatê newêrim bêjim birawo!
Têbînî:
(1) Casimo.. (2) şîn.. (3) Tomas Serrafê Mûsilê.. (4) Begê şêxa..
(5) Cohtê.. (6) Carê.. (7) Sêr.. (8) Mej
(9) Casimê me delalê, Casimê delal.. (10) anî nehiştin ji hev ra..
(11) Bin dasina.. (12) Arê derbê
(13) Wanî Nehiştin.. (14) Kuleke reş e li ser rûyê mirovan çêdibe
û şûna wî her dimîne.. (15) Thomas: serrafê Mûsilê. .. (16)
Derbkê. .. (17) nehêştin. .. (18) Bîne. .. (19) Cilê casimî li ber
bavêje.. (20) Go dayîkê.. (21) Hat.
Delîlao E’mer Lawo Delîlawo e’mer lawo, parçek e’wir î nabsayî
E’yşe çûye destê mîr Hilayî
Dêkê Reco xort e nûgihayî
Hatî kerwana Mêrdînê
Heçî mizgînê E’mero ji mera bînê
ffffoooollllkkkklllloooorrrr
Ji stranênJi stranênJi stranênJi stranên Tor AbdînTor AbdînTor AbdînTor Abdîn
(Xeleka 1)
Tîpguhastin: Cankurd
ji weşanên Hevbenda Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî // hejimar " 44 " // Çilê Pêşî 2015
18 ffffoooollllkkkklllloooorrrr
Ezê zêrê sere xwe bidim ser(ber) mizgînê
Hersê suwara li meydanê
Hesp qimar bûn ji xwêdanê
Mîr Hilayî li E’mero danî bedlê vê nîzamê
Ew Mêrdînê xweş Mêrdînê
Heçî E’mero berde ezê jê ra bidimê bi mêzînê
bira ji xwe ra bistînê
Ew Mêrdînê va li jêr e
E’yşê rabû çûye destê mîr Hilayî
Go: Mîr Hilayî li bextê te me
E’mero berde, tu bernedê, ezê bêm vê re
Mîr Hilayî gotiye qesra mezin bi derenc e
Ez E’mero bernadim, ji e’skerê gelek qenc e
E’yşê çûye meclîsê xweş e
Kevoka gerdengaz e
Mîr Hilayê go: E’yşê (ezê berdim, lê şevekê cemmi) raze
Go: Mîr Hilayî nabe nabe
Vê şuxul xerab e
Wekê tu qayîl be bira be
Dilê E’yşê bi derd e
E’yşê rabû çû cem mîr Hilayî
Şevik raza, E’mero ji nîzamê berda(yî)
Ew Mêrdînê va li jêr e
Serê E’yşê va bi zêr e
Şevê pêşî bûye jêr e
Ew Mêrdînê bê mesîl e
Melbûsê E’yşê ji h’elîl e) h’erîr e(
E’mero bi E’yşê xwe qayîl e…
Delalê çiyayê Mazî Keçkê gundê me hemû kerasî bela kin,
Ezê hemûwa komkim ti xanîka mala bavê xwe kim,
Derî bigrim, kullak û şibaka al’ va (a li va) vekim,
Yeg (1) didu ji xwe ra bineqînim, ê dîtir li hogir û hevala
beher vekim (2)
Dirêjê bejna te zirave, weke minara Mêrdînê (3),
Memkê (4) te mînara sêvê, (5) dexlê gurîne,
Çavê te reşî-belek,
mînara (mînana) şimamokê (6) gerxarîne,
Sînga te mînara (mînana) penîrê koçera,
merhof (merov) bêxê, Feremezîne (7)
ji canê xwe re bikşîne.
Şeva bimîn (8) şeva,
li ber derîka mala bavê min,
dibore bazirgan û qantir û deve,
Bibe sêvek xelatî di paşilê min bikeve,
Ezê paşilka xwe pi ser (9) te da bidim hev e,
Heke gundî, malî, gotin ev çiye ?
ezê bêjim derdê mehbûbatê ev e.
Şeva reşa tarî, net (ne di) ferîke, ne dibarî,
Ber derîkê mala bavê min bihort,
me dest davêt memkê çardehsalî,
nikarê xwe bidê vî yalî û vî yalî.
Ser xanîkê mala bavê min meyzeke,
heke kesik (10) tu nîne, vi ra derî veke,
Sêng (11) û berê min (12) bi mufta ke,
Sênga min ber qebalê canê xwe ke,
Lo lo delal! ber derîkê (13) mala bavê min zivirî,
Dîhnê xwe da qîzê gundî mînana ordeka ji golê (14)
serê subê firî,
Destê xwe bêxe sêng û berê min,
mînana cuwanîka (15) li tewlê tîmarkirî...
Têbînî:
(1) yek.. (2) parvekim.. (3) Mardîn.. (4) Memka.. (5) Sêva.. (6) Şim.. (7) farê.. (8) bi mi.. (9) Bi ser.. (10) kes.. (11) Sîng.. (12) Evdalê Xwedê.. (13) derîka.. (14) Golê (bê ji) .. (15) Mehîna ciwan.
ji weşanên Hevbenda Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî // hejimar " 44 " // Çilê Pêşî 2015
19 hhhheeeevvvvppppeeeeyyyyvvvvîîîînnnn
Hesen Ildiz, di sala 1991ê de li gundê Şewaşiya Şemrexê
(Mêrdîne) hate dinê. Zarobûna wî li gund, di nav dijminnatiyê
derbas bû. Piştî gund, jiyana wî li Ûşak, Îzmîr û li Stenbolê derbas
bû, niha terkeserê Erasmûsê û li Bûdapeştê ye.
Jiyana wî ya perwerdehiyê bi tesadufekê li gundê mala kalkê wî
dest pê kir û aniha dê piştî 5 meha bi mezûnbûna fakulteya tibbê
ya cerrahpaşayê û fakulteya sosyolojiyê hima li ber qedandinê
ye.“Tirspîvan” berhema wî ya ewil e, ji aliyê weşanên Belkî'yê ve
derket... Ji bilî cîrantiya me û hiqûqa navberê de, dikarim wiha
qala wî bikim; roj bi roj li ber çavê min mezin bû, gellek pirtûkên
min nebedî kir, (hevîdarim tev ji vî tebî'etê xwe berde, neyse)...
Saleke wî neşibaya sala par van çaxan, wê sibê jî wiha be…
Carinan bi şer û carinan kêfî me 5 salên tije teşqele derbas kirin.
Ewqas migo, lê nebû ewî her tim bi a xwe kir û wê her tim jî bi a
xwe bike, a bi xêrtir jî ev e. Ji bilî wêjekariya wî; xezeb ji ber nigê
wî dipengiz e; cirnexweş, qurre, yaqişiqlî, çalişqan û di çav xwe
de seksî ye J Ji xwe di wêneyan de xweş tê dîtin… Yên ku bêtir
bixwazin wî nas bikin, bila Xwedê yardimciyê wan be… Fermo…
Hevpeyvînek ligel nûserê kurd Hevpeyvînek ligel nûserê kurd Hevpeyvînek ligel nûserê kurd Hevpeyvînek ligel nûserê kurd HESEN ILDIZHESEN ILDIZHESEN ILDIZHESEN ILDIZ LÊPIRSÎNA NÛSEREKÎ CIYAWAZ LÊPIRSÎNA NÛSEREKÎ CIYAWAZ LÊPIRSÎNA NÛSEREKÎ CIYAWAZ LÊPIRSÎNA NÛSEREKÎ CIYAWAZ
Pêşgotin û hevpeyvîn: Cetoyê Zêdo
P.1..P.1..P.1..P.1.. Çawa ku berhema te “Tirspîvan” derket û bi Çawa ku berhema te “Tirspîvan” derket û bi Çawa ku berhema te “Tirspîvan” derket û bi Çawa ku berhema te “Tirspîvan” derket û bi carekê re tu wenda bû? Rewşa te ya niha çawa ye? carekê re tu wenda bû? Rewşa te ya niha çawa ye? carekê re tu wenda bû? Rewşa te ya niha çawa ye? carekê re tu wenda bû? Rewşa te ya niha çawa ye? Çima tu terkeser bû? Çima tu terkeser bû? Çima tu terkeser bû? Çima tu terkeser bû?
B.1.. A rastî piştî ez winda bûm “Tirspîvan” derket. Çûyîna min a
Avrûpa ji berê diyar bû, derketina “Tirspîvanê” hinekî dereng ket
û surpîzek bû ku roja ez gîhaştim Avrûpa pirtûk jî derket
piyaseyê... Rewşa min niha ne xerab e, qe nebe ez dibêm ez li
wan deran bûma ji ber ku stresa rojane û rojevê dê rewşa min
xerabtir bûya. Sedema derketinê dûdirêje, lê dikarim bi çend
hevoka wiha bi lêv bikim; min dixwest him li Avrûpa wextekê
bijîm û li hemû Avrûpayê bigerim dê ev tişt him bo rihê min him
bo civaknasî û wêjeya min baş bibûna. Bi xêra vê bernameya
Erasmûsê jî xwesteka min bi cî hat û ji bo min bû ezmûneke
bêhempa.
P.2..P.2..P.2..P.2.. Ka em careke din biçin Ka em careke din biçin Ka em careke din biçin Ka em careke din biçin destpêkê; te kengî, li ku destpêkê; te kengî, li ku destpêkê; te kengî, li ku destpêkê; te kengî, li ku û çawa dest bi xwendin û nivîsandina kurmancî kir?û çawa dest bi xwendin û nivîsandina kurmancî kir?û çawa dest bi xwendin û nivîsandina kurmancî kir?û çawa dest bi xwendin û nivîsandina kurmancî kir?
B.2.. Xwendina min a kurmancî bi xêra ferhengokeke kesk a li ser
Azadiya Welat hatibû dayîn, dest pê kir û bi pirtûkeke Mahmûd
Baksî berdewam kir. Lê bi hawayekî rêk û pêk di destpêka
zaningehê de bi xêra Şêwirê ez dikarim bibêjim dest pê kir…
Nivîsandin jî bi xêr û zora hevalekî min ê qedirbilind di sala
2011an de min dest pê kir.. Rojekê bi hukmê zorê bo kovarekê
çîrokek bi min da nivîsandin, ev çîrok ji aliyê wî û çend hevalên
dinê ve pir hate ecibandin û nivîsandina min a kurmancî wiha
dest pê kir. Bi darê zorê carna hin kes digihêjin mirazê xwe.
P.3..P.3..P.3..P.3.. Berî ku tu binivîse, te ji kengî ve dixwest tu Berî ku tu binivîse, te ji kengî ve dixwest tu Berî ku tu binivîse, te ji kengî ve dixwest tu Berî ku tu binivîse, te ji kengî ve dixwest tu binivîsî? binivîsî? binivîsî? binivîsî? Û te go ez ê bibim nivîskar? Çi bû sedem ji Û te go ez ê bibim nivîskar? Çi bû sedem ji Û te go ez ê bibim nivîskar? Çi bû sedem ji Û te go ez ê bibim nivîskar? Çi bû sedem ji bo ku tu binivîsî?bo ku tu binivîsî?bo ku tu binivîsî?bo ku tu binivîsî?
B.3.. Gava ez 13 salî bûm, di dawetekê de ji ber ku min nikarîbû
govend bigirta keçika herî xweşik a gund ji destê min derket, wê
rojê min biryar da ku, bibim nivîskar ango ger min bikariba
govend bigirta ez nedibûm nivîskar.
P.4..P.4..P.4..P.4.. Ji ku heta ku… Serboriya “Tirspîvan”ê? Ji ku heta ku… Serboriya “Tirspîvan”ê? Ji ku heta ku… Serboriya “Tirspîvan”ê? Ji ku heta ku… Serboriya “Tirspîvan”ê?
B.4.. Serboriya “Tirspîvan”ê li Stenbolê bi “J”yê dest pê kir û
beriya ezmûna min a herî giran, a ji ber xebata wê ji canê xwe
aciz bibûm, bi nivîsandina “Anatomiya Şêwirekê” domand. Piştî
wek dosyekê hat qedandin; çû ber destê çend rexnegiran, bi
xêra wan rexneyan ji 50% guherî, dîsa çû dîsa guherî. Heta roja
min got êdî hew dikarim bi ser wê bixim, min nivîsandina wê
domand. Dawiya min çîrokên xwe neecibandin, li ber dilê min
sar bibûn, ger ne di wextê înternetê de, em di wextê kaxiz û
ji weşanên Hevbenda Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî // hejimar " 44 " // Çilê Pêşî 2015
20 hhhheeeevvvvppppeeeeyyyyvvvvîîîînnnn
Xweda Eded
qeleman de bûna, belkî ji zûde ve bihatina şewitandin.
Lê piştî saleke din, ez li van vegeriyam û min bi çend kesan da
xwendin kêfa min ji wan re hat û pêvajoya çapkirinê dest pê
kir… Rojeke şemiyê taşîxewê, postevan anî ji min re min hêdîka
yek ji qartonê derxist xist navbera pirtûkekek Sartre û Kundera,
dawiyê jî piştî min xist nava wan ez raketim… Niha jî gava
bersiva vê pirsa te didim di bin simbêlan de li min dinere û
dikene.
Ligel her tiştî bi rehetî dikarim bibêjim serboriya nivîsandina
“Tirspîvan”ê , rojên herî bi zahmet; lê yên herî xweş ên jiyana
min bû.
P.5..P.5..P.5..P.5.. Çîrok? (Ji bo te çiye, ji bo ku nebe qilîşe min Çîrok? (Ji bo te çiye, ji bo ku nebe qilîşe min Çîrok? (Ji bo te çiye, ji bo ku nebe qilîşe min Çîrok? (Ji bo te çiye, ji bo ku nebe qilîşe min tenê wilo pirsî)tenê wilo pirsî)tenê wilo pirsî)tenê wilo pirsî)
B.5.. Çîrok bo min formek wêjeyê ye û wê çaxê gava min dest bi
nivîsandinê kir forma herî baş bû bo ku hêstên xwe pê bînim
zimên. (Bo ne be qlîşe min jî wilo bersivand.)
P.6P.6P.6P.6........ Mîzah an jî keneweriya nivîsê… Mîzah an jî keneweriya nivîsê… Mîzah an jî keneweriya nivîsê… Mîzah an jî keneweriya nivîsê… Weke parodî, Weke parodî, Weke parodî, Weke parodî, îronî, bi giştî mecaza gotinê… Ji bo te çi ne?îronî, bi giştî mecaza gotinê… Ji bo te çi ne?îronî, bi giştî mecaza gotinê… Ji bo te çi ne?îronî, bi giştî mecaza gotinê… Ji bo te çi ne?
B.6.. Ji mizahê dest pê bikim. Di rewşên xwe yên herî xerab de
mîzahê dinivsînim, di van rewşan de him mîzaha ku dinivîsinim
xurttir dibe, him jî ez pê rehet dibim. Ango mîzah berbahiyeke
êşa rihê min e, ger li ser kaxizê nereşe dê hemû lebatên min
jahrî bike. Bi xêra mîzahê ji hemû derd û kulên xwe xelas dibim
û çîroka hatiye nivîsandin jî ji min re kar dimîne. Îronî jî, astaya
herî bilind a mîzahê ye, mîzaha di hundirê qalikekî de bi hosteyî
hatiye veşartin, mîzaha “bê mane” ye.
P.7..P.7..P.7..P.7.. Wê demê wexta pirsa, hêWê demê wexta pirsa, hêWê demê wexta pirsa, hêWê demê wexta pirsa, hêza te ya wêjeyê û nivîsê za te ya wêjeyê û nivîsê za te ya wêjeyê û nivîsê za te ya wêjeyê û nivîsê xurt dike, hatiye?xurt dike, hatiye?xurt dike, hatiye?xurt dike, hatiye?
B.7.. Pirsgirêkên min ê ekzistansiyal, êşên min ê zarokatiyê,
tenêtiya min û bêwelatiya min a di nav welatan… (ne bi
hawayekî polîtîk)
P.8..P.8..P.8..P.8.. Tu bêyî çi an jî beyî kê nikarî bi kurdî bixwîne Tu bêyî çi an jî beyî kê nikarî bi kurdî bixwîne Tu bêyî çi an jî beyî kê nikarî bi kurdî bixwîne Tu bêyî çi an jî beyî kê nikarî bi kurdî bixwîne û binivîsîne?û binivîsîne?û binivîsîne?û binivîsîne?
B.8.. Hew ne li ser xebatên kurdî, ez serê xwe bi çi re biêşînim,
bi hêmû şaneyên xwe, bi hemû hêza xwe wî tiştî dixwazim û
heta jê aciz bibim wiha didome. Li vir jî tişta herî girîng xwesteka
min e. Hew bila xwesteka min nemre ew besî min e. Nikarim
bêyî kê û çi binivsînim; qelem û kaxiza modern ango kompîtir,
qahwe û xwendin. Lê ji cirgî ez hatime Avrûpa bêyî Şakiro jî
nikarim binivsînim.
P.9..P.9..P.9..P.9.. Tu niha serê xwe bi çi diêşînî? Tu niha serê xwe bi çi diêşînî? Tu niha serê xwe bi çi diêşînî? Tu niha serê xwe bi çi diêşînî? Çi xebat li ber Çi xebat li ber Çi xebat li ber Çi xebat li ber destê hene? Wê pirtûka duyem kengî temam bibe?destê hene? Wê pirtûka duyem kengî temam bibe?destê hene? Wê pirtûka duyem kengî temam bibe?destê hene? Wê pirtûka duyem kengî temam bibe?
B.9.. Serê xwe bi vê hevpeyvînê re diêşînim J û keçikek pir
xweşik heye bi bengiyek Şêxê Senanî ketime tora wê ew dibe
sedema serêşiyek romantîk. Wekî dinê dilê min heye bo salekê
biçim Amerîkaya Latîn, amadekirina wê serêşiyek bi kelacan e…
Niha dosyeyek romanê û dosyayek çîrokên mînimal li ber destê
min hene.
Mesela ewê kengî biqedin wilo bibêjim dê baştir bê fêhmkirin.
Herdû jî li ber “qedandinê” ne.
Lê ez biqedînim jî heta gelek carên dinê di ser re derbas nebim
(bê mane) dev jê bernadim. Heta nebêjim “yaboo, êdî nikarim tu
tiştekî lê zêde bikim an kêm bikim” ne ew dev ji min ber dide ne
jî ez dev ji wan... Loma nikarim bibêjim kengî, qe nebe ji bo min
biqede belkî du meh paşê, belkî jî sê salên dinê.
P.10..P.10..P.10..P.10.. Mijarên ku dibin asMijarên ku dibin asMijarên ku dibin asMijarên ku dibin astengî an jî acizî yên ji bo tengî an jî acizî yên ji bo tengî an jî acizî yên ji bo tengî an jî acizî yên ji bo nivîskariya te hene?nivîskariya te hene?nivîskariya te hene?nivîskariya te hene?
B.10.. Ji ber ku ez ji bo xwe dinivsînim, minneta min ji tu kesî û
tu tiştî tuneye, loma xêncî min tu astengî ji min re tuneye di
warê nivîsê de.
P.11..P.11..P.11..P.11.. Ji kîjan nîviskaran kêfa te tê? Xwendinên te bi Ji kîjan nîviskaran kêfa te tê? Xwendinên te bi Ji kîjan nîviskaran kêfa te tê? Xwendinên te bi Ji kîjan nîviskaran kêfa te tê? Xwendinên te bi giştî giştî giştî giştî çawa ne?çawa ne?çawa ne?çawa ne?
B.11.. Wek romannûs; Sartre, Kundera û İmre Kertesz û
hevserokên wan Loris Dessing, Herta Muller, Elferide Jelinek…
Wek Çîroknûs; Gogol, Çexov ( ji ber ku tixtor e) , Cortazar, Poe,
Nadas, Boccaccio, Sadik Hidayet… Ji helbestvan jî Mella, P. Celan
û Rimbaud…
Ji nav Kurdan; Eta Nehayî, Ciwanmerd Kulek, Şêrzad Hesen û
Rênas Jiyan…
P.12..P.12..P.12..P.12.. Tekiliya biyografî, serpêhatiya nivîskêr û Tekiliya biyografî, serpêhatiya nivîskêr û Tekiliya biyografî, serpêhatiya nivîskêr û Tekiliya biyografî, serpêhatiya nivîskêr û wêjeya kurmancî tu çawawêjeya kurmancî tu çawawêjeya kurmancî tu çawawêjeya kurmancî tu çawa dinirxînî?dinirxînî?dinirxînî?dinirxînî?
B.12.. Ev tişt hew ne di wêjeya kurdî de bi ya min di hemû
wêjeyan de heye. Ser merselê gava ji Kundera dipirsin gelo kîjan
karaketerê kitêba te pir zêde dişibe te?” Ew wiha dibersivîne:
Hemû karakterên kitêbên min ez bi xwe me, sînoran nikarim di
jiyana xwe de bi dora wan kevim, bi wan dide derbas kirin.” Îcar
gava tu li hin roman û berheman binere ser merselê Sartre,
Proust, Dostoyevskî û h.d… têkiliya serboriyên wan û pirtûkên
wan pir xurt in.
Gava em berê xwe ji wêjeya cîhanê bidin wêjeya kurdî, bi ya min
di wêjeya kurdî de ev bêhtir beloq e. Nivîsandina serboriyên
penaberiyê mînaka herî zêde ya berbiçav e, bi ya min
nivîsandina serboriyan ne pirsgirêk e, ne edebîzekirina wan
pirsgirêka herî mezin e û mixabîn ev tişt di wêjeya kurdî de bi
gelemperî hîn di vê rewşê de ye.
P.13..P.13..P.13..P.13.. Di nav vê teşqela şer û rojeva giran de, wêje bi Di nav vê teşqela şer û rojeva giran de, wêje bi Di nav vê teşqela şer û rojeva giran de, wêje bi Di nav vê teşqela şer û rojeva giran de, wêje bi kêrî çi tê?kêrî çi tê?kêrî çi tê?kêrî çi tê?
B.13.. Beriya em werin ser şer, divê em vê pirsê bipirsin: Di
jiyanê de wêje bi kêrî çê tê? Bo min di vê jiyana kambax de, wêje
sebr û deyaxa herî mezin e, bê wêjeyê ez nikarim debar bikim, li
vê jiyanê. Wêje derd û kulan pîne dike, jiyanê bedew dike. Îcar
gava em werin ser şer, ji xwe dunyeya qirêj, bi şer bi temamî
diherime û ger di wextê şer de tu nikaribe bimrî û bikujî, wêje
stargeha herî baş e. Loma wêje di van katan de mertala herî bi
hêz e.
P.14..P.14..P.14..P.14.. Ku em qala xwendevanên te bikin, ew kî ne?Ku em qala xwendevanên te bikin, ew kî ne?Ku em qala xwendevanên te bikin, ew kî ne?Ku em qala xwendevanên te bikin, ew kî ne?
B.14.. Piraniya wan kurd in, di derheqê hejmara wan de ez
nizanim çiqas in, lê ez dibêm ji nîvîskarên kurd hindiktir in.
Lê ligel kêmbûna wan xwendevanên kurd bi qalîte ne, lewre
beriya dest bi xwendina kurdî kiribin, têra xwe bi tirkî xwendine.
hatime
ji weşanên Hevbenda Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî // hejimar " 44 " // Çilê Pêşî 2015
21 hhhheeeevvvvppppeeeeyyyyvvvvîîîînnnn
Ji aliyê xulqên xwe, birçiyê xwendinê ne, wek dêyek çawa li
benda zarokê xwe be, xwe wiha didin benda berhemeke baş.
P.15..P.15..P.15..P.15.. Şêwir û komên xwendinê?Şêwir û komên xwendinê?Şêwir û komên xwendinê?Şêwir û komên xwendinê?
B.15.. Şêwir û komên xwendinê, bo xwendinê motîvasyoneke
mezin diafirîne. Ji ber ku her tim sirkulasyonek çê dibe, bi her
kesên nû parvekirenek wêjeyî ya bêhempa pêk te. Lê di jiyana
min de ciyekî pir tayber digre şêwir, çawa hin kes wek nifşên
Hewarê, hin kes wek nifşên Rewşenê tên binavkirin ez jî dikarim
xwe wek yekî ji nifşên şêwirê bi nav bikim, hetta bi rihetî
dikarim bibêjim ez zarokekî şûm ê şêwirê me.
P.16..P.16..P.16..P.16.. Di koma xwendinê de berhema te hate Di koma xwendinê de berhema te hate Di koma xwendinê de berhema te hate Di koma xwendinê de berhema te hate xwendin, ku tu jî li wir bûya û te nivîskarê xwendin, ku tu jî li wir bûya û te nivîskarê xwendin, ku tu jî li wir bûya û te nivîskarê xwendin, ku tu jî li wir bûya û te nivîskarê “Tirspîvanê” na“Tirspîvanê” na“Tirspîvanê” na“Tirspîvanê” nasnekira, tê çawa ev berhem binirxansnekira, tê çawa ev berhem binirxansnekira, tê çawa ev berhem binirxansnekira, tê çawa ev berhem binirxan dina, a rast bibêje ji kerema xwe?dina, a rast bibêje ji kerema xwe?dina, a rast bibêje ji kerema xwe?dina, a rast bibêje ji kerema xwe?
B.16.. Ez ê wek endamekî şêwirê û wek pirtûkeke nivîsakarê wê
kêm zêde nas dikim binirxînim… Pirtûka ji heft çîrokan pêk
hatiye, ji aliyê berg û pîzanpajê qet neket serê min. Di gelek
ciyan de heta di paşbergê de şaşiyên nivîsên hene. Gava em
werin ser naverokê; kêfa min ji çîrokên “J, Tirspîvan û Utopyaya
utopîk” pir hat, lê “Xewna dîrokî” hinekî klasîk e, “Anatomiya
Şêwirekê” kesên haya wan ji formata şêwirê tunebin dê tu
tahmê jê negrin. “Hewara êşê” ne xerab û ne jî baş bû, “Bota
Scoter” jî her çendî min ecibandibe jî bandorek Gogol a berbiçav
hebû…
Gava em li zimanê wî binerin zimanekî te pir dewlemend be jî ne
xerab e lê hinekî mêrane ye. Li gel her tiştî gava ez di nav wêjeya
kurdî de binirxînim, ne li ciyekî xerab e û ez dikarim pêşniyarî
hevalên xwe yên ji wan hez dikim bikim. Jixwe nivîsakarê wê hîn
serê wî di nav g.yê wî de ye, ger fahş nebe dikare di pêşerojê de
berhemên xweş biafirîne.
P.17..P.17..P.17..P.17.. Gotina te ya dawî, peyameke siyasî, cinsî, a Gotina te ya dawî, peyameke siyasî, cinsî, a Gotina te ya dawî, peyameke siyasî, cinsî, a Gotina te ya dawî, peyameke siyasî, cinsî, a soxî wêjeyî heye?soxî wêjeyî heye?soxî wêjeyî heye?soxî wêjeyî heye?
B.17.. Bê nan dibe, bê gan nabe. Bê gan dibe, bê welat nabe! Bê
welat dibe, bê wêje nabe! Bê wêje dibe, bê nan nabe!!! Bi ya
min peyamek têra xwe siyasî-cinsî-zikî-wêjeyî bû.
P.18..P.18..P.18..P.18.. Tê kengî bi xêr vegerî ji xeribiyê?Tê kengî bi xêr vegerî ji xeribiyê?Tê kengî bi xêr vegerî ji xeribiyê?Tê kengî bi xêr vegerî ji xeribiyê?
B.18.. Ger carekê mirov ji xwe xerîb bikeve êdî tu carî nikare ji
wê xeribiyê vegere û li her welatî ew xerîbiya wî diazirî. Lê wek
cih ger ez nemrim ez ê ji Avrûpa, di sibatê de vegerim.
*Di 2009an de, dema ku min xwest weke "lêpirsinekê" ji bo
dosyeyeke taybet î wêjeya Kurmancî hazir bikim, hin pirsên ku
min meraq dikir hebûn... Pişt re ew pirs, bi wext re guherîn, hin
ji wan yekcar "demode" bûn û gelek tiştên din hate serê wan...
Ji van lêpirsînan, gelekên wan, di kovar û rojnameyan de piştî ku
tên çapkirin, ez jî li vir dîsa germ dikim û tînim hizûra
xwendinê...
ji weşanên Hevbenda Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî // hejimar " 44 " // Çilê Pêşî 2015
22 LLLLêêêêkkkkoooollllîîîînnnn
Dr. Sozdar Mîdî (E. Xelîl) wergera ji erebî: Mustefa Reşîd
Tîrêjên Tîrêjên Tîrêjên Tîrêjên ÇaÇaÇaÇarrrrşşşşembêembêembêembê Xelek – 19
Destpêkên şaristaniyê li Kurdistanê di navber mîtologî û ayînan da
Kurdistan landik û dergûşa şaristaniyê di Rojhilata Navîn da ye. Pêşiyên Kurdan yên here destpêkê bûn, yên ku tektîkên şaristanîbûnê dahênan û afirandin, û bingehên şaristaniyê li rojavayê Asiyayê damezrandin. Em vî tiştî dibêjin ne ku em pesna xwe didin û xwe di ser gelên din ra dibînin, ne jî angaşt dikin ku Kurd "gelê Xweda yê hilbijartî" ye wek ku hin gelên din xwe dane naskirin. Lê belê ji ber wê yekê ye ku di Kurdistanê da merc û berhemên daringî hebûn, yên ku ji pêkhatina şaristaniyê ra pêwîstin. Du jêder û çavkanî vê yekê piştrast dikin: Li hêlekê mîtologiya û ayîn û li hêla din jî lêkolînên arkêologî. Emê niha di pila yekem da li ser mîtologiya û ayînan rawestin.
Destpêkên şaristaniyê li Kurdistanê di warê mîtologî da: Ne ji aqilmendiyê ye ku em qerf û tinaziyên xwe bi bûyerên di gotûbêjên mîtologî û ayînî da hatine, bikin. Raste ku ew pir caran li gor pîvanên aqilmendî û zanistiyê biyanî ne, ji rastiyê dûr tên xuyakirin û bi rastiyên erdnîgarî û dîrokî ra dijberî û nakokiyê peyda dikin ku kesayetiyên wan bûyeran ne asayî, belkî nîgaşî, tên xuyakirin. Lê belê di wan da pir hêma û dawerên (îşaretên) girîng hene ji bo şîrovekirina hin bûyerên dîrokî ku di heyamên kevnar da pêkhatine.
Rewşa hin bûyer û gotinên biyanî derbarê çîroka tofana mêzopotamî bi giştî û ya somerî jî bi taybetî wisa ye. Wek nimûne ku "Ziusudra" rêveberê Keştiya Tofanê (ew di gotûbêja babilî da "Utnapishtim" bi xwe ye), yê ku çîroka Tofanê ji Galgamêş ra gotiye, keştiya wî li ser kopa çiyayê "Nisîr" rawestiyaye; bi ser da zêde dike û dibêje:
"Di pey ra Anlil hilkişiya ser keştiyê.
Bi destê min girt û ez bi xwe ra li keştiyê siwar kirim.
Bi min ra kebaniya min jî siwar kir û hişt ku li tenişt min here sicûdê.
Ew di navbera me da rawestiya, bi destên me herdiyan girt û got:
{Heya niha Utnapishtim tenha mirov bû.
Lê belê, ji niha û pêda Utnapishtim wê li ber (devê çeman) dûr be}.
Di pey ra ez dûr birim û li ba (devên çeman) bi cih kirim" 1.
Gelo ev çi çemin ku bi fermana Xweda "Anlîl" derdora kaniyên wan ji qehremanê Tofanê û malbata wî ra bûn war? Em di çîroka Tofanê da bersiva vê pirsê nabînin. Lê belê hêma û îşaretek têda heye ku me digihîne bersivê.
Di nivîseka mîxî somerî da hatiye ku xwedawend "Ankî", piştî çemên Dijle û Ferat, çem tijî masî kirine1.
çemên Dijle û Ferat, çem tijî masî kirine1. Nexwe, mebest bi "çeman" Dijle, Ferat û çemên dinin yên ku ji kuntarên çiyayên Zagros hildavêjin û dawiyên wan digihîne deştên Mêzopotamiya (welatê Somer û welatê Babil). "Zuisurda" ji Galgamêş ra navê wan "çeman" negotiye, ji ber ku hem Galgamêş û hem jî rûniştivanên welatê Somer yên din ew çem nasdikirin; û rewşa herêmê di hizir û ramana wan da naskirî bû ku li vir bi peyva "devê çeman" (kaniyên çeman) îşaret pê hatiye kirin.
mînê)1.
Gelo gotina "Ziusudra" tê çi maneyê dema dibêje: "Paşê ez dûr birim û li ba devên çeman bi cih û war kirim"?. Helbet mebesta wî kaniyên çemên Dijle û Ferat û wan çemên dinin ku ji çiyayên Zagros û herêma ku têda zincîra çiyayên Zagros û Toros digihînin hev hildavêjin. Yanê ew herême ku jêra çiyayên "Ararat" (Agirî) dibêjin. Ji bilî çemê Ferat (navê wî di nivîsên mîxî da: "Bûzartî"1 ye) û çemê Dijle (navê wî yê somerî: "Îdgilat" û navê wî yê horî "Ernzex / Erînzax"e1, hin çemên din jî hene wek: Çemê Aras, Zapê Mezin, Zapê Biçûk, Uzeym (navê kevin: "redanu")1 û çemê Diyale; ev hemû ji erdnîgariya Kurdistanê hildavêjin.
Helbet, çem pir nabin heger kaniyên wan ne pir bin, û kanî jî pir nabin heger baran pir nebare û berf pir danekeve. Nayê veşartin ku hebûna berf û baranê, hebûna kanî û çeman hêmanên bingehînin ji bo jiyan û şaristaniyê; bi taybetî jî bi dîtina rûniştivanên herêmên ku baran û kaniyên wan kêmin wek deştên başûrê Îraqê. Wisa gotina Ziusudra "Paşê ez dûr birim û li ba devên çeman bi cih û war kirim" tê wê maneyê ku xwedawendan xêreka mezin pê kirine û ew di erdnîgariyeka dewlemend da, bi kanên avê û berhemên çandiniyê bi cih û war kirine. Ew erdnîgarî jî çiyayên Kurdistanê ne.
Destpêkên şaristaniyê li Kurdistanê di warê ayînî da:
ji weşanên Hevbenda Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî // hejimar " 44 " // Çilê Pêşî 2015
23 LLLLêêêêkkkkoooollllîîîînnnn Di Tewratê da ev tişt hatiye: {Xweda bi rojhilat da bihuştek li Aden çand û li wir Ademê ku pêk anîbû xistiyê. Xweda ji zemînê her dareka ku dilê mirov diçiyê û çeja wê xweşe têda gihand}1. {Û çemek ji Aden derdiçû ku bihuştê avbide. Ji wir beş dibû û dibûn çar serî}. Yanê çar çem: Fîşûn, Cîhûn, Hidaqil (Dijle) û Ferat. {Û Xweda Adem bir û xiste bihuşta Aden daku têda bixebite û wê biparêze}1.
Daku ev gotûbêj nêzî têgihîştinê bibe, ka em wê ji şêwaza wê ya ayînî derbixin û têxin şêwaza wê ya erdnîgarî ya rast û durist. Di Tewratê da hatiye ku çemê "Fîşûn" {ew çeme yê ku tevahiya axa El Ĥuweyle ya zêr lê heye}, hembêz dike1. Û çemê "Cîĥûn" {ewe yê ku tevahiya axa Kûş} hembêz dike1. Ji ber kêmbûna agahdariyên erdnîgarî di demên kevin da, nivîskarên Tewratê çemên "Fîşûn" û "Cîĥûn" birine hin cihên nenaskirî û pir dûr ji kaniyên çemên Dijle û Ferat.
Hin zanyar hene dibînim ku herêma Huweyle (Havileh) ku çemê "Fîşûn" wê hembêz dike li bakur-rojavayê Kendava Farisî dikeve. hin zanyar jî dibînin ku herêma "Kûş" ya ku çemê "Cîĥûn" wê hembêz dike herêma "Îlamê" ye. Ev jî Kaşşiyan (pêşiyên gelê Kurd) tîne bîra me ku ew rûniştivanên kevin yên Loristanê ne (li bakurê Îlam). Hin zanyarên din jî ji wê baweriyê ne ku "Kûş" li herêma Babil (nawend û başûrê Îraqê) dikeve. Zanyarê Cihû Josephus (37-100 z.) gotiye ku "Cîĥûn" çemê Nîle û ku axa "Kûş" welatê Asyûbiya (El Ĥebeşê) ye1.
Bi vî awayî, nivîskarên Tewratê em derbarê cihê "Fîşûn" û "Cîĥûn" sergerdan kirine. Lê belê li gor logîk û mantiqê erdnîgarî, divêt ew li wê herêmê bin, ya ku kaniyên Dijle û Ferat jê hildavêjin, yan jî li nêziya wê bin. Dr. Seyid Mehmod El Qimnî dibêje: "Tu nikarî ti cihî bibînî ku çar çem jê hildavêjin ji bilî bilindahiyên Ermîniya... û ji van bilindahiyan herdu çemên Dijle û Ferat hildavêjin...ji wan bilindahiyan bi xwe jî herdu çemên "Kura" û "Araks" hildavêjin ku diçin ser Derya Xezer (Qezwîn)" 1.
Wek Adeta xwe, Dr. El Qimnî xwe ji bilêvkirina navê Kurdistanê parastiye. Li me dimîne ku em bêjin "bilindahiyên Kurdistanê" li cihê "bilindahiyên Ermîniya", ji ber ku ev hemû çar çem ji erdnîgariya Kurdistanê hildavêjin. Belê pir gengaz û mimkine ku mebest ji çemê "Fîşûn" çemê "Seyĥanê" be, yê ku ji çiyayên Kurdistanê hildavêje, di Edenê ra derbas dibe û dikeve Derya Sipî û mebest ji çemê "Cîĥan" çemê "Cîhanê" be, yê ku ji nêziya bajarê Elbistan hildavêje, di deşta Kîlîkiya ra derbas dibe û dikeve Derya Sipî.
Heger me wisa hesiband ku bihuşta tewratî bihuşteka zemînî ye (li ser vî erdî ye), yanê li cihekî ye ku têda pir çem, dar û ber û hêmayên jiyanê hene; hîngê ji me ra tê diyarkirin ku gotûbêja tewratî tiliya xwe bi sembolîk dirêj wê erdnîgariyê dike ku di wê da zincîrên çiyayên Zagros û Toros digihînin hev (herêma çiyayê
Agirî), ew herême ku dergûşa jiyan û şaristaniyê bûye. Û xistina Adem ku di wir da kar bike û wê biparêze îşaretê dide wî warê ku cara yekem jiyana mirovayetî lê xuyabûye û şaristanî lê pêkhatiye.
Cudahiya gotûbêja îslamî ji ya tewratî tenha di hin tiştên hûrik da ye. Di hin şîrovekirinên Qur'anê da hatiye: "Xwedayê bala çar çem ji bihuştê daxistin: Seyĥan, Ceyĥan, Dijle û Ferat"1. Îmam
Ehmed Bin Henbel gotiye: "Ji Ebi Hureyreh, ku pêximber (s.e.w.s.) gotiye: "Seyĥan û Ceyĥan, Nîl û Ferat hemû ji çemên bihuştê ne"1. Di Qur'anê da li cihekî din hatiye ku Xweda ferman daye Nûh bêje, dema ew di keştiyê da bû: {Bêje Xwedayê min, min
daxîne warekî pîroz, tu xêrdarê hemû daxistiyayî}{ وقل رب أنزلني ر المنزلین :Di şîrovekirina vê ayetê da hatiye .1{ منزال م�ار�ا وأنت خی
"Bereket di keştiyê da ye, rizgarî di wê da ye. Piştî derketina ji wê pirbûna nifşan û berdewamiya xêr û bereketan" 1.
Di şîrovekirina El Tabarî da, di ya El Zemexeşrî û di ya El Beydawî da hatiye ku ew dara Xweda di nawenda bihuştê da البیضاويçandiye û di tewratê da bi navê "dara jiyanê" hatiye naskirin, ew genime, yan tirî ye, yan jê hejîre1. Di hin şîrovekirinên Qur'anê yên din da jî hatiye ku bi Nûh ra 80 kes hebûn, nîvê wan mêr û nîvê wan jin bûn; di nav wan da hersê kurên Nûh Sam, Ĥam ام ح û Yafis یافث , û ku gundê Heyştî "gundê yekeme li ser zemînê ku piştî Tofanê hatiye avakirin", û ku "Nûh bavê hemû mirovane" 1.
Wisa em dibînin ku gotûbêjên mîtologî û ayînî, her yek bi awayê xwe, wê encamê didin ku erdnîgariya Kurdistanê dergûşa yekeme ya destpêka şaristaniyê. Heger di dema Adem - bavê mirova da be, yan jî piştî Tofanê, di heyama Nûh - bavê mirovayetiyê yê duwem da be.
Helbet, em van gotûbêjan - wek ku hatine - nastînin û ne jî em angaşt dikin ku Kurdistan bi biryar ji Xweda axa pîroz bûye, li gor ku di Tewrat û Qu'anê da hatiye. Belê em jê têdigihînin ku hên ji berbanga dîrokê da, di erdnîgariya Kurdistanê da, mercên hawîrdor û heyamê peyda bûbûn, yên ji bo ku mirov têda bijî, baş û guncaw bûn; û mimkin bû ku têda çandiniyê bi karbînin û gundan (destpêkên bajaran) avabikin.
Emê ji pêra pişrastkirina vê yekê di lêkolînên arkêologî da bibînin.
Jêder 1 Taha Baqir: Destana Gilgamêş, rûpel 145. 2 Samuel Kreimer: Ji tabloyên Somer, rûpel 181. 3 Remedan Ebdeh Elî: Dîroka rojhilata nêzîk ya kevin û şaristaniyên wê, rûpl 161.
ji weşanên Hevbenda Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî // hejimar " 44 " // Çilê Pêşî 2015
24 LLLLêêêêkkkkoooollllîîîînnnn
Tîrêjên Tîrêjên Tîrêjên Tîrêjên ÇaÇaÇaÇarrrrşşşşembêembêembêembê… … … … Xelek – 20
Kurdistan di warê şaristanî da di navbera rastiyên arkêologî û gotûbêjên ayînî da
Şaristanî, rewş û mercên wê: Şaristanî peyda nabe heger rewş û mercên hawîrdor û heyamê yên guncaw tine bin; bêyî peydabûna berhemên çandinî û pîşesazî yên têvel û cihêreng, bêyî peydabûna hişmendiyeka ku bikaribe wan rewş û merc û berheman bi aqilmendî bi karbîne, pêkhatina şaristaniyê ne pêkane û mimkine. Di dîroka cîhanê ya kevin û nû da, bi dehan belge derbarê vê yekê hene. Hinek ji wan rastî û belgeyan - wek nimûne - evin: Şaristaniya Someriyan li ber kenarên herdu çeman Dijle û Ferat, şaristaniya Misiriyan li derdorên çemê Nîl, şaristaniya Hindûsan li derdorên çemê Gang (Ganges) li bakurê Hindistanê, şaristaniya Çîn-Maçîn li derdorên çemê Yangtsî (Yangtze) û şaristaniya Hindokên çermsor li derdorên çemê Mîsîsîpî (Mississippi) li Amerîka Bakur.
Li gor mîtologiya Mêzopotamiyayê û gotûbêjên cihûtî û îslamî, erdnîgariya Kurdistanê dergûşa destpêkên şaristaniyê bû li Rojhilata Navîn. Me ev rastî di lêkolînên derbasbûyî da gengeşe kiribû. Niha tenha maye ku em bipirsin: Gelo lêkolînên arkêologî û dîrokî jî bi van gotûbêjên mîtologî û ayînî ra li hev dikin yan na?. Ka em bibînin.
Arkêologiya çi gotiye? Tu çi pirtûkê bixwînî girêdayî dîroka rojavayê Asiyayê ya kevin be, bi her awayî tu yê têda hin belgeyan derbarê girîngiya erdnîgariya Kurdistanê di warê pêkhatina jiyana mirovatiyê û destpêkên şaristaniyê da bibînî; ji herêma Îlam da li başûr-rojhilat bigire heya bi herêma Efrîn li bakur-rojava.
Yekem - heyama kevirî ya kevin: Ji vê heyamê ra palêolîtîk (Plaeolithic) dibêjin. Ev heyam ji destpêka peydabûna mirovan da heya bi dora 10 hezar sal b.z. ye. Şûnpêyên mirovan di vê heyamê da li pir cihan li Kurdistanê hene. Hin cih ji wan evin: Geliyê Sor (Gelî Sor) li nêziya bajarê Karmanşah û li çiyayên Bextiyaran (rojhilatê Kurdistanê), Perde Belge û Şikefta Zerzî, Şikefta Hezarmerd li başûrê Sileymaniyê, Şikefta Şanîdar li çiyayên Biradost (başûrê Kurdistanê), hin warên li çiyayê Nemrûd, hin warên li Hekarî û Qersê (Curnê Reş) li nawend û bakurê Kurdistanê û Şikefta Duderî li kuntara çiyayê Leylûn li herêma Efrîn (rojavayê Kurdistanê).
Mirovê heyama Palêolîtîkî di şikeftan da dijiya, nêçîra lawir û jîneweran dikir, berên daran û rahên hin daran dicivandin. Ji bo amadekirina xwarinê û germkirina warên xwe di demên sar da, agir bi kardianî. Kevir û ber jî ji bo duristkirina hin nawelên
agir bi kardianî. Kevir û ber jî ji bo duristkirina hin nawelên (acetên) sade bi kardianî; wek kevirên sêkoşeyî ji bo qulkirina tiştên tenik, hin nawel ji bo qewartina hin tiştan, hin nawel ji bo dirûtinê û hin nawel (wek bivir û das) ji bo birîn û qutkirina tiştan1.
Duwem - heyama kevirî ya navîn: Ji vê heyamê ra mêzolîtîk (Mesolithic) dibêjin. Ev heyam ji dora 10 hezar sal b.z. da destpêdike. Warên here navdar ku şûnpêyên mirovan lê hatine dîtin evin: Warê Zawî Çemî li rojavayî Şikefta Şanîdar bi 4 km, warê Kerîm Şar (kerim Şehir) û warê Balî Gewre. Ev hemû cih û war li başûrê Kurdistanê ne.
Di vê heyamê da, mirovan sewal xwedî kirine; wek mîh û xezal û hin bi hin - bes bi awayekî sînorkirî - pala xwe daye ser çandiniyê, duristkirina destaran, miqar û qufikan. Di şûnwarên vê heyamê da kevintirîn şopên dîwarên xaniyan hatine dîtin ku li ser hîmê kevirên mezin bi ĥeriyê hatine avakirin. Hin kûxik û maxên gilover jî têda hatine dîtin. Mirovên vê heyamê hin nawelên (acetên) xwe ji hestiyan jî durist kirine; wek derzî, nawelên qewartinê, tevşoyên biçûk, kêr (çeqo), das û kalûç, nawelên xemil û xêzên jinan; ji wan hin gerdenên ji hestiyan û diranên jîneweran û hinek din jî ji xamê mis (baqir) hatine duristkirin2.
Sêhem - heyama kevirî ya nû: Ji vê heyamê ra nêolîtîk (Neolithic) dibêjin. Ev heyam ji dora 9 hezar sal b.z. da destpêdike. Şûnpêyên mirovan yên vê heyamê li pir waran li başûrê Kurdistanê hatine dîtin; wek warê Cermo li nêziya Kerkûkê, warê Tepe Serab, warê Tilkî Tepe, warê Til Gûzana û qatên jêrîn ji ware Şemşare.
Di vê heyamê da mirovan êdî çandinî bi pisporî bi karaniye û xwedîkirina lawir û sewalan pêşva biriye. Êdî civandina zad û berên daran hatiye guhartin û bûye hilanîna berhem ji çandiniyê. Êdî civaka gundîtiyê destpêkiriye û hesta ser bi niştîman peyda bûye; hebûna kesayetî peyda bûye û li gor pîvanên wê heyamê, şoreşeka çandî, civakî û aborî pêkhatiye. Di wê heyamê da bingehên pêşîn ji şaristaniyê ra hatine danîn (destpêkên salnameya rojê, têgînên destpêkî yên mîtologiya peyda bûne û destpêkên perestina xwedawendan - bi taybetî xwedawendên berhemdayînê û baweriya bi vejandinê piştî mirinê, û hin raman û hizrên jiyaneka hemdem li cîhaneka din xuya bûne).
Di wê heyamê da mirovan avakirina xanî û warên rûniştina xwe
4 Wilhelm Gernut: Horî, rûpel 116. Samî Seîd El Ehmed: Somerî û bermaya wana şaristanî; rûpel 20. 5 Cemal Reşîd Ehmed: Xuyabûna Kurdan di dîrokê da, 1/468. 6 Tewrat, rêwîtiya pêkhatine, Eshah 2, ayet 7-9. 7 Tewrat, rêwîtiya pêkhatine, Eshah 2, ayet 15. 8 Tewrat, rêwîtiya pêkhatine, Eshah 2, ayet 11. 9 Tewrat, rêwîtiya pêkhatine, Eshah 2, ayet 13. 10 Keşe Samuel Yûsif Xelîl, dergeha ketina heyama kevin, rûpel 105. 11 Seyid Mehmod El- Qîmnî: Pêximber Îbrahîm û dîroka nenaskirî, rûpel 75.
12 Şîrovekirina Şem'anî, 3/468. Şîrovekirina El Qurtubî, 13/104. Şîrovekirina El Bexewî, 5/413. 13 Musned Ehmed Bin Henbel, çapa El Risaleh, 13/268. 14 Sûreyî El Mu'minûn, ayet 10. 15 Şîrovekirina El Nesfî, 2/466. 16 Şîrovekirina El Tabarî, 1/519. Şîrovekirina El Zemxeşrî, 1/127. Şîrovekirina El Beydawî, 1/72. binêr li Şîrovekirina El Nesfî, 1/81. Şîrovekirina El Alûsî, 2/427. 17 Şîrovekirina El Tabarî, 15/326. Şîrovekirina El Semerqendî, 2/154. Şîrovekirina El Şûkanî, 2/566. Yaqot El Hemewî: Ferhenga welatan, 2/84.
ji weşanên Hevbenda Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî // hejimar " 44 " // Çilê Pêşî 2015
25 LLLLêêêêkkkkoooollllîîîînnnn
pêşva birine û herwisa jî duristkirina nawelên girêdayî civaka çandiniyê, wek aş û destar, tevșo, hevcarên kevirî ji bo nermkirina axê, das û kalûçên ji kevirê Sewan, duristkirina sehnik û kûzikên pir sade ji qermît; bê nexş û bê reng. Bi herhal, mirovan di wê heyamê da duristkirina xaliyan û dirûtina cil û bergan jî pêkanîne3.
Çarem - heyama kevirî lajwerdî (madenî): Ev heyam ji 5600 sal b.z. da destpêdike heya bi karanîna nivîsînê di nîveka hezarsala çarem b.z. da. Mirovan di vê heyamê da li tenişt keviran, lajwerd (maden) ji bo duristkirina nawelên nav malê û çandiniyê bi karanîne, berhema çandiniyê pêşva çûye û êdî pisporî di kar da peyda bûye. Hin kesan di çandiniyê da kar kiriye, hinekan jî di duristkirina nawelên nav malê û ji bo çandiniyê kar kirine û wisa kargehên here pêşîn ji bo bazirganî û bihevguhartina berheman peyda bûne4.
Pêncem - şaristaniya Gûzana: Ev şaristanî li gor girê Gûzana hatiye binavkirin. Ev gir dor 5 km ji bajarê Serê Kaniyê yê rojavayê Kurdistanê, bi hêla başûr-rojava da, dûre. Navê vî girî hate erebkirin û kirin "Til Halaf". Piraniya erdnîgariya vê şaris taniyê li Kurdistanê ye. Ew bi dirûvê kevanekî ji Mendelî li başûrê Kurdistanê dirêj dibe heya bi kuntarên çiyayên Toros li bakur-rojavayê Kurdistanê; tevî hin berîk û girêfanên wê li Anatoliyayê. Ev şaristanî di navbera salên 4400 - 4300 b.z da wenda bûye5.
çiyayê keştî li ser rawestiyaye "Cûdî" ye; ne "Nisîr", ne jî "Ararat". Gelo çi sir û nehînî di pişt vê yekê da heye?
Erdnîgariya şaristaniya Gûzana Taybetmendiyên here diyar yên vê şaristaniyê evin: Xebata di çandiniyê da (genim û ceh), duristkirina deziyên ji kottan, bizin û mîh û bi karanîna mis (baqir). Ji lew ra ev şaristanî wek nimayendeya (temsîlkara) heyama kevirî-misî (baqirî) li rojavayê Asiyayê tê hejmartin6.
Ji taybetmendiyên vê şaristaniyê jî hebûna xaniyên gilovere ku banê wan qabkirî ye û hin mohr hatine bikaranîn ku belkî ji bo cara yekeme di çapkirinê da li ser hin perçeyên ji ĥeriya ĥişkkirî hatine bikaranîn. Qermîtên vê heyamê rengîn û bi nexşin, û bi hin dirûvên sêkoşe û çarkoşe ku hin caran bi xêzikên pêl-pêlî û hin caran bi xêzikên rasterast û bi rengên narincî, qirmizî, sor, mor û zer hatine nexişkirin7.
Di warê mîtologiya da, di vê şaristaniya Gûzana da peykerên xwedawendên dayîkî xuya bûne. Hunermendê ku ew durist kirine diyardeyên tovdayînê di ten û laşên wan da, bi berzkirina memik û lingên xwedawendan, bi temamî dane xuyakirin. Bi wî awayî hatine duristkirin ku xwedawenda dayîkî zendên xwe li jêr memikên xwe dane ser hev. Bi gelemperî goristanên wan di bin xaniyên wan da bûne. Cendekê mirov di gorê da, li ser aliyê wî yê rastê dihate danîn û seriyê wî bi rojava da dikirin.
Ev jî nîşana pîroziya aliyê rojhilat û peydabûna baweriya rojeyî (şemsanî) ye. Di gorê da hin nawelên kesê mirî datanîn, wek aman û firaxên biçûk, piyal û sehnikên ji qermît, bexnîk û mohrikên ji mermer û hin nawelên xemil û xêzê bi wêne û dirûvên tilûr û seriyên jîneweran. Ev nîşana wê yekê ye ku wan bi hebûna cîhana din bawer dikir û ku giyanê mirov bi awayekî ji awayan dîsa vedigere laşê wî, û ku pêwîstiya wî wê bi karanîna wan nawel û firaxan hebe8.
Berhevdana arkêyologî û ayînî: Bi gelemperî, heger me da pey şopa sêkoşeya erdnîgarî ku Xweda di wê da bihuşta Aden, li gor gotûbêja tewratî, pêkaniye, erk daye Adem, bavê mirovatiyê, ku di wê da bixebite û wê biparêze û piştî wê, di wê erdnîgariyê bi xwe da erk daye qehremanê Tofana Somerî "Ziusudra" (Utnapishtim di gotûbêja babilî da) û pêximber Nûh di herdu gotûbêjên tewratî û qur'anî da ku li ser zemînê mercên jiyanê ji nû va vejîne, û me bi erd nîgariya ku dîrokzan û arkêologan ra da ber hev ku ew dergûşa şaristaniyê bû li rojhilatê Asiyayê - bi taybetî jî erdnîgariya şaristaniya Gûzana, em dibînin ku Kurdistan di dil û nawenda wê erdnîgariyê da ye.
Hêjayî gotinê ye ku ev erdnîgarî, yanê dergûşa jiyana mirovayetî û destpêkên vê şaristaniyê bi derbasbûna heyamên dîrokî ra, her warê pêşiyên Kurdan bûye; ji destpêka mirovê heyama kevirî ya kevin da bigire heya bi Sobarî, Somerî, Îlamî, Gotî, Lolobî, Horî/Mîttanî, Ûrartûyî, Manayî, Mad, Kardox û Kurdên niha, bi ti awayî ne nîştîmanê Farisan, yan Samî û Toraniyan bûye; tenha wek hêzên dagîrker lê hebûne.
Tiştê elawet, ecêb û bi fêş ewe ku Kurdistan dergûşa destpêkên şaristaniyê bû, û niha jî di warê şaristanî da bi şûndemayî ye, û piraniya Kurdan di rewşa şivantî û gundîtiyeka destpêkî da dijîn; bi sedema siyaseta xizanîkirin, zordarî, şarederîkirin (sirgun kirin), pişaftin û genosîdê li ser Kurdan ji 25 sedsalan da heya niha. Ev erkeka neteweyî û mirovatî ye ku Kurd welatê xwe ji dagîrkeriyê rizgar bikin, keda pêşiyên xwe ji bo pêşvabirina şaristaniyê ber dewam bikin û asta xwe ya hêja di bin tava rojê da vegerînin.
Jêder: 1 Cemal Reşîd Ehmed: Xuyakirina Kurdan di dîrokê da, 1/398-408. Fadil Ebdulwahid û Amer Suleyman: Adet û xweriskên gelên kevnar, rûpel 10. 2 Gean Bottéro û hinên din: Rojhilata Nêzîk, Şaristaniyên destpêkî, rûpel 32-34. Cemal Reşîd Ehmed: Xuyakirina Kurdan di dîrokê da 1/408-414. Fadil Ebdulwahid û Amer Suleyman: Adet û xweriskên gelên kevnar, rûpel 11. 3 Gean Bottéro û hinên din: Rojhilata Nêzîk, Şaristaniyên ddestpêkî, rûpel 32. Cemal Reşîd Ehmed: Xuyakirina Kurdan di dîrokê da 1/415, 416. Fadil Ebdulwahid û Amer Suleyman: Adet û xweriskên gelên kevnar, rûpel 11-12. 4 Fadil Ebdulwahid û Amer Suleyman: Adet û xweriskên gelên kevnar, rûpel 12-13. 5 James Millert: Şaristaniyê here pêşîn li Rojhilata Nêzîk, rûpel 157. Muhemed Beyyûmî Mehran: Dîroka Îraqê ya kevin, rûpel 20. 6 Ebdulhamid Zayed: Rojhilata Hemdem, rûpel 27. James Millert: Şaristaniyê here pêşîn li Rojhilata Nêzîk, rûpel 157, 161, 163. Wiliam Langer: Berfirehiya Dîroka Cîhanê, 1/24. 7 Gean Bottéro û hinên din: Rojhilata Nêzîk, Şaristaniyên ddestpêkî, rûpel 36. Muhemed Beyyûmî Mehran: Dîroka Îraqê ya kevin, rûpel 21-23. 8 Muhemed Beyyûmî Mehran: Dîroka Îraqê ya kevin, rûpel 23.
ji weşanên Hevbenda Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî // hejimar " 44 " // Çilê Pêşî 2015
26 LLLLêêêêkkkkoooollllîîîînnnn
Di yekem hevok xwe de, ez rizgarkirine Şingal li xwî û xwedanê wê Pîroz dikim û destxweş û sipasiyên xwe ji bo hemu Peşmerge û Şervan Êzidî û kurd… dikim. Bejina xwe li ber hemu Şehîdan titewînim. Sax û silametiyê ji bo hemu birndaran ji yezdanê pak û dilovan daxwaz dikim.
Van rojên dawî Şingal bûye pirzike(Got û bêjê) ser zimanê xelkê û Midiya cihanî û kurdî ye. Lewma jî pêwîste em Şingal ji hemu aliyan ve binasin; cografi,tarîxî,civak û kulturî û kevnarî ….hd.
Cografî û kevnarî: Şingal Cihekî Estrtîcîka dikeve li ser rizde 42 rojhilatî û 22 başûr, erdekî çiyayî, deştî û beyabonî(Sehrawî). Zîra`î(çandinî) zengîn bi zêr û petrol , zêbeq û hesin.
Şingal zêdetirin(6,000) şeş hezar sal kevnare. Ew vedigere demên Kûtiyan, Someriyan…. Bi bilindiya 1462m ji ser banê deriyayê ya.Erda wê 2472 m² û bi ferhiye 13m²(Sê caran meztitin ji dewleta Bahrîn e ya Xelîcî). Dirêjbûne çiyayê Şingalê li dora 76km dirêje. Akinciyên Şingal li dora 410hezaran ne,78% ji sedî Kurdên Êzidîne. Herweha Kurdên Mislman û xirstan,Ermenî û Ereb,Ciho jî berî demekê tê hebûn. Em dikirin bibêjin Ku Şingal bexcekî ji hemu rengên
gûl û gûlçiçekan tê de hene,Şingal bexekî pir xweşik û ciwane û kurdên Êzidî gûla herî xweşik û ciwan ya vî bexçî ya. Şingal dikeve başûrî Kurdistan, li dora 50 km rojhitatî sînorê başûr û Rojava (kurdistan) .Her weha Şingal Dewleta Îraqî û Sûryayê bi hevre girê dide.Belê Şingala ku dibe riya bazirganiya di navbera Mûsil û Helebê de. Şingal a ya ku dibe hûnglîske girêdane di nabera Newala Al-Rafîdên(wadî-Rafîdêyin) û welatê Şam (Bilad-al-Şam) de. Şingal coxrafiyen girêdayê parêzgeh Ninew ya( Mûsil) ku li dora 90 kîlû mitiran dikeve bakurî wê.
Navê Singal (Şingal-Sincar): Ji ber zengîniya erdê Şingal û pêwîstiye cografiya wê, heçî hat û navê Şingalê li gora berjiwendiya xwe tomarkir. Ereb û Mislmaiyê di bin navê Sincar û Şarstaniye Îslamî, Şingal gotine Aşûriye, gotine Farsiye, Sefîne pêxember Nûh…û her weha gelek wetên din.
1-Sincar ku dibêji xwedê giravî ji gotine zingar-singar, bi weteya zimanê Erebî zingar. Ji piraniye mada hesin ku di çiyayê Şingalê pire tête dîtin, lewma jî gotin Zingar-Singar- Sincar.
2-Aşûrî dibêjin; ku gotine Şingal di zimanê Asûr de ya kevnar tê bi weteye Erdê xweş û hêja.
3-farsî dibêjin ku gotina Şingal gotineke Farsiye û weteye Tayrê Baz hatiye.
4-Hink dibêjin;(Ereb) ku sefina pêxember Nûh l dema tofanê ) li ser çiyayê Şingalê Sekiniye .
Amer Çelik
Şingal
ser çiyayê Şingalê Sekiniye . Xwedê giravî Pêxember Nûh gotiye „SIN-Car Elîne“. Ma gelo Pêxember Nûh zanîbû bi zimanê Erebî..?!
5-Şingal di weteya Babilan û Someriyan tê rê weteya jindariye hemû demî(Ezelî-).
6- Ya rast ku kurd dibêjin gotin Şingal ji gotin Şin-gal-(all), bi weteya ala ciwan. Di baweriye min ev gitine pir raste, lê a kême. Rehmetiyê Ekrem Cemîl Paşa dibêj; ku Bajarê ku niha Êzidî kurd tê akincîne(Şingal) ew bi xwe demekê paytexte Kûtiyan bû . Ku her weha dibêje ku Kûtî xwedewendekî Êzidiyan bûn. Gotina ala Şing (Şingal) gotine Kûtiyan e.Li ser zimanê wî ku 2-3 caran Şingal bûye Paytext û her Peytexta dema ya Êzidiyan bûye. Em jî lê zêde bikin ku Şingal Peytexte ferman û qirkirin û kom kujyaye ne. Heger Ezidî dibêjin ku heftê çar feraman hatine ser Êzidiyan, Ez di bêjim; 10074 şer, pefçûn, qirkirin û ferman hatine bi ser Şingala de.
Kevnarên Şingal: Ya yekem ewe ku bajarê Şingal ji bajarokên kevnar tête hijmartin ew bi xwe demekê de bajarê Mîtanian bû, her weha Kûtiyan û Someriyan bû.
Bab-xan ku dikeve naverka Şingal û Mûslê de, kevnariye vî cihî ji çerxê 13 B.z tê. Qesra Ka-xanî ku li gundê Xanesorê ye, Dêr-Eassî ku ew bi xwe pir zengîne bi kevnariye xwe, okîra Şikestî li gundê Zerga ya vedgere 5200 salî B.z,her weha Şikefta Qçrax û Şikefta Simoqiyan û şikefta E`awîs gundê Til-Tayrê_Reş ku vedger 3000sal B.z. Herwiha Qizlekind û Xirbên kuew-kent, sûra Romaniyan. Şikeftin: Telolxaz,Xernûf Şikefta Mehmed 5000 B.z, Şikefta Şûyîrt û kibrîtat û Xaret Hesen 3800 B.z. TilSulih, Til-Im-Eamir, Til Cîbal, Ebû Xezala,Xirabat. Her weha gelek û gelekên din. Bi rastî Şingal pir zengîne bi keneşopan.
Kevnarên Olî: 1-Gora Şêxê-Reş li Şingal,
2-Gora Sit-Zeyneb Xatûna Harûn Reşîd li rojhilatî Şingal.
3-Gora Pîr Zigir.
4-Kûristanê, Goran Qenber Alî
5-Parezgha Şêx abû al-Qasim(Şêbil-Qasim) Bakurî çiyayê Şingal .
6-parêzeha Şerfdîn li Başûrî çiyayê Şingal.
7- Parêzgeh Çil-Mêran, li ser serê çiyayê Şingal.
8-Parêzgeha Amadin.
9-Goraa Mam Harûn û Gora Şêx Abdul-Qadir Kêlanî.
10 Parêzgeha Şêx Hesen û Şêx Mend…..
ji weşanên Hevbenda Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî // hejimar " 44 " // Çilê Pêşî 2015
27
LLLLêêêêkkkkoooollllîîîînnnn
Gund û bajarokên Şingal:
Pêwîste bête gotin ku Komara Îraqê(Sedam) bêtir ji 150 gundên Êzidiyan li der û dorên Şingal di sala 1975 de wêran kirin û akinciyê çend gund di bajrokekî de zindan kirin ku di xwestin Dîmigrafiya herêmê(Şingalê) bi guherînin . Bi vê hikeftinê navê Erebî şûna Kurdî de danîn ser gund û barokên Şingal. Li bakurî Şingalê bi tenê zêdetir ji 80 gundî wêran kirin.
Bajarokê Sinonê, nahiya baŞûre.
Til-Benat,الولید ku 12 gundan ser hev kom kirine.
Til-Qeseb. Duhola ku bi erebî jêra dibêjin; al-Qadisiy e القادسیة
Borik, ku bi erebî jêrdigotin al-Yermûk. الیرموك
.. çavên wî yên şêlî di vê kêlîkê de pir tişt di gotin..
Xana-Sor Erebî-al-temîm(الثمیم). Dugurê ,Erebî Hatîn (حطین) Xirba-Bazar, Zor-ava, bi Erebî al-e`aruba(العروبة)Guhbel, bi Erebî al-andlûs.(االندلس) Til-Ezêr bi Erebî Al-Qehtaniye القحطانیة ku ev bajrok bi temamî ji parsgeha Şingal qût kiribûn û bi bajarê Beac .ve hatiye girêdan û ji 12 gundan komî ser hev bûye البعاج
Sîba Şêx-Xidrê, bi Erebî al-cezêreالجزیرة ku ewjî wekî Til Ezêr girdayê Be acالبعاج.ku ji 27 gundan kom bûye. Girzerik, bi Erebî Ednaiyeالعدنایة ewî bi Bei ac البعاجve girêdaye.
Her weha gelek gundên din wekî Koço, Al-hatimye, Rembûsî, Girşebik û Herdan.
.. çavên wî yên şêlî di vê kêlîkê de pir tişt di gotin..
28 ji weşanên Hevbenda Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî // hejimar " 44 " // Çilê Pêşî 2015
ÇÇÇÇÎRRRROOOOKKKK
Nizar Mohemed Se'îd
Mêhvanên Xudê
Ji nişikekêve hişîyarbû .. Lihêf da alekî.. Kefa destekê xwe yê
mîna kevlepîrê li doşeka golgolî Givaşt.. Pişta xwe ji ser doşekê
rakir .. Bercavkên xwe kirnê.. Bi tlya beranî ya çepê mekîna xwe
berdayê .. Nînuka tilya beranî ya rastê xiste kilîlka demjmêra
xwe.. Ewa girovir mîna heyva ji derve bi bayekê tezîve hilawîstî..
Demjmêra ku dilê wê ji lêdanê ji kar ketî.
komekê kesk kire serê xwe yê, di dete bi kulndê balavan ve..
şaşika zera li sala heştê u heştê ji bazarê mekkehê kirî.. Lê
girêda.. şaleka beqem li kembera xwe kir... Kefa gopalê xwe yê
tûl girt.. Destê çepê xiste bin perasîyên alê rastê.. Bazbenda xwe
dirust kir u ya ella.
bi hişîyarî gavên xwe di ser mirovên nivstî re havêtin.. li ber
derazînkê.. Gorên hrîyê yên nexişîn kirne di sola jizrawêt de.
benkên kesk bi şujinê xistibûn pişta wê .. Ji ber ku da ji nêv solan
bi hêsanî nas bikit..
Nemaze li mizigeftê u li şevbêrîyan. gavên xwe d tarîê werkirn..
Weha xoyaye ji rêveçûna wî, lingên wî jî nêzîke nula mîlên
demjmêra wî lê bên. spêdeye..
Spêdeyek mij girtîye.. Spêdeyek ji rengê şîrî ye.. Sola wî şûpên
xwe li rêçek teng u şil li pey xwe hiştin.. Di nêv dehil u dirên
belgên wan bûyn gohsivure.. Heyv di gerafkan de li ser rê di
birskî.. bêhinkurtka wî pirm pirmek jê di çû.. heya geheştîye
çemê şêlî..
Melûl u damay. dengê wişêna çemî u girîyê zaroên birçî .. Xweş
di hate gohên wî yên giran .. her Tim wî u çemî wilu xwe bi hev
tafwîr di kirin, dê bêjî qey ew di xwazin di nêv hev de bi bohujin.
pirsîyar mîna mêşên havînan li dor rihdîna wî ya befirîn di zivrîn..
çend yek ji xwe kiş di kir.. Dehên din xwe li cihî di dan.. di gel
xwe di axft.. Di gel yekî di axft wî ew nedidît.. Ewî ew di dît .. Ev
demeke rîya xwe xistîye van derdûran u ji vir naçe.
hacî yeke lê ev didu rojin xemên wî bîn karwanek.
dema yê bi tenê.. çi li mall çi li nav aqarî.. yan li r îya mizgeftê..
Pir caran xwe bi mirinêve mjûl di ke.. Qerqerê wî evê di çantkê
bi singîve li hindavî doşeka wî ya golgolî hilawîstî.. Li kêleka
qurana di kabiloxkekê kesk de.. Kîjan cihê gorstanê valaye.. Gelo
aramgehê wî dê li kuve be..
Wênê beheştê evê ku saleha sale di serê xwe de çêkirî..
Gonehên di jîyana xwe de kirîn.. Yên ku hîna li bîra wî mayn.. Tev
di anîn pêşcavên xwe.. Ku dîsan bajarên dûr di aşopa xwe de
çêdikrin.
carina hewil di de berê dindilê hizrên xwe bi de rîyek din, lê
hewilên wî ber nagirin. stêrên sobê kit kit yê kiz di bin.. Xatirê ji
esmana di xuwazin.
li alîyê din yê çemî hember bajarkî.. Dûmana agirên mişextan..
bi hizareha xîvet u kepirkên naylunî, li ber lêva çemê şêlî.. Li ser
giru di nuhalên li wêvetirkê de.. heya di gehîye nîva çîyay.. Tev
dudayne. ev didu roje van agirên mezin.. Kêm daru bar li wan
hawîrdoran liser lingan hiştîne.
***
liber derg mizigeftê.. Milên sola xwe ya cizrawêt dane hev..cihê
sola wî pêve tir.. Sol li cihê solan tune.. Gopalê xwe pêşîya xwe
havêt hundir.
- bismilla.
ji binê hola dirêj u heya nêzî cihê melay.. Zelam li ser hêsîlan
dirêj kirîne.. Mînakek hêbetî li ser dêmê wî çêbû, matimay ma
"hindî min li bîre, ev heftê u hinde salên xwe min qetandin, min
nebihîstîye tu kes,carkê bi şev li mizigeftê rakeve. min bihîstîye
ku li hin diran ev reoşte heye, lê li ba me tune, mêvan mêvanên
xudêne" sê caran di ber bêhin kurtka xwe re ji qestî koxîya..
çavên wî yên hûr firehbûn..
Di berçafka stûr re.. Yeku yeku çavên xwe bi zelaman re anîn u
birn.. Gohên xwe veçnîn.. Di dore ji nişikekêve da binê gewrîya
xwe.. dengek melakanî berda:
- gelî zelaman çaxê nimêjê ye ma hûn narabin? car din Gohên
xwe vecnîn.. Bêhna xwe ya çik.. çikitir lêkir.. Ne dengê xirxirekê
tê.. Ne dengê bêhin anîn u birina yekî tê.. Ne kes xwe ji alîyekî
werdgêre alîyekî.. Ne kes di de u ne kes di stîne.
- subihanella! wilu bi dengek xetimî got..
Dê bêjî qey berzîvek berlêva cemî di qirkê daye. hêrsa wî zêdetir
lêhat.. Gavek.. didu havêtin.. Li yekê dirêjkirî hilingift u devdirêj
bû.. Komê wî bi alîyekî ve çû.. şaşika zer bi alîyekî ve çû. ta kom u
şaşik dîtîn.. Pê li çar pênc mirovan na..
Pişta xwe ya mîna kefa gopalî hîn xwîl kir u milên sê çar zelaman
ji kel girtin u hejandin.. çavên wî yên hinda, şepirzeyî u bê aramî
belav di kirin, dengek erinî tijî mizigeftê kir:
- dê rabin gelî mosolmana.. Ma qey hûn ketîne çilxanê! dengê wî
bi dîwarên şihgirtî ket.. Bi perdên penceran yên kesk ket, u zivrî
gohan.
- dê rabin gelî mosolmana.. Ma qey hun ketîne cilxanê. berçavk
nabin.. Di dilê xwe de got:
ji weşanên Hevbenda Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî // hejimar " 44 " // Çilê Pêşî 2015
ÇÇÇÇÎRRRROOOOKKKK
29
ji çavên xwe kir.. çavên xwe yên hîn pitir şêlî bûyn vemalîn u car
din serê xwe bi dîwarê hizrên kevin vena.. Xwast bêhnek kûr
pilkêşe.. sihên wî hindik kar di kin.. sihên wî ji bayê şihgirtî pir
nabin.. Di dilê xwe de got:
Nivstin u hişîyarbûna me wek yek lê hatin.. Bila ji xwe re
rakevin.. Ev bîst kete roje, birçî u têhnî.. Li jêr terg u berif u
baranan çîyan di şeqînin.. Di mandîne bila rakevin.. Gonehin
xuda lê nagire bila rakevin. çavên xwe yên şêlî vê carê bitirs li
hola mizigeftê gêran... Qemî bersvekê jhi wê gomanê ra bibînt...
Eva ketîye dilî.. Nemaze dema biser wan zelaman de kety.
dîwarên kisla şihgirtî..
Doşikê melay yê bilnd u kevlê bezkovî.. Sopa dara bi borîya xwe
ya sarve.. Karîtên reşh.. Mirovên pêxas yên qersî li ser hêsîlan.
pêstirkê lingên wî yên di şalê şerinexî de girtin.. Dilê wî her wekî
di xuwaze ji sîngê wî yê req u hişk de.. Bi be çivîkek spî u bi fire ..
di xuwaze ji sîngê wî yê req u hişk de.. Bi be çivîkek spî u bi fire..
çavên wî yên şêlî di vê kêlîkê de pir tişt di gotin..
Ezimanê wî kure bû.. çi dî nabîne peyvan bi xune. devê wî di
xwast wê holê tijî qêrîn bi ke.. Lê bêhinkurtkê alîkarîya wî ne
kir.. Ji nişikekêve li ser pe xwe zivirî.
***
li ser ferşekî li ber lêva cemî.. Bo cara yekêyîe hindî li bîra wî..
Ew nimêja sobê li vira di ke.. Li ser milê xwe yê rastê zivirî u
melay ji nû got ellah u ekber.
car din sola wî şopên xwe li rêça teng u şil li pey xwe hiştin..
Hizra wî li ba mizigeftê bu, mijûlî pirsekê bu, tu bêjî zelam wê
îru nimêja xwe li kî derê bikin? Wî çaxî qêrîyên zarokan u wişîna
çemî xweştir hatin gohan.. Bi bayekê tezîve berêvey bajh\arkî di
bûn.. Bajarkê hîn di gelî de nivstî.
300
HHHHEEEELLLLBBBBEEEESSSSTTTT ji weşanên Hevbenda Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî // hejimar " 44 " // Çilê Pêşî 2015
Cankurd
ALAALAALAALA
ME YAME YAME YAME YA
RENGÎNRENGÎNRENGÎNRENGÎN Alaya kurdî ne dêrîna partî û kesan e
Ew nîşana gelê Kurd e, serî li asîman e
Ew ê hilnede alaya pîroz di mala xwe de
Wê çawa bibe xebatkarê di ber gelê xwe de
Ala me ya rengîn nîşana gelê Kurdistan e
Li Agirî, li Efrîn, li Mahabad û li Barzan e
Qamîşlo, Amed û Suleymanî pê serbilind in
Ewên li her welatekî wê hildidin, ew Kurd in
Dilsozên gelê xwe ne, wan hilgirên alaya me
Bê alaya rengîn, kes çi nasnameyê nade me
Çi li zindanan, li ser çiyan, li sengerên Kobanî
Bilind dikin qehremanan ala xwe bi mêranî
Hemî cîhan dizane ku ev ala ya gelê Kurd e
Çi alayeke dî bêguman bo me kul û derd e
Bo çî em ê hilgirin alaya welatekî dî?
Ma ji vê cersiyê mestir heye cersiyeke dî?
Ey gelê Kurdistan, şoreşvanan, çi jin û çi mêr
Ala rengîn ji me re giringtir e ji zîv û zêr
Ji bo yekbûna Kurdan, kuro, me yek ala divê
Kuro, bo çi tu ji vê alê ditirsê, jê direvê?
-------------------------------------------------
Bo hatina roja alaya Kurdistanî di
17ê Çêleyê pêşîn da.
Boniye Cegerxwîn
Ezê bêmEzê bêmEzê bêmEzê bêm
Li sipîdê, gava elend
Ji xew rabe…..
gava stêrka sibehê
li esmana
xuya be ….
gava gerdûn
bi pertew be
Ezê bêm!!!
Baran xweş dibare
derya xweziya
fireh dike
gemiya rêwiya
zû bi rê dixîne
konîkên çavê min
bi hêlekanên gemiyê re
bi pêlên avê re
bi çipikên baranê re
bi gumanan re
bi dû sîtava te de
min tîne ..
Ezê bêm!!!
Bawerke li spîde
gava elend
ji xew rabe
gava stêrka sibehê
li esmana
xuyabe
gava gerdûn
bi pertew be
Ezê bêm!!!
Êvare ..êvare
bakî dîne
roj li zerketave
bê dengiyê
di nav tîrêjên
dawî ji rojê de
ez pêça me
dilê minî xemgîn
bi xweziya re
bi xewna re
bi aliyê te de
derûn tîne
Ezê bêm!!!
li sipîdê
gava elend
Ji xew rabe
gava stêrka sibehê
li esmana xuya be
gava gerdûn
bi pertew be
Ezê bêm !!!.
31 ji weşanên Hevbenda Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî // hejimar " 44 " // Çilê Pêşî 2015
HHHHEEEELLLLBBBBEEEESSSSTTTT
Zêrîne taca vê rojê
Tena tena
Ji wê de tê
Porê zer
di bin çarîka hişin de
Berda ye.
Şahaneye roka me .
Ez ji qatê çaran
Dadikevim.
di hembêza sibê deme.
Min dest avêt
(Ebêtrana) cîrana
Ox
çi xwedayî ye
Ev hilma han…
Ji sedê pencerên
Ko hîna girtîne
Ji dehê mindalê
Ko
Di pêçeka
xewnê dene,
Ez hêza xwe
Diyarî dikim.
Ev riya han
Gewriye
Ji dîwana Dîlan Şewqî
HeyHeyHeyHeyşşşştê tê tê tê sibêsibêsibêsibê
Û çavên min lê
Azadin.
Vê kêlîkê
ez diçim
Kar.
Çendî mirov
Ji rê
û zaboqa dertên.
Ev rev û
bazdana han.
Hilkhilka rojane ye.
Eynî xelkin
eynî tiştin
Her sibe pêrgî min tên.
Pîr
kal
Reşik
xweşik
Qenc
pîs
Destê teva,
Di hevîrê jînê deye.
Berê min li kare.
Eynî ew xort
Barek hêvî
Avêtiye
ser piyê xwe
wek pêlekî ji wêde tê .
Herdu xuşk jî ,
Ken ji wan
dûr çûye
Hîna reş girêdane.
Tenêbûnê ew cûtine.
Wer xuyaye
Bê dê ne,
bê şahî ne.
Ez dimeşim
Va ez gîham tara
bitra
Her balkonek
Bi cotek kes
Di axife.
Ez bi keyfa xwe diçim
Kewarên nedîtî
Tije wêne
Tije xweşî
Û mat dikim.
Bi rê de,
Li ser dika xanîkî
Dîsa pîrê
çaya kalo
Bi kenê xwe
tevdide.
Dem heyştê sibêye
Deryê nexweşxana
Vedibin.
Navmalî diçin
Xwe karê
Zarok
Tevde li ser riya
Dibistanê
Mezin dibin.
Tevde
Bi keda
Dê û bava, jiyanê
Cotdikin.
Û ez diçim karê xwe.
* Ji dîwana: Ez tevde pencereme.
32
ji weşanên Hevbenda Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî // hejimar " 44 " // Çilê Pêşî 2015
HHHHEEEELLLLBBBBEEEESSSSTTTT
Ridwan Caro
Bê navnîşan
Beyar Robarî
Heger tu kurdî! Lê heger tu kurd î
Divê tu wek Çiyayê Semsor û Cûdî
Bi kurdiya xwe serbilind bî
Û ticar nekî gûman û dudilî
Lê heger tu kurd î
Bilind hilde enî û tilî
Û mela dengê te were wek gumînî
Û qutke pir deştan û gelî
Û têxe dilê dijmin tirsa rovî
Lê heger tu kurd î
Û neviya Hor û Med û Kordox î
Divê tu bi xwe şanaz bî
Û herdem li ser lingan û piya bî
Lê heger tu kurd î
Divê tu bixwe bawer bî
Jiber ez dizanim tu her şêr û piling î
Wek Mîran, Dîlan û Zîlan leheng î
Û li cîhanê tevde hîro binavûdengî.
29 - 11 - 2015
Li pişt xaçe-rêka kulê min
Tê weşandin
Kulê min û gelek pirs
Mîna baraneke hûr
Di şeveke tarî de
Bi tenê ez li dûr
Gelo ezê çi bêjim
Ji zarokan re
Ji nifşên nû re
Ji Zarokê pêşerojê re
Ezê çi bêjim
Ji pakrewan re
Ewê ko Ana firiştin li Ezman
Çi bersîve ew
ko dil hînik bikê
Çi bersîve ew
ko helwestên Wan
Razî bikê
Perçebûna me
Nakûkiyen me
Yan jî du diliyên me
Yan ji kole bûna me
Bi wî Mêjiyê tenk ne bedw
Yan em koleyê partiyane
Yan ji em koleyê serok û mirovane
Xwezî em ne wihabana
Lê bi xweziya mirov nagihê keziya
Vegerin li daxwaziyê Miletan
Vegerin li dengê hêviyan
Vegerin li dengê azadiya
Mezlûm û Egîd ew bûn şêrê çiya
Bixwazin kurdistaneke ser bixwe
Şehîdan bo Azadiyê Xwîn daniye
Win pişt girêdidin bi dijmnan
Tu carî Hirç nabê wek mirovan
Kar berdewam bikin
Ava bikin kurdistaneke pîroz
Bibin yek ey gurên boz
Bibin yek bibin yek ey gurên boz.
ji weşanên Hevbenda Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî // hejimar " 44 " // Çilê Pêşî 2015
Li ser rê
Qût qûta vî dilî
Ezê xatira bixwazim
Ji gelek tiştên bê deng
Ji gelek rûyên bê reng
Ji çavbirçî û çavteng
Ji bêhna gulên çilmisîn
Ji rojên tarî û ne cirisîn
Ji sûlava lêvên şewtî
Ji dilên sar û bê aştî
Ezê bi xwe re bibim
Kulmek ji savarê yadê
Tozek ji axa wê erdê
Tayek ji pora yarê
Nêrgizek ji wê biharê
Parçeyek ji roja te
Çend tiştên awarte
û kenê xwe yê kevin
33 HHHHEEEELLLLBBBBEEEESSSSTTTT
Faysel Yakoub
Rêwiyê bê hêvîRêwiyê bê hêvîRêwiyê bê hêvîRêwiyê bê hêvî
Dibînim
Eynek melûl
Têre tê xuyakirin
Şevek dirêj bê stêrk
Deryak kerr û bê pêl
Warek vala
Jê naçe bêhna yarê.
Xunav SalihXunav SalihXunav SalihXunav Salih RRRR
EEEE NNNN GGGG ÊÊÊÊ XXXX UUUU NNNN AAAA VVVV
Tevde bixim tevin
û di hinavên xwe de
Di kelim mîna volkan
Ji bo te,
Ezê herim dûr dûr
Dûrî pencereyên tarî
Dûrî dostên... bêserî
Dûrî dilên bê piyar
Kesên xwe dikin peyar
34 ji weşanên Hevbenda Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî // hejimar " 44 " // Çilê Pêşî 2015
Nizar Yosif
(1)
Kevokên sêwî
HHHHEEEELLLLBBBBEEEESSSSTTTT
(2)
Kûvî me ji kurdistanê
Di berbanga tirsê re
Hestiyên gewde serma berdan rayên lerizî
Sahwa bihna mûyên rûreşan
Gurmînê kerpîçên sitarê hilweşandin
Rêyên xoşviyan berze bîn
Şabîna hevdîtinê xatir xwest
Hawar melûl bîn
Feryad bêy ango man
Tenê dengvedan li xwedanan bî bersiv
Rondikan bêy darbest kuştî şûştin
Pîneyên kincan bîn kefen
Loriyên şînê
li ser nasnameya me ya wenda de di rijin
Biyanî hembêza xwe
ji birînên penaberan re vedike
Birînên mereqan li kombûnê
û yek agirdadanê di jenin
Bi dildariya kurdistanê hêmin dibin.
13.09.14
Bi spîtayî firiyan
Ji welat ê xwe yê biyan
Ji hêlîn ên tirsê teriqîn
Sînor hingaftin
Geliyên bê ewl
Hin têde çûn
Û hin derbas bûn
Birçiyên tav ê
Li rizdeyên çiyan qefiyan
Ji dana xuzayê çêriyan
Kevokên deştê
Deşta sêwî
Biramak ên ser bi jêr
Xewnerojên westiyayî
Çav li hilatin a tav ê
Birînjan ên baban
Bi boşatiya hêstir ên
Dilşkestiyan
Ceqceq vijiya
Xabûr herikî
Xemrevîn ên xemdaran
Xem ne revandin
Hîviyên li hêviyê mayîn
Bi cî nebîn
Çavtengî bûye maf
Sirûşt û dilên teng
Mîna guran
Bûn sitemkar
Ji ref exist in
Çêre ne çêre bû
Giyayê tehil
Zuha bê çêj
Çenko kirî
Û birîndar
Seyr mane
Vegera dûr
Ne hêlîn li wir man
Û ne le vir ava bûn
Sînor û potîn
Berate yên birçî
Pêjna dihbeyan
Li baskên birî
Û dilop ên dil
Li bihnê di gerin
Çavên poşvaniyê
Li deşta bê pîvan
Mij û xumam
Kûr di nerin !
Dest bi girî kirin
Kevokên deştê
Kevokên sêwî
Kevokên poşvan.
02.01.2009
Sernivîser Derhêner
Ebdilbaqî Huseynî Xorşîd Şûzî
Desteya birêvebir
- Boniye Cegerxwîn
- Hemîd Yûsif (Kasî)
- Mizgîn Hesko
- Oflaz Toutî
Ji bo hinartina berhemên kurdî :
Jimarên ‘’Pênûsa Nû’’ Tev ji vî Emêlî derxînin :
www.penusanu.com